14:44 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 1


ÎroÎro : 237

meha rewacdarmeha rewacdar : 5188

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662462

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

GULDESTEYEK JI ŞÎRETÊN EHMEDÊ XANÎ

Yekşem - 07/12/2014 18:35
GULDESTEYEK JI ŞÎRETÊN EHMEDÊ XANÎ

GULDESTEYEK JI ŞÎRETÊN EHMEDÊ XANÎ

Şîretên alim û zanayan, feylesof û hekîman netîceyên tecrubeyên salan, fikrên kûr û dirêj, û îlhamên menewî ne. Bo vê yekê, ev şîret li cem mirovan ji zêr û zîvan gellekî bi qîmettir in. Ev şîret ne mal û milkê heremekê an jî neteweyekê ne, ew dibin milkê hemî neteweyan; hemî kes ji wan feyde dibîne û guh dide wan.

Şîretên alim û zanayan, feylesof û hekîman netîceyên tecrubeyên salan, fikrên kûr û dirêj, û îlhamên menewî ne. Bo vê yekê, ev şîret li cem mirovan ji zêr û zîvan gellekî bi qîmettir in. Ev şîret ne mal û milkê heremekê an jî neteweyekê ne, ew dibin milkê hemî neteweyan; hemî kes ji wan feyde dibîne û guh dide wan.

Vêca Ehmedê Xanî weke alimek û zanayekî, weke feylesofek û hekîmekî tecrube û serpêhatiyên xwe, fikr û ramanên xwe bi muhreke Kurdî bi hemî neteweyên dinyayê re hevpar kirine.

Em ê di vê nivîsê de guldesteyeke şîretên Ehmedê Xanî pêşkêşî we bikin û li ser wan kûr û dûr bifikirin ka gelo em ê karibin ji wan ibret û dersan bigirin. Me ev guldeste ji berhema Xanî ya bi navê Nûbihara Biçûkan girtine. Nûbihar di eslê xwe de ferhengokeke Erebî-Kurdî ye. Belê di serê vê berhemê de Ehmedê Xanî hinekî behsa bîr û baweriyên Îslamiyetê kirine û wekî dîtir di serê her feslekê/beşekê de şîretbeytek nivîsandiye. Me jî got em ê van beytan bi we re hevpar bikin.

 

  1. Ders û Sipartek

Wekî xwendevan dersa xwe dibîne û vedigere malê, pêwiste ku li malê derê kitêba xwe veke, dersa ku wê rojê dîtî dubare bike û di hişê xwe de pipêjîne. Ger xwendevan li ser vê rêz û bazê xwendina xwe bidomîne wê serfiraz bibe û di nav heval û hogirên xwe de nav bide û were naskirin. Weharenge wê bibe mirovek navdar. Belê heger derê kitêbê ji dersê heta dersê veke ew ne serfiraz dibe û ne jî wê kesek berê xwe bidiyê û wî bixe cihê hurmet û nasiyê de. Ehmedê Xanî ev me‘ne bi vî awayî bi me daye zanîn:

Hetta tu dewr û dersan nekî tekrar û mesrûf

Di dinyaê tu nabî ne meşhûr û ne me‘rûf[1]

 

2-Arif û Zana Kî ye?

Alim û zanayê ku di civakê de bi qencî tê zanîn û bi vî wesfî tê naskirin, lazime nerm be, ne hişk be; lazim e bêhnfireh be, ne bêhnteng be û lazime ku di heddê xwe de be, ji heddê xwe dernekeve. Kengî di van wesfan de sistî kir û ji rêbaza xwe derket wî çaxî baweriya xwe dişkîne û êdî nikare berê mirovan bide qenciyê. Jixwe wê deme mirov jî hew bi ya wî dikin. Ev şîret bi vê beytê hatiye kirin:

Arifê ku bi qencî me‘rûfî bit

Dê helîm û sabir û mewqûfî bit.[2]

 

3-Lezkirina Gihiştina Armancê

Mirovê bê armanc û bê meqsed bijî jî, ji wî re nayê gotin dijî. Belê, ger armanc û hedefeke wî hebe, lazime sistayîtiyê neke û bilez û bez baskê ve pêşde here, yan na nagihêjê. Weharenge mirovê me‘bûdek wî hebe ku jêre ibadet dike ye, lazime herdem di emr û fermana wî de be, tu cara ji emrê wî dernekeve û fermanên wî îhmal neke. Bo vê me‘neyê jî Xanî wiha gotiye:

Ger dê te meqsûdek hebî lazim divê lê pê bilez

Xesma te me‘bûdek hebî daim di emrê wî bibez[3]

 

4-Kubarî

Kibr an jî kubarî wesfê herî bêhnpîs û ne layiqê mirovan e. Kubarî, qebûlnekirina heqiyê û biçûkdîtina mirovan e. Kesê ku heqiyê bizane, lê belê digel vê qebûl neke, ji wî re kubar tê gotin. Weharenge kesê ku mirovan biçûk bibîne û xwe ji wan mezintir nişan bide û wan jar û zelîl bike, ji wî kesî re jî kubar tê gotin. Mirovê kubar ji Xweda Teala dûre. Bo vê yekê, Xweda mirovên kubar hidayet nake û dilê wan ji îmanê re fireh nake. Di vê beyta jêr de Xanî bang dike kesên kubar û ji wan re dibêje: Ey ew kesê ku kubarî ji xwe ra kiriye merkeb û lê siwar bûye! Tu pêşiyê herfa (b) ya di bêjeya (kibr) de ye, biqulbîne herfa (y) û piştre lê siwar bibe.

Ey ku te kibr daim kirye ji bo xwu merkeb

Ewwel tu “bê” bike “yê” paşî bigêre merkeb[4]

 

5-Şêxanî, Sofîtî û Keramet

Ev her sê termên li jorê zehftirîn ew term in ku bi wan mirov dixapin têne hesabê. Gellek mirovên dilreş hene ku neqencî û dilreşiya xwe bi van terman dinixwimînin û bi wan mirovên nezan an jî yên xafil dixapînin û bi navê dîn dinyaya xwe dixwin. Bo vêyekê, Xanî xwestiye ku vê şîretê li mirovan bike ku bizanin şêxanî û sofîtî û keramet ne bi şikl û çek û şaşikan e, lê belê me‘neya van terman a rast, ilm û zaneyî û xwendin û emelpêkirin e. Heger te xilwet bivê, here hicrê, cihê xwendin û fêrbûnê; heke te terîqeta rast bivê, rasterast berê xwe bide şerîeta Xwedê, ku ew e terîqet.  

Şeyx û sofîtî û keramet ilm xwendin û hem emel

Xilwete hucre, terîqete şerîet bêxelel.[5]

 

6-Virr û Derew

Ji rastgotin û dirustahiyê qenctir û baştir sifet tuneye. Weharenge ji derew û virran pîstir, qirêjtir sifet jî tuneye. Bo vê yekê, mimkine ku mirovê bawermend ê bawerî bi heyîna Xweda anî û bawerî bi heyîna axîretê anî bikeve şaşîtiya diziyê, xeybetê û fehşê, belê ew nakeve şaşîtiya gotina nerast û gotinên derew. Ji bo vê yekê Xanî dibêje: Heger tu bixwazî bibî mezin û rêberê gelê xwe, û gotina te di civakê de meqbûl û muteber be, tu caran derewan neke welew ku tu bizanî dê tê bibî qet qet û perçe perçe, cardî jî derewan neke. 

Ger te divêtin tu bibî mîr û ser û muteber

Kizb û xîlafî mebêj ger te bikin ker bi ker.[6]

 

7-Têkiliya Bi Dinyayê re

Dinya weke xana rêwiyan e, ne cihê war û seknê ye. Dinya welatê xurbet û biyaniyê ye, ne welatê eslî û rastîn e. Bo vê yekê, lazime mirov bi vî çavî li jiyana dinyayê meyze bike û berê xwe bide jiyana ebedî û ji bo bidestxistinâ wê bifikire û kar û bar bike. Rutba herî bilind û mezin ev e. Bo vê me‘neyê Xanî dibêje heçî kesê destê xwe ji dewa kirasê dinyayê berde, yanî xwe jê dûr bike, bê guman merteba wî di nav mirovan de bilind dibe.

Herçî ku ji dunyaê berdeişte damen bû

Bê şubhe di nêv amê evreişte gerden bû[7]

 

8-Ilm û Emel

Ilm wesfê Xweda Teala ye, navek ji navên Wî ye. Ji bo mirovan jî merteba herî bilind e. Belê ilm û zanebûn wê demê bi qîmet e heger ku pêre emel hebe. Ilmê ku pê re emel nebe ew bêfeyde ye. Lewra ew alimê ku bi ilmê xwe emel neke, roja qiyametê berî putperestan têne ezabdan.

Ger te bivêtin ku beraber nebitin kes bi te ra

Ilmî bixwûn hem emelî bike senet ji xwe ra[8]

 

9-Ilim Serwet e

Serwet û dewlemendiya herî mezin zanebûn e. Zaneyî mirovan ji dereca heywanan derdixe û bi çeng û baz dike wan difirîne baskî Xweda Teala ve. Zanebûn ne tenê ji bo mirovan dibe sedema bilindbûn û pêşveçûnê, weharenge se û kûçikên hatine perwerdekirin û bûne zana, di mijara xwe da jî mîna kuçikên nêçîrê û yên ji aliyên hêzên ewleyiyê ve hatine perwerdekirin û têne bikaranîn, ji hemcinsên xwe bilindtir û biqedirtir dibin.

Herçî kesê ilmekî qenc xwendiye

Dewlete ger wî bi esil zaniye[9]

 

10-Bihar û Dîlber

Xweda Teala di biharê de roneqek bêhemta dide dinyayê, sirûşteke bisihir derdikeve meydanê, çavan bel û beq dihêle, jiyan xwe nû dike, ew giya, gul, çîçek, dar û heywan û teyrikên mirî ji nû ve sax dibin, komî mehşerê dibin. Wekî dîtir, insan li ser rûyê erdê bi hezjêkirin û mihebbet û işqê heye, lew ku bê vê jiyan tirş û tehl e, bê tame. Vêca heke Xweda Teala mehbûbek hezjêkerek kire nesîbê te û tu pê nimetdar kirî, di biharê de bi evîndar û evîndarê xwe re here geştê, şukrê vê nimetê bike, ez bawerim ku ev rewş weke ku li min gelek xweş hatî, wê li te jî gelek xweş were.

Di fesla nûbiharê da digel dîlber biçin geştê

Ji wê xweştir umur nabit ev hal li min qewî xweş tê.[10]

 

11-Dilê Mamoste û Dilê Şakird

Têkiliya mamoste û xwndekaran têkiliyeke pîroz û miqeddes e; heta tê gotin ku dereceya mamosteyan di ser dereceya bavan re ye; lewra feydeya bavî fanî ye, belê feydeya mamoste baqî ye. Vêca dema ku mamoste xwendekarî perwerde dike, lazime ji bona zehmetî û êşa ku xwendekar ji bona hînbûnê dikişîne mamoste ne dilnazik be, bila dilhişk be mîna kevir; belê ji aliyê dîtir ve lazime dile xwendekarî weke deştekî fireh be û her tiştî qebûlê xwe bike ku di pêşerojê de serfiraz bibe.

Muellim bila dil wekî ber bitin

Divêtin ku şakird dil ber bitin.[11]

Xanî di helbesteke xwe de, cî dide beyteke ku me‘neya vê beytê temam dike û dibêje: Heke xwendekar û şakird ne qabilê ilm û feyzê be, hikmet û zanebûna alim û mamosteyî tesîrê lê nake:

Talibê ilm û kemalê nebitin qabilê feyz

Hikmet û terbiyeta alimê dana çi biket[12]

Di encama van rêzên reşbelek de ez Ehmedê Xanî bi rêz û hurmet yad dikim, hêvî dikim ku Xweda Teala me ji xêra wî mehrûm neke û Xweda Teala me û wî bi cîrantiya Hz. Muhemmed serbilind û şa bike.



[1] Ehmedê Xanî, Nûbihara Piçûkan (Digel kitêba Mecmeu’l-Enhar fî Şerhi Kitabî Nûbihar ya Zeynulabidîn el-Amedî) Teksîra destxeta şarihî sala 1410’ê hicrî, r. 8

[2] Ehmedê Xanî, Nûbihara Piçûkan, r. 23.

[3] H. b. r. 25.

[4] H.b. r. 29.

[5] Ehmedê Xanî, Nûbihara Piçûkan, r. 31.

[6] H.b. r. 36.

[7] H.b. r. 40

[8]  Ehmedê Xanî, Nûbihara Piçûkan, r. 43.

[9]  H.b. r. 45.

[10] H.b. r. 47.

[11] Ehmedê Xanî, Nûbihara Piçûkan, r. 50.

[12]Tehsîn İbrahim Doskî, Cewahîru’l-Meanî fî Şerhi Dîwani Ehmed el-Xanî, weş: Sipîrêz, Dihok, 2005, r. 123.

Yazar: Ebdulhadî BOTÎ

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site