15:17 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 2


ÎroÎro : 250

meha rewacdarmeha rewacdar : 11395

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653258

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

MELE BEDREDDÎN SARIKAYA Û BEYTA WÎ YA LI SER USTAD BEDÎ’UZZEMAN

Şemî - 20/10/2018 18:26
MELE BEDREDDÎN SARIKAYA Û BEYTA WÎ YA LI SER USTAD BEDÎ’UZZEMAN

MELE BEDREDDÎN SARIKAYA Û BEYTA WÎ YA LI SER USTAD BEDÎ’UZZEMAN

Mele Bedreddîn li gor danayên fermî yên dewletê (Di nasnameya wî de) di sala 1948an de li gundê Mele Dawûdê ku girêdayî Kopê ye hatiye dinyayê. Bi rastî dîroka ji dayikbûnê ya Mele Bedreddîn ne sala 1948an e. Li gor agahiyên ku me ji malbata wî girtin Mele Bedreddîn di sala 1942an de hatiye dinê. Bavê Mele Bedreddîn, Mele Salih e ku di wê deverê de melakî bi nav û deng bû. Dayika Mele Bedreddîn Ûmmî Selme (Ummu Seleme) neviya Şêx Fethullahê Werqanisî ye.

 

 

 

MELE BEDREDDÎN SARIKAYA Û BEYTA WÎ YA LI SER USTAD BEDÎ’UZZEMAN

 

                                                           Mehmet BOZKOYUN - Mehmet AYDIN

Mele Bedreddîn perwerdehiya xwe ya ewil li medresa bavê xwe digire. Ji Qur’anê bigre; mewlud, nûbihar, ‘eqîde, ji şerî’etê kitêba Xayetul Îxtîsar û qismekî jî ji nehwê û qismek jî ji serfê dixwîne. Piştî xwendina li cem bavê xwe dest bi xwendina medreseyên din dike. Cara ewil li medresa Mele Muştaqê Şêxweliya(li gundê Xweşgeldiyê ku girêdayî Kopê ye) perwerdehî dît. Paşê li ba Mele Îhsanê Melekendê(li gundê Gulçîmanê ku girêdayî Kopê ye), piştî wî li ba Mele Îbrahîmê Gulçîmanê, piştî wî li Oxînê (Oxîn girêdayî Motka ya Bilîsê ye) li ba Şêx Xalitê Şêx ‘Eladdîn xwendiye. Îcazeta xwe jî li Oxînê ji Şêx Xalit girtiye.

 

 

               Piştî ku îcazeta xwe girt îcar wî dest bi melatiyê kir. Li gundê Mele Dawûdê, li gundê De’likiya jor (Yukarı Büklü) melatî kir.

               Mele Bedreddîn ehlê tesewufê bû, di tesewufê de li ba Şêx Asimê Oxînê ‘emel[1] dikir. Dema ku Seydayê Şêx Asim ji bo îrşada tesewufê li Mûşê, li Kopê û li hemû herêmên Mûşê digeriya Mele Bedreddîn jî bi xwe re dibir. Bi vî awayî Mele Bedreddîn di derbarê tesewufê de pirr tişt ji Seydayê Şêx Asim hîn bû. Dema ku Seydayê Şêx Asim dihate Mûşê her tim dibû mêvanê Mele Bedreddîn.

               Mele Bedreddîn pirr qedr û qîmet dida Bedîuzzeman û Rîsaleyên Nûr. Dema ku tayina lawê Mele Bedreddîn, Mele Burhan derkete Norsê Mele Bedreddîn gelekî şad bûbû. Her tim rîsale dixwendin û di we’zên xwe de mînak ji rîsaleyan didan, da ku raman û fikriyata rîsaleyan li nava Kurdan belav bibe. Ji ber ku Mela fêm kiribû rîsale ji bo mirovan rêyeke pak û paqij vedike. Mele Bedreddîn piranî Îşarat-ul Î’caz û Mesnewiya erebî dixwend. Mele Bedreddîn her tim ev gotin digot: “Her ‘esrekî jê re murşîdek heye, ji vir şûnde Rîsaleyên Nûr heta dinya hebe murşîd e.”

               Mele Bedreddîn di 13 Rêbendan 2012an de, roja înê li Enqerê, di mizgefta Hecî Bayramê Welî de, di beriya nimêja înê, dema ku nimêja “Tehiyyet-ul Mescîd” ê dikir de,  di reke’eta duduyan de,  di secdê de wefat kiriye. Xwedê bi rehma xwe şa bike û cihê wî bike bihûşt.

