15:58 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 295

meha rewacdarmeha rewacdar : 11440

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653303

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û HIZRA WÎ YA MODERDENÎZMÊ

Şemî - 20/10/2018 22:13
HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û HIZRA WÎ YA MODERDENÎZMÊ

HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û HIZRA WÎ YA MODERDENÎZMÊ

Di vê nivîsarê de tê armanckirin ku; fikra neteweparêziyê ziman e, di gelek rewşenbîran de netewparêzî bi zimanparêziyê ve xwe dide der ku yek ji van rewşenbîran Hecî Qadirê Koyî ye. Di civatekê de nivîskar ew kes in ku ji her kesî bêhtir nêzikî nirx û çanda neteweya xwe ne, ev yek jî ji ber nêz(ik)bûna wan a li zimên û mijûlbûna wan a bi zimên re pêk tê. Ji ziman heta bi dîroka hevpar em ê bidin rê û di ser hayjêbûnê re jî dahûrînê li gotin û bilêvkirina hest û boçûnên şa’îrê Kurd ê gewre, netewperwerekî romantik û welatparêz Hecî Qadirî Koyî(1815-1897) bikin. Koyî him şahidê tekçûna kurdan e him jî şahide şiyarbûna kurdan û netewperweriya kurd e. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixwe ye

HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û HIZRA WÎ YA MODERDENÎZMÊ

Doç.Dr. Vecihi SÖNMEZ[1]

KURTE

Di vê nivîsarê de tê armanckirin ku; fikra neteweparêziyê ziman e, di gelek rewşenbîran de netewparêzî bi zimanparêziyê ve xwe dide der ku yek ji van rewşenbîran Hecî Qadirê Koyî ye. Di civatekê de nivîskar ew kes in ku ji her kesî bêhtir nêzikî nirx û çanda neteweya xwe ne, ev yek jî ji ber nêz(ik)bûna wan a li zimên û mijûlbûna wan a bi zimên re pêk tê. Ji ziman heta bi dîroka hevpar em ê bidin rê û di ser hayjêbûnê re jî dahûrînê li gotin û bilêvkirina hest û boçûnên şa’îrê Kurd ê gewre, netewperwerekî romantik û welatparêz Hecî Qadirî Koyî(1815-1897) bikin. Koyî him şahidê tekçûna kurdan e him jî şahide şiyarbûna kurdan û netewperweriya kurd e. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixwe ye.

 

DESTPÊK

Herêmên ku dîroka çand û edebiyatê de xwedî mîraseke dewlemend in, hene. Em di heman demê de jî şopên vê mîrasê di gelek qadan de dibînin. Bi taybetî ku dema dînê îslamê tê van herêman hejmara medreseyan zêde dibe û bi vî awayî hejmara rewşenbîr û aliman jî zêde dibe. Em dikarin bibêjin ev rewş dibe sedema gihandina alim, hunermend û helbestvanên gîrîng. Yek ji van rewşenbîran jî Hecî Qadirê Koyî (1815-1897) ye ku di nav edebiyata modern ya Kurdî de jî helbestvanekî navdar e. Koyî helbestvanekî şoreşger û welatparêz e. Koyî di helbestê xwe de gelemperî li ser dijîtiya hin şêxan û çîna ruhban û dewletên dagirker nivîsandiye. Koyî di helbestê xwe de behsa fen û ilm û teknîk û pêşketinê bike jî di aliyê rêveberiyê de wek berê difikire. Ji bo rêveberiya Kurdistana serbixwe modela wî mîrektiyên kurdan ên feodal in.

Koyî, Xaniyê duyemîn e. Ji bo wêjeya kurmancan Ehmedê Xanî çi be ji ba soranan jî Koyî ew e. Li gorî Qanatê Kurdo, Koyî dema ji zarokên Bedirxaniyan re mamostetî dike bi rêya wan re di Xanî û berhemên wî nas dike û di bin tesîra wî de dimîne û wî ji xwe re dike pêşeng. Fikra Xanî ya ‘‘heta kurd hurmet nedin kurdî, tu car nabin netewe; lewre civaka kurd wî çaxî nikare xweyî li serpêhatiya paşerojê derkeve’’ dipejirîne û li gorî wê hereket dike. Koyî netewperwerekî romantik û welatparêz e. Meriv dikare bibêje Koyî evîndarê welêt, mîr û mîrtiyên kurdan ê berê ye.[2]

Piştî Xanî, teorîsyenê netewperweriya kurd ê duyemîn bêguman Koyî ye. Peyamên Xanî yê di mesnewiya Mem û Zîn de li ser netewperweriya kurd, yê herî pêşî dibîne Koyî ye. Ji bo hişyarbûna kurdên bakur û başûr şexsiyetetekî pir girîng e. Têvel medreseyên Kurdistanê perwerdehiya xwe kiriye û pişt re hatiye paytexta Osmaniyan Stenbolê, ketiye nav jiyana Stenbolê ya edebî û siyasî. Li wir tesîreke mezin hîştiye ser rewşenbîrên kurd ên vê heyamê.

