16:12 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 10


ÎroÎro : 311

meha rewacdarmeha rewacdar : 11456

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653319

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

KURTEJIYANA EHMEDÊ XANÎ

Şemî - 27/10/2018 18:47
KURTEJIYANA EHMEDÊ XANÎ

KURTEJIYANA EHMEDÊ XANÎ

Ehmedê Xanî di warê mesnewiyên evînî û mesnewiyên dîdaktîk ên derheqê ferhengnasî yên kurdî-erebî, zanîstên dînî û tesewifî de bingeheke zexm avêtiye û digel “Herîrî “ û “ Mela” û “Feqî” edebiyata kurdî a klasîk saz kirine. Wekî Xanî di vê sedsalê de Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî, wekî şêxekî terîqeta Xelwetî di warê helbesta tekyayê û remzî de pêşengî kiriye. Lê ji bîlî Xanî û Xelwetî hinek nûnerên dî yên edebiyata kurdiya kurmancî yên di warê nezmê de wekî Remezanê Cizîrî, Axaokê Bêdarî, Xalid Axayê Zêbarî(Laxer) û Mela Remezanê Ebbasî jî derketine

Zanyariyên Nasnameya Ehmedê Xanî

            Ehmedê Xanî di sala 1651ê de li Bazîdê hatiye dinyayê. Cihê ku ji dayîk bûye tam ne diyar e. Li gor gelek lêkolîner û nivîskaran, ew ji êla Xaniyan bûye. Li ser cihê vê êlê dîtinên cuda hene. Li gor van dîtinan, cihê vê êlê îro ji Cizîra Botan heta derdora Wanê(Cizîr, Wan, Bazîd û Hekarî) tê guhertin. Wî bi xwe di berhema xwe ya bi navê Nûbiharê de tarîxa jidayîkbûna xwe wiha aniye zimên:

                Lewra ku dema ji xeybê fek bû

                Tarîx hezar û şêst û yek

        Aleksandir Jaba di derheqê Ehmedê Xanî de gotiye: "Şaîrê pêncê jî Ehmedê Xanî ye. Eslê wî jî,  ji tayifeyê Hekariyan ji eşîreta Xaniyan e. Bi xwe hatiye Bazîdê, di tarîxa hezarê da tewetin kiriye. Û di zimanê erebî û farisî û tirkî jî qewî mahir û sahîbê îrfan e. Û ji şierayê di Kurdistanê hemûyan jî meşhûr û faiq e, belkî ji hemû şieran meqbûl û memduh e. Û di hezar û şêst û sê da jî merhûm bûye û di nêv Beyazîdê da mizgeftek jî bi navê xwe bîna kiriye. Û bi xwe jî li kenarê mizgeftê medfûn e."

            Peyva Xanî eşîra wî nîşan dide. Eşîra Xanî eşîrek ji eşîrên herêma Hekkarî ye. Malbata Xanî di sedsala XVan de ji herêma Hekkarî pêşî koçî Wanê, herêma Xoşabê kirine, piştî demeke dirêj jî ji ber arîşeya şerê osmaniyan û îraniyan koçî Bazîdê kirine. Navê bavê Xanî, Mela Îlyas, diya wî jî Gulnîgara qîza Qerexan e. Bavê wî Îlyas û birayê wî Mela Qasim wekî katibe (debir) dîwana mîrê Bazîdê wezîfe kirine. Xanî jî piştî wan di dema mîr Mihemed Pirbelalî de ev wezîfe domandiye.

 

Malbata Ehmedê Xanî

            Di pirtûkê de li ser esasê belgeyên nediyarkirî nivîskar Varlı dinivîse ku malbata Xanî bi eslê xwe ji Xana Sêgundan e a ku bi Çelê(Çukurcayê) ve girêdayî ye. Û ew dinivîse ku di “Quyûdê Qedîm” ên osmaniyan de ên ji wê demê mayî, navê gundê Xanê derbas dibe. Malbata Xanî berî jidayikbûna wî di dewra bapîrên wî de ji wê herêmê bar kirine, piştî hin qonaxan- wek Xoşeba ku giredayî bajarê Wanê- li herêma Bayezîdê bicîh bûne. Li gor Qanatê Kurdo “Nave bavê Ehmedê Xanî Îlyas e; ew ji qebîla Xaniyan e; qebîla Xaniyan, sala 1592 li erdê Bazîdê cîwar bû”.[1]  

            Xana Sêgundan 10 km ji gûndê Gwîzereşê dûr e. Xana Sêgundan gundekî qeza Çêlê ye ya bi wîlayeta Colemêrgê ve. Xana Sêgundan zozan e, bajêr nîne.[2] Xan ser rêya bazirganî û koçberiya Qefqasyayê ye û wê girêdide herêma Şamê.

