13:39 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 28


ÎroÎro : 306

meha rewacdarmeha rewacdar : 4622

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600669

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Di Şekilgirtina Sûdanê De Rola Kurdan û

Yekşem - 05/10/2014 14:37
Di Şekilgirtina Sûdanê De Rola Kurdan û

Di Şekilgirtina Sûdanê De Rola Kurdan û

Gelo çi têkiliya Kurdan bi Sûdanê re heye? Îcar Kurdîstan ji ku derket? Kurd, ji kînga ve li vî welatî ne? Hin vekolîn dibêjin ji heyama Medan û bi vî alî ve, hin dibêjin, ji heyama Selahaddînê Eyyûbî û pê ve û hin jî dibêjin ji heyama Mihemmed Eliyê Qawalayî û bi vî alî ve Kurd li wir bi cî bûne. Gelo di vê mijarê de rastî çi ye yan jî kîjan e? Dê di vê vekolînê de, bersivên van pirsan werin dayîn û rastiya mijarê dê bi we xwendevanan re were parve kirin.

Di Şekilgirtina Sûdanê De Rola Kurdan û

Kurdîstana Sûdanê

Ahmet DEMİR

DESTPÊK

Gelo çi têkiliya Kurdan bi Sûdanê re heye? Îcar Kurdîstan ji ku derket? Kurd, ji kînga ve li vî welatî ne? Hin vekolîn dibêjin ji heyama Medan û bi vî alî ve, hin dibêjin, ji heyama Selahaddînê Eyyûbî û pê ve û hin jî dibêjin ji heyama Mihemmed Eliyê Qawalayî û bi vî alî ve Kurd li wir bi cî bûne. Gelo di vê mijarê de rastî çi ye yan jî kîjan e? Dê di vê vekolînê de, bersivên van pirsan werin dayîn û rastiya mijarê dê bi we xwendevanan re were parve kirin.

Di destpêka nivîsê de dê danasîna erdnîgariya Sûdanê were kirin. Dû ra jî peywendiyên Kurdan bi Sûdanê re çawa dest pê kirin û çawa geş bûn, Kurd li wir çawa bi cî û war bûn, dê bi awayekî hûrgulî were şîrovekirin.

Komara Sûdanê, di warê firehtira qadê de dewleta sêyemîn a Efrîqayê ye. Paytextê wê Xurtûm e. Sûdan, li rojhilata Efrîqayê cî digre. Ev dewlet, bi aliyê bakur ve bi Misirê re, bi aliyê rojhilata bakur ve bi Deryaya Sor re, bi aliyê rojhilat ve bi Etîyopya û Erîtreyê re, bi aliyê başûr ve bi Sûdana Başûr re, bi aliyê rojava ve bi Komara Efrîqaya Navîn re û bi aliyê rojavaya bakur ve bi Lîbyayê re dorpêçkirî ye.

Çemê Nîlê, bi navên Sûdana Başûr û ya Bakur, Sûdan kiriye du beş. Çemê Spî û yê Şîn, li nêzî Herêma Rafediyeya Xurtûmê, tevlî hev dibin. Newala Nîlê di nava Sûdanê re derbas dibe ku ev di têkiliyên bi derve re yên çandî û aborî yên vê dewletê de, roleke mezin dilîze.

Mirov, ji berî zayînê pênc hezar sal û bi vî alî ve li Sûdanê dijîn. Ev dewlet, bi mezinbûna rûpîvana xwe ve ku derdora 1886 mîlyon km2 ye, 16. dewleta herî fireh a cîhanê ye. Sûdan, di sala 2011an de wekî du beşan; ji hev veqetiya û bi vê ji hev veqetînê ve payeya mezinbûna rûpîvana li Efrîqayê, ji destê wê derket (bû sêyemîn mezintir), derbasî Gezayîrê bû. Sûdan, ji aliyê gelheyê ve jî, bi 30.9 mîlyonan va di cîhanê de di rêza 40. de ye.

Ziman: Li vê dewletê zimanê fermî û perwerdeyê Erebî ye. Digel ji aliyê gelek kesan ve zanîna Erebî, zimanê piraniya gel, ne Erebî ye. Zimanên wekî Nuyayî, Fûrî, Nûbanî, Ingessanayî û Kurdî jî tên axaftin.

