15:12 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 247

meha rewacdarmeha rewacdar : 11392

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653255

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

JIYAN Û HEMÛ BERHEMÊN HEZÎN

Şemî - 20/10/2018 23:11
JIYAN Û HEMÛ BERHEMÊN HEZÎN

JIYAN Û HEMÛ BERHEMÊN HEZÎN

Jiyana Mela Husnî Hezîn a bi ilmê û berhemên wî yên qîmetdar ve têr û tijî hêja ye ku bê zanîn û jê bê îstifadekirin. Me di vê nivîsa xwe de jiyan û berhemên Hezîn vekola. Beşa yekem bi giştî di derbarê jiyana Hezîn de ye. Di beşa duyem de jî me çardeh berhemên Hezîn dan nasîn û yek bi yek nirxandin.

1. JIYANA HEZÎN

1.1. Nav û Mexlesa Wî

 

Navê Hezîn a rastîn Husnî ye. Hezîn, ji ber karê xwe yê melatiyê wek Mela Husnî tê nasîn. Ji ber ku gelek suxte û feqî li ber destê wî derbas bûne û bûne mela, navlêka Seyda jî lê hatiye zêdekirin. Seydayê Mela Husnî di helbestên xwe de piranî mexlesa Hezîn, kêm caran jî Husnî bi kar aniye.

Rabe ezîn wek bulbulan boy sunbulan zarîn mekey

Rojek digêjî ṣorgulan ger tu bibî her wekî ba                             (5/12)

 

Bîzarî ket dilber ji te qayîlbûna ġeyran çi ket

Qayîl bibit ẕatê eḥed Ḥusnî bi dildaran çi ket                             (23/16)

1.2. Malbata Hezîn

 

Navê bavê Husnî, Zeynel navê diya wî Hewa ye. Zeynel kurê Sofî Bekir e û di sala 1886’an de li gundê Tûmikê[1] di malbateke dîndar de tê dinê. Zeynel, li gundê Qewmanê di medreseya Şêx Mustefayê Sîsî[2] de heya ku kitêba Muxteserê[3] jî diqedîne, dixwîne.[4] Lewra navê wî Feqî Zeynel dimîne.

1.3. Salbûn û Cihê Jidayîkbûna Hezîn

 

Hezîn di sala 1943’yan de li gundê Tûmikê ku nêzîkî Gêxî[5] ya Çewlîgê[6] ye, tê dinê. Di biçûktiya xwe de li cem bavê xwe, Feqî Zeynelê Tûmikî, Quran û Mewlûdê dixwîne. Li gundê xwe diçe ber berxên mala xwe, berxvanî dike û heta şeş saliya xwe li gundê xwe dimîne. Piştî wefata bavê xwe, bi hosiya bavê xwe dike û diçe medreseya Şêx Muhemmed Hadiyê[7] Qewmanî.[8]

1.4. Rêwîtiya bo Xwendinê û Xewna Wî

 

Dayîka Hezîn piştî wefata mêrê xwe Feqî Zeynel, hosiya wî dike. Kurê xwe teslîmî kurapekî wî dike û dişîne medresa Qewmanê. Roja çaran Hezîn û kurapê wî digîjin gundê Qewmanê. Di vê rêwîtiyê de şevekê dibin mêvanê Mele Huseynê Koçetî. Wê şevê Hezîn xewnekê dibîne. Di xewna xwe de li gundê Tûmikê bavê wî Feqî Zeynelê Tûmikî di nav qatek nivînê pir bedew û pak de ye û nexweş e. Dengê lêxistina dêrî tê. Hezîn radibe diçe ber dêrî, dipirse: “Tu kê yî?” Yê li ber dêrî bersiv didê: “Ez Melayê Cizîrî me.” Hezîn dibêje: “Heta ku tu dersekê nedî min, ez dêrî li te venakim.” Melayê Cizîrî dibêje: “Veke, dersekê bidim te.” Hezîn dibêje: “Min derî vekir. Min dît ku Mela mirovekî dirêj e, nûranî ye. Cilên ser wî rengsor in. Kumê wî jî sor e. Li dora wî kefiyeke zer pêçandiye.” Hezîn, di bîranînên xwe de dibêje “Mela û Keko (şikra bavê xwe dike) çi axivîn nayê bîra min, lê ji sureyê Tewbe wekî ders ev du ayet dan min.”[9] Ew herdu ayet ev in:

الَّذِينَ آمَنُواْ وَهَاجَرُواْ وَجَاهَدُواْ فِي سَبِيلِ اللّهِ بِأَمْوَالِهِمْ وَأَنفُسِهِمْ أَعْظَمُ دَرَجَةً عِندَ اللّهِ وَأُوْلَئِكَ هُمُ الْفَائِزُونَ

 

يُبَشِّرُهُمْ رَبُّهُم بِرَحْمَةٍ مِّنْهُ وَرِضْوَانٍ وَجَنَّاتٍ لَّهُمْ فِيهَا نَعِيمٌ مُّقِيمٌ[10]

1.4.1. Şîroveya Xewnê

 

