12:48 EEST Sêşem, 23/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 208

meha rewacdarmeha rewacdar : 6912

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638958

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Kurtenêrînek Li Dor Dîwaneke Bêhempa: Dîwana Hezîn

Înî - 16/05/2014 16:19
Di lêkolînên wêjeyî û zimanzanînê de dema ku edebiyata klasîk a Kurdî tê dahûrandin, em dibînin ku, Kurd li hêla wêjeyî ve xwediyê dîrokeke kûr û dewlemend in. Di vî warî de gelek berhemên edebî û nivîskarên klasîk hene. Herçiqas edebiyata klasîk a Kurd, wekî di sedsala XX. de paşve mabe jî em dibînin ku gelek nûnêriya wê heye û yek ji wan jî Mela Husnî ye. Em ê di vê nivîsa xwe de li ser ziman û kesayetiya Mela Husnî Hezînî rawestin û hindî ku ji destê me bê em ê minakên xweş rave bikin.

Kurtenêrînek Li Dor Dîwaneke Bêhempa: Dîwana Hezîn

Yakup AYKAÇ

Di lêkolînên wêjeyî û zimanzanînê de dema ku edebiyata klasîk a Kurdî tê dahûrandin, em dibînin ku, Kurd li hêla wêjeyî ve xwediyê dîrokeke kûr û dewlemend in. Di vî warî de gelek berhemên edebî û nivîskarên klasîk hene. Herçiqas edebiyata klasîk a Kurd, wekî di sedsala XX. de paşve mabe jî em dibînin ku gelek nûnêriya wê heye û yek ji wan jî Mela Husnî ye. Em ê di vê nivîsa xwe de li ser ziman û kesayetiya Mela Husnî Hezînî rawestin û hindî ku ji destê me bê em ê minakên xweş rave bikin.

Mela Husniyê Hezîn yek ji ‘alimên Kurdistanê ye û xwedî dîwan e. Di sala 1943’an li gundê Tumikê ku bi navçeya Çewlikê, Kîxiyê ve girêdayî ye hatiye dinyayê. Mela Husnî li gelek cihan wek Norşîn, Xezna, Tilme’rûf dimîne, dixwîne û muderisiyê dike. Bi terîqeta Neqşîbendî re mijûl dibe. Di sala 1987’an de ji welêt bar dike û diçe Stenbolê û hêjî li vê derê dijî.[1]

 

Zîmanê Hezînî

Dîwana Hezîn, ji her aliyan ve gelek xurt hatiye honandin. Yek ji mînakek serkeftî ye bo edebiyata klasîk a Kurdî. Jixwe, hem di warê ‘ilmê hem jî di warê zimên de Mela Husnî di medreseyan de perwerdeyeke gelek baş standiye. Em dibînin ku Mela Husnî di her çar zimanan de ango Kurdî, ‘Erebî, Farisî û Tirkî de pispor e. Seyda weke gelek ‘alimên Kurdistanê –weke Şikriyê Bedlîsî, Ehmedê Xanî,  A. Rehmanê Axtepî,  Şêx Mihemed Can, Mele Xelîlê Sêrtî û wd. pirziman e. Seyda, hem bi ‘Erebî, hem bi Tirkî û hem jî bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Seyda, sê berhemên xwe bi ‘Erebî, pênc pirtûkên xwe bi Tirkî û şeş berhemên xwe jî bi zimanê Kurdî nivîsandiye.[2]

Em dibînin ku zimanê dîwanê gelek sivik û zelal e. Li gorî berhemên edebiyata klasîk, zimanê dîwanê ji bo fêm kirinê gelek rehet e. Dî dîwanê de hevokên pir dirêj, ravekên girîft cih negirtine. Zimanê dîwanê bi peyvên xerîb nehatiye fetisandin. Dî dîwanê de bi taybetî peyvên ‘Erebî, Farisî gelek hatiye bikaranîn. Digel wan peyvên Tirkî jî hindî wan nebe jî hatiye ‘emilandin. Lê, peyvên Farisî û ‘Erebî yên ku di dîwanê de hatiye bikaranîn, zêdetir peyvên ku nêzikî Kurdî ye hatiye tercih kirin. Wek mînak:

Di îrşad û terîqê da tu pîr î

Ji qelban ra îro şah û emîr î

Nezerkî berde ca ser min feqîrî

Bi qurbana te me şehbazê Xezna (125/2)

Di dîwanê de digel zimanê Kurdî peyvên Farisî, ‘Erebî û Tirkî hatibine bikaranîn jî, lê zimanê dîwanê herikbariya xwe wenda nekiriye. Hê bêhtir ahenga dîwanê xurtir kiriye. Wek mînak:

                                   Dîn çûye maye jeng û pas kakûl çûye maye kiras

Nas nabit ser hev xam û xas heywax li min dîn çû ji dest (23/14)

                                   Giriftar im bi ‘işqa te elemdar im bi hicra te

Heyata min evîna te gul î tu bulbulê dil ra (9/28)

Em dibînin ku Kurmanciya dîwanê ji aliyê bikaranîna devokî ve gelek dewlemend e. Lewra gelek devokên Kurmancî wekî devoka Serhedî, Botî û Hekarî dîwan xemilandine. Di nav gelek helbestan de mirov rastî gelek peyvên devokî tê. Ev bikaranîn ji aliyê zimên de dîwan bêhtir hêztir û dewlementir kiriye. Ji bo yekitiya zimên piştgirî dayê. Ev bikaranîna cudahiyên van devokan, em di dîwana Melayê Cizîrî de jî û her wekî wê Mem û Zîn’a Ehmedê Xanî de û hin dîwanên din de jî dibînin. Wek, Ehmedî Xanî jî di Mem û Zîn’ê de diyar kiriye ku berhema xwe bi devokên Bohtî, Mihemedî û Silîvî nivîsiye.

Bohtî û Mihemmedî û Silîvî

Hin le’l û hinek ji zêr û zîvî[3]

Bikaranîna Bêjeyên Devokî

Ji ber ku Seydayê Hezîn Serhedî ye, di dîwana wî de devoka Serhedê gelekî zelal dixuyê. Taybetiya devoka Serhedê ew e ku di gelek peyvan de dengdarê “w”yê hatiye qut kirin. Wek mînak: Xûdê (Xwedê), xûn (xwîn), xaş (xweş), xarin (xwarin), çanî (çawanî), ûsa (wisa) û wd. Di dîwana Hezîn de, em dibînin ku wî ew peyvên wisa bi vê taybetiyê bi kar anîne.

                                   Xûna me’sûman dirêjit pêşuwa

Kuştina nefsa neyar dil ra xered (62/25)

Dîsa em dibînin ku Seydayê Mela Husnî di risteyên helbestan de peyvên “welê”, “wisa”, “wusa”, “wiha”, “weha” û an jî peyvên “weke”, “wekî”, “nigê”, “mîna”, “fena” nîşan dike ku ji hêla devokî ve, pirrengiya zimanê wî gelek dewlemend e.

                                   Agir û yaqût weke hev tên di rengê sor welê

Can ra yaqût zînet e agir weke merx wê disot (56/10)

                                   Weya kengê re habit ruh ji tariya şeva hecrê

Li henber nûra napeyda fena sihperrikê can da (10/9)

Di edebiyata klasîk a Kurdî de digel devoka Botî, devoka Hekarî û Badinî jî dîwana Hezîn bi rengên xwe xemilandine. Em dizanin ku di dîwanên Kurdî de devoka Hekarî û Badinî bûne zimanê standart.[4] Herçiqas Mela Husnî, ji binî ve bi vê devokê dîwana xwe nenivîsadibe jî, bandora vê devokê xwe di dîwanê de eşkere dike. Wek mînak: nakevit, bibit, qebûl ket, bête, tête, dibit, dikit, çikem û hwd.

                                    Ger li yek rûyek nêrîn ke miriyek

bibit sax û mirin êdî ku da (2/20)

Peyvên Kurdî yên Resen ku di Dîwanê de Hatine Bikaranîn

Di berhemekê de tercihkirina peyvên resen vegotina berhemê hêztir dike. Û dîsa bikaranîna peyvên resen nîşan dike ku helbestvan/nivîskar waqifê wî zimanî ye. Bi vî awayî, dema ku em bala xwe didin dîwana Hezîn, em dibînin ku Mela Husnî di diwana xwe de hin peyvên resen ên Kurdî bi kar aniye. Wek mînak: mêj, çarşî, kan, şeqşeq, kovan, sorreng, sorgul, belek, sûber, dojeh, bihişt, şimûk, giyan, gulrû, destegîr û hwd.

