14:52 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 246

meha rewacdarmeha rewacdar : 5197

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662471

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Şêx Nureddînê Birîfkanî

Înî - 16/05/2014 16:30
Şêx Nureddîn li Kurdistanê hem di warê edebiyata Kurdî de, hem di warê zanînê de, hem jî di warê tesewufê de xaleke pir girîng e. Hem malbata Brîfkaniyan, hem jî Şêx Nûreddîn bi xwe, wek qendîleke Qadirî û Kurdistanî tên qebûlkirin. Ewil pêdivî heye ku em li şecera wan mêzekin. Bê ka Seyîd’in an na. Li gorî nesebnasê malbatê ji Şêx Nûreddîn bigre heta Hezretî Muhemmed(s.e.w.) şecera malbatê wihareng e.

Şêx Nureddînê Birîfkanî

 

Cevdet KARAMAN

 

Şêx Nureddîn li Kurdistanê hem di warê edebiyata Kurdî de, hem di warê zanînê de, hem jî di warê tesewufê de xaleke pir girîng e.

Hem malbata Brîfkaniyan, hem jî Şêx Nûreddîn bi xwe, wek qendîleke Qadirî û Kurdistanî tên qebûlkirin. Ewil pêdivî heye ku em li şecera wan mêzekin. Bê ka Seyîd’in an na. Li  gorî nesebnasê malbatê ji Şêx Nûreddîn bigre heta Hezretî Muhemmed(s.e.w.) şecera malbatê wihareng e.

Şêx Nûreddînê Brîfkanî-‘Evdilcebbarê Brîfkanî –Nûreddînê Brîfkanî –Ebûbekirê Brîfkanî - Zeynel ‘Abidînê Birîfkânî - Şemseddin Xelwetî yê Qutbê Exlatiyê Birîfkânî – ‘Evdilkerîmê Exlatî – Musayê Exlatî - Suleymanê Exlatî – ‘Ebdulxeniyê Exlatî – Îshaqê Exlatî - Baba Mansûrê Exlatî - Huseyînê Exlatî - Ebû Hesen ‘Eliyê Exlatî - Hecî Nizameddînê Exlatî - Ehmedê Exlatî - Zeynel ‘Abidîn ‘Eliyê Hemedanî - Salihê Hemedanî - Yûsivê Hemedânî - Ebû Muslim Selîmê Iraqiyê Hemedânî - Ebû Yaqûb Yûsivê Hemedânî - Eyyubê Hemedanî - Muhammed Yûsiv Sedreddîn - Huseyîn Celâleddin - Elî Zeynel Abidîn Ebû Mueyyed - Ca’fer Ebû Hars - Seyyîd Muhammed - Seyyîd Mehmûd - Ahmed Takî - Abdullah Muntehîb - ‘Elî Muhtar - Ca’fer Zekî Musaddak - ‘Elî Hâdî -. Muhammed Cewad - ‘Elî Riza - Musa Kâzım - Ca’fer-î Sâdiq - Muhammed Bâqir - ‘Elî Zeynel ‘Abidîn - Hz. Huseyîn - Hz. Fatima –Hz. Muhemmed (s.e.w)

Herwekî ku ji şecerê jî tê xuyan kalikên Şêx Nûreddîn ji Semerayê çûne Hemedanê. Û li wir mêla xwe dane ser Terîqa Suhrewerdî. Bi irşada wê ve meşxul bûne. Ji lew ev malbat wek malbatek Hemedanî hatiye binavkirin. Paşê jî kalikê Şêx Nûreddîn ‘Eliyê Hemdanî ji bo îrşadê hatiye nav Kurdan, li Exlatê bi cî bûye. Şêxên malbatê piştî ‘Eliyê Hemedanî wek Qutbê Exlatî hatine binavkirin. Exlatî di nav Kurdan de bi asîmîlîasyonek tabiî’ asîmîle  bûne û bûne Kurd. Paşê jî kalîkê Şêx Nûreddîn, Şêx Şemseddînê Qutbê Exlatî di sala 1674’ê miladî de, ji Exlatê diçe li Duhokê, li gundê Brîfkan bi cî dibe. Piştî vê bicîbûnê ev malbat heta niha wek Malbata Brîfkaniyan tê binavkirin.

Şêx Nûreddîn teqrîben, di sala 1815’ê miladî de, li Kurdistana Iraq, li bajarê Duhok, li gundê Birîfkan pê diavêje qada jiyanê. Navê Bavê wî Şêx ‘Evdilcebbarê Brîfkanî ye. Malbata wan malbatek dîndar û ehlê tesewufê ye.