Hezîn piştî ku digîje Qewmanê, ji Şêx Muhammed Hadî re behsa xewna xwe dike. Şêx jî wiha şîrove dike: “Înşellah piçek ji eşqa Xwedê ji te re jî bibe nesîb!”[11] Dûre Seydayê Hezîn di bîranînên xwe de ji bo vê xewna xwe wiha dibêje:

  […]hem jî dîtina Mela nîşan e, ji qabiliyeta şi’rê re, lewra Mela şa’ir bû. Cilsorî nîşana Neqşebendiyê bû, lewra nîşana nîsbeta terîqa Neqşebendî rengê sor e. Dirêjiya Melê nîşana meziniyê bû. Dersdana ji Quranê nîşana mehareta di Quranê de bû. Ji sureya Beraet/Tewbê nîşana tewbe û vegera bi bal Xwedê ve bû. Piştî borîna zemanan hate zanîn ku Husnî angora xewnê bi rê ve çû û kemala xwe dît.[12]

 

1.5. Perwerdehiya Hezîn

1.5.1. Gundê Sîsê û Medreseya Qewmanê

        Hezîn perwerdehiya xwe ya yekem di sala 1950ʼyan de li gundê Sîsê[13] cem Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî dibîne. Li zivistanê dest bi xwendinê dike û heta meha gulanê dewam dike. Piştre cardin vedigere tê gundê xwe.[14] Hezîn di bîranînên xwe de gelek caran behsa şa‘irtiya Şêx Hadî dike, pesnê wî yê edebî dide.

1.5.2. Gundê Muxbêdê û Medreseya Hecî Mesûd

        Hezîn piştî Medreseya Qewmanê diçe gundê Muxbêdê[15] û li wir di medreseya Hecî Mesûd[16] de dixwîne. Piştî du salan Hezîn dixwaze biçe cihekî baştir bixwîne û xwe pêştir bixe. Lewra Hezîn û hevalekî wî biryara çûyîna Medreseya Norşînê didin û bi hev re diçin Norşînê.

1.5.3. Medreseya Norşînê

 

        Rêwitiya Hezîn û hevalê wî tam deh rojan didome. Piştî deh rojan digihîjin gundê Norşînê. Hezîn di Medreseya Norşînê de du salan dimîne û di van du salan de li cem Şêx Mesûm, Şêx Muhyedîn, Şêx Meşuq, Şêx Cuneydê Zubeydê, Mela Elî û Mela Xelîlê Qizilpare dersê dibîne.[17] Tê dîtin ku Hezîn li cem alim û seydayên mezin ders xwendiye, xwe di riya ilmê de gelek êşandiye.

Piştî du salan Hezîn ji Norşînê ji ber sedemên derveyî vediqete û diçe gundê Balekanê. Hezîn veqetîna xwe ya ji Norşînê di bîranînên xwe de wiha tîne zimên:

   Hikûmetê giraniyeke pir da ser feqiyan û mala Seyda. Armanc nexwînin, cahil bimînin, çav li hev bin, dinyayê nebînin. Xûy û xwendina Îslamî ji bin ve rabe û sernermî tenê rejîma vala û betal re çêbibe... Em jî çend hevalên bi havil çûn Balekanê [...][18]

 

Mirov dibîne ku li ser medreseyên kurdan gelek zor hatine kirin. Gelek medrese hatine girtin wek Medreseya Axtepî, yan jî nehîştine ku bila mezin be û pêş bikeve wek Medreseya Norşîn û Miksê.

1.5.4. Gundê Balekan

 

Hezîn, piştî Norşînê diçe Balekanê. Li wir cem Mele Cefer salekî perwerdehiya xwe didomîne û piştre derbasî binxetê dibe.

        1.5.5. Gundê Tilme’rûf û Medreseya Şêx Ehmedê Xezna

        Hezîn, piştî medreseyên Bakûrê Kurdistanê, derbasî binxet/Rojavayê Kurdistanê dibe û li gundê Tilmeʼrûfê dibe xwendekarê Medreseya Şêx Ehmedê Xezna. Di medreseya Xezna de dixwîne û ji Şêx Muhemmed Mesûm, Şêx Elauddîn,  Şêx Îzeddîn û Şêx Muhemmedê Erebkendî dersan digire. Xwendina xwe ya ilmî li wir, di hivde saliya xwe de diqedîne. Di nozde saliya xwe de, Şêx Elauddîn îcazeya Hezîn dinivîse û didê. Hezîn piştî qedandina xwendina xwe dest bi dersdayînê dike û çar sal tenê dersên feqiyên ku li ser kitêba Camî[19] dixwînin, dide.[20]

        Hezîn gava ku li binxetê dixwîne, bênavber heft salan hîç naçe welatê xwe. Piştî heft salan, li ser reşbeleka dayîka xwe, ji seydayê xwe Şêx Elauddîn destûr dixwaze û di sala 1961’an de vedigere gundê xwe, ango gundê Tûmikê.[21]

1.6. Gundê Tûmikê û Leşkeriya Wî

 