            İhsan Colemêrgî jî di meqaleya xwe ya bi navê “Xanê û Xanî” de dinivîse ku Ehmedê Xanî ji gundê Xanê ye û wiha dom dike “ Gundê Xanê 40 km li başûrê bajarê Culemêrgê ye û niha ew di nava tixûbê navçeya Çelê(Cukurca) de ye. Di wextê de ji ber hatin û çûna rêwiyan, di navenda sê gundan de xanek(baregaha rêwiyan) hate avakirin, jê re digotin “Xana Sêgundan”. Di demeke kurt de, gund, deşt û geliyên deverê jî paşnavên xwe ji navên xwe wê xanê wergirtin: Xanî, Deşta Xanê, Geliye Xanê. Niha jÎ bi wan navan tên nasîn ew cîh û malbat.[3]  

       Yek ji eşîrên kurdan jî, eşîra Xanî ye ku wekî 180 mal ji herême koç kirine û li nêzî Xoşabê( Wan) bicîh bûne.[4]

          Ew Xanî berê wek malbateke alim û yên ku ji bav û kalan de fermanrewatî, dîzdarî, qadîtiya hin keleyên Bayezîdê û katibiya mîrên Bayezîdê kirine, mamosteyên(lalayên) mîrzadeyên mîran bûne û di medreseyên bilind ên merkezên mîrayetiyê de midderisî kirine. Wek bavikek peyda bûne, fireh bûne û pişt re li Bazîdê wek hoz jî belav bûne.

          Sadiq Bahaeddîn Amedî, cîh dide nameyeke Kurdekî Hekariyan ku di wextê xwe de şandiye radyoya Kurdî li Baxdayê û gotiye ku Xanî ji Xana Sêmalan e û ev gund di nava hidûdê Hekariyan de ye.[5]

         Aleksandir Jaba, di kitêba xwe de cîh dide wê metna kurmancî ya derheqe jiyana Ehmedê Xanî ku mela Mehmûdê Bayzîdê nivîsiye. Jaba ev metin di wê kitêba xwe de kiriye Fransî jî. Mela Mehmûdê Bazîdî di vir de destnîşan dike ku Ehmedê Xanî ji taîfeya Hekariyan ji eşîreta Xaniyan e. Em ji wir fêr dibin ku ev eşîr di sala 1000’ê Hicrî(1592’yê Mîladî de) hatiye Bazîdê, li gundekî nîştecî buye.[6]

          Û di sicîlên resmî yên osmaniyan de di tehrîratên wan an belgeyên bi navê “maliyeden muhawwel” de gelek agahî ji 1485ê bi şunde li ser kesên naskirî û malbatên bi hêz û xwedan meqam ên Xaniyan hene.[7]

         Nivîskar Abdulah Varlı tarîxa barkirina malbata Xanî ji Xana Sêgundan û bi taybetî ya bicîhbûna wan a li Bayezîdê 1460-1465 dide û dibêje li gor rîwayetan, ew bi fermana mîrê Hekariyan Essedudîn Çengzêrîn bi serweriya mezinê Xaniyan ê bi navê Mîr Hesen rabûne çûne li devera Daroing-Bazîd-Narîn Qelê bicîh bûne Mîr Hesen bûye mîrê Kela Zêrînak. Piştî Mîr Hesen kurê wî yê bi navê Mîr Silêman dibe serwerê Diza Zêrînak. Piştî mirina wî jî Mîr Ebdurrezaq dikeve şûna bavê xwe û dibe dîzdarê kela Zêrînakê. Ya baş belgekirî ew e ku tê zanîn bapîrê Ehmedê Xanî yê dereca pêncê yê bi navê Mîr Ebdurrezaq di sala 1485ê de li Kela Zêrînakê dîzdar û qadî bûye. Ev di secereya hin malbatan de ku dibêjin em ji Xaniyan tên, diyar dibe.[8] Piştî Mîr Ebdurrezaq, Şeyx Ebdurrehman serweriya Kela Zêrînakê hildide ser milên xwe. Piştî demekê di encama hin şeran de ew ji Zêrînakê tê bidûrxistin, di pey re ew li Bazîdê li Qelet Ribat dibe Qadiyê Dizesorê (Îro gundê Ortadirekê ye). Piştre qadîtiya wî bajarî dikeve destê kurê wî yê bi navê Mîr Rostem. Hin pirsgirêkên wê demê rê vedikin ku Mîr Rostem bixeyide, bi xwe dev ji dîzdarî û qadîtiya wî bajarî berde, barke biçe li Qelet Ribat bicî bibe[9]. Di pey re wek malbatî li wî bajarî mane û Eyazê kurê Rostem û Ilyasê kurê Eyaz û kurê wî Qasim (birayê Ehmedê Xanî) û kurê wî Yusif û kurê wî Ehmed li vî bajarî jiyane.

