13:32 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 17


ÎroÎro : 268

meha rewacdarmeha rewacdar : 4584

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600631

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Mela ‘Eliyê Baqustanî û Berhemên Wî yên Kurdî

Înî - 16/05/2014 16:04
Mele ‘Eliyêyê Baqustanî, di sala 1912’an de li gundê Tizyan-Elmabahçe, Stewrê/Mêrdîn) hatiye dinyayê. Navê bavê wî Mihemed û navê diya wî ‘Edlê ye. Bavê wî Mele Mihemed, melê gund bû. Mele Mehemed, ji xeynî Tizyan li Baqustan û li ‘Ewîna jî meletî kiriye. Bi ‘eslê xwe ji Zivinga Hecî ‘Elya ye, ku niha ev gund bi navçeya Sêrtê, Erûhê ve girêdayiye. Bavê wî Mele Mihemed dema ku diçe hecê li wir wefat dike. Li Texma Wadî Fatma medfûn e. Piştî ku bavê wî Mele Mihemed wefat dike, malbat ji gundê ‘Ewîna dîsa vedigere Tizyan.

Mela ‘Eliyê Baqustanî û Berhemên Wî yên Kurdî

M. Zahir ERTEKİN

           

Mela ‘Eliyê Baqustanî û Berhemên Wî

Kurtejiyan

           Mele ‘Eliyêyê Baqustanî, di sala 1912’an de li gundê Tizyan-Elmabahçe, Stewrê/Mêrdîn) hatiye dinyayê. Navê bavê wî Mihemed û navê diya wî ‘Edlê ye. Bavê wî Mele Mihemed, melê gund bû. Mele Mehemed, ji xeynî Tizyan li Baqustan û li ‘Ewîna jî meletî kiriye. Bi ‘eslê xwe ji Zivinga Hecî ‘Elya ye, ku niha ev gund bi navçeya Sêrtê, Erûhê ve girêdayiye. Bavê wî Mele Mihemed dema ku diçe hecê li wir wefat dike. Li Texma Wadî Fatma medfûn e. Piştî ku bavê wî Mele Mihemed wefat dike, malbat ji gundê ‘Ewîna dîsa vedigere Tizyan.

Mele ‘Elî, xwendina xwe ya sereke li ba bavê xwe dixwîne. Paşê diçe ‘Ewîna li ba mele ‘Evdil’ezîz dixwîne. Paşê diçe gundê Qerepêçê, ku niha bi navçeya Bismil ve girêdayiye, li ba mele ‘Evdilwehabê Xirbêhecî xwendina xwe didomîne. Piştî Mele ‘Evdilwehabê Xirbêhecî ji vî gundî bar dike, ew di şûna wî de meletiya vî gundî dike. Paşê tê Baqustan û li vir dest bi meletiyê dike. Di salên nodî de, gund tê şewitandin û Seyda ji Baqustan bar dike û li Amedê bi cî dibe. Nêzîkî wefata xwe, dîsa diçe gundê xwe û li gundê xwe wefat dike. (2002) Tirba wî jî li Baqustan e.

Berî wefata wî nêzî bîst salan li Baqustan ji xwe re tirbeke bi qubbe amade kiribû. Li ser siruşt û xweşiya Baqustan helbestek jî nivîsiye û di wesiyeta xwe de xwestiye ku li vê dere bê definkirin. (Bnr. Pêvek- 1)

Dema ku li Baqustan melatî dikir, sê salan bi çûhatinê li ba Mele ‘Ebdullahê Sergelya li ‘Ewîna xwendina xwe temam dike û ji Mele ‘Ebdullahê Sergelya îcazetê distîne. Mele ‘Elî, li gundê xwe, bi dehan feqî û mela perwerde kiriye.