               Beyta Mele Bedreddîn ya ku ji bo Ustad nivîsandiye li jêr e:[2]

 

TARÎXA BÛYÎNA USTAD, HINEK SIFETÊN WÎ Û WEFATA WÎ[3]

 

Di piştê elfê hicrî da du sed  nehwêd sisê[4] wê da

Ku Ustad mewlûde tê da şefeq da alê Nûrsê da

 

Di sinnê tiflê neh salî li ba wî exê pirr alî[5]

Sê sal xwendî bi normalî bira hişt û xwe da alî

 

Du meh mabû Si’rd[6] dê da li pê ew qas di Miksê[7] da

Sefer kêşa be Bazîdê ku Xanî metfûne tê da

 

Li wê sê meh qiraet kir[8] ‘ecêb şeklek cesaret kir

Butûn ilman nîhayet kir[9] we bû ‘ellam û ezber kir

 

Cesareta wî ya sanî şevê çû kumbeta Xanî

Ewî feyzê wisa anî ku bû kamilê însan î

 

Di ilmê tewhîdê fanî tu bû xewwas[10] we durr[11] anî

Rîsale ê te nûranî xwedanê ilm û irfan î

 

Di m’ena remzê Qur’anê tu bû wek Behra Ummanî[12]

Di vî esrê tu Nu’man[13] î we hem bedî’ê ezmanî[14]

 

Ji mu’cîzê Resûlîllah xeber da eşhedû bîllah

Tu bû qaîm bî emrîllah we xewwasê îbadîllah

 

Di heşr û neşra însanî bi her wechê delîl anî

Binêr ger tu bi ez’anî ew e alimê rebbanî

 

Di piştê elfê hicrî da sê sed heftê nehê[15] wê da

Sisê yû bîstê mardê[16] da li alemê huzun lê da

 

Wefat bû alimê meşhûr dinê avêt xwe jê da dûr[17]

Xweyê ilmê rîsalê nûr[18] gelek mesken bi wî ma’mûr

 

Bi van çend lefzê me anî mebê ewsafan pêk anî[19]

Welê Bedrî umîtwar e ji wî ustadê nûranî[20]

 

Rica min ew e ku ji birayên min ê misilman ku min daxilê di’a û fatiheyên xwe bikin. (Bedreddîn



[1]Emel: Perwerdehiya tesewufê ye

[2]  Agahiyên di derbarê  jiyana Mele Bedreddîn, ji hêla kurê wî Mele Nesîh Sarıkaya hatiye dayîn.

[3] Şerh û xwendina erebî ji aliyê Mehmet Aydın, Mele Burhan Sarıkaya (Lawê Mele Bedreddîn) ve hatiye kirin.

[4] 1293 Koçî (hicrî)

[5] Exê pirr alî: Yanî ew birayê wî yê mezin mele Ebdullah e. Şêx Fethullahê Werqanisî di mizgefta mezin ya Bilîsê de, di cemeateke mezin de, îcazeta mele Ebdullah dayê.  Li wê derê walî û fermandarê firqeyan jî amade bûne. Şêx Fethullah cubeyê walî (parêzgar) li mele Ebdullah kiriye.

[6] Si’rd: bajarê Sîîrtê (Li bajarê Sîîrtê li ba mele Fethullah xwendiye)

[7] Miks (Baxçesaray) : Navçeyeke Wanê ye. ( Ustad li Miksê di Medresa Mîr Hesenê welî de, li cem Mele Ebdulkerîm xwendiye)

[8] Li Bazidê li ba Şêx Mihemedê Celalî sê mehan  xwendiye.

[9] Ew ilmên ku di bîst salan de di medreseyan de tê xwendin, wî(Bedîuzzeman)  di sê mehan de qedand. Şêx Mihemed Celalî ji Ustad dipirse : “ Kîjan  ilma li ba te rintirîn e û hêsantir e ?”  Ustad wisa dibersivîne : “ Hemû ilm wekî hev in yan ez tev dizanim yan jî na.”

[10] Xewwas : noqav

[11] Durr : încî

[12] Durrên Behra Umman pirr in,  ji bo vê sedemê mînaka Behra Umman hatiye dayîn.

[13] Nu’man : Meleyê ‘ezam Nu’man kurê Sabît

[14] Ezman : Hemû dem, hemû zeman

[15] 1379 Koçî (Hicrî)

[16] 23 Adar

[17] Lewra Ustad di jiyana xwe de ji dinyayê tiştek negirt. Di mirina xwe de jî tiştek negirt. Lewra cihê qebra wî jî nayê zanîn. Seydayê Şêx Asim ku kurê Şêx Elauddîn e, di derbarê qebra Ustad de wesiyeteke Ustad ji Şêx Maşûk kurê Şêx Masûmê mala Seydayê Taxê wiha neqil dike : “ Min Ustad ziyaret kir. Ustad bi ziyaret kirina min gelekî kefxweş bû. Demekê bi min re mijûl bû. Paşê ji binê doşeka xwe zerfek derxist di nava zerfê de kaxizek hebû di wê kaxizê de hosînameya (Wesiyetname) Ustad hebû. Ustad hosînameya xwe ji min re xwend. Di cihekî hosînameya wî de ev tişt derbas dibû. Ustad digot : “ Bila qebra min di cihekî wisa de be ku ji bilî Xwedê kesek nizanibe.”

[18] Rîsale ilmekî wisa ye ku piştî wefata Ustad jî, mirov jê sûdê werdigire.

[19] Mebêje bi van çend lefzên ku me gotine em ustad bi tevahî tînin ziman. Ustad bi van malikan tenê nayê ziman. Mirov bixwaze Ustad bîne ziman divê bi cildan pirtûkan binivîse.

[20] Ustad dibêje : “Derdorê min ji aliyê nûrê ve hatiye dorpêçkirin. Navê Şêxê min Seyîd Nûr Mihemmed e ku kurê Xewsê Hîzanê ye. Navê diya min Nûriye ye, gundê min navê wî Nûrs e.

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: mele bedreddîn

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site