                                   Derya a têk cewher e yan kan e têk yaqût û durr

Yan ji bo ‘alem re habit gotin û şîretê yar (42/8)

Weya kengê xelas bit ruh ji tor û taripê vî şîrpê

Dibit sûber mîna hûtan di behra nasiya heq da (10/10)

Ah îro maye tenê lewra dike

Qirîn û zarîn weke şeqşeqa aş (57/2)

Kîşandî te cezaê xwe di dozeha şeva hicrê

Bihiştê da dimînî hey dil û yarê weha soz da (7/12)

Peyvên Modern (an jî Nû) ku di Dîwanê de Hatine Bikaranîn

            Di vê dîwanê de yek ji ya ku bala mirov dikşîne peyvên modern/nû ne. Seydayê Mela Husnî wan peyvan jî bi hostayî di risteyên helbestên xwe de bi kar aniye. Di nav wan peyvan de wekî nimûne: tirimbêl, dozer, pîl, fener, mîkrop, mîkroskop, Amazon, Mîsîsîpî, Hîmalaya û hin navên navdar ên biyanî wek Edîson, Mecellan, Hîtler û wd. derbas dibe.

                                   Wekî Amazon fireh û wek Mîsîsîpî dirêj

Qisseya jana dil û wan herdu çavê xûn dirêj (48/1)

                                   Ma zinarê dil bi sed dozerê Japon radibit

Lêbelê bû wek kereng rabû hewa ber baê çerx (28/10)        

                                   Bi keşfa Edîson ronî bûye der

Dilan ronî dike keşşafê Xezna (11/20)

Biwêjên ku di Dîwanê de Hatine Bikaranîn

Wek tê zanîn, xweşî û dewlemendiya zimên ne bi tenê bi gotin û rêzimana wî ye. ji bilî wan, biwêj û gotinên pêşiyan jî dewlemendiya zimên hê geştir û pirtir dike. Ziman bi biwêj û gotinên pêşiyan xwe dixemilîne û xweşik dike. Ji ber vê yekê, ji bo ku rêstina helbestan hêztir bibe di edebiyata klasîk de gelek caran hatine bikaranîn.

Herwiha, dema ku em bala xwe didin dîwana Hezîn, çavê mirov gelek caran bi wan biwêjan dikeve. Wek mînak: ‘pozbilindî kirin, sernerm bûyîn, kî çi bike wî dibîne, kî çi bajo wî hiltîne, weke baran, zarîn kirin, xwelî li ser, tar û mar kirin, dil talan kirin, bû kebab (kebab bûyîn), dil kebab bû, bû ax û xwelî, kundê kor, ji kêfan fir dayîn, şewat pê ket, qijîn pê ket, tîr lê barî, ji sertapa wekî agir bû, xew lê herimî, ah kişandin, çengala evînê, sîne amac kir, dil pare bûn, can telef bûn, hunav li hev sohtin, tîrêj vedan, hîva çarde şevî, cerg û mêlak anîne xar’ û hwd.

                        Ez dizanim dîkê bang de bê zeman

                        Serê wî tê jê kirin dest da heman (92/137)

                        Qenciyê bikey emrê Xwedê ra bibe sernerm

Tev rastî bira be dil ji wanan neqetîne (95/22)

Dema dil teng me ra gotî wekî dunya bû malê me

Hinek ma fir bidin bê per ji kêfan her wekî teyrek (74/57)

 

                           

Di Dîwanê de Unsûrên Zimanên Din: ‘Erebî, Farisî û Tirkî

Di edebiyata klasîk a Kurdî de bi taybetî unsurên ‘Erebî û Farisî pir in. Û dîsa qasî wan nebe jî bêjeyên Tirkî jî dîwanan de cih digrin. Mela Mehmûdê Bayezîdî, di pirtûka xwe de ji bo zimanê Tirkî wîha dibêje: “Di nav Ekradan da mektûb û kaxezêd wan bi zimanê Farisî dibin. Xwendina Tirkî û zimanê Tirkî kêm dizanin. Kitêbêd zimanê Tirkî li nik wan mû’teber nînin (bê nirx in)”[5]