        Hezîn, piştî vegerîna xwe ya welêt, li gundê xwe dimîne û dest bi dersdayîna feqiyan dike. Li gundê Tûmikê bi feqiyan re du salan dersên xwe didomîne û dûre ji bo leşkeriya xwe di sala 1963’an de diçe Stenbolê. Li wir xwe fêrî tirkiyê dike. Dûre em dibînin ku Hezîn bi vê tirkiya xwe çar pirtûk dinivîse. Hezîn di bîranînên xwe de behsa kurdên Stenbolê yên wê demê dike û rewşa wan a xirab tîne zimên. Sedema vê rewşê bi du tiştan dinirxîne; ya yekem bêdewletiya kurdan ya duyem jî nexwendina gelê kurd. Wek çare jî xwendinê pêşniyaz dike.[22] 

1.7. Serdema Melatiya Hezîn

1.7.1. Li Gundê Kamrûda Jor (1966-1987)

 

        Hezîn, piştî vegera xwe ya leşkerî tê welatê xwe û dûre diçe gundê Kamrûdê.[23] Li wir dest bi melatiyê dike. Hezîn li Kamrûdê ji aliyekî ve melatî dike û dersa feqiyan dide, ji aliyekî din jî bi nivîsîna pirtûkên xwe ve mijûl dibe. Pirtûkên xwe yên Mîratu’l-Heqaîq we’l-Esrar, Dîwana Hezîn û Guldan hingê dinivîse.

          1.7.2. Medreseya Hezîn û Feqiyên Wî

 

               Di sala 1966’an de Komara Tirkiyê zagonek derdixe û ji bo melayan kadro dide. Hingê ji Hezîn re jî pêşniyaz dikin lê ew kadroya melatî ya fermî qebûl nake. Lewra wisa difikire ku girêdana bi wezîfeyan sedema sistahiya îrşad û belavkirina ilm û dersdana feqiyan e.[24]

     Hezîn li gundê Kamrûdê li ber melatiya xwe, di medreseya xwe de ders jî dide. Gelek feqî li ber destê wî dixwînin û dibin mela. Hezîn navê wan wiha nivîsîye: Mele Îbrahîmê Mûşiyê Muderîs, Mele Îbrahîmê Xelaniyê Waîz, Mele Ebdurehîmê Terbesanî, Mele Şîrîn, Mele Xalidê Perxengukî, Mele Qasimê Vasenî, Mele Muhemmed Zahid, Mele Muhemmed, Mele Muhemmed Rayîf, Mele Mustefayê Perxengukî, Şehabeddînê Çanî, Mele Elî, Mele Îsmet û Hecî Kemalê Hoçî.[25]

1.7.3. Derbeya Leşkerî ya 1980’yan û Girtina Medreseyên Kurdan

 

        Di derbeya leşkerî ya 1980’yan de zor û zexta li ser medrese û gelê kurd her diçe zêde dibe. Seydayê Hezîn du salan pirtûkên xwe di axûr û afirên heywanan de vedişêre. Medrese tê girtin û feqî jî belav dibin. Li ber destê wî xêncî Quranê tu kitêb namîne. Tade û zora wê demê di bîranînên xwe de wiha dinivîse:

   Di înqilaba sala 1980’yî de zilmeke zedê li ser gelê kurd çêbû û kudand. Tenê di Bîngolê de 25 medrese hatin girtin. 50 mele rakirin çiyê, dûre bê xêr riza wan şikandin. Feqî belav kirin... Lewra pirtûkên bi xetên erebî wekî afyon û esrarê bûn… Hucre bi neyarê ilm û dîn û exlaqê tijî kirin. Hin ji muderîsan avêtin zîndanan. Tê de hişê xwe wenda kirin. Pirtûkên tefsîr, hedîs û fiqhê jî avêtin ber nigan, pê lê kirin.[26]

 

        Hezîn di wê rewşa aloz de êdî nikare xizmeta dersdayîn û melatiyê bike. Zor û zextên li medrese û kurdan her diçe girantir dibe. Ji ber van sedeman bi pêşniyaza Şêx Îzeddînê Xezna di sala 1987ʼan de diçe Stenbolê bicih dibe.[27]

1.7.4. Jiyana Stenbolê û Li Stenbolê Medreseyeke Kurdistanî

 

        Hezîn li Stenbolê navçeya Ümraniyê, di mizgefta Îmamê Şafi‘î de dest bi karê xwe yê fermî dike. Hezîn li vir jî feqiyên xwe belav nake û bi rê û rêbaza perwerdehiya medreseyên Kurdistanê dersên xwe didomîne.[28] Di sala 2000ʼan de li Stenbolê teqawid dibe.  

Hezîn he jî li Stenbolê dijî. Digel temenê xwe yê mezin li mizgeftan suhbet dike û we’zan dide. Li malê pirtûkan dinivîse.[29] A niha li mala xwe dersên akademîsyenên zaningehan dide, pirtûk û helbestan dinivîse.

1.8. Jiyana Hezîn ya Edebî

1.8.1. Kengê Dest bi Nivîsînê Kir?

 

Hezîn, di bîranînên xwe de dibêje ku gava 17 salî bûye dest bi nivîsînê kiriye. Hingê du pirtûk dinivîse. Ya yekem di ilmê erûza helbestan de Er-rîsaletu’l-Erûdîyye[30] û  ya duyem jî di ilmê Mustelehu’l-Hedîsê de El-Baqetu’r-Raqîe[31] ye. Dûre herdu pirtûk wenda dibin.[32]

1.8.2. Jibera Hezîn û Evîna Helbestan di Dilê Wî de

 

        Hezîn di bîranînên xwe de behsa jiberên xwe jî dike. Çi kitêb çi helbest be, hemûyan wiha dinivîsîne:

  ‘Izzî, ‘Ewamil, Zurûf, Terkîb, Munî digel şî’rên Şerhu’l-Muxnî, Qewa’îd digel şî’rên Hellê, Elfî digel 957 şî’rê Siyutî, Rîsaleya Xaqanîye, Banet Suadû, Qesîdeyên Kurdî, Luccetu’l-Esrar, gelek ji dîbaceya qamusa Fêrûz Abadî, gelek ji Meqamata Herîrî, Şafiya Serfê, ‘Îsaxûcîya Mele Xelîl, Ebû Bekreyn, pirê şî’rên Dîwana Melayê Cizîrî, pirê şî’rên Dîwana Hafiz, pirê şî’rên Muelleqat û Dîwana Îbnu’l Faridî, Menhec ji Babê Bey’an, Feraîda Şêx Elauddîn û gelek ji Qur’ana Kerîm.[33]

 

1.9. Rêya Tesewif û Terîqetê

1.9.1. Seyr û Sulûka Wî       

 

        Hezîn, cara yekem li cem Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî dikeve rêya terîqetê û ew ji xwe re şêx qebûl dike. Piştre ji bo xwendinê tê Tilmeʼrûfê û li wir întîsabê Şêx Muhemmed Mesûmê Xezna dike. Piştî wefata Şêx Muhemmed Mesûm (k.d. 1958) întîsabê birayê wî Şêx Elauddîn dike. Li cem  Şêx Elauddîn perwerdehiya terîqa Neqşîbendiyê digire. Hezîn herî zêde di bin bandora Şêx Elauddînê Xezna de dimîne û her tim vê yekê diyar dike. Hezîn, piştî wefata Şêx Elauddîn, vê carê jî întîsabê Şêx Îzeddînê Xezna dike. Di sala 1992ʼan de (piştî wefata Şêx Îzedîn) dibe xelîfa Şêx Îzeddînê Xezna. Hezîn ji sala 1992ʼan heta roja îro xizmeta xelîfetiya xwe li Stenbolê didomîne.

1.10. Seyahetên Wî

 

        Gava ku em li jiyana Hezîn dinêrin, ew li gelek cihan jiyaye û li wan deran di medreseyan de xwendiye. Bi giştî em dikarin bibêjin ku Hezîn di dema feqîtiya xwe de hemû Bakûr û Rojavayê Kurdistanê dîtiye. Dîsa em di bîranînên wî de dibînin ku di dema xwendina xwe ya Tilmeʼrûfê de bi Şêx Elauddîn re diçe deşta Şengalê ango herêma Badînanê li Başûrê Kurdistanê.

        Piştî dest bi melatiya xwe dike di bîranînên xwe de jî behs dike ku diçe umrê û hecê jî. Herwiha piştî ku li Stenbolê bicih dibe, fersenda çûyina Qazakîstan, Ozbekîstan (Semerqend û Buxara), Sûdan, Rojhilatê Kurdistanê (Xoy, Mehebad, Urmiye, Senendec, Merîwan, Hemedan), Swêd, Denîmarka, Elmanya û Holandayê dibîne.[34]

        Jixwe gava ku mirov berhemên Hezîn yên kurdî dixwîne hingê dibîne ku ji her herêmên Kurdistanê peyv û gotin hene ku wan, dewlemendiyek mezin dane berhemên wî. Digel van, Hezîn ji bo ku cih û warê mezinên tesewifê bibîne, dewletên Asyayê ziyaret kiriye. Herwiha ji bo îrşad û dîtina misilmanan çûye dewletên Ewropayê jî. 

2. BERHEMÊN HEZÎN

 

        Hezîn bi sê zimanan berhemên cuda nivîsîne. Ji bo ku danasîna van berheman bi rêkûpêk be, êm ê van berheman li gorî zimanên wan di bin sê serenavan de binirxînin.

2.1. Berhemên Wî yên Erebî

2.1.1. Mewahibu‘r-Rehman Fî Tefsîri Sûret El-Insan[35]

 

Ev berhem di sala 1998ʼan de ji weşanên Erkam derketiye û li Stenbolê çap bûye. Berhem bi tevahî 128 rûpel e. Hedîsên di vê pirtûkê de cî digirin ji aliye Nusrettin Bolelli ve hatiye derkirin. Hezîn ayetên sûreyê Însan ku bi giştî 30 ayet e, bi berfirehî şirove dike, hizr û boçûna wan, armancên wan rave dike û wan ji aliyê rêziman û rewanbêjiyê ve analîz dike.

2.1.2. El-Mewahib[36]

 

Ev pirtûk di sala 2000ʼan de li Stenbolê hatiye çapkirin û bi tevahî 130 rûpel e. Di pêşgotina xwe de nîşan dike ku Hezîn di sala 1992ʼan de li gundê Tilm‘erûfê, bi amajeyekê ji şêxê xwe Şêx Izeddînê Xeznewî dest bi nivîsandina pirtûka xwe kiriye, û di sala 2000ʼan de bidawî kiriye.

Di pirtûkê de 35 mijarên bawermendiyê bi gotarên kurt berçav dike û wan dinirxîne. Ew mijar jî ev in: bawerî, çavdêrî, zanist, awa, sinc, lava, rêje û zêdebûn, delîvedîtin, arastekirin, spasî, perestî, dexse, xiyanet, emanet, hezkirin, xwespartin, karîn/şiyan, çarenûs/qeder, mejî, pêwîstiya zanîn, pendiya pîrbûnê, yê bextiyar û yê xemgîn, danûstendin û guftûgo, hevbendî, bîranîn, ronahî, nêt, şopandina sinnetan, xweşikbûn/spehîbûn, parastina giyan, azadî, nêzîkbûn, koletî.

2.1.3. Miratu‘l-Heqa‘îq We‘l-Esrar[37]

 

Ev berhem ji 424 rûpelan pêk tê. Cih û dîroka çapê nediyar e lê Hezîn 1993ʼan de nivîsandina vê pirtûkê temam kiriye. Amadekariya pirtûkê Selaheddîn Şemsanî kiriye. Nivîskar di berhema xwe de li ser mijarên cûrbicûr dipeyive, ayetan şirove dike, mijarên felsefî diyar dike. Felsefeya Marksîzmê û Îslamê dide berhev û ji wan re delîlên eqlî tîne. Ji bilî van, hin mijarên bi sûd di jiyana rojane de digihîne bawermendan, weha jî di mijarên tesewifê de diaxive. Hemî kurtegotarên nerînên nivîskar di mijarên jiyana rojane de ne û hin teorî jî hatine diyarkirin.

2.2. Berhemên Wî yên Tirkî

2.2.1. Hanımlara Rehber[38]

 

Pirtûk 180 rûpel e û navê weşanxaneyê nehatiye nivîsandin. Pirtûk ji du beşan pêk tê. Di beşa yekem de mijarên sereke ev in: Cihê jinan di dînê Îslamê de çi ye, pîroziya jinan, cihê jinan di civakê de, xwe nixumandina jinê û hwd. Di beşa duyem de jî mafên jinê ên li ser mêrê wê, sifetên jinên baş çi ne, li gorî sûreya Ehzebê divê jin çawa bibin û hwd. hatine ravekirin. Digel van di pirtûkê de behsa zîna, zerara wê û xesara wê ya ku dide malbat û civakê bi awayekî berfireh hatiye şîrovekirin. Dûre behsa nexweşiyên ku ji zînayê çêdibe û belav dibe, dike. Ji dewletên Ewropa û Emerîkayê mînakan tîne û bi îstatîstîkan angaşta xwe teyîd dike.

2.2.2. Külliyat-ı Suğra[39]

 

Külliyat-ı Suğra ji 299 rûpelan pêk tê û di 2012’an de li Stenbolê di weşanxaneya Asitan de çap bûye. Edîtorê wê Ahmed Nabi Güzel e. Pirtûk ji pênc beşan pêk tê. Beşa yekem eqaîd e ku derbarê îlahiyat û pêxembertî de agahiyên giştî hene. Beşa duyem mewahib e ku di vê beşê de mijara îman, ilim, terîqet, exlaq, irşad, muhebbet, teslîm, rabita, zikir û hwd. hene ku di mijarên tesewifê de jî sir û heqîqetên terîqetê yek bi yek hatine ravekirin. Beşa sêyem tesewif e. Beşa çaremîn di derbarê jiyana Şêx Îzeddînê Xeznewî de ye. Beşa pêncem jî dîsa gotin û suhbetên Şêx Îzeddînê Xeznewî ne.

2.2.3. Külliyat-ı Vusta[40]

 

Külliyat-ı Vusta yek ji wan pirtûkên Hezîn yên tirkî ye ku 303 rûpel e û di sala 2010’an de li Stenbolê hatiye çapkirin. Di vê pirtûkê de sê mijarên sereke merîfet, heqîqet û hikmet in.

2.2.4. Külliyat-ı Kübra[41]

 

Di nav kuliyatê de pirtûka herî mezin e û ji kuliyatê ya dawî ye. Ev berhema li ber çapê ye û nimûneyên wê li ber destê me tuneye. Mijarên vê berhemê jî di derbarê dîn û tesewifê de ne.[42]

2.3. Berhemên Wî yên Kurdî

2.3.1. Kûlxaniya Veşartî[43]

 

Ev pirtûk di sala 2007ʼan de di nav weşanên Nûbiharê de bi tîpên erebî derçûye. Amedakariya çapê û editoriya wê Ebdusselam Bêcirmanî kiriye ku pirtûk bi tevahî 85 rûpel e. Di vê pirtûkê de Hezîn, hinek behsa jiyana Şêx Mustefayê Sîsî û Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî kiriye. Gelek qesîde û helbest di wir de hene.

2.3.2. Rîsaleyên Eqîde û Exlaq û Edebê

 

Ev pirtûk jî di sala 2007ʼan de ji weşanên Nûbiharê bi tîpên erebî derketiye. Pirtûk bi giştî 276 rûpel e, pexşan e û ji bo çapê Ebdusselam Bêcirmanî amedekariya wê kiriye. Pirtûk ji çar beşan pêk tê. Beşa yekem eqîdeya îmanê ye. Beşa duyem di derbarê navên Xwedê de ye ku Esmau‘l-Husna, ango navên Xwedê yek bi yek hatine ravekirin. Beşa sêyem edeb û xwastina fitretê ye. Di vê beşê de têkiliya mêr û jinan, terbiyeya zarokan, têkiliya seyda û feqiyan û hwd. mijara vê beşê pêk aniye. Herwiha beşa çarem di derbarê weʼzê de ye. Di vê beşê de jî mijarên cûrbicûr yên di derbarê exlaq, edeb û tesewifê de cî digirin.

2.3.3. Reng û Rûyê Peyxember

 

Ev berhem di sala 2009ʼan de ji weşanên Nûbiharê derketiye. Amadekariya pirtûkê dîsa Ebdusselam Bêcirmanî kiriye. Berhem bi tevahî 269 rûpel e û bi tîpên erebî hatiye nivîsandin. Pirtûk behsa dirûva Hz. Pêxember (asw.) dike. Hezîn ji ayetan gelek sûd wergirtiye û pirtûka xwe bi gotin û riwayetên sehabiyan xurtir kiriye.

2.3.4. Fiqha Şafi‘î

 

Ev berhem bi tevahî 378 rûpel e û bi tîpên erebî hatiye nivîsîn. Nivîsandina vê pirtûkî 2005ʼan de xilas bûye.[44] Mijarên berhemê fiqha şafi‘î ye. Di binbeşên pirtûkê de jî mijarên wek paqijî, gemarî, îctîhat, destmêj, adabên mizgeftê, xusl, teyemim, nimêj, zekat, rojî, hec û hwd. hene.

2.3.5. Guldan

 

Ev pirtûk di sala 2007ʼan de ji weşanên Nûbiharê derketiye. Di sala 2011ʼan de jî dîsa ji Nûbiharê çapa duyem derketiye. Edîtorê wê Süleyman Çevik e û bi tîpên latînî hatiye çapkirin. Berhem bi tevahî 216 rûpel e. Hezîn ev pirtûka xwe di sala 1979ʼan de nivîsiye û xilas kiriye.[45]

Guldan, ji çîrok û qewlikên kurt pêk tên. Çîrokên berhemê watedar in û ji bo ku mirov jê dersek bigire hatine vegotin. Nivîskar çîrokên xwe bi gotinên pêşiyan, biwêj û helbestên xwe ve xemilandine. Kurmanciyeke zelal û herîkbar bala mirov dikişîne.

2.3.6. Bîranînên Seydayê Mela Husnî

 

Hezîn ev pirtûk di sala 2010’an de li Stenbolê nivîsiye.[46] Di vê berhemê de mijara sereke jiyana Mela Husnî ye. Ji bilî van, Hezîn wekî çavdêrvanekî dewra xwe behsa gelek tiştan dike, bo nimûne di derbarê medrese, perwerdehiya medreseyan de gelek agahî hene, lêbelê, digel van Hezîn bi çavekî civaknas û zanayekî kurdewar nêrînên xwe yên di derheqê kurdan, civaka kurdan û misilmanan de nivîsîne.

2.3.7. Dîwana Hezîn

 

Dîwana Hezîn, ji aliyê çapbûyînê ve ji du beşan pêk tê. Beşa yekem 401 rûpel e û bi tîpên erebî di sala 1995ʼan de li Stenbolê hatiye çapkirin. Beşa duyem jî 47 rûpel e û bi tîpên erebî hatiye nivîsîn. Destxetê vê beşê Mela Mustafa Agahî nivîsiye. Ev beş çap nebûye.[47] Di dîwanê de bi tevahî 149 helbest û 4167 malik hene. Hemû helbestên dîwanê bi erûzê hatine nivîsîn û di dîwanê de malikên erebî û farisî jî hene. Ji aliyê mezinahî û hecmê ve di edebiyata kurdî ya klasîk de mezintirîn dîwan e. Ji aliyê naverokê ve dîwaneke tesewifî û şîretî ye. Tesewifeke xurt û kûr di helbestên wî de heye.

Wek encam mirov dikare bibêje, bi van berhemên cihêzimanî jî diyar dibe ku Hezîn alimekî pirzimanî ye û yek ji wan alim û şexsiyetên mezin e ku ji medreseyên Kurdistanê derketiye. Hezîn bi dîwana xwe jî di Edebiyata Kurdî ya Klasîk de wê cihekî girîng bigire.

 



[1] Tûmik: Gundekî girêdayî navçeya Azarpêrta (Adaklı) Çewlîgê ye lê nêzîkî navçeya Gêxî ye. Navê gund bi tirkî Kamışgölü ye. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. http://ku.wikipedia.org/wiki/Tûmik

[2] Şêx Mustefayê Sîsî: Di sala 1847ʼan de li gundê Sîsê yê Lîcê hatiye dinê. Navê wî Mustefa Fewzî ye. Binemala wan ji Hewlêrê hatine Amedê. Perwerdehiya xwe li cem xelîfê Xewsê Hîzanê, Şêx Xalidê Orekî û Şêx Evdirrehmanê Taxî dîtiye. Piştre îcazeya xwe ji Seydayê Muhemmed Hadî (Seydayê Lîcê) wergirtiye. Dûre întîsabê Şêx Evdilqadirê Hîzanî kiriye û bûye xelîfê wî. Di sala 1914ʼan de li Qewmanê çûye rihma Xwedê û li wir hatiye binaxkirin. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî, Dîwan, amd. Muhammed Seydaoğlu, weş. Nûbihar, Stenbol 2011, r. 7-10.

[3] Kitêba Muxteser: Muxteserul Me‘anî. Yek ji wan pirtûkên dawiyê ye ku di medreseyan de tê xwendin. Piştî vê du pirtûkên din jî hene ku piştî wan êdî xwendina medreseyê xilas dibe.

[4] Mela Husnî Hezîn, Bîranînên Seydayê Mela Husnî, p.ç., r. 1.

[5] Gêxî: Yek ji navçeyên Çewlîgê ye. Bi tirkî nave wê Kiğı ye.

Ji bo agahiyên zêdetir  bnr. http://ku.wikipedia.org/wiki/Gêxî

[6] Çewlîg: Yek ji bajarên Bakûrê Kurdistanê ye. Bi tirkî navê wî Bingöl e.

Ji bo agahîyên zêdetir bnr. http://ku.wikipedia.org/wiki/Çewlîg

[7] Şêx Muhemmed Hadî: Di sala 1884’an de li gundê Sîsê yê Lîcê hatiye dinê. Kurê Şêx Mustefayê Sîsî ye. Di pênc-şeş saliya xwe de çavên wî kor dibin û êdî nabîne. Ji ber vê yekê di perwerdehiya medresê de çi kitêb hebe hemû jiber dike. Şêxê Norşînê Şêx Mesûm derbarê wî de “min di jiyana xwe de gelek hafizê Quranê dîtine lêbelê heta niha min hafizê ilmê ji bilî Şêx Muhemmed Hadî ne dîtiye ne jî bihîstiye.” gotiye. Ji bilî wî edîbekî mezin bû. Gelek xezel û qesîdeyên wî hene. Bi navê Şêxê Qewmanê namdar bûye. Di sala 1956ʼan de çûye rihma Xwedê. Tirba wî niha li gundê Qewmanê, li cem bavê xwe ye. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Şêx Muhemmed Hadiyê Qewmanî, Dîwan, amd. Muhammed Seydaoğlu, weş. Nûbihar, Stenbol 2011, r. 23-26.

[8] Mela Husnî Hezîn, Guldan, weş. Nûbihar, Stenbol 2011, r. 4.

[9] Hezîn, Bîranînên Seydayê Mela Husnî, r. 13-14. û Yakup Aykaç, “Hevpeyvîn: Seydayê Mela Husnî Hezîn”, mp3., 02.02. 2014, Stenbol.

[10] Ew ên ku wan bawerî anî, hîcret kir û di riya Xwedê de bi malên xwe û canên xwe cîhad kirin, li cem Xwedê mertebeya wan mezintir e, ha ew, ên rizgarbûyî bi xwe ne. Xwedayê wan, bi dilovaniyeke ji cem xwe, bi razîbûnekê û bi bihiştên ku di wan de ji wan re ni’metên seraqetî hene, mîzgîniyê dide wan. Sûreyê Tewbe, 20-21. (M. Huseyn Êsî û yên din, Wergera Qurana Pîroz Bi Zimanê Kurdî, weş. Nûbihar, Stenbol 2008, r. 190-191.)

[11] Hezîn, b.n., r. 14.

[12] Hezîn, b.n., r. 15.

[13] Gundê Sîsê: Gundekî navçeya Lîcê ya Amedê ye. Bi tirkî navê wî Yolçatı ye. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Hezîn, Bîranînên Seydayê Mela Husnî, r.14. û http://ku.wikipedia.org/wiki/Sîsê

[14] Hezîn, b.n., r. 23.

[15] Gundê Muxbêdê: Muxbêd li raserî hop/benda çemê Gêxiyê ye. Girêdayî Dep (Karakoçan) a Elezîzê ye. Gelê wê derê ji eşîra Zimtêgî ne. Ji eşîretên Dêrsîmê ne. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Hezîn, Bîranînên Seydayê Mela Husnî, r. 23.

[16] Hecî Mesûd: Hecî Mesûd kurê Şêx Mustefayê Sîsî ye. Di sala 1884ʼan de li gundê Sîsê tê dinê û di sala 1959ʼan de li gundê Depê diçe rihma Xwedê û li wir tê veşartin. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. Hezîn, Bîranînên Seydayê Mela Husnî, r. 23.

[17] Hezîn, b.n., r. 38 û Hezîn, Guldan, r. 4.

[18] Gundê Balekan: Gundekî girêdayî navçeya Norşînê ye. Bi tirkî navê wî Yemişveren e. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. http://ku.wikipedia.org/wiki/Balekan,_Norşîn û bnr. Hezîn, b.n., r. 43.

[19] Camî: Molla Camî. Di perwerdehiya medreseyê de yek ji wan pirtûkên dawiyê ye. Pirtûkeke gelek girîng û giran e. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. M. Halil Çiçek, Şark Medreselerinin Serencâmı, weş. Beyan, İstanbul 2009, r. 46-70.

[20] Hezîn, b.n., r. 49.

[21] Hezîn, b.n., r. 68- 69.

[22] Hezîn, b.n., r. 83-84.

[23] Kamrûd: Kamrûd yan jî Karmuruna Jor. Gundekî girêdayî navçeya Azarpêrta bi ser Çewlîgê ye. Bi tirkî Hasbağlar Köyü. Ji bo agahiyên zêdetir bnr. http://ku.wikipedia.org/wiki/Karmuruna_Jor

[24] Hezîn, b.n., r. 88.

[25] Hezîn, b.n., r. 87.

[26] Hezîn, b.n, r. 99.

[27] Hezîn, b.n., r. 104.

[28] Hezîn, b.n., r. 106.

[29] Hezîn, b.n., r. 146.

[30] Er-rîsaletu’l-Erûdîyye: Yek ji pirtûka Hezîn e ku li ser behr û weznên helbestan, bi erebî hatiye nivîsandin. Nêzî 20 rûpel bûye. Dûre wenda bûye. Yakup Aykaç, “Hevpeyvîn: Seydayê Mela Husnî Hezîn”, mp3., 02.02.2014, Stenbol.

[31] El-Baqetu’r-Raqîe: Pirtûkeke li ser tesnîfkirina hedîsan bûye. Hezîn di wir de hedîsan wek meqbûl, merdûd, mutewatir, ehed û hwd. senifandine. Kêm zêde 20 rûpel bûye. Wekî Er-Rîsaletu‘l-Erûdiye bi erebî hatiye nivîsîn lê wenda bûye. Yakup Aykaç, “Hevpeyvîn: Seydayê Mela Husnî Hezîn”, mp3., 02.02.2014, Stenbol. 

[32] Hezîn, b.n., r. 146.

[33] Hezîn, b.n., r. 42. Ji bo agahiyên berfireh (naveroka van pirtûkan, rêbaza xwendina van, rêza pirtûkan û nivîskarê van) bnr. Mela Birhanê Tarînî, Medrese Ji Her Aliyî ve Medreseyên Me, weş. Şîn, Ankara 2011, r. 97-107.; Çiçek, b.n., r. 46-70.

[34] Ji bo van bajar û dewletan bnr. Mela Husnî Hezîn, Bîranînên Seydayê Mela Husnî, p.ç.  

[35] Em dikarin navê vê berhemê wek “Behreyê Yezdanê dilovan di şirovekirina sûreyê Însan de” wergerînin.

[36] Mewahib peyveke erebî ye û bi wateya “dayînên Xwedê, ew tiştê ku Xwedê ji mirov re dayê. Wateya din jî hobî, tiştên ku mirov gava wî karî dike kêfa wî/ê tê û hercar wî tiştî dike. Bi soranî behr dibêjin.”

[37] Neynika Rastî û Razan

[38] Rêber bo Jinan

[39] Kuliyata Biçûk

[40] Kuliyata Navîn

[41]  Kuliyata Mezîn

[42] Yakup Aykaç, “Hevpeyvîn: Seydayê Mela Husnî Hezîn”, mp3., 02.02. 2014, Stenbol.

[43] Gencîneya Veşartî

[44] Husnî Geçer El Hezîn, Fiqha Şafi'î, weşanxane û cih nîne.

[45] Mela Husnî Hezîn, Guldan, weş. Nûbihar, Stenbol 2007, r. 210.

[46] Ev pirtûk li ber destê me wekî muswedde heye. Bi programa wordê di forma A4ê de 160 rûpel e û bi tîpên latînî hatiye nivîsandin û hê çap nebûye.

[47] Seydayê Mela Husnî fotokopiyên muswedeyên beşa duyem ji me re di 08.04.2014ʼan de ji Stenbolê bi kargoyê şand.  

Yazar: Yakup Aykaç

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site