Dînê Fermî: Li Sûdanê keşê fermî Îslam e; ji 90 % xelk Misilman e. Yên mayî Anîmîzm û Xiristiyanên Qiptî û yên Ortodoks in. Piraniya Misilmanan li wir Sunnî ne û Sunnî jî Şafî û Malîkî ne.1

JI ALIYÊ KURDAN VE FETIHKIRIN û MISILMANKIRINA SÛDANÊ

Bila bê zanîn ku, di mêjû de dema qala Sûdanê tê kirin, armanc qadeke ji Sûdana îro pirr pirr firehtir e. Dema Misilman cara pêşî çûn Efrîqayê, ji qeraxa Deryaya Sor heya qeraxa Efrîqaya Rojavayê, ji wê qada fireh giş ra, gotin “Biladu’s Sûdan / Welatê Reşan”. Dû ra ev bêjeya “Bîlad”ê jî hat avêtin û bes “Sûdan” ma. Ango Sûdana îro ya fermî, Sûdana mezin a mêjûyî ne, hew Sûdana Rojhilat a mêjûyî îfade dike.

Wekî tê zanîn Misir, di sala 639î de ji aliyê Amr lawê As ve hat zeftkirin. Misilmanên ku li Misirê bi cî û war bûn, di destpêkê de, wekî bazirganan çûn Sûdanê û Misilmantî li wir dan naskirin. Ji xelkê wê herêmê beşekê, di wê heyamê de Misilmantî qebûl kir; lê pirraniya wan ev keşê nuh nepejirandin û Xiristiyan man.

Her çiqas Misilmanan ji sedsala heftan û vir da hewl didan ku Misilmantiyê li Sûdanê belav bikin û vî welatî têxin nav rêvebiriya Misilmanan jî, di vî warî de heya sedsala XII. bi ser neketin. Ev fetîh di sala 1172î de ji aliyê Eyyûbiyan va hate verast kirin.

Sultan Selahaddîn Yûsuf, di vê salê de birayê xwe yî mezin Şemsuddewle Toran Şah, bi fermandariya artêşekê dişîne ser Sûdanê. Di wê heyamê de, ji Sûdana Îro ra “Nûbe” dihat gotin û ev Nûbe li başûrê Misira Başûr (Seîd) bû. Li wir Keyaniyeke Xiristiyan hebû. Vê Keyaniyê, piştgirî dida dijberên Selahaddînê Eyyûbî yên li Seîdê. Keyê Nûbeyê jî car caran êrîşî vê herêma Eyyûbiyan dikir.2

Di vê peywendê de, komek ji Nûbeyiyan / Sûdaniyan di sala 1172an de ber bi welatê Eyyûbiyan va hat û êrîşî Seîdê kir. Di vê êrîşê de gelek gundên bi Eyyûbiyan ve girêdayî, bi destên Nûbeyiyan hatin talankirin.

Çaxa ku Selahaddînê Eyyûbî bi van êrîş û piştgirî dayîna dijberên Eyyûbiyan a Nûbeyiyan dihese, derhal artêşekê amade dike û bi ser Nûbeyiyên/Sûdaniyên talanker de dişîne. Artêşa Eyyûbiyan dihere û dikeve nav axa Sûdanê. Artêşa Sûdanê jî tê li hember artêşa Eyyûbiyan disekine. Di navbera van her du artêşan de şerekî dijwar diqewime. Ji herdu aliyan gelek leşker tên kuştin. Ji ber ku artêşa Nûbeyiyan xurt û ji ya Eyyûbiyan qelebalixtir bû û ya Eyyûbiyan ji dûr hatibû û ti aligirên Eyyûbiyan li wê herêmê tunebûn, Sûdanî bi ser ketin, Eyyûbî bi xisareke mezin têk çûn.

Dema ku Siltan Selahaddîn ji vê têkçûnê û zayîatê haydar dibe, bê rawestin, artêşeke saxlem amade dike; birayê xwe yî mezin Şemsuddewle Toran Şah dike fermandarê wê û di Cemaziyelewwela 568î de (Kanûna 1172) bi ser Sûdanê ve dişîne.3 Ev artêş ewqas bi heybet û hêzdar bû ku, Sûdaniyan newêrîbûn derkevin pêşberî vê artêşa Eyyûbiyan; û bi neçarî reviyan. Li ser vê revîna artêşa Xiristiyanan, artêşa Misilmanan jî hema bi lez da dû wan. Leşkerên Eyyûbiyan, ku ji wê artêşê kî girtin, kuştin. Bi vî awayî gelek leşkerên Sûdaniyan bi destê leşkerên Eyyûbiyan va ji holê hatin rakirin.4 Mîrzadeyê Eyyûbiyan Şemsuddewle Toran Şah, bi vê serkeftinê ve, ji rojhilatê heya rojava, welatê Sûdanê seranser bi destxist.

Li welatê Sûdanê bi navê “Îbrîm”ê kelayek hebû ku Toran Şah, piştî têkoşîneke giran, ev kela jî zeft kir, ji xwe re kir navend û demekê li wir ma. Mîrzadeyê Eyyûbiyan, welatên ku nuh bi destdixistin, li vî bajarî bi rê ve birin.