 

  1. Jiyana Hecî Qadirê Koyî

Hecî Qadirê Koyî (1815-1897) bi mîladî di 1815an de li gundê Gorqeraçê ku dikeve başûrê rojavayê bajarê Koyê li başûrê Kurdistanê hatiye dine. Hecî Qadirê Koyî, navê wî Qadir yan Evdilqadir kurê mela Ehmed kurê mela Salih kurê mela Ehmed ê mezin e, dayîka wî jî (Fatê=Fatim) e, her wekî di malikeke xwe de dinvîse:

Bawkim Ahmed bû nawî fîkrim dê

Xelkî ladê bû daiykî min Fatê[3]

 

 Peyva “Hecî” ku pêşnavê wî ye ne ji ber çûna hecê ye, çunkî Koyî hec nekirî ye. Navê wî Qadir yan Ebdulqadir bûye û di heyva haciyan ji dayik bûye, lewma di zarokî de bi Hecî Qadir mexles peyda kiriye [4]. Koyî hêj zarok bûye û di nava pêçolkê de bûye bavê wî miriye ji ber ku ew feqîr û desteng bûne dayika wî û pêçolka wî rakiriye û çûne bajarê Koyê.  Li wir Koyî kêmek mezin bûye, dayika wî bi alîkariya hin zelamên baş û xêrxwazên bajarê Koyê   ew şandiye dibistanê. Paşê Hecî Qadir bûye feqî û li mizgefteke miftiyan mijûlî xwendina fiqha Îslamê û rêzimana Erebî bûye. Piştî wî jî çûye bal Mela Ehmedê Homergunbetî û zanista Îslamê xwendiye.[5] Piştre Koyî, wekî feqiyekî li çend cihan digere, wekî Hewlêr û navçeya Balekayetî, Silêmanî û paşê diçe Rojhilatê Kurdistanê; li Serdeşt, Sabilax û Şino, heta sala 1862an li wê derê dimîne û îcaza melatiyê distîne û paşê dizivire bajarê Koye. Li Koyê di encama gelek fişarên bi dare zorê û derekî û derûnî de Koyî diçe Stenbolê.[6] Li Stenbolê Koyî bûye nasê şervanên azadkirina Kurdistanê, çend salan bûye mamosteyê kurên Bedirxan Paşa di mala wî de bûye nasê berhema Ehmedê Xanî, romansa wî, Mem û Zîn xwendiye û dîbaceya wê gelekî bi wî xweş hatiye. Bîr û baweriya welatperwerî û neteweperweriya Ehmedê Xanî di dil û hişê wî de rûniştiye, bi vê ew dibe xemxurê gelê xwe. Helbestên xwe di derheqê rewşa gelê xwe û paşdemayîna wî de dinivîse. Di helbestên xwe de derdikeve gihorepana ronîkirina gel. Heta dawiya jiyana xwe li Stenbolê bûye, piştî emrekî dirêj ku zêde nalebar û zehmet bû ji bo wî û ji bo neteweya wî bextewerî bû, li Stenbolê sala1897 çûye ber rehma Xwedê[7].

Helbestvanê mezin Hecî Qadirê koyî di jiyana xwe de nezewiciye û zarokên wî çênebûne. Vê jî di malikeke xwe de dinivîse:

Her minim êsta warisî Îsa

Bê kur û mal û bê jin û meiwa[8]

 

Hecî Qadirê Koyî helbestvan û birewerekî neteweyî û kurdperwer bû. Ew li Stenbolê aşnayetî û dostatî digel malbata Bedirxan Paşa çêdike û li cem Bedirxaniyan dibaceya Ehmedê Xanî xwendiye. Herwiha wekî mamoste dersên kurdî ji zarokên malbata Bedirxaniyan re gotiye. Hecî bi tenê li 4 cihê helbestê xwe de navê xwe bi (Hecî Qadir) aniye, di hemî helbestê dî de, navê xwe bi (Hecî) aniye. Lewra gelek lêkolîner û nivîskarên kurd dema ku behsa helbestvanê navhatî dikin tenê dinivîsin “Hecî”.

 

  1. Helbestên Hecî Qadirê Koyî

     

    Hemû helbestên wî bi navê ‘‘Dîwana Hecî Qadirê Koyî’’ hatiye çapkirin. Di sala 1925an de li Bexdayê bi navê ‘‘Komeleya Şi’îren Hecî Qadir Koyî’’ komeleyek ava dibe û hin helbestên Koyî çap dikin. Li gorî vê komelê Koyî kurê Mele Ehmed e, di gundê Gorqeraçê de ji dayik bûye, ji eşîra Zengenê ye.[9] Koyî jî wek helbestvanên Soran; Nalî û Şêx Riza diçe Stenbolê, dikeve nav civaka wêjevan û helbestvanên Stenbolê. Pirî helbestvanên kurd ên vê heyamê farisiya xwe li ber destê Koyî xwendine. Celadet Bedirxan di gotara xwe ya bi navê ‘‘Klasîkê me’’ de, di derheqe Koyî de wiha dibêje: ‘‘Dîwaneke Hecî ya mezin heye, an hebû. Min dîwana wî dîtiye; bi destnivîseke hûr qedera 800 rûpelî hebû. Hecî dîwana xwe du nusxe nivîsandibû; nusxeke wê tirkan şewitandiye, heye ku nusxa din rojekê bikeve destê me.’’[10] Dîsa Celedet wiha dibêje: ‘‘Ez dikarim bibêjim min Hecî dîtiye, lê nikarim bibêjim ez Hecî nas dikim. Ji ber ku Hecî çû ber rehmetê ez hêj nû ketibûm ser lingan.[11]