Ziman û wêjeya ‘Erebî û Farisî bandoreke gelek mezin li Rojhilat kirine. Ev bandor, bêşik li ser edebiyata Kurdan jî roleke mezin lîstiye. Ji ber vê yekê, di helbestên klasîk ên Kurd de pirzimanîbûn cihekî girîng digire. Helbestvanek carna di malikekê de risteyek tenê yan bi zimanê Farisî yan jî bi ‘Erebî nivîsiye. Carna jî malikek tevahî bi zimanê Farisî û ‘Erebî hatiye nivîsin. Ev honandin, di helbestên Hezîn de jî xwe xuya dike.

Unsûrên ‘Erebî

Di diwanê de piştî Kurdî, zimanê ‘Erebî herî zêde hatiye bikaranîn. Hin malik bi temamî bi zimanê ‘Erebî hatiye nivîsîn. Di hin helbestan de jî carna hetanî deh malikan tenê bi zimanê ‘Erebî hatiye nivîsîn. Ji xêncî wan, di zimanê ‘Erebî de jêderên ayet û hedîsan bala mirov dikşîne.

Wek mînak: Ellahûs semed (1/3b), we kûnû me’es sadiqîn (52/4a)/(65/27a).

Mînakên ji hedîsan: Kûntû kenzen mexfiyya (1/12a), lewlake (54/7a). Seydayê Hezîn, carna jî hedîsên Pêxember di malikan de bi Kurdî nivîsîye:

                                   Hey û hey şîretker û îrşadê key

                                   Peyxember dibêje: Nesîhet dîn e (105/5)

                                   Bixwazin ‘ilmê ger çi biçne Çînê

                                   Weha ye emrê peyxember biray min (90/27)

Unsûrên Farisî û Tirkî

Dîsa wek ‘Erebî, di helbestan de zimanê Farisî jî hin risteyan de hatiye bikaranîn lê ne qasî ‘Erebî. Lêbelê di helbestên dîwanê de malik bi giştî bi Farisi nehatibe nivîsîn jî gelek peyvên Farisî di risteyên helbestan de derbas dibin. 

Nehin bîmem ezan dûzex kî her “hel mîn mezîd” goyed

Kî xwoş pûşt û nezergahe “reûfûn bîl ‘îbadî” min ra (1/2)

            Zimanê Tirkî di dîwanên Kurdî de ne bi qasî ‘Erebî û Farisî be jî dîsa jî tê bikaranîn. Di dîwana Hezîn de malikek an jî risteyek bi vî zimanî nehatiye nivîsandin. Lêbelê peyvên Tirkî di helbestan de cih girtiye, wek: çox (çok), yaban, kawûs (kabus), derewçî (pêveka ‘çî’), balîna (masîyên mezîn), qertal, şahîn, çarşû, pas, kibrit, sahil, pilaj, esir, mermer, camî, kîlîse û hwd. Lê em dibînin ku Mela Husnî di helbestên xwe de bi pisporî ew peyv xebitandine. Wek mînak:

Şingîna xişrê zîv û zêr kerwanê ‘işqê radikir

Bal menzîlan ve rê dikir bi şahî û lezzetê çox (31/4)

                                   Ey destegîrê jar û belengaz û esîran

                                   Qertalê qetanê dilê jar pare kir îro (110/11)

Park û pilaj û medrese camî û çarşû û kilîse

Tijî ji dêlê tazî ye heywax li min dîn çû ji dest (23/7)

 

Edîbên ku li ser Hezîn Tesîr Kirine

            Di edebiyata klasîk a Kurdî de em qala kê jî bikin bêşik, bêyî ku behsa bandora Ehmedê Xanî û Melayê Cizîrî nabe. Helbet, ‘alimek yekî mîna Seydayê Hezîn, teqez gelek dîwan û kitêb xwendiye û di bin bandora wan de maye û ji wan ji xwe re mînak girtiye lê bandora Cizîrî û Xanî xwe eşkere dike. Jixwe Hezîn, navê wan di helbestên xwe de jî bi kar tîne. Wek mînak:

Melayê min Cizîrî her bi ‘ilmê

Dinê da nam û şan daye biray min (90/17)