Şêx Nûreddîn Tehsîla xwe ya ewil li ber destê bavê xwe dibîne. Qur’anê dixwîne û di deh saliya xwe de jiber dike. Paşê jî wek adetê herêmê ji bavê xwe destûr dixwaze û ji bo xwendinê ji mal derdikeve. Di medresên herêmê de, li ber destê ‘alimên navdar, di warê ‘ilmên muxtelîf de  perwerde dibe. Çend seydayên wî yên navdar ev in:

Ebû ‘Ebdurrehmanê Debbax, Ebû Abdullah Yahya b. Xalidê Mizûrî , Şihabeddîn,  ‘Evdilwehhabê Şoşî, Ahmed Efendiyê Heyatzade, Mehmud Nehîlî, Abdurrahman b. Îsayê Mewsilî, Şemseddînê Şoşî, Yûsivê Remadanî, Hesanê Habîtî û Suleymanê Kurdî yê Ruweynî.

Şêx Nûreddîn piştî ku xwendina xwe diqedine ji sê ‘alîmên navdar îcazeta ‘alîmtiyê werdigre. Ev hersê ‘alîm ev in:

Ebû ‘Ebdûllah Yehya b. Xalîdê Mizûrî, Şeyxûl Îslam Şemseddînê Şoşî û Mele Yûnisê Kurdî.

Şêx Nureddîn piştî wergirtina îcazetê, hem bi te’lîma medresê ve hem jî bi tesewufê ve meşxul dibe. Ji ber ku malbata Birîfakniyan Xelwetî bûn, Şêx Nûreddin jî ewil di warê terîqa xelwetî de perwerde bû. Paşê jî hem li ser Terîqa Nexşebendî, hem jî li ser terîqa Qadirî  têgihîştina xwe bi pêşde bir û perwerde bû. Di encamê de bi wesîla seydayê xwe yê bi navê ‘Evdilwehhabê Şoşî întîsabî Terîqa Nexşebendî kir. Û bi Mewlana Xalîdê  Şehrezorî re têkildar bû. Lê piştî demeke kurt, nava wî û seydayê wî xera bû. Ji lew Şêx Nûreddîn jî ket halê fetretê.

Piştî sikuteke kurt û kin, Şêx Nûreddîn di riya seyr û silûkê de biryareke dî da. Têkiliya xwe ji însanan birî û ket halê înzîwayê. Şêx Nûreddîn di halê înzîwayê de, di şkeftê zinaran de ji xwe re bi îbadet û zuhd û zikr û teqwayê ve meşxûl bû. Tê gotin ku înzîwaya Şêx Nûreddîn deh sal domiye. Şêx Nûreddîn piştî deh sal înzîwayê ji şêxê xwe yê bi navê  Ebû ‘Eli Mehmûd b. Abdulcelîl Mewsûliyê Huderî desturnameya irşada Terîqa Qadirî digre. Dibe postnişin û tê li gundê Êtûtê bi cî dibe.

Li Êtûtê dergahê Şêx Nûreddîn dibe merkeza îrşada terîq û ‘ilmên Îslamî. We’z û nesîhetên Şêx Nûreddîn bêtir li xelkê tesir dikin. Ji çar  aliyê welêt gelek kes tên li ber deste wî tobe dikin.

Bi wesîla Şêx Nûreddîn Terîqa Qadirî li gelek deverên Kurdistanê şax vedide. Di gel Kurdistanê Hindîstan, Misir, Cezayîr, Sûdan û gelek deverên dî jî, bi wesîla xelîfeyên wî ji nûra Îslamê payedar dibin.

Dawiyê de Şêx Nûreddîn jî weke her faniyî, teqrîben di sala 1850’yê miladî de, gelek berhem û xelîfeyan li pêy xwe dihêle û ji vê dinya fanî koç dike.

Şêx Nûreddîn di riya Terîqa Qadirî de wek şaxeke nûjen tê hesibandin. Gelek mutesewif dibêjin ku ew qutb û xewsê zemanê xwe ye. Ehlê tasawufê di nav Terîqa Qadirî de rêça Şêx Nûreddîn wek şaxa Brîfkanî bi nav dikin. Di saxiya wî de jimara mirîde wî ji milyonê borîn e. Şêx Nûreddîn ji  bo irşada Terîqa Qadirî gelek wekîl jî tayin kirine. Hinek wekîlên wî ev in:

Muhammed b. Abdullah b. Abdulcebbar Birîfkânî,Abdulhamid b. Şemseddîn Birîfkâniyê Etrûşî,Ebû Abdullah Muhammed b. Circîs Nûriyê Mewsilî,Hecî Osman Efendiyê Ridwanî,Şeyxu’l-Îslam Ebdurrehmanê Şoşî,‘Eliyê Gelîrimanî,‘Eliyê Mexrîbî,Abdulbarî Çerçaxiyê Hîzaniyê Wanî û gelek kesên dî.

Şêx Nûreddîn tenê bi îrşad û we’z û nesîhet û tayînkirina Xelîfeyan qani’ nebûye. Bi zimanê ‘erebî û farisî û Kurdî gelek berhemên giranbiha jî ji me re yadîgar hiştiye. Hinek berhemên Şêx Nûreddîn ev in:

El-Budûru’l-Celiyye:Di derheqê tesewuf û adab û erkanên tesewufê de hatiye nivîsandin. Li gorî Ferît Aydin di vê berhemê de di hinek cîhan de Terîqa Nexşebendî û Mewlana Xalîd hatine rexnekirin.

Telhîsu’l-Hikem: Ev berhem şerha kitêba  Hîkemî Ataiye ye û bi beytan hatiye hûnandin.

Diwana ‘Erebî: Ji helbestên Şêx Nûreddîn yên ‘Erebî pêk hatiye

Dîwana Kurdî: Ji helbestên Şêx Nûreddîn yên Kurdî pêk hatiye

Zuhretu’s-Salikîn: Şêx Nûreddin ev berhem bi zimanê Kurdî wek helbest nivîsî ye.

Mektûbat:Ji nameyên Şêx Nûreddîn pêk hatiye.

Dîwana Farisî:Ji helbestên Şêx Nûreddîn yên Farisî pêk hatiye

Bi rastî berhemên Şêx Nûreddîn bi tenê ev nînin. Gelek Berhemên wî jî winda bûne. Dema em li ser jiyana şêx Nûreddîn kûr bifikirin, em ê bibînin ku Şêx Nûreddîn di nav terîqa Qadirî de qendîlek Kurdistanî ye. Lewra wî li dij adetê ûlema û meşayixên dewra xwe gelek berhemên xwe bi zimanê Kurdî nivîsiye û ji me re yadîgar hiştiye.

Di dawiya nivîsa xwe de em ê wek teberuk vê helbesta Şêx Nûreddîn Teqdîmî we kin.  Ruhê Wî Şad qebra Wî ronî be.

 

Te divête te bi rengê meh û xorşîdê celî bit?

Her li jengarê sifir cewher û gewher ‘emelî bit

 

Bi celîsê meziyê kevnî li xwe pêçe xemûyê

Da ku xessalê tefekkur te bişotin ne belî bit

 

Ne belî bit ji te yek reng û ne nasê ji tu resmî

Ins û wehşet ji te ra waris û hemzar û welî bit

 

Sed û pencahî şewahid ku li bin cêbê kirasê

Te li her ca bi 'iyan şahidîna muhtemelî bit

 

Hefadê qaz û qulingan bewkulê sîh û xezalan

We li kohanê çi ko bin, te meqamek cebelî bit

 

Tûtê rûhî ji kebabet ca li her kehfû hefaran

Xwe bi ser besta zîra'ê av ji 'uzran û gelî bit

 

Xelweta dil ji te rengîn nebitin, eynî nîfaq e

Ger di dil em hemî exyar û muberra û xelî bit

 

Text û hikmet weh dibînim, di binê çah û li ser çil

Qismetê jê bikiri sewmî'e dê çah û çilî bit

 

Pîr û ustadî çi hacet bi Elî-heyderi hestin

Şev û rojan ji te ra pîrê xwedawendî ‘Elî bit?

 

Meh û sal û şev û roj û dem û gavê ez hemî 'emr

Me biwarin bi xesaret, ta vikengê hezelî bit?

 

Wekû tiflan ji xurûri bi dinê aqilî ne em

Rûsiyah in ji Xwedê weqt e me şerm û xecelî bit

 

Xelweyek celwe ji Nûrî ya me nedî safî bibit

Celweya xiwefiran sêv e ji vê bedrê celî bit

 

                                          ÇAVKANÎ

1:Nimûne Ji Gencine ya Çanda Qedexe (Zeynel ‘Abidîn Zinar)

2:Nûreddîn Brîfkanî hayatı Esereleri ve Görüşleri (Mahmut Ulucan)

3:Bitlis ve Çevresinde Yetişen Mutasavvıflar ve Tasavvuf Kültürünün Oluşması(Mehmet Ardıç)

4:İslam Tarîhî (İbnî Kesir)

5: Şeyh Abdurrahman Aktepe- Hayatı, Eserleri, Görüşleri (Dr.Murat Özaydin)

6:Tarîkatta Râbıta ve Nakşbendîlik (Ferît Aydın)

7:Mektubat (Saîd Nûrsî)

 

 

Yazar: Cevdet KARAMAN

Kaynak: nupelda

Anahtar: di warê

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site