    Helbestên Hecî ku zêdetir bi zimanê kurdî hatîne nivîsandin û hinek jî bi zimanê farisî hatîne nivîsandin, bi awayekî balkêş behsa siruşt û babetên civakî û pirsê neteweyî dike, lê pirsa herî girîng û pir balkêş ji helbestên Hecî de ku di heman demê de zêde kêm li serî hatiye helweste kirin, ew helbest in ku Hecî piştî awarebûnê wî li nîştimana xwe û akincîbûna wî li Stenbolê hatine nivîsandin.

    Rast e ew edebiyat e ya ku bi edebiyata menfa an jî bi edebiyata xurbet û xerîbî tê naskirin. Li ser astê cihanê rêyeke dîrokî û kevnar heye, herwiha li ser asta edebiyata kurdî jî halbesvanên dî hebûne ku xurbet û xerîbatî kirine nav helbestên xwe, dikarin helbestvanê mezin (Nalî) ku ew jî li Stenbolê koça dawî kiriye, bi pêşeng û serqafle navdar bikin digel ew babetên xerîbî yên li helbestên Hecî de şêwaz û taybetmendiyên xwe hene.

    Hecî ew helbest ku li Stenbolê nivîsandine, piştî koçkirina wî li başurê Kurdistanê belav kiriye, bi şêwazekî zeq û aşkere behsa dûrketna xwe li welat û kes û karêt xwe dike. Herwiha naveroka van helbestan tijî kirine, li peyvên cur bi cur ên weki: (sozî dil, xurbet, xerîbî, hîciran, yad, dûrî, fîraq, fîrqet, pestî, nale, nalîn, zarî, bêkesî, hawar, efxan, birjan, giriyan, qirçan, sefer, sirûşik, agirî cerig, eyamî cewanî, giriyey çaw, derdî dûrî û pîrî...). 

    Hecî Qadir dema ku li Koyê dijiya tenê helbestên evînî, sofîtî û tiştên wisa dinivîse. Di helbestên wî de tu netewîtî tunebû. Piştî ku Mem û Zînê dixwîne, dest bi helbestên netewî dike. Koyî helbestvanekî şoreşger û welatparêz e. Koyî di helbestên xwe de gelemperî li ser dijîtiya hin şêxan û çîna ruhban û dewletên dagirker nivîsandiye. Ji ber êrişên wî yên li ser hin şêxan navbera wî û hin şêxên Koyê xirab dibe, li ser vê diçê Stenbolê.

    Koyî di helbestên xwe de ne tene dijî çîna ruhbanan derdiçû, ew zêdetir jî dijî dewletên dagirker derdiket û hewl dida ji bo hişyarkirina netewa kurd. Li gorî Elaaddîn Seccadî guherîna naveroka helbestên Hecî û şêweya helbestên klasîk ev e: ‘‘vexwarina ava bîr û baweriyên Bedirxaniyan bû.’’Li gor Gîw Mukriyanî jî ev netewperweriya di Koyî û helbêstên wî de peyda bûye bi binemala Bedirxaniyan ve girê dide. Ev di beyta jêr de jî xuya ye:

    Bedirxanî li ser la çê le mew paş

    Le her lawe detanharin weku aş[12]

     

    Di vê helbestê de xuya dibe ku Bedirxanî li ciyê baweriyê ne û Hecî dibêje: ‘‘Ger Bedirxanî di qada xebat û şoreşê de biçin, dijmin wê wekî aşî dikêrin. Ji bo pêşxistina civaka kurd û serxwebûn û yekîtiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe dixebite.[13] Em dikarin bibêjin Koyî him netewperwerê kurd ê nûjen ê yekemîn e him jî modernistê wêjeya kurd ê yekemîn e. Koyî him şahidê tekçûna kurdan e him jî şahide şiyarbûna kurdan û netewperweriya kurd e. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixwe ye.[14]

    Hasanpour di bin vê sernavê de behsa serpêhatiya zaravayê Soranî ya wêjeyî dike û di wir de ser Koyî disekine. Li gor wî zaravayê Soranî di şexsiyeta Koyî de Ehemedê Xaniyê xwe afirandiye. Her çiqas wek berhemeke Koyî ya wek Mem û Zîna Xanî tunebe jî lê helbesta wî jî her tim teşvîkkirina welatpareziyê dike û bi gelemperî tê xwendin û berkirin. Wek selefê xwe Xanî, Koyî jî xwe fedayê geşedana zimanê xwe dike. Hassanpour di wir de li ser rewşa kurdî ya dijwar disekine û tengasiyên sedsala Hecî û Xanî muqayese dike. Ew şertên Xanî ji bo geşedana kurdî pêşve dibir yanî hebûna dewleteke kurd di serdema Koyî de jî pêk nehatibû. Di nava sedsala XIXan de pariyê mîrektiyê kurd ji holê hatibûn rakirin. Di vê demê de rewşa zaravayê soranî zêde ne baş bû, di demeke wiha de Koyî derdikeve holê û behsa ziman û netewperweriyê dike.[15]

