13:03 EEST Sêşem, 23/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 222

meha rewacdarmeha rewacdar : 6926

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638972

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Nîşana Mezinahiya Xwedê: Gerdûn

Înî - 16/05/2014 16:34
Beriya her tiştî ger divê bêjim ku di Kurdî de lêkolîn û nivîsandina ‘erdnîgariyê pirr kêm e. Ez hîn pêşde biçim, ez dikarim bejim, nivîsên di derbarê ‘erdnigariyê de (tenê bi serê xwe) tiliyên destekî derbas nake. Min biryar da ku bi destûra Xwedê ez ê ji vir pê de di derbarê ‘erdnîgariyê de binivîsim. Mijara me ya ewil gerdûn e.

Nîşana Mezinahiya Xwedê: Gerdûn

Mehmet BOZKOYUN

Beriya her tiştî ger divê bêjim ku di Kurdî de lêkolîn û nivîsandina ‘erdnîgariyê pirr kêm e. Ez hîn pêşde biçim, ez dikarim bejim, nivîsên di derbarê ‘erdnigariyê de (tenê bi serê xwe) tiliyên destekî derbas nake.  Min biryar da ku bi destûra Xwedê ez ê ji vir pê de di derbarê ‘erdnîgariyê de binivîsim. Mijara me ya ewil gerdûn e.

Xwedayê alemê di Qur’ana pîroz de wisa ferman dike: “Paşê Xwedê berê xwe da afirandina asîmanan ku ew duman (xaz) bû, ji ‘esmên û ‘erdê re got: Bi dilê xwe yan jî beyî dilê xwe werin radestî fermana Min bibin. Her duyan jî got: Em bi dilê xwe hatin radestî ber fermana Te bûn.[1] Di ayeteke din de: “Ew e afirînerê ‘erd û ‘asîmanan. Dema ku Ew bivê tiştekî biafirîne, tenê jê re dibêje: “Çêbibe!” Vêca di heman demê de ew jî çêdibe.”[2] Di ayeteke din de “Bêguman Xwedayê we Ellah Te’ala ye, ew ê ku ‘erd û ‘asîman di şeş rojan de afirandin, paşê (bi awayekî layiqî Xwe) li ser ‘erş îstîwa kir, raserî bû. Şev û rojê bi hev dinixumîne, her du bi lez, li pêy hev digerin. Roj û heyv û sterk li ber fermana xwe berdestbûyî afirandin. Agahdar bin! Afirandin û fermandayîn, her jê re ye. Ellah Te’ala (Bi zatê xwe) pîrozdêrayî ye, bi xêr û bêr e, munezzeh e ku ew Perwerdegarê tevê ‘alemê ye.”[3]  Û hîn bi dehan ayet nîşanî me dide ku her tişt bi qudreta Xwedê tev digere. Belê edî em dikarin derbasî gerdûnê bibin da ku mezinahiya Xwedê em careke din bi zanistî bibînin.

GERDÛN:Ji cismên ‘ezmanî pêk tê û temamê perçeyê dûr‘ezman(feza) e. Zanista ku lêkolînê li ser gerdûnê dike Kozmolojî ye. Di gerdûnê de cismên ‘ezmanî yên ku tên zanîn ev in: Stêrk, Gerestêr(rojgêran), dûvstêr, Asteroît(gerestêrên biçûk), Stêrka rijyar (meteor), Ewrên xaz û tozê yên di navbera gerestêran.

STÊRK:Cismên ‘ezmanî yên ku germayî û ronayiya wan hene. Ji vana hinekan em dibînin hinekan jî em nabînin. Yên ku nayên dîtin bi dûrbînên elektroskopik dikare were dîtin. Lê belê em zanibin ku dûrbînên elektroskopîk jî nikare hinek stêrkan bibîne. Stêrka herî nêzikê Dinyayê, Roj e. Li gerdûnê hinek cisim hene ku mîna stêrkan dibiriqin. Ew ne stêrk in. Bi tenê ev cism li ber roniya stêrkan dibiriqin. Mînak: heyv, gerestêr. Cûreyên stêrkan jî hene: Stêrka karwankuj, komstêrk, kadiz, Stêrka Cemserê, Qurix, Hirçê Mezin, Hirçê biçûk, Stêrka Rijyar (Meteor) û hwd.

PEYK: Cismên li dora gerestêran digerin peyk in. Peyk di bin bandora hêza kişînê ya gerestêran de ye. Gerestêra zêdetirîn xwediyê peykan Jupîter e. Bi tevahî 63 peykên sirûştî yên   Jupîterê hene.

STÊRKA RIJYAR (METEOR):Hin cismên piçûk yên tevî rojbendê ne. Hin ji wan qasî tozekê piçûk in, lê pirr hişk in. Tu rêyeke wan a kifşe tune ye, bi her alî ve û bi lezeke zêde tevdigerin. Gava ku dikevin sînorê atmosferê ji bo ku leza wan zêde ye, dişewitin û dibin wek alava êgir û ji hev belav dibin. Ji vê bûyerê re di nav gel de “xuricîn” tê gotin. Gel dibêje “stêrka xuricî.” Carinan hin perçeyên wan dikevin ‘erdê û kortên pirr mezin çêdikin, ji wan re meteorît (kevirên ‘ezmên) tê gotin.[4]

DÛVSTÊRK:Cismên ‘ezmanî yên ku ji ‘ewrên xazê çêbûne re dûvstêrk tê gotin. Gerîngeha(orbît) dûvstêrkan a di dora Rojê de ji gerestêran cudatir e. Dûvstêrk carna ji rojê dûr dikevin, carna jî nêzîkî rojê dibin. Dema ku nêzîkî rojê dibin şewqa wan zêdetir dibe. Dûvstêrka ku pirr kes nasdike Halley e. Halley gera xwe ya li dora rojê di 77 salan de diqedîne û 77 salan carekê li dinyayê tê dîtin. Ev dîtin du-sê hefteyan berdewam dike. Herî dawî di sala 1994’an de Dûvstêrka Halleyê ji dinyayê ve hate ditîn. Halley ji du perçeyan pêk tê: “Serî û terî (dûv). Serî biçûk e, lê terî pirr dirêj e û her dem bervajiyê rojê dirêj dibe.”[5]

Bi destûra Xwedê wê nivîsên min yên di derbarê ‘erdîgariyê de bidomin.



[1]Fussîlet 41/ 11.

[2]Beqere 2/117.

[3]A’raf 7/ 54.

[4]Abdurrahman Önen,  Ferhenga Erdnîgariyê,  Weşanên Doz, Stenbol, 2008,  r.14.

[5]Önen, b.n., r. 14.

Yazar: Mehmet BOZKOYUN

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site