           Piştî mirina Mîr Rostem kurê wî Eyaz ketiye şûna bavê xwe, di pey mirina wî re jî kurê wî Îlyas ketiye şûnê. Îlyas bi keça Qerexanê kalikê Mîr Qerebehlûlê Pisyanî a bi navê Gulnîgar re zewiciye. Li vir ew bi xizmîtî digihîjin mala serwer. Gulnîgar diya Ehmedê Xanî û Qasim e. Piştî mirina îlyas Qasim dikeve şûna bavê xwe. Piştî wî jî kurê wî yê bi navê Muhemmed, di şûna wî de jî kurê wî yê bi navê Xalid, kurê wî yê bi navê Ahmed. Ev hemû li wî bajarî wek Qadî mane. Giş weke mela hatine naskirin. Ji Eyaz bigre heta Ehmed peyva “Mela” li se navên wan bavan hemiyan jî hebûye.[10]

         Belgeyek li ser vê malbatê ew e ku Şêx Îlyas di berhema xwe de ya bi navê ”Qisa Şem’ûn” diyar kiriye. Wî li dawiya vê berhemê bi erebî wiha nivîsiye: “Qed ketebe fî eyyemî dewlet Xanî Xanan el kurd, el-e’del Behlûl el-Pisyanî, Îlyas bîn Eyyaz bîn Rostem bîn Şeyx Ebdurrehman el kebîr bîn Mîr Ebdurrezaq. Fî senetî 1063[1652 zayînî].”[11]

          Ji sicîlên bi navê “Tehrîrat sicîl –Quyudê Qedîmê” yên di sala 1656an de hatine nivîsandin de tê dîtin ku herêm û bajarê Bazîdê ên ku endamên malbatên eşraf, alim û dewlemend qeyd dikirin ku serê wan bijmêrin ji bo bac û qamçûran ji wan bistînin, gelek agahî li ser endamên malbatan hene. Di wan sicîlan de hejmara binemalan çawa tê zanîn, hejmara zaran jî nivisîne. Nemaze di sicîlên serwerî û memûr, hejmara bi tevî nav û bala wan diyar dikin. Di yekê ji wan sicîlan de agahî li ser malbata Îlyas û Gulnîgara Qîza Qerexan hene. Ji wan sicîlan tê fahmkirin ku bi keç û kurên xwe pênç zarokên Îlyas û Gulnîgarê hene: kurê mezin Qasim, keça mezin Perî, keça navîn Gulîzer, kurê piçûk Ehmed, keça piçûk Kitan.[12]

Perwerdehiya Ehmedê Xanî

            Ehmedê Xanî însanekî ne yek alî ye. Belkî jî yek ji xusûsiyetên wî yên taybeti jî ev e. Wî hem di warê dîn û jiyana manewî de hem jî di karên dinyewî de xizmetên baş kirine. Di pirsên dînî û manewî de wî hespê xwe hem meydana dîn de hem di ya felsefeyê de û hem jî di ya tesewifê de ajotiye. Di kar û barên dinyewî de jî ew ji pirsên îdarekirina dewletê, yên edebiyatê û siyasetê û têkiliyên mêr û jinan bigire heta stêrnasiyê bûye xwediyê gelek fikr û îdîayan.[13]          

            Medreseya Bazîdê bi navê Sînaniye medreseyeke ku bi rêk û pêk û rêzdar e. Memosteyê vê medreseya bixêr û bereket bavê Şêx Ehmedê Xanî Îlyase kurê Eyaz e. Piştî ku malbata Xanî hatiye Bazîde alîmekî kurd ji nava medreseyên mîran dertê û dibe pêşenge netewevîn û welatparêzên hemî kurdên dinyayê. Şêx Ehmedê Xanî di warê netewiyetê, ilmên dîne îslamê, eqaîd, hedîs, tefsîr, felsefe û hemû şaxên ilimdariyên wî zemanî de feyza xwe ji Medreseya Sînaniye bêhtir, ji medreseyen Xelat, Bedlîs û Ruhayê standiye.[14]

            Piştî ku bavê wî wefat kiriye, li cem birayê xwe yê mezin Mela Qasim dest bi xwendinê kiriye. Piştre çûye Muradiyê û li wir li medreseya Gulgûnê xwendiye. Li gorî ku tê rîwayetkirin Xanî li Bazîd, Xelat, Riha û Bedlîs û Xoşebê jî xwendiye. Piştre vegeriyaye Bazîdê û ji bo perwerdeyê ji wir jî çûye herêma Cizîrê. Herwiha ji mîrektiyan herêmên Behdînan û Serhedan jî ziyaret kirine. Dîsa tê gotin ku ji bo perwerdeyê û berhev kirina ilmê çûye Bexda û Misrê, ji bo hecê jî çûye Hîcazê û ji bo ku padîşahê Osmaniyan re tekiliyê dayne çûye Stenbolê jî. Xanî îcazaya xwe li Xoşebê li medreseya Extaiyyeyê li cem Mela Camî standiye. Piştre li Bazîdê medreseyek û mizgeftek ava kiriye û heta wefata xwe li vê medreseyê dersdarî kiriye. Berhemên xwe yên navdar û sereke jî li wir nivîsandine.

            ‘Elaeddîn Seccadî jî “çavkaniyên cûda” ji berhemên Ehmedê Xanî û devê mele Salih li ser jiyana Ehmedê Xanî bi vî awayê didomîne.