     

  2. Statuya Zimanê Kurdî

    Koyî jî dizanibû ku kurdî zimanekî hatiye îhmalkirirn e, lê li gor Koyî, ji aliyê dewlemendiyê ve ji farsî ne kêmtir e:

     

    Melên fesahetî kurdî be farsî naga

    Belaxetêkî heye hîç zimanê naygate

    Le bête’esubî bêrewac û beha.[16]

     

    Koyî di wir de dibêje ku: ‘‘Nebêjin kurdî zimanekî narîn nîne wek Farisî, lê qet yek ziman wek kurdî narîn nîne. Di cihekî din de Koyî gazî çîna ruhban dike:

     

    Kurdî axir blê çî ye ‘eybî?

    Her kelamî heqqe niye ‘eybî

    Ya legel farsî çi ferqî heye

    Boçî ew rast e, boçî em kemiye?[17]

     

    Bêjin kêmasiya kurdî çiye? Tiştê bêkêmasî kelama Xweda ye. Çi ferqa kurdî, li farsî heye, çima yek rast e ya din xelet e.  

    Hecî, kêmpêşketina kurdî giredayî du sedeman dike. Yek ji wan ev e ku, piraniya şêx û melayên bi erebî û farisî nivîsandine û bi van zimanan ders dane û guh nedane pirsgirêkên zimanê xwe. Ya duyem jî ev e, paşdemayîna kurdan a ji aliyên zanistî û teknikî ve û fikra yekgirtî ye û dema çîna ruhban bêqeyd zimanê xwe yê zikmakî dibin, Hecî hêrs dibe û dibêje; şiklê perwerdehiya dînî geşedana zimanê kurdî qop dike

    Hassanpour di vê beşê de behsa geşedana ziman û helwesta Koyî dike. Ji bo geşedana ziman li ser pêşniyarên Koyî disekine. Ji bo Koyî nivîs û pirtûk çiqas girîng e derdixe ber çav û bala me dikşîne ser navaroka helbestên Hecî. Hasanpour di wir nîşan dide ku peyvên herî pir di helbestên Koyî de derbas dibin, ‘‘nivîs û pirtûk (nûsîn û kitêb) in.

     

    Ji Bo plansaziyê ‘‘Şûr û Pênûs’’

     

    Pênûs yanî perwerdehî û zanistî, ya din jî şûr; yanî dewlet û statû ye. Ew pêwistî di sedsala me de jî giraniya xwe diparêze.

     

  3. Modernîte Çi ye?

    Modernîte, navê organîzasyona pergala nirxên civakî ya li Ewrûpa nêzikî di sedsala XVIIan de derketiye holê û di nava demê de belavî cihanê bûye ye. Bi gelemperî kevneşopî digel dijberî û jêbûna wê; keseyatî, civakî û veguherandina hemû qadên jiyana polîtik an jî guherandina wan e. Li gorî Anthony Giddens ev wesfên modernîteyê dixe resen yek jî taybetiya vê ya bêdewamî ye. Modernîte, hemû qonaxên jiyana takekesî û civakî him kurahî him jî aliyekî berfireh pêçaye û guherandiye. Peywendarê modernbûn û modernizmê ye, lê têgiheke wek wan nîne. Peywendîke wan hebe jî di aliyê dîrokî û ifadekirina wateyî de li hev diqetin.

    Modernîte, hêza xwe ya felsefî li felsefeya ronakbûna sedsala XVIIIan standiye, hiş û mirov wek navend nîşan dide û jiyana civakî rasyonalîze dike, dînê di jiyana civakî de davêje paş û laîktiyê wek hêman dipejirîne. Biker û belavbûna hêzgirtina fikra azadiyê û navenda hemû van fikrên siyasî û felsefî ve wate digre. Wek kurtasî modernîte; bi aliyê fikrî heyama ronakbûnê ve, wek polîtîk Şoreşa Frensî ve û wek aborî jî girêdayî Şoreşa Pîşesaziyê ye.[18]

     

  4. Modernîteya Kurd

    Li gor me modernîteya kurd bi hatina Hecî Qadirê Koyî li Stenbolê dest pê dike. Yanî di 1839-1840an de dest pê dike. Paşê jî netewperwerê mîna Xelîl Xeylî, Hemzeyê Muksî, Ebdirehîm Rehmî Hekarî, Pîrêmerd, Cemîlpaşazade û bi Bedirxaniyan ve berdewam dike heta roja me. Modernîteya Kurd, modernîteyeke derengmayî ye. Çima derengmayî ye? Ger em modernîteya Rojava prototîp bigrin ku wî çaxî bersiva pirsa me yê derkeve holê. Modernîteya Rojava sedsala 17an dest pê dike û serbixwe ye. Yanî ne bi destê dewletê ne jî tenê bi destê rewşenbîran çêbûye û di nava xwe de totalîter e. Modernîte di Rojava de bi bilindbûna kapîtalizma aborî ve dest pê dike. Ji bo pêşketina vê netewe-dewlet civakeke rasyonalist û bûrjûva an jî çîna navîn lazim e. Di vê modernîteyê de takekesîtî derdikeve pêş û li hember ilm û fenê têkçuna otorîteya dînî çêdibe. Bi kurtasî mirov bibêje wiha ye sanayî û sekulerî pêwîste ji bona modernîteyeke zexm.[19]

    Ew tiştên me li jor behs kirin yek jî di modernîteya kurdan de tuneye. Ne netew-dewleta wan heye ne jî çîna wan a bûrjûva heye ne jî Kurdistan ji aliyê ilm û fenê ve pêşde çûye û ne jî sanayiya wê heye. Dîsa bingeha wê modernîzmê di nava gel de jî tune û hê jî otorîteya dînî têk neçûye. Modernîte ger lêgerîna kesayetiya kirdeyê be û ev bi têkçûna metafîzîkê gihîştibe merhaleya dawîn, yên derengmayî (xasma jî modernîteyên Rojhilatî) di ber vê têkçûnê re derbas bûne. Çi ye ku kevneşop di van de wek warekî hatiye parastin. Veqetandineke mezin çênebûye, serboriya kesayetiyê ya bi têkiliya ruh re ber bi çêbûna ‘‘kirde’yê ve nekemiliye. Lewma nakokiya van modernîzasyonan ev e: An li ser zemînekî bê praksîs (peyk, tetbîq, pratik) xwestine modernîteyê ava bikin an jî modernîteyê wek praksîsek dîtine ku li wê dere metafizik tu derb nexwariye.[20]

    Li gor Abbas Walî, entelijansiyaya kurd modernîteyê bi modernizmê re terîf dikin û li hember modernîteyê nêrîneke wan a pozîtîvîstî heye. Modernbûyinê bi tenê wek zanist, teknolojî hwd. terîf dikin.[21]

    Li gor Firat Aydinkaya, modernîzma kurd tuneye lê belê modernkerên kurd hene. Mixabin qet yekî wan modernkeran jî xwedî projeke civakî û amedekirina rêvebirineke fikrî û utopyaya civakî nînin. Li gorî berevajiya modernbûyina Ewrûpî hema hema di modernbûna kurd de qet di cihekî de bûrjûvazî tuneye. Heta çîna navîn jî nû, yanî; di serdema me de tev wê modernbûyinê dibe.

    Li gor Aydinkaya rola kovara Hawar û Celadet Elî Bedirxan li ser modernîteya kurd pir e. Ji bo wê Aydinkaya dibêje ku “heger dewleta Kemalîstan hebe Hawara kurdan heye.’’ Hawar ji bo civaka modern zimanekî standart û perwerdehî diafirîne û dizane ku heger ziman çênebe civak jî çênabe, ji bo wê gelekî li ser ziman disekine. Ji Koyî dest pê bikê heta Celadet li binhişiya modernîstên kurd de du tema hene: şûr û pênus. Ev retorîk di Xanî de jî heye. Ji bo pêşveçûna zimên dewletek lazim e, ev dewlet jî bê çek û ilm û fenê nayê avakirin. Celadet di helbesta xwe ya ‘‘Xencera min’’de ji bo serkeftin û parêza Qelemê li ser rola sîlehê disekine. Aydınkaya dibêje ku; mirov dikare metafora ‘‘Xencer’’ a Celadet muqayeseyî ‘‘Kêrik’’a Fanon bike. Bi rastî Fanon ji bo li dîji tunda mêtingeriyê, bi kêrikekî be jî divê mirov têkoşîn bide. Celadet jî wisa difikire, divê mirov her tim li dijî serdestan têkoşîna çekî bide.

    Bi kurtasî, modernîteya kurdan modernîteke derengmayî û kirdeya wê ne çînî ye li wir kirde rewşenbîrên aristokrat in.[22]

     

  5. Modernîteya Koyî

    Di modernîteya Koyî de teoriya mafên gelan ya Rojava tuneye. Di modernîteya Koyî de pêşveçûna ilm û fenî heye. Li ba Koyî Rojava li aliyên teknîk û fenê ve pêşve çûye, lewma niha serbixwe û azad in. Heke em dixwazin azad bin divê em jî bi aliyê ilm û fenê ve pêşve herin.

    Ehlî japon be fenn û sin’etî çak

    Seyrî çon Çînî girt û kirdiye xak[23]

     

    Ev beyt nêrîna Koyî ya li ser modernîzme bi zelalî derdixe ber çavan. Li vir dibêje bi saya ilm û teknîkê neteweke çil milyon (japon) dikare neteweke çarsed milyonî bigirta û wî bikira dîlê xwe.[24]

    Modernîteya Koyî ne wek modernîteya Rojava ye. Her çiqas Koyî demokatîkbûna şêweya jiyana kurd bixwaze jî demokrasiya wek a bûrjûva neafirandiye. Di Koyî de têgiha mîna serdestiya gel ya ku li Îngilistan, Fransa û Amerîkayê hatiye avakirin tuneye. Armanca wî ya bingehîn ne demokrasi ye; serxwebûn e. Li tevgerên Ermenî, Sirb û Bulxaran ên serxwebûniyên li dijî Osmaniyan îlham digire. Lê qala şoreşên Frensî yên di 1789 û 1848an nekiriye. Ji bo kurdan re bibe model behsa serhildana Sudanê (1881) dike. Lê behsa komîna Parîsê (1871) nake, ev di van heyaman de şoreşa civakî ya herî girîng e. Ev jî nîşan dide ku Koyî, ji şoreşa civakî an jî serdestiya modern zêdetir bi tevgerên azadiyê re eleqedar dibe.

     

    Bulxar û sirb û yonan, hem ermenî û qeretax

    Her pênceyan be te’dad (nifûs)nabin be qeddî (qasî) baban

    Her êke musteqîll in kullêkî dewlletêk in

    Sahîbî ceyş (artêş) û rayet, erkanî herb û meydan

    Hem heqayene ermen xîretkeşî yektir in.

    Wek ême nîn le gell yek de’wa biken be şîran

    Bo fennî herb û sen’et, bo zept û rebtî millet

    Deynêrine Urûpa gewre û biçûkî xoyan.[25]

     

    Ji van rêzikan jî diyar e ku Koyî serketina van netewan girêdayî bi xîretî, xebat, yekîtî û pêşveçûna teknikî dike. Dibê ev pênc netewe serhev weke serjimara Kurd nabe lê mixabin ev niha serbixwe ne lê em hê bindest in. Heger em jî bixebitin û li aliyê fen û ilmê ve Ewrûpa mînak bigrin em ê jî serdest bin. Ew fikrên Hecî ne dûrî fikrên rewşenbîrên Rojhilat ên vê dewrê ne. Him rewşenbîrên Osmaniyan him jî rewşenbîrên Rojhilatê ên wê dewrê wiha difikirîn. Dibêjin sedema paşdemayînan tiralî û bêxîretî ye. Rewşenbîrên vê dewrê yên wek Muhemmed Abduh, Cemaleddîn Efganî û Reşît Riza wiha difikirîn; li gor wan, pêşketina hevdem, rewşeke tabiî bû û ev yek di nav ayetên Quranê de jî hebûn. Ev fikrên reformîst rê li ber vedikir ku dema misilman bixwazin ji Ewrûpayê hin fikrên siyasî û hin dezgehên rêveberî werbigrin, karê wan dê hêsan bibe. Mesela bi vî awayî fikra otorîteya dewletê ya ku bi meramnameyekê sînor bûye (meşrûtiyet an jî cumhuriyet) di nav rewşenbîr û elîtên vê cografyayê de belav bûye.[26]

     

    Kiwa waliyî Senenduc, begzadey Rewanduz

    Kiwa hakimanî Baban, mîrî Cizîr û Botan

    Kiwa ew demey ke kurdan azad û serbexo bûn

    Sultanî mullk û millet, sahîbî ceyş û ‘irfan[27]

     

    Koyî perwerdehiyeke modern dixwaze, ji bo wê; dibê bila rojname û pirtûk werin derxistin û dîn di bin tesîra xurafeyan derkeve. Koyî ji wî alî ve ji bo civaka kurd jiyaneke demokratîk dixwaze. Ji aliyê mafên jinan jî pêşve çûye, dixwaze jin di dibistanên modern de bixwînin û perwerde bin. Koyî li ser şopa Xanî ve diçe û terîma ‘milla, milet’ dixe terîmeke etnîk û sekuler û kurdan ji netewên din vediqetîne. Dîsa têgiha ‘dewletê’ jî wek bikaranîna zimanê Rojava weke ‘statû’ dipejirîne. Wiha dibeje; zimanê kurdî di aliyê nivîsê de pir dewlemend nîne, divê rewşenbîr û nivîskarên kurd berhemên devkî berhev kin û têxin nîvîs. Koyî di vê fikra xwe de nêzikî romantîkên Ewrupayî difikire. Li gor romantîkên Ewrûpayî ziman û xwerûtiya teşeya jiyanê û ji bo şopandina wekxweyê, kevneşopiya devkî dinêrin. Lêkolînerên Rojava bi gelemperî cihê Koyî yê di nav projeya netewperweriyê de çavê xwe digrin û rola wî ya li ser netewperweriya kurdan nabînin. Tênê Edmonds, di qala Koyî dike di derheqe wî de wiha dibêje: ‘‘Koyî, mizgînvanekî teşeya netewperweriya kurdan ê nûjen e. Li vî alî ve Koyî ji Xanî diqete. Koyî li dijî paşverûtiya civaka kurd e, li dijî kevneşopê helwesteke tund digre. Huner û zanistên nû, teknolojiyen ragihandinê yên nû, belavkirina xwendin û nivîsandina zikmakî, perwerdehiya jinan, werger kirin li zimanên biyanî, derxistina rojname û pirtûk bi zimanê kurdî û zelalkirin û rizgarkirina dîn ji xurefeyan û demokratîkbûna jiyana kurd dixwaze û diparêze. Heger kurdayetiya Xanî mêr be, ya Koyî jin e. Teamulên wî yên demokratîk û xwastina wî ya ji bo jinan jî perwerdehiya zikmakî, kurdayetiya wî dixe modern. Ev nîşan dide ku Koyî modernîstê kurd ê yekemîn e û fikrên wî jî gelek pêşve çûye.[28]

    Mebesta dewleta Koyî ji ya Xanî cudatir e. Li Gor Koyî, damezrînerê dewleta kurd divê gel be. Ji bo vê armanca xwe pêk bîne gazî gel dike û dibê; “çekdar” bin. Serokê kevneşop ê berê di dewleta Koyî de tu cihê wan tuneye. Û gel dê cihê wan kesan sinordar ke.

    Li gor Alan, pêşketina Koyî di aliyê ilm û fenê de ji ya Xanî cûdatir e, yanî pêşketina Koyî maddî ye. Koyî li gorî dewrê difikire û hereket dike.[29]

    Li gorî Walî, nîşankirina Hassanpour li ser Koyî di cih de ye. Hassanpour dibê ku Koyî haydarê nûjeniya avakirina dewleteke kurd e. Ji bo vê Hasanpour wî wek pêşengê Kurdayetiyê dibîne. Her çiqas rehên wî bigihêje entelijensiya kevneşopa dînî jî Koyî di bin tesîra bûyerên siyasî û çandî de ye. Sekularîzma wî ya siyasî û çandî, nêrîna wî ya nûjen û têgihên wek; “gel”, “gelê kurd” ji bo îspatkirina wê bes in. Koyî, alîgiriya fikrên siyasî û rêbarên çandî di pêşerojê de cih bigre, kiriye. Li gorî Walî, wek kirdeyê di pêvajoya guherîna siyasî de têgiha “gelê kurd” cara pêşî Koyî derxistiye holê.

     

     

     

     

    ENCAM

    Di destpêka helbestvaniya Hecî Qadirê Koyî de helbestên netewehestî tunebûn. Piştî ku Mem û Zînê dixwîne dest bi helbestên netewî dike. Li gor me modernîteya kurd bi hatina Hecî Qadirê Koyî li Stenbolê dest pê dike. Yanî di 1839-1840an de dest pê dike.

     Koyî di helbestên xwe de behsa fen û ilm û teknîk û pêşketinê bike jî di aliyê rêveberiyê de wek berê difikire. Ji bo rêveberiya Kurdistana serbixwe modela wî mîrektiyên kurdan ên feodal in. Em eger hinek li ser naverok û armanca helbestên Koyî bisekinin wisa dibînin ku Koyî di helbestên xwe de li ser sê mijaran disekine, ev jî: evînî, komelayetî (civakî), nîştimanperwerî (neteweperwerî). Koyî wekî hemî helbestvanên dî di serî de li dergeha helbestên evînî çûye nav cihanê.

    Koyî di derdora dildarî de demek xwe xerîk dike piştî wê ji vê perdeyê derbas dibe û perdeyeke dî hildide ku halên civakî nîşan dide[30]. Helbestên Koyî li wê dewrê de zêdetir civakî ne û ku Koyî wekî şîretkarek hala xirabî û bê edaletî û paşkevtî miletê xwe destnîşan kiriye. Koyî bi wî awayî li nav civakê de tê û diçe. Ew ji vê jî derbas dibe û perdeke dî hildide û dikeve aliyekî dî ku ev jî cihana nîştiman û nîştimanperwerî ye. Di derbarê zimanê Kurdî de jî em dibînin ku Koyî gelek giringî pêdaye.

       Koyî xemxurekî miletê xwe bûye. Wî fam kiriye û gelek xem xwariye
    ji bo miletê xwe û bi hemî awayek wî xebat kiriye ji bo hişyar kirina wan.

     

     

     

    ÇAVKANÎ

     

    Alan, Remezan,  “Bendname, ‘‘ ‘Em’ di Eyna Dîrokê de’’, Weşanên Avesta, 2009 Stenbol.

    Alparslan Erdoğan, Kurdistan Post, “Romantik Bir Milliyetçi Hecî Qadirê Koyî”.

    Ezîzan, Herokol, ‘‘Klasîkê Me’’ Hawar, hejmar 33, sal 1. Cotmeh 1941.

    http://eu.kurdistan-post.eu/uploads/posts/2011-10/13_portre_haciqadri_koyi1.jpg

    http://tr.wikipedia.org/wiki/Modernite

    Hassanpour, Amîr, Li Kurdistanê de Zîman û Netewperwerî, Weşanên Avesta, çapa yekemîn 2005, İstanbul.

    Hilmî, Refîq, Şîir û Edebiyata Kurdî, çapa duyem, çapxana Aras, Hewlêr, 2010.

    Kovara Dîpnot, hejmar 1, Avrêl-Gulan-Pûşper, 2010.

    Kovara W, hejmar 21, Tîrmeh-Gelawêj 2008, Hevpeyvîn Reşîd Findî re.

    Kurdo, Qanatê, Tarîxa Edebiyata Kurdî, çapa yekem, Tîrmeh, 2010.

    Kurdo, Qanatê, Tarixa Edebiyata Kurdî, Özge yayınları,1992, Enqere.

    Qereçetanî, Kerîm Şerîf, Nexoşî û Girifte Derunî û Komelayetiyekan, çapa                                                                    duyem, çapxana Pêwend, Silêmanî, 2010.

    Seccadî, Alaaddîn, Mejuy Edebî Kurdî, , Ma’arif Pres, Bexda.

    Xeznedar, Meruf, Mêjûyî Edebî Kurdî, berga çarem, çapa duyem, çapxana Aras, Hewlêr 2010.

    Xeznedar, Merûf, Mejuy Edebî Kurdî, Ma’arif Pres, Bexda.

    Uzun, Mehmet, Destpêka Edebiyata Kurdî, , İthakî yayınları, çapa şeşemîn, Stanbol, 2008.

    Walî, Abbas, Rehên Netewperweriya Kurd, (di bin vê beşê de nivîsên Abbas Walî, Amîr Hassanpour û Martîn Van Bruinessen hene.)-Weşanên Avesta, çapa yekemîn 2005, İstanbul.

    Mîran, Serdar Hemîd & Şareza, Kerîm Mustefa. Dîwana Hacî Qadirê Koyî, şarekitêbî mîdiya, Sine 2007.



[1] Kargêrê Enstîtuya Kurdolojiyê ya Zanîngeha Wanê

[2] Erdoğan Alparslan, “Kurdistan Post-Romantik bir milliyetçi Hecî Qadirê Koyî”, http://eu.kurdistan-post.eu/uploads/posts/2011-10/13_portre_haciqadri_koyi1.jpg

[3] Dîwanî Hacî Qadirî Koyî, lêkolînewe û lêkdanewey: Serdar Hemîd Mîran û Kerîm Mistefa Şareza, pêdaçûnewey: Masûd Mihemmed, Sine, 2707 î hetawî.

[4] Maruf Xeznedar, Mêjûyî Edebî Kurdî. Berga 4, r.131.

[5] Qenatê Kurdo, Tarîxa Edebiyata Kurdî. çapa yekemîn.Tîrmeh 2010, r.264

[6] Ebdula Yasîn Elî Emêdî, Peydabûnî Rexney Edebî li Şîirî Kilasîkî Kurdî de Ta Cengî Gêtî Yekem, Nameya Master, Zanîngeha Silahedîn – Kolêja Edebyat, Hewlêr 1989, r.118.

[7] Xeznedar, b. n., r.134.

[8] Gîwî Mukiriyanî, Hacî Qadirî Koyî, çapî 3, Hewlêr, 1969.

[9]Herokol Ezîzan, ‘‘Klasîkê Me’’ Hawar, hejmar 33 sal 1 Cotmeh 1941.

[10]Ezizan, b.n.

[11]Ezizan, b. n.

[12]Dîwana Hecî Qadirê Koyî, http://www.nefel.com/., 05. 05. 2015.

[13]Mukriyanî, b.n.

[14] Kerîm Şerîf Qereçetanî, Nexoşî û Girifte Derûnî û Komelayetîyekan, çapa duyem, çapxana Pêwend, Silêmanî, 2010.

[15] Amîr Hassanpour, Li Kurdistanê de Zîman û Netewperwerî, Weşanên Avesta, çapa yekemîn 2005, İstanbul

[16] Dîwana Hecî Qadirê Koyî, http://www.nefel.com/., 05. 05. 2015.

[17] http://www.nefel.com/., 05. 05. 2015.

[20] Hassanpour b. n.

[21] Abbas Walî, Rehên Netewperweriya Kurd, (Di bin vê beşê de nivîsên Abbas Walî, Amîr Hassanpour û Martîn Van Bruinessen hene.), Weşanên Avesta, çapa yekemîn, Stenbol, 2005.

[22]Remezan Alan, Bendname, “ ‘Em’ di Eyna Dîrokê de’’ , Weşanên Avesta, 2009 Stenbol.

[23]Mîran &Şareza, b.n.

[24]Walî, b. n.

[25]Mîran &Şareza, b.n.

[26] Bnr., Xeznedar, b. n.

[27] Bnr., Elaeddîn Seccadî, Mejûy Edebî Kurdî, Ma’arif Pres, Bexda; Mîran &Şareza, b. n.

[28] Bnr., Walî, b. n.

[29] Bnr., Walî, b.n.

[30] Elaedîn Seccadî, Mêjuyî Edebî Kurdî, bilavkirîya Kurdistan, çapa 2, r.344

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site