Mele ‘Eliyê Baqustanî, şair, edîb û mutesewifekî vê wextê ye. Wekî gelek şairên Kurd wî jî di medreseyên Kurdîstanê de xwendiye û xwendevan dane xwendin. Di berhemên wî de mijara dîn û tesewifê li cem hev disekine û zimanê xwe yî zikmakî bi awayekî pesindane ji xwe re kiriye wesite.  Di berhema xwe ya ‘Siltan Şêxmûs’ de pesinandina zimanê Kurdî dide. Weke mînak di ciyekî de dibêje;

Bi elfazê sehl û bi qewlê sehîh

  Bi lîsanê Kurdî gelek pur fesîh”

Di ciyekî din de jî wiha dibêje:

Bi lîsanê Kurdî gelek pur fesîh

Ji eqwalê zana gerek bin sehîh”

Helbet ev tiştekî gelek girîng e. Lewra gelek ‘alim û zanayên Kurd bi Kurdî nenivîsandine. Piraniya wan bi ‘Erebî nivîsandine. Loma jî kurdînûsiya van ‘alimên hêja ji ziman û edebiyata Kurdî re layiqê pesnê ne.

Wî jî mîna gelek helbestvanên Kurd şê’rên xwe bi zimanê Kurdî ristiye. Ji bilî ku di warê ziman de mahir e, herwiha mutesewifekî ehlê hal e. Jixwe nezma xwe bi vê bîr û baweriyê hûnandiye. Di helbestên wî de evîna Xwedê û baweriya tesewifê mijarên sereke ne. Ji bilî van mijaran medhiye û mersiye jî nivîsandine ku di gelek helbestên wî de dengên keser û derdan têne bihîstin. Di helbestê de Melayê Cizirî û di nezma mewlûdê de jî Melayê Bateyî şopandiye. Ev rasteqîn ji bo gelek şairên Kurd derbasdar e û ne tiştekî xerîb e jî. Lewra ev herdu hostayên mezin bi nezma xwe mohra xwe li edebiyata Kurdî xistine û bi rengê helbesta xwe bûne mînak ji bo gelek helbestvanên li dû xwe.

            Baqustan

Navê vî gundî bi Tirkî, Bağyaka ye. Navê Baqustan piştî îhtilala 12’ê Îlonê hatiye guhertin. Gund bi navçeya Mêrdîn Stewrê ve girêdayiye. Di navbera Bernişt (Bağlıca) û‘Ewina (Sürgücü) de ye. Gund li girekî ku li qeraxê çemekî ye hatiye avakirin. Çem ji Şêxan tê û ber bi ‘Ewîna ve diçe, ji wir jî xwe li nêzikî Bismil bera çemê Dîcleyê dide. Di newala ku çem têde diherike çandiniya avî tê kirin, li ciyên mayî jî çandiniya dêmî tê kirin. Ji vê pêve xwedikirina heywanan jî li vê derê tê kirin. Di sala 1993’an de gund hatiye valakirin. Ji sala 2001’ê û vir ve dîsa gundî vegeriyane gund. Lê temamê gundiyan venegeriyane. Niha nêzî 25 mal di gund de jiyana xwe didomînin. Koçberên ku ji gund barkirine bêtir li Mêrdîn, Qoser, Diyarbekir, Bismil, Edene, Enqere û Stenbolê bi cî bûne. Gund 72 km dûrî Mêrdîn û 25 km dûrî Stewrê ye. (Bnr. Pêvek-2)

Dibe ku navê Baqustan di ‘eslê xwe de Baxistan an jî Baxustan be. Heta niha di lêkonlîn û pirsînan de me tiştekî wiha nedît. Di nava gundiyan de jî her wekî Baqustan hatiye bilêvkirin. Ji kevn de weke Baqustan hatiye binavkirin. Lêbelê di helbesteke Mela ‘Elî de weke Baxustan hatiye nivîsandin[1].

 

Berhemên Mela ‘Elî

3 berhemên wî yên Kurdî û 7 berhemên wî yên ‘Erebî hene. Yên Kurdî cara ‘ewil e ku tên çapkirin, lêbelê yên ‘Erebî heta niha nehatine çapkirin.

            Berhemên Mela ‘Elî ev in:

 

            Berhemên Kurdî

 

1- Diwan

Li ser firqet, terîqet, tesewwif, evîn û wd. hatiye nivîsandin. Herwiha neat, munacat û mersiye, wek cûreyên nezmê di diwanê de hene. Dîwan ji 26 şê’ran pêk tê.

Helbestên Mela ‘Elî bi her awayî klasîk in. Jixwe tevaya alimên ku di medreseyên Kurdistanê de gihîştine, dema ku dest bi nivîsandina şê’irê kirine şêweya klasîk bi kar anîne. Lewra nûjenî li gorî terza gihandina wan nebû û pê nizanibûn jî. Heta dîrok, destan, qewl, herb, ferhenk, jînenîgarî û heta hîn gelek mijarên rojane bi rêbaza helbesta klasîk dihate hûnandin. Mela ‘Elî jî yek ji van şaîr û edîban e ku bi çend aliyên xwe ve hêjayî lêkolînê ye.

 3 ‘Erebî, 23 Kurdî bi tevahî 26 helbestên Mela ‘Elî li ber destê me ne. Temamê helbestan bi alikariya kek Tehsîn Îbrahîm Doskî me latînîze kirin ku em spasiyên xwe pêşkêşî cenabê wî dikin. 

            Helbestên Mela ‘Elî,  ji mersiye, texmîs, naat û hîn gelek cûre û mijarên din pêk tên. Weke gelek şa’irên kurd ew jî di bin bandora Melayê Cizîrî de maye. 

 

2- Siltan Şêxmûs

 “Siltan Şêxmûs” ji 83 rûpel û 17 beşan pêk tê. Li ser jiyana ‘alim û mutesewifê navdar Siltan Şêx Mûsa ez- Zûlî hatiye nivîsandin.

Sêyemîn berhema Mela ‘Elî Siltan Şêxmûs e ku di vê berhemê de ciyê xwe digire.  83 rûpel û 17 beş e. Mela ‘Elî di vê berhemê de jiyannameya Siltan Şêxmûs bi zimanekî zelal û bi cûreya helbestê vegotiye. Him dîrok e, him jînenîgarî ye, him tesewif e û him jî edebiyat e. Di her beşê de li ser aliyekî Siltan Şêxmûs disekine û heta wefata wî bi gelek keremet û bûyerên di wê demê de hatine qewimandin, radiweste. Ji ber ku Siltan Şêxmûs li herêma Mêrdînê medfûn e bala xwendevan kişandiye ser kesayetiya wî û jiyana wî ya tesewifî.

            Ev berhem di ‘eslê xwe de du beş in. Nîviyê ‘ewil ‘Erebî ye û pexşan e. Me ev nexiste nava xebata xwe. Beşa duduya Kurdî û nezm e. Em li ser vê sekîne.

             

3- Mewlûda Nebî 

 

Mewlûd wergera mewlûda pexşan a Îbnî Hecerê Heytemî ye, bi şêweya helbestê hatiye nivîsandin û ji 44 rûpel û 13 beşan pêk tê.

Mela ‘Elî, mewlûdeke xwerû Kurdî diyarî pirtûkxaneya ziman û edebiyata Kurdî kiriye. Mewlûda Mela ‘Elî weke ku wî jî di serî de nivîsandiye ji ber mewlûdeke ‘Erebî hatiye girtin. Ev mewlûd a Îbn Hecerê Heytemî ye ku di nava mewlûdên ‘Erebî de gelekî navdar e. Ev mewlûd bi nesrê/pexşan hatiye nîvîsandin. Mela ‘Elî, li gorî mijarên wê, ew kiriye Kurmancî û bi şiklekî nezmanê/helbestane ji nû ve çêkiriye. Mewlûda Îbn Hecerê Heytemî jî di nava medrese û melayên Kurdistanê de navdar e û hê jî di gelek hicreyan de tê xwendin.

            Cara ‘ewil e ku ev mewlûd tê çapkirin û digihêje ber destê xwendevanan. Mewlûda Mela ‘Elî, ji 44 rûpel û 13 beşan pêk hatiye. Mewlûd bi du du’ayan diqede. Yek bi Kurdî û yek jî bi ‘Erebî ye. Zimanê mewlûdê li gorî dewra xwe hinekî giran e. Bi hin hunerên edebî û hin ayetên Qurana pîroz ve selaseta pirtûkê xurtir û bandora wê zêde bûye. Farisî di vê berhema xwe de bikar neaniye lê heman tiştî meriv nikare ji bo ‘Erebî bêje. Lewra gelek bêje û terkîbên ‘Erebî hatine bikaranîn.

Mela ‘Eliyê Baqustanî dema ku nivîsandina mewlûda xwe qedand, ji ber ku destxeta Ehmed Hilmiyê Qoxî pir di’eciband, bi heq bi wî dida nivîsandin. Li gorî destxeta Qoxî me mewlûd latînîze kir û paşê jî me da ber destxeta Mela ‘Elî yanî orijînala wê. Piştî vê rûbirûkirinê me dît ku gelek cûdahî di navbera herdû nusxeyan de heye. Lewra Ehmed Hilmiyê Qoxî bêyî destûra Mela ‘Elî gelek cî li gorî xwe yan jî li gorî wezna ş’irê guhertiye. Ya balkêş jî ev e ku hin cî bi tevahî derxistiye, hin cî qet nexistiye mewlûdê û hin malik jî wî bi xwe lê zêde kiriye.

            Tê fêmkirin ku hin rîwayetên ku di nava mewlûdê de hene li gorî baweriya Seydayê Ehmed Hilmiyê Qoxî ne rast in ango li gorî dîn nehatine sererastkirin, nexistiyê. Lewra ji ciyên ku hatine derxistin, ev tê fêmkirin. Helbet Mela ‘Elî hay ji vê guherînê çêbûye û gelekî hêrs bûye. Îja piştî ku me ev cudahî dîtin, ji nû ve me li gorî orîjînala wê nivîsîn, ciyên ku Seydayê Ehmed Hilmiyê Qoxî jê derxistibûn me dîsa nivîsî û malikên ku Seydayê Ehmed Hilmiyê Qoxî bi tevahî guhertibûn me guherîna Seydayê Ehmed Hilmiyê Qoxî weke jêrenot di binê rûpelên wê de bicî kirin. Lê guherînên di bêje û lêker û pêvekan de hatibûn çêkirin me di jêrenotan de neda nîşandan. Me xwest ku orîjînala mewlûdê bê zanîn û bê ber destê xwendevan û lêkolîneran. Şîrove para me nîn e. Xwendevan çawa dinirxînin bi kêfa xwe ne. Lewra me xwest ku em bêkêmasî berhemên Mela ‘Elî, daynin ber destê xwendevan û lêkolîneran. 

 

Disgotina mewlûdê heta beşa dawî ev e:

“Din selatan ser Mûhemmed bê hîsab

Ger  dixwazin hûn xelasa ji ‘ezab” 

Lê ev dîsgotin di beşa dawî de herdû rêzik cî diguherînin û bi vî awayî hatiye nivîsandin.

“Ger  dixwazin hûn xelasa ji ‘ezab

Din selatan ser Mûhemmed bê hîsab” 

 

 

            Berhemên ‘Erebî

 

1-      Jiyana Pêxember

 

 Bi ‘Erebî nivîsiye. Bi tevahî 18 rûpel e. Destxet e û nehatiye çapkirin. Di sêrê pirtûkê de dibêje ku ev berhem behsa jiyan, sîfet, exlaq û wîladeta pêxember dike.

 

2-      Tefsîr

            Ev berhem jî bi ‘Erebî hatiye nivîsandin. Cuza dawî ya Qurana pîroz(cuza ‘Emmê) û çend sûretên din şîrove kiriye. Destxet e û nehatiye çapkirin. 125 rûpel e.

 

3-      Tesewif

 Ev berhem di derbarê tesefiwê de hatiye nivîsandin û 95 rûpel e. Li gor daxuyaniya ku di pirtûkê de hatiye nivîsandin di sala 1971’ê de hatiye nivîsîn. Destxet e û nehatiye weşandin. Zimanê vê berhemê jî ‘Erebî ye.

 

4-      El- Fesîhe

            Di derbarê tesewifê de hatiye nivîsandin. Ji berhemên wî yên din mezintir e. Bi piranî nezm be jî di cînan nesr jî dikeve dewrê. 300 rûpel e. Destxet e û nehatiye çapkirin. Mijarên tesewifê yên sereke, weke terîqet, seyr û silûk, salik û sofî, adab û şertên sofîtiyê, meqam û cûreyên nefsî û wd. di hundirê vê berhemê de hatine civandin. 

 

5-      Fetewa

Di mijarên cuda yên dînî de gelek fetwayan dicivîne. Ev berhem jî destxet e û ji 214 rûpelan pêk tê. 

 

6-      Helbestên ‘Erebi

10 helbestên wî yên ‘Erebî hene. Hinek xistiye nava dîwanê, lê hinek jî di nava berhema wî El- Fesîhe de ne. Me sê helbestên wî yên ‘Erebî di nava dîwanê bi cîh kirin.

 

7-      Siltan Şêxmûs

Beşeke vê pirtûkê xwerû ‘Erebî ye loma me ev beşa wê weke berhemeke ‘Erebî pejirand. 

 

Îcazetên/Destûrnameyên Mela ‘Elî Baqustanî

            Çar îcazetên Mela ‘Elî hene. Yek a xelîfetiyê ye, sisê jî yên ‘ilmî ne. Îcazeya Xelîfetiyê û îcazeke ‘ilmê ji Şex Seydayê Cizîrî wergirtiye, îcazeke ‘ilmê ji Şêx Seyfeddînê Hamidî wergirtiye û îcezek jî Şêx ‘Arifê Hamidî wergirtiye. Her çar îcaze bi halê xwe yî orîjînal li cem me parastî ne. Îcaza ku ji Şêx ‘Arifê Hamidî wergirtiye rûpeleke û ‘Erebî ye. Li binê rûpela îcazê de nav, kunye û îmzeya Şêx ‘Arifê Hamidî heye. Di dawiya îcazeyên ku ji Şêx Seyda wergirtiye de navê çar şahidan jî hatiye nivîsandin. Ji van şahidan yek Seyyîd Zubeyr Ernasî ye, yek Mela ‘Ebdulwehabê Elhaxî ye, yek ‘Ebdussamedê Fariqî ye û yek jî Hacî Mela Mustefa Fariqî ye.

 

                Feqiyên Wî

            Ji ber ku temenekî dirêj li Baqustan jiyaye, him weke Baqustanî hatiye binavkirin û naskirin him jî gelek feqiyên wî ji Baqustan bûn. Mela ‘Elî gelek feqî xwedî kiriye. Hinek ji wan ev in.

1)      Mela Mihemedê zavê Mela ‘Elî

2)      Mela Îsa (Aqres)

3)      Mela Mehmûd (Baqustan)

4)      Mela Şêxmûs (Baqustan)

5)      Mela ‘Eladîn (Xurs)

6)      Mela ‘Elî (Farqîn)

7)      Mela Yûsif (Baqustan)

8)      Mela Qedrî (Baqustan)

9)      Mela Mehmûd (Wêranşar)

10)   Mela Receb (Çêrmûk)

11)   Mela ‘Ebdulxaliq

12)  Husên (Çêrmûk)

13)  Hafiz Îbrahîm (Nisêbîn)

14)  Mela Resûl (Baqustan)

15)  Mela Nametullah (Bernişt)

16)  Mela ‘Ebdulcelîl (Baqustan)

17)  Mela Mustefa (Dêrik)

18)  Mela Hesen (Bismil)

19)  Mela Mehmûd (Kercewsê)

20)  Mela Fehîm (Baqustan)

21)  Mela Mihemed (Baqustan)

22)  Mela Felemez (Baqustan)

 

Encam

Di vê gotarê/meqaleyê de de ji bilî jiyana Mela ‘Elîyê  Baqustanî 3 berhemên wî yên Kurdî hatine lêkolînkirin û 7 berhemên wî yên ‘Erebî hatine nasandin. Bi mijar û naverok, hersê pirtûkên Kurdî jî ji hev cuda nin. Lewra yek ji helbestan pêk tê û dîwana wî ye. Ya din mewlûdname ye, li ser jidayikbûna Pêxember (s.x.l.) rawestiye û ya sisêyan jî Siltan Şêxmûs e, dîrok e. Lê hersê berhem jî edebî ne û helbestkî ne. Ez hêvîdarim ku di nêz de ev hersê berhem dê çap bibin.

Bi piranî em li ser hersê berhemên wî yên Kurdî rawestiyan. Bi mijar û naverok, bi edebiyat û çand, bi şêwe  me ev hersê berhem da hasandin. Ji bo edebiyata Kurdî ev hersê berhem dikevina qada edebiyata klasîk a Kurdî.

 

 

ÇAVKANÎ

Abdu’l-Halim b. Musa el-Mardînî, Eş-Şeceretu’d-Durriyye fi Menâkib Es-Saeti’l-Hâmidiyye, Stenbul. 1993.

Ateş, Ahmet, Vesiletu’n- Necat Mevlîdi, Çapxaneya Sazîya Dîroka Tirkî, Ankara, 1984.

Ansîklopedîya Îslamê, Benda Mewlûdê, Weşanxaneya Wezareta Perwerdehîyê, C8, Ankara, 1997.

Ansîklopedîya Îslamê, Benda Kurdan, Weşana Wezareta Perwerdehî ya Netewî, C. 6. Ankara, 1987.

Bingol, A., Kulîlkên Baxê Botan, Enstîtuya Kurdî ya Amedê. Amed, 2008.

Doskî, T. Î; Îbrahim M.,. Mela-yı Bateî We Behremi-yi wî, Çaphâne-i Hawar, 1996, Dohuk-Irak.

Çağmar M. E., Edebi Açıdan Arapça Mevlidler, Weşanxaneya Îlahîyat, Çapxaneya Ozkan, Ankara, 2004.

Ertekin, M. Z., “Di Edebiyata Klasîk a Kurdî de Texmîs û Texmîsên Mela ‘Eliyê Baqustanî”, Kovara Mûqeddîme, Zanîngeha Artûklûyê, H.6, Mêrdîn 2013.

Kaya, M., Kasîde-i Bürde’yi Türkçe Söyleyiş, İstanbul 2004.

Sadînî, M. X., Mela Huseynê Bateyî – Jîyan, Berhem û Helbestên Wî-, Weşanxaneye Nûbihar, İstanbul, 2010.

Şeçera Siltan Şêxmûs. Bi ‘Erebî û bi desta hatiye nivîsandin. Qala şecera wî, Jiyan û menqibên wî, xwendevan û xelîfên wî dike.

Yilmaz, S., “Şêx Mûsa ez-Zûlî”, Kovara Nûpelda, Hejmar, 3, Wan 2010. 

Zinar, Z.,  “Şêx Fethullahê Werqanisî(1847-1900)” Kovara Nûpelda, Wan 2011.

 

ÇAVKANIYÊN DESTXET

Mela ‘Elî Baqustanî,   Siltan Şêxmûs.

Mela ‘Elî Baqustanî,   Mewlûd.

Mela ‘Elî Baqustanî,   Dîwan.

 

ÇAVKANIYÊN ÎNTERNETÊ

http://www.risaleforum.com/islami-nitelikli-yazilar/8863-Siltan-eyhmus-eyh-musa-ezzuli-k-s.html

http://nefel.org/articles/article_detail.asp?RubricNr=8&ArticleNr=5881. 18.09. 2012.)

http://www.bilinmeyendiyarbekir.com/dort_buyuk_halife.html

http://wowturkey.com/forum/viewtopic.php?t=96843

http://www.bilinmeyendiyarbekir.com/dort_buyuk_halife.html

http://hamidiler.com/



[1]Baxê sîtan e meqamê hewe

 Niha maye xalî temamî ji we(ji helbesta wî ya bi navê “Niha Bûye Niyyet Ji Min Ra Qelem”, malik 27.)

 

Yazar: M. Zahir ERTEKİN

Kaynak: nupelda

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site