Piştî demekê hat dîtin û fehmkirin ku dahatên vî welatî kêm in, bacên ku tên berevkirin hindik in û ev welat bi xwe muhtacî alîkariyê ye. Mîrzadeyê Eyyûbiyan ji vê rewşê aciz bû. Ji girêdayiyên xwe Kurdekî bi navê Brahîm hildibijart û li dewsa

Wêne 2: Bi Kincên Xwe Yên Neteweyî Ve Kurdekî Sûdanê

Wêne 1: Li Sûdanê Dîmenek Ji Warên Kurdan

xwe li wir hişt. Ango Kela Îbrîmê radestî vî Brahîmî kir; bi xwe jî barî bajarê Kûsê yê Misirê kir. Piştî çûyîna Kûsê, Şemsuddewle Toran Şah li Misirê gelek Kurdan kom dike û ji bo piştgirî û alîkariyê dişîne Sûdanê cem Brahîm. Bi demê re him jimara Kurdên Sûdanê û him jî dewlemendiya wan pirr zêde dibe. Bi vê zêdebûn û dewlemendiyê, hêza Kurdan xurt dibe û dest bi êrîşa doraliyên Sûdanê dikin.5

Li dû demekê, baweriya Sûdaniyan pê hat ku Şemsuddewle Toran Şah bi rastîn ji Sûdanê vekişiyaye, hingê leşkerên xwe berev kirin, bi ser erdên xwe yên ku ketine destên Eyyûbiyan de meşiyan û beşeka mezin zeft kirin. Keyayê Sûdanê, piştî van serkeftinan ji Şemsuddewle Toran Şah ra ku wê çaxê hîn li Kûsê bû, qasidek şand û jê aşîtî xwest. Şemsuddewle Toran Şah, li dû qebûl kirina qasidê keya, qasidekî xwe ku navê wî Mesûd bû, bi qasidê keyayê Sûdanê re, şand û bi navgîniya wî, ji keya ra bersiveke wiha da:

Heke hûn bacê bidin, wê aşîtî pêk were!”

Şandiyê Şemsuddewle Toran Şah, dema ku gihîşt paytextê Sûdanê yê wê demê ku navê wê “Dûnqûla” bû, dît û fehm kir ku ev der, welatekî zêdetir xizan e û xelkê wê, bêyî gêris, ti xwarinê nizane. Digel gêris, hinek jî xurmeyên wan hebûn. Hemû xwarinên wan, ji nanê gêris û xurmeyan hatibûn çêkirin.

Li paytextê Sûdaniyan Dûnqûlayê avahiyeke mezin bi tenê hebû; ew jî Seraya Keyayî bû. Îcar berevajî vê, xelkê wê derê giş, di xanîk û şikeftan de dijiyan.

Abu’l Farac, dîtineke Qasid Mesûd ya li Sûdanê, wiha radiguhêze:

Min rojekê dît ku Keyayê Nûbeyê şilf û tazî ji qesra xwe derket derva û li hespeke tazî siwar bû. Dû ra, keyê parçeyek etlez avêt ser pişta xwe û bi awayekî serqot / sernenixumandî dest bi gerê gir. Dema ku ez nêzê bûm û min silav lê da, keya keniya û dû ra ferman da û li ser serê min textekî mîna xaçê şewitandin. Dû ra, bi qasî 50 lîtiran tene dan min û destûr û fermana birêkirina min da.”6

Di sala 569 / 1173an de rewş guherî, dev ji bac standinê hat berdan û Şemsuddewle Toran Şah rasterast ji bo zeftkirina Sûdanê sefereke din li dar xist. Bi artêşeke xurt berê xwe da welatên başûr. Eyyûbiyan bi vê seferê hemû welatên başûr zeft kirin û li ser niştecihên wan welatan, serweriya xwe da pejirandin.7 Bi vî awayî cara dawî, Sûdan û girêdayiyên , bi yek va û rasteqînane bi serweriya Eyyûbiyan va hatin girêdan.

Li gor bûyerên dîrokî yên ku li wir qewimîne, xuya dike ku ev desthilatdariya Eyyûbiyan li wir demeke dirêj dewam kiriye. Dem hat, piştî ku li Misirê Dewleta Eyyûbîyan têk çû, Dewleta Memlûkiyan ava bû. Di vê gengeşiyê de li Sûdanê jî hin pirsgirêk û tevlihevî çêbûn. Li ser wan aloziyan serwerê Memlûkiyan Baybars çû vî welatî û hemû pirsgrêk ji holê rakirin.

Heya desthilatdariya padