20:33 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 9


ÎroÎro : 177

meha rewacdarmeha rewacdar : 2662

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615579

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

HELBESTA “EŞQA WELAT” A

Çarşem - 13/11/2013 11:20
HELBESTA “EŞQA WELAT” A

HELBESTA “EŞQA WELAT” A

Zeriyêt wek sirmê kezî L’bêrî’l pê biznan dibezî Esqa welat! Esqa welat! Te cerg û mêlakê me pat Bo çi ji te em bûn cuda Me terk kirin lezzet û sefa

Zeriyêt wek sirmê kezî

L’bêrî’l pê biznan dibezî

Esqa welat! Esqa welat!

Te cerg û mêlakê me pat

Bo çi ji te em bûn cuda

Me terk kirin lezzet û sefa

Sahan kuçe dane geda

Hatin li bin xaniyê me da

Terka te kir bona Xweda

Esqa welat! Esqa welat!

Te cerg û mêlakê me pat

Kanî welatê serhedan

Sotim ewan atesgedan

Lewra ku gur bûne sivan

Dengê bilûran naliyan

Dengê hawaran gaziyan

Esqa welat! Esqa welat!

Te cerg û mêlakê me pat

Dengek tune solek ecîb

Em mane sergerdan xerib

Dûr bûn welatê dilfirîb

 

Carek dî, dê bite nesîb

Çûna li wî rebbê mûcîb

Esqa welat! Esqa welat!

Te cerg û mêlakê me pat

Dibêjin welat bo dijmin e

Ez sax bim qe mumkin e?

Xîret hamiyet zamîn e

Esqa wî mêhvanê min e

Qurban ji wî ra mergê min e.

Esqa welat! Esqa welat!

Te cerg û mêlakê me pat

 

Yazar: EVDIRREHÎM ZAPSÛ

Kaynak: nupelda

Son Haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site