Bi ‘ilmê Ehmedê Xanî wekî roj

Bûye meşhûrê afaqan biray min  (90/18)

                                   Xanî bi Xalid bû mela li her cihî nav bû bela

Yan ne bi milyonan hebû wek wî di Kurdan da mela (115/39)

Melayê Cizîrî:

            Wek tê zanîn Melayê Cizîrî di edebiyata klasîk a Kurdî de mezintirîn şa’îr e. Ji ber vê yekê tesîra wî di klasîkên Kurdî de her çêbûye. Li dîwana Hezînî de jî bandora Cizîrî eşkere xuya dibe. Hezîn di gelek helbestên xwe de nezîre jî nivîsîye. Nezîreya ku li ser redîfa “xelet”ê hatiye nivîsîn hem bi heman redîfê hem jî bi heman veznê ve hatiye nivîsîn.

Melayê Cizîrî:

                                   Mey nenoşî Şeyxê Sen’anî xelet

                                   Ew neçû nêv Ermenistanê xelet[6]

Hezîn:

                                    Dil di rahê ‘işqê da nîn e xelet

Ruh di cezb û coşê da nîn e xelet (63/1)

Dîsa helbestekê din de, nezîreya ku li ser redîfa “‘ebes”ê hatiye nivîsîn:

Melayê Cizîrî:

                                   ‘Umrê zayî’ bû me bê dilber ‘ebes

                                   Wey tevê ‘umrê me borî ber ‘ebes[7]

Hezîn:

                                   ‘Umrê bê dilber heba ye cehda bê ‘işqê ‘ebes

Jîna bê rehber bela ye qelbê bê nûr e ‘ebes (25/1)

Helbesteke din, nezîreya ku li ser qertafa “-er”ê hatiye nivîsîn:

Melayê Cizîrî:

                                   Xelqo li min kin şîretê ew dilbera zerrînkemer

                                   Min dî di halê xefletê hat der ji bircê wek qemer[8]

Hezîn:

Dilber ji burcê hate der ya Reb çi husnek bû li ser

‘Alem hemî têk nûrî bû hil bû ji afaqan qemer (41/1)

û bi vî awayî hê jî gelek mînak em dikarin bidin. Li vir em dikarin bibêjin Hezîn, gelek caran dîwana Mela xwendiye û li ser wê bûye pîspor.

Ehmedê Xanî:

Belê, her wekî Cizîrî, em dibînin ku Xanî jî bandorek mezin li ser Hezîn kiriye. Jixwe li jorê jî me dît ku Hezîn navê Xanî, li çend cihan bi kar aniye. Lê dîsa jî mirov bi rihetî dikare bibêje tesîra Melayê Cizîrî ji tesîra Xanî zêdetir e. Ji bilî wan, di dîwanê de navê “Mem û Zîn”ê ji dehê zêdetir derbas dibe. Her wekî wan carek tenê jî navê “Beko” jî derbas dibe.

Ciyên ku navê “Beko”yî derbas dibe:

Wek Bekoyan karê wî şeydanî ye

Yar ji yaran dûr dixîne şev û roj (47/60)

Ciyên ku navê “Mem û Zîn”ê derbas dibe:

                                   Evîna Mem û Zînê ber çav nîne

Welê ê wê inkar bikin ma kî ne (102/19)

Nezîreya ku li ser redîfa “çi (bi) ket”ê hatiye nivîsîn:

Xanî:

Mîrê meclîs ne kenit, mûtrîbê goya çi bi ket

Xunçe xendan nebitin, bulbulê Şeyda çi bi ket[9]

                                  

Hezîn:

Dil bû pereng ji mehbetê bê yara hîvrû dê çi ket

Yarê divêt qelbê murîd cennet û horan dê çi ket (24/1)

Dîsa li jêrê di xezel/qesîdeya musemmatê de em dibînin ku herçiqas ji hev cuda bin jî, ramana wan û peyvên sereke yek in.

Xanî:

                                   Sunbul kemilandin, gul û lale xemilandin

                                   Reyhan şetilandin li gulan taze binevş hat

 

                                   Ten derve nebû qet, nedida bextê kuşadek

                                   Rû da me şukur! Ke’be yê talî me du şeş hat[10]

Hezîn:

                                   Mêrg û çimengeh xemilîn zozan û deşt pê ‘edilîn

Yarenê nû xweş kemilîn bal wan ve lez key tu bimeş (54/2)

Bi giştina yaran gihana menzîlan pir zehmet e

Çawa diket korê reben wî ra nebitin destê keş (54/3)

            Melayê Bateyî

            Seydayê Hezîn, ji xêncî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, teqez di bin tesîra Feqiyê Teyran, Şerefuddînê Bedlîsê, ‘Eliyê Herîrî (navê herdukan di helbesta 90. de derbas dibe) de maye. Di nav wan şairên mezin de Melayê Bateyî – jiber ku nivîskarê Mewlûda Kurmancî ye- cihê wî hinekî ji yên din cudatir e. Lewra em di Dîwana Hezîn de dibînin ku Seydayê Mela Husnî evîndarê Pêxember e. Her tim qala Wî dike, ji hedîsan minakan dide, her qenciyê dibêje û şîretê li me dike. Ev helbesta Hezîn û Mewlûda Bateyî bi yanzdeh kîteyan hatiye nivîsîn û ji hêla ma’nê ve jî wekhev in.

Melayê Bateyî:

                                   Hemdê bê hed bo Xwudayê ‘alemîn

                                   Ew Xwedayê daye me dînê mûbîn

 

                                   Em kirine ummeta xeyr-ul beşer

                                   Tabi’ê wî muqtedayê namiwer[11]

Hezîn:

                                   Pesnê bê dawî Xwedê ra bin kî wî

Daye me îslam û quran û îman (92/1)

Em kirine pê çûyî peyxemberê

Ûmmeta wî çêtirînê ûmmetan (92/2)             

Kesayetiya Hezîn a Edebî

Di vê beşê de em ê tenê li ser kesayetiya edebî ya Seydayê Hezînî bisekinin.

Dema ku mirov bala xwe dide dîwana Hezîn dibîne ku, Seyadayê Hezîn hemî xwestin û mirazê xwe di helbestên xwe de bi awayekî pisporî aniye zimên. Di heman demê de jî herikadin û zimanzelalî ya helbestan jî ji dest bernedaye. Ew jî bi eşkere nîşanî me dide ku Mela Husnî xwe di vê riyê de gelek êşandiye û dawiyê jî xwe, wek durrek bêhempa di risteyên helbestan de reşandiye. Ji ber vê yekê Hezîn, dîwaneke giranbiha û biqîmet derxistiye holê. Bi gelemperî di helbestên Hezîn de evîn û evîndarî, firqet(qetan) û gihîştin, şîret û pend, têkiliya murid û murşîd, tesewwuf, borîna ciwanî û jiyana mirov mijarên sereke ne. Li seranserê dîwanê temaya ku derdikeve pêş hîcret, xurbet, xerîbî, firqet, bêhêvî, bêkesî ye. Hezîn gelek caran di hemû helbestên xwe de giliyên xwe ji sêwîbûnî, bêkesîbûnî, stûxwarî, bêhêvîtî û tenahîtiyê kiriye. Di dawiya diwanê de jî wiha dinivîse: “…kitabek xweş eda ye, pir me’na ye, dilrevîn e, bêhemta ye lewra hem hikmet e hem şîret e, hem zanîn e hem evîn e, hem şahî ye hem girîn e, hem derd e hem derman e, hem de’wa ye hem birhan e.”[12] Carna em dibînin ku Hezîn jî, hin ciyan de pesnê xwe daye. Wek mînak:

Herçi Hezîn der ‘alemê xweş nukte kî beyan kirî

Ger wê muhebbet nebûya nîne ji wî ra ew qeder (41/13)

Ava heyat û şerbetek sade digel xemra helal

Di şi’r û elfazê Hezîn xweş xweş di bilqê tête der (41/14)

Di jiyana hin nivîskar û helbestvan de qonaxek, şkestinek an jî bûyerek muhîm pêk hatiye. Di jiyana Seydayê Mela Husnî de terikandina ji welêt bandorekî kûr çêkirye. Seydayê Hezîn dema ku nêz bû ji welatê Kurdistanê di sala 1987’an de biqete, gelek xemgîn dibe û vê xemgîniya xwe her dem di dilê xwe de dijî. Li ser welatê xwe di helbesteke xwe de wiha dibêje:

                                   Çiqas bêjim tu şîrîn î pir delal û xemrevîn î

Wek cenneta derewîn î ax welato ax welato (132/1)

                                   Kurdistan î nav giran î bi Ararat û Sîpan î

Xwedî nîşan xwedî şanî ax welato ax welato (132/7)

            Dîsa em dibînîn ku li ser Hezînî, Şêxê Xezna jî tesîreke mezin kiriye. Lewra di gelek helbestên Hezînî de em şopa Şêxê Xezna, Şêx ‘Îzzedîn, Şêx Ehmed Sanî, gundê Xeyda û Tilme’rûf, Norşîn û mijara tesewwufê dibînin. Ji çend helbestan wek mînak:

                                   Ketime tenûra ‘işqê şahê Xeznaê meded

Peritîm tê da seraser şahê Xezanê meded (35/1)

                                   Li Tilme’rûf welew hil bûye ew nûr

Cihan nev ronî kir newarê Xezna (11/9)

                                   Ji Xeydaê ji Norşînê giha ew nûra Xeznaê

Ji wî Ehmedê Sanî[13] bû mîna rojê di meşriq da (12/2)

Çavkanî:

1.        Hezîn, Mela Husnî, Dîwana Hezîn, Cih û tarîxa çapê nehatiye nivîsandin

2.        Beyter, Önder, Dîwana Mela Ehmedê Heyderî Metn û Lêkolîn, Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Mêrdîn 2012

3.        Durre, Evdurrahman, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî Felsefe û Jiyana Wî, weş. Keskesor, 2002

4.         Ertekin, M. Zahir, “Seydayê Mela Husnî Hezîn û Berhemên Wî” Kovara Nûpelda, Hejmar 9, Wan, 2012.

5.        Mela Ehmedê Zivîngî, Gerdeniya Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Amadekar Emîn Narozî, Avesta, Stenbol, 2013

6.        Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, Amadekar M. E. Bozarslan, Gün Yayınları, Stenbol, 1968

7.        Yıldırım, Kadri, Mem û Zîn Çeviri ve Kavramsal Tahlil, Avesta, İstanbul, 2010

8.        Melayê Bateyî, Mewlûd, amadekar: Huseyn Şemrexî, Nûbihar, 2011

9.        Pala, Îskender, Ansiklopedik Divan Şiiri Sözlüğü, Kapı, İstanbul, 2012

10.     Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, Stenbol 2010

11.     İpekten, Haluk, Eski Türk Edebiyatı Nazım Şekilleri ve Aruz, Dergâh, İstanbul, 2013

 

 



[1]Ertekin, M. Zahir, “Seydayê Mela Husnî Hezîn û Berhemên Wî”, Kovara Nûpelda, Hejmar 9, 2012, rûpel 52.

[2]B.nb., rûpel 54.

[3]Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, amd. M. E. Bozarslan, Gün Yayınları, Stenbol, 1968, r. 460 

[4]Beyter, Önder, Dîwana Mela Ehmedê Heyderî Metn û Lêkolîn, Teza Lîsansa Bilind, Zanîngeha Mardîn Artukluyê, Mêrdîn 2012, rûpel 44.

[5]Mela Mehmûdê Bayezîdî, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Lêkolîn: Jan Dost, Nûbihar, 2010, rûpel 92

[6]Mela Ehmedê Zivînîgî, Gerdeniya Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Amad. Emîn Narozî, Avesta, 2013, rûpel 477

[7]B.nb., rûpel 248

[8]B.nb., rûpel 375

[9]Durre, Evdurrahman, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî Felsefe û Jiyana Wî, weş. Keskesor, 2002, rûpel 115

[10]B.nb., rûpel 113

[11] Melayê Bateyî, Mewlûd, amadekar: Huseyn Şemrexî, Nûbihar, 2011, rûpel 9

[12]Hezîn, Mela Husnî, Dîwana Hezîn, cih û tarîxa çapê nehatiye nivîsandin, rûpel 371 

[13]Ehmedê Sanî, şêyxê mezin Şeyx Ehmedê Xezna ye (q.s).

Yazar: Yakup AYKAÇ

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site