           Şêx Îlyasê bavê wî gelek sal pêşî hatina Ehmed a dinyayê li bajarê Bazîdê rûniştiye, lê aşînatiya xwe ji ‘eşîreta Xaniyan her dem bernedaye û li Bazîdê jî her malmezin bûye. Ehmed di sala 1650’î de tê dinyayê. Dibe nazdarê babê xwe, yektayê dayika xwe. Wekî yekî ji malbateke dewlemend li jêr çavdêriya babê xwe û xizmetkarên nav malê ji biçûkî ve berê wî jî seriyekî ve didin ser rêya xwendegehê ji yê din ve ber bi dîwanxanê. Li mektebê dersa zanyariyê li dîwanxanê dersa danayiyê werdigre, hetta girtir dibe payeya xwendina wî jî berztir dibe, diçe nava feqiyan ji bo dersa ‘Erebî… Xwendina berztir di wê dewrê de ew bû ku kesek jê re lê bê, biçe feqîtiyê dersa serf û nehwê, belaxê û ûsûlê bixwîne. Ji bo Ehmed ev yek lê tê, her li Bazîdê diçe medresa Mûradiyê. Muddetekî piştî ku li mizgeftên Bazîdê û dor û bera wê dimîne, diçe Urfayê, Exlatê û Bedlîsê, vedigere ‘ilm û zanînê fêr dibe. Li her aliyekî ‘alimekî bi nav û deng heye ji bo wergirtina ‘ilm û zanyariyê ku ew biçe nik wan. Dibêjin ku serî li Misrê jî daye. Sadiq Bahaeddîn, navê Sûriyeyê jî li van cihan zêde dike. Di dawiyê de ku ‘îcaza ‘ilmî werdigre, vedigere bo Bazîdê, dest bi dersdanê dike. Ew ‘alimekî şarezayê her ‘ilmekî bûye, bi fermana şahane çûye Babê ‘Alî, Stenbolê.[15]

           

Zewaca Ehmedê Xanî

           Li ser ve dabeşe hûr û kûr lêkolîn û lêgerin hatine kirin. Lê mixabin tu beratek ku bibejê; Ehmedê Xanî bi keça wî merivî re zewiciye tune. Nasnameya wî ya di weqf û medrese û mizgeftan de tê xuyan ku mamoste di wan medresên xwe de ders daye û mamostetî kiriye. Ew di jiyana xwe de qet nezewiciye. Secereyên ku heta dema me tên xwe wek bavik ji birayê Ehmedê Xanî, Mela Qasim tînin ziman û xwarê.

            Bi rastî di vê dabeşê de hinek berate hene. Yek daboriya mizgeft û medresên Xanî hatiye weqifkirin, didin diyarkirin ku zarokên wî tunene. Loma di şertê malxêyî yê wan weqfan de, navê kur û keçên Mela Qasim diborin. Heke jin û zarên Xanî hebûna, li ser Quyudên Qanuna Îslam, divê ku navê jin û zarên wî jî, ji bo malxêtiya di wan weqfan de ye diyar bûya.[16]

 

Ehmedê Xanî Debîrê(katibê) Serayê ye

            Ehmedê Xanî bi xwe di seraya Bazîde de debîrê dîwanê bû. Xanî, di helbesteke xwe de dide diyarkirin ku ew di Seraya serweriya Bazîdê de debîrvan bûye, her wisa jî tê zanîn ku Xanî dide diyarkirin, bavê wî bi xwe jî di wê Seraya navborî de debîrvan bûye. Karê debirvaniya seraya serweriya Bazîdê ji bav û kalan ji binemala wî re bi mîratî maye. Debirvaniya xwe ya di serayê de dide diyarkirin û wiha dibêje:

Ji saz qelem girîftar bûn, bûna sera munşîdar bûn.

            Ewan karan ji bab mabûn, lew dîwan da munşî hildan.[17]

            Xanî bi kurtî di demên Mîr Mihemedê Pirbela, Mîr Ebdî (Çolaq Ebdî Paşa) Mîr Mîrza, Mîr Xelîl, Mîr Îbrahîm û Mîr Mîrza û Mîr Mihemedê Duyem de debîriya Serayê kiriye. Demeke nêzîk berî kuştina Mîr Mihemedê Duyem ji mîr xeyidiye û dev ji debîriyê berdaye. Pişre çûye bajarê bi navê Xoşabê li bal Şêx Camî yê Neqşîbendî.

            Tê gotin ku piştre di riya Şêx Camî yê Neqşîbendî re ku bi eslê xwe ji aliyê Mehabada niha bû û li aliyê Bayezîdê mudderisî dikir û şêx jî bû Ehmedê Xanî ket terîqeta wî. Ehmedê Xanî berê şagirdê wî bû û li cem wî xwendibû.[18]

 

Di Ehmedê Xanî de Hizra Miliyetê

            Xanî di wextekî welê de rabû ku - beriya niha bi sê sed û deh salan - ne li cem me, lê li Ewropayê jî xelk hêj li miliyet û li nijada xwe hişyar nebûbûn û zilamên ji yek miletî hevdu ji bo ketolîkî an protestaniyê dikuştin. Di wê serdemê de di Elema Îslamê û Rojhilata navîn de belkî di tu dem û wextî de weke zemanê xwendin û tehsîla Şêx Ehmedê Xanî Kurdistan aram û azad nemaye. Ji ber azadiya Kurdistanê ye ku mejiyê Xanî, mejiyekî azad û zelal bû.

            Tê zanîn ku gelek pesindarî di derbarê Xanî de hene wek Bazil Nîkîtîn gotiye, Ehmedê Xanî jî Firdewsiyê Kurdan e.

            Xanî, fêr kirin û şîrovekirina dînê Îslame bi zimanê dayîkê ve serkeftî ye ku zimanê kurdî yê ji ber mirinê xilas kiriye û ew peşve biriye, derxistiye asta bikaranîna zanistê. Lewra armanca wî ya herî mezin a bikaranîna zimanê kurdî ew e ku xwendina dîn û Qur’ana pîroz bi wî zimanî ne guneh û kemasî ye.

           Di heyameke welê de Ehmedê Xanî bîra miliyeta xwe, bîra kurdaniya xwe biribû û ji kurdan re gotibû hûn berî her tiştî kurd in, rabin ser xwe, dewleteke kurdî çêkin û bindestiya miletên din mekin.

 

Têkiliya Ehmedê Xanî û Bedîuzeman Seîdê Kurdî

Seîdê Kurdî perwerdehiya xwe ya herî giring li Bazidê li nik Ehmedê Xanî, Medreseya Mela Mihemed Celalî girt û îcazeya ilmên herî sereke bi destê Melaya Celalî teqrîben di navbera sê heyvan de girtiye.[19] Ev yek jî dide xuyan ku Bazîd, Ehmedê Xanî ji bo Seîdê Kurdî pewîst e ku Mela Sêîdê Navdar di nav hemû medresên kurdan de ya herî qenctir ev medresa Ehmedê Xanî ya Bazîdê bijartiye.

            Ehmedê Xanî rêber û alîmekî kurdan e ku li gor yên pêşiya xwe rewşa perwerdehiya medresên kurdan û xwendina zarokên wan xwestiye bila bi zimanê wan ve bibe. Seîdê Kurdî jî wek Xanî daxwazên milet û welatê xwe cara yekem di sala 1907an de ji siltane Osmanî Evdilhemîdê duwem re, cara duyem di 1910an de ji siltan Evdilezîz re bi raporeke pir girîng ve çûye payîtextê osmaniyan Stênbolê ji bo çareserkirina maf û azadiya gele xwe.[20]

 

          Şopdar û Şagirdên Ehmedê Xanî

            Ehmedê Xanî li Bazîdê dibistanek jî danîbû û tê de dersa zarokan bi kurmancî digot. Di pey mirina wî re şagirtê wî Îsmaîl Bazîdî bîst salên din li wê dibistanê guhdar bû û dersên kurmancî tê de gotin. Li gorî agahiyên Mela Mehmûdê Bazidî, Îsmaîl şagirdê Ehmedê Xanî bûye. Lê ensîklopediya Îslamê dibêje ew peyrevê Ehmedê Xanî ye. Îsmaîl di welatê xwe de kesekî meşhûr bûye ku kitêba wî ya “Gulzar” di medreseyên Kurdistanê de wek kitêbeke sereke ya rêziman bûye.[21]

            Mamosta A. Jaba dibêjê Smaîl şaîrekî kurd e, şagirdê Xanî bûye û di mizgefta wî ya bi navê xwe ava kiriye de dersên kurdî daye biçûkên kurdan. Ev şaîr di sala 1065ê hicrî de bûye û 1121’ê hicrî de miriye. Yanî hemdemê Xanî ye.[22] Em dikarin bibêjin serdema Xanî heya îro gelek şopdar û peyrêvên wî hene ku hinekên sereke ev kesên behempan e:

1-Îsmaîlê Bazidî.

2-Miradxanê Bazidî

3-Mela Mehmûdê Bazidî

4-Şewqiyê Xanîneseb

5-Şex Mihemedê Celalî

6-Bedîuzeman Seîdê Kurdî

7-Xelîfe Ûsivê Celalî

8-Mela Musa Celalî

 

Hinek Taybetiyên Şêx Ehmedê Xanî

            Şêx Ehmedê Xanî, herwekî neqil dikin dibêjîn mirovekî girepiya bû, li gorî laşê wî serê wî mezintir bû, çavên wî biçûk û geş bûn, riyê wî top bû û reşayî gelek têde nebû, dengê wî nêr û berz bû, gelek kêm ‘aciz dibû, diltêr bû. Ev diltêriya wî di dawiyê de ew rakêşa ber bi tesewifê. Bi cil û bergên xwe pak bû, mêzereke spî dida serê xwe, awayekî şalê Diyarbekirî li ber xwe dikir. Dibêjin gelek hez ji nêçîr û şikaran dikir, ku diçû nêçîrê cilên nêçîrê li xwe dikirin, siwarekî çak ê bi dest û lep bû. Dibêjin palewan jî bû, her gav jîmnastîk dikir, merivekî bi rêz û bi desthilat bû di nav xelqê de du cihên wî hebûn; yekê ilmî û yekê malmezinî. Herwiha mirovekî dîndar û Xwedêperestekî wiha bû ku soz û me’newiyata wî li her kesî tesîr dikir. Jiyana xwe bi vî awayî rabuhurand heta sala 1706’an di umrekî 56 salî de koça dawî kir û li Bazîdê hate veşartin, gora wî niha ziyaretgeh e.[23]

           Ehmedê Xanî reg û rêçêk a wisa şopandiye ku ew roj ji hezkiriyê miletê xwe û hemû bawermendên misliman bû.

 

Wefata Şêx Ehmedê Xanî

            Xanî li bakurê Kurdîstanê li bajarê Bazîdê wefat kiriye. Gora wî li Bajarê Bazîdê ye. Tirba Xanî ziyaretgeha xelkê me û mewanên biyanî ye.

Agahiyeke din jî wekî belge di vê berhemê de li ser wefata Ehmedê Xanî tê diyarkirin.         Me di serê vê lekolînê de behsa hevokeke bi erebî kir ku Elaeddîn Seccadî di Mêjûyî Edebî Kurdî de daye û li gor hesabê ebcedê tarîxa mirina Ehmedê Xanî derdixe ku heta niha herkes vê tarîxê wek tarîxa mirina wî qebûl dike: “Tara Xanî ila Rebbîhî” (Xanî ber bi Rebbê xwe ve firiya).  Ew cumleya erebî ye ku bi hesabê ebcedê tarîxa wefata Ehmedê Xanî diyar dike[24].

            Lê Elaeddîn Seccadî dinivîse ku wî wek destnivîs ev li pişt pirtûkekê dîtiye. Helbet belgeyeke wiha ne tekûz e, xwediyê her kitêbekê dikare tiştekî li ser berg an pişta kitêba xwe binivîse, têrê nake ku meriv wê wek belge qebûl bike.        

            Lê cara pêşîn Abdulah Varli di berhema xwe de diyar dike û dibêje ku ev nivîsa erebî li ser kêla gora Ehmedê Xanî hatiye nivîsîn. Ew dinivîse ku dema cara pêşîn ew çûye Bazîdê, li ser kêla gora Ehmedê Xanî nivîsa ”Tara Xanî îlla Rebbîhî” dîtiye û ew li cem xwe nivîsiye. Lê ew dibêje ku wî li wir ”rebbîhî” tenê bi ”r”yekê nivîsiye, loma jî gava ew nivîs bi hesabê ebcedê hesab kiriye tarîxa wî bûye 1119 hîcrî yanî 1707ê zayînî û ev bi vî awayî belav bûye.         Heke ev rast be meriv dikare texmîn bike ku ev nivîs e ku li pişt kitêba Mela Salih hatiye nivîsîn û ketiye destê Elaeddîn Seccadî. Lê Abdullah Varli dibêje ku van salên dawiyê ew careke din çûye ser gora Ehmed Xanî, tevî ku ew kêl ji ser gorê hatiye rakirin jî, wî li nav gorristanê careke din ev kêla keftî dîtiye, şûştiye û nivîsa wê qeyd kiriye. Wî ferq kiriye ku di 1956ê de wî şaşîtiyeke piçûk kiriye, tevî ku şedde li ser ”r”yê heye jî wî ev şedde destnîşan nekiriye. Di vê ziyareta xwe ya duduyan de ew careke din li gor hesabê ebcedê vê carê ”r”yê bi du ”r” hesab dike, tarîx dibe 1021ê hîcrî, yanî 1709ê zayînî. Yenî heke ev rast be tarîxa jidayikbuna Xanî dibe 1650-51 û ya wefata wî dibe 1709.[25]

           

Berhemên Ehmedê Xanî

A-Berhemên wî yên diyar:

          Ehmedê Xanî, ji bo edebiyata kurdî digel Melayê Cizîrî du sitûnên qewî tînîn meydanê. Mela bi dîwan û xezelên di dîwanê de, Xanî jî bi mesnewiya xwe ya bi navê Mem û Zînê di serî de ne. Çar berhemên diyar ên girîng yên Ehmedê Xanî hene ku her çar berhemên wî jî ji bo tarîxa edebiyata kurdî gelek bi nirx in û di warên xwe de berhemên orjînal in.

1-Nûbihara Biçûkan (1683)

                   Xanî, ev berhema xwe di 33 saliya xwe de nivîsandiye. Berhem ferhengeke menzûm a erebî-kurdî û kurdî-erebî ye. Di ferhengê de 1000 peyvên Kurdî –Erebî hene. Yekem ferhenga kurdî ya menzûm e. Ferheng bi mebesta ku di sîstema medreseyan de ji bo pêdawîstiyên zarokên kurdan bi zimanê Erebî bibe bersivek hatiye nivîsandin. Xanî navê berhemê û armanca nivîsandina wê jî wiha aniye zimên:

                 

                 Ne ji bo sahibrewacan

                Belkî ji bo biçûkêd Kurmancan

 

                Em ji agahiyên Mela Mehmudê Bazîdî fêm dikin ku bi rastî jî Nûbihara Biçûkan di medreseyên Kurdistanê de piştî xwendina Qur’anê wekî kitebekê dersê hatiye xwendin. Bazîdî di pêşgotina kitêba Elî Teremaxî de navên pênc berhemên ku di medreseyên Kurdistanê de wekî kitêbên dersê tên xwendin dide. Sê heb ji van derheqê rêzîmana erebî de ne(Serfa Kurmancî, Zurûf û Terkîb), du heb ji wan jî berhemên edebî ne. Yên edebî Nûbihara Bîçûkan û mewlûda Melayê Bateyî ne.

2-Eqîdeya Îmanê (1687) 

            Xanî ev berhema xwe di 37 saliya xwe de nivîsandiye, xwestiye ku xwendekarên medreseyan eqîdeya dînê xwe bi kurdî fêr bibin. Eqîde ew zanîst e ku li ser 6 hêmanên dînî yên baweriya dînê Îslamê radiweste.

               

            3-Mem û Zîn(1694)

            Ehmedê Xanî herwekî bi xwe gotiye Mem û Zîn ji xwe re kirine behane û bi vê hêncetê kula dilê xwe bi der daye, derdê miletê xwe yê kerr û lal bi ziman kiriye û ew axivandiye. Xanî bi pergaleke zanîstî hebûn û pêşveçûna milete kurd aniye ziman.

            Mem û Zîn ji bo Ehmedê Xanî remzên Kurdistanê, rêzikên welatê wî ne. Xanî dibîne ku ew rêzik winda dibin, kurmanc bi zimanine din dixwînin û dinivîsînin, bi rêzikên miletên din ve diçin, belgên xwe ên nijadîn ji xwe tavêjin, dikevin rengên miletên din û bi vî awayî û bi rêva bindestiya wan dikin.

          Mem û Zîn mesnewiyeke orjînal e. Lewra di edebiyata Kurdî de berî Exmedê Xanî li ser vê mijarê û bî vî terzî tu mesnewî nehatine nivîsandin. Di tarîxa edebiyata kurdî de yekem mesnewî ye ku bi awayekî rêk û pêk hatiye nivîsandin. Ehmedê Xanî bi Mem û Zînê bandoreke mezin li yên pişt xwe yên wekî Siwadî, Wedaî, Hacî Qadirê Koyî û Şex Ebdurrehmanê Axtepî kiriye.

         Xanî digel ku bi Erebî, Farisî û Tirkî jî dizanibû, berhemên xwe tenê bi kurdiya kurmancî nivîsandine. Xanî di Mem û Zînê de sê devokên kurdiya kurmancî yên sereke bikaranîne ku wî bi xwe di vê beyta jêrîn a Mem û Zînê de ev yek îfade kiriye.

                Bohtî û Mehmedî û Silîvî

                Hin le’l û hink ji zêr û zîvî

          

           Wezareta Çand û Turîzmê ya Komara Turkiyeyê, berhema Ehmedê Xanî ya bi navê "Mem û Zîn" di sala 2012’an  de weşand. Di pirtûkê de, di rûpelekî de nivîsa orjînal ya ku bi tîpên erebî ye heye û di rûpela din de beramberê wê bi tîpên latînî bi Tirkî û Kurdî heye. Ji vê pirtûkê 2.500 heb hate çapkirin. Ji van pirtûkan hinek wê li pirtûkxanan bên belavkirin û hinek jî wê bên firotin. Ev cara yekemîn e ku wezareteke Komara Turkiyeyê pirtûkekî bi zimanê kurdî amade dike û dide weşandin.

 

4-Dîwana Helbestan

            Helbestên Xanî ji aliyê wî ve bi şeklê dîwaneke muretteb nehatine tertîpkirin. Helbestên wî yên ku di destnivîsan de hatine dîtin, pişt wî re ji aliyê gelek kesan ve hatine komkirin û çapkirin:

  1. Abdurrahman Durre, şerha Dîwana Ehmedê Xanî, (Avesta Stenbol 2002). Di vê xebatê de 27 helbestên Xanî hatine komkirin.

  2. Abdullah Varlı, Dîwan û Gobîdeyên Ehmedê Xanî yêd mayîn, (Weşanê Sîpanê, Stenbol 2004). Di vê xebatê de 109 helbestên Xanî hatine komkirin.

 

 

B-Berhemên wî yên nediyar

            Te zanîn ku Xanî di ware ola Îslamê, Tesewîfe, Evînê, Exlak, Cand, Feleknasî (Astronomî) û Civaknasiyê de gelek xebat çêkirine. Li gor ilm û zanîstên Xanî pêwîste ku gelek berhem û helbestên wî jî hebin. Lê bêguman ev roj bi sedemên cuda cuda zêdetir ji ber qedexebûna arşîvan di derheqê jiyan û berhemên Xanî de agahiyên nû bi rêkûpêk nediyarin.

              Celadet ‘Elî Bedîrxan, di Hawarê de behsa wê yekê jî dike ku kitêbeke wî ya din jî heye ku li ser coxrafya û esmanan û stênasiyê, lê ew bi xwe jî dinivîse ku wî ev kitêb bi çavê xwe nedîtiye lê bihîstiye.[26] Gava meriv di Mem û Zînê de zanyariya fireh a stêrnasiya Ehmedê Xanî dibîne ji meriv re gelek ecêb nayê ku kitêbeke wî di vî warî de hebe.

  1. Tuhfetu’l –Ewam (şerî’eta îslamê)

  2. Yusuf û Zelîxa

  3. Leyla û Mecnûn

  4. Qewlê Hespê Reş

  5. Sekerata Mirinê

  6. Berhemeke Coxrafyayê(Pirtûkeke Erdnîgariyê): Li gorî tiştê ku min jê bihîstin Xanî pirtûkeke erdnîgariyê jî çêkiriye û têde qala esman û stêrkan kiriye. Herçend lêkolînêr gelek lê geriya bin jî ev kitêb neketiye destê xwendevanan.

 

ÇAVKANÎ:

1- Adak, Abdurahman, Despêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2013.

2-Bediuzeman Seîdê Kurdî, “Munezerat”Dersên Civakî, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2013.

3-………………………………., Tarihçe-î Hayat, Weşanên Zehra, Stenbol 2006.

4-Seccadî, ‘Elaeddîn, Mêjûyê Edebî Kurdî, Bexda 1952.

5-Ehmedê Xanî,  Mem û Zîn, Stenbol 2002.

6-……………………….. Eqîda Îslamê û Îmanê, AKAV, Agirî 2013.

7-…………………Nûbîhara Bîçûkan, AKAV, Agirî 2013.

8- Varlı, Abdullah, Dîwan û Gobîdeyê Ehmedê Xanî Yêd Mayîn, Weşanên Derpêç, Enqere 2004.

9-…………………… , Dîwan û Jînewarî Ya Ehmedê Xanî. Enqere 2004.

10- Sağnıç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol 2003.

11- Kurdo, Qanatê,”Pêşgotina Redaktor”Mem û Zîn, Moskova 1962

12- Ezîzan, Herekol, “Klasîkên Me” Hawar kovara Kurdî,  hêjmar 33,1’ê çiriya Pêşîn, Şam 1941.

13-Mele Mehmûdê Bazîdî, “Alexander Jaba” Recueil de Notices et rêcits Kurdes û Kurdistan, St. Petersburg 1860.

14- Zekî Beg, Mîhemed Emîn, Dîroka Kurd û Kurdîstanê. Weşanên Nûbihar, Stenbol 2013.

15- Ciwan, Murat, Ehmedê Xanî Jiyan, Berhem û Bîr û Baweriyên Wî, Stênbol 1997.

16- Cûlemêrgî, Îhsan, “Xanê û Xanî” Nû Roj, 11-17 Çileyê Pêşîn. Stênbol 1997.

17-Uzun, Mehmed, Antolojiya Edebiyata Kurdî, derpêç I.-II. , weşanên Tümzamanlar, Enqere 1992.

            18- -------------------, Destpêka Edebiyata Kurdî Ya Nûjen, weşanên Beybûnê, Enqere 1992.

19-Sadiq Bahadîn Amedî,  Hozanvanêt Kurd, Bexda 1980.

20-Epözdemir, Şakîr, Medreseyên Kurdistanê, Weşanên Nûbihar, Stênbol 2015

 



[1] Qanatê Kurdo,”Pêşgotina Redaktor”Mem û Zîn, Moskova 1962,r.8.

[2] Sadiq Bahaedîn Amedî,  Hozanvanêt Kurd, Bexda, 1980, r. 39; Îhsan Colemêrgî, Xanê û Xanî, r. 78.

[3] Colemêrgî, b.n., r. 78.

[4] Murat Ciwan, Ehmedê Xanî Jiyan, Berhem û Bîr û Baweriyên Wî, Stênbol 1997,r.80.

 [5]Amedî, b.n. , r.310.

[6]Ciwan, b.n., r.67.

[7]Abdullah Varlı, Dîwan û Jînewarî Ya Ehmedê Xanî. Stênbol 2004,r.119.

[8]Varlı, b.n., r.118-119.

[9]Varlı, b.n., r.123-125.

[10]Varlı, b.n., r.126.

[11]Varlı, b.n., r.129-130.

[12]Varlı, b.n., r.173.

[13]Ciwan, b.n., r.13.

[14] Şakir Epözdemir, Medreseyên Kurdistanê, Stênbol 2015, r.89.

[15]‘Elaeddîn Seccadî, Mêjûyê Edebî Kurdî, Baxda1952, r.194-196.

[16]Varlı, b.n., r.228-29.

[17] Varlı, b.n., r.220.

[18]Varlı, b.n., r.221.

[19] Bedîuzeman Seîdê Kurdî, Tarîhçe-î Hayat, Stênbol 2011, r.24.

[20] Bedîuzeman Seîdê Kurdî, “MunezeratDersên Civakî, Stênbol 2011, r.146.

[21]Kurdo, b.n., r.14-17. ; Abdurahman Adak, Despêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk, Weşanên Nûbihar, Stenbol 2013., r.295.      

[22] Bazîdî, b.n., r.215.

[23]Seccadî, b.n., r.194-196.

[24]Varlı, b.n., r. 241-243.

[25] Varlı, b.n., r. 241-243.

[26]  Herekol Azîzan, “Klasîkên Me” Hawar Kovara Kurdî,  hêjmar 33, 1’ê çiriya Pêşîn, Şam 1941.

Yazar: Ahmed ÖNER

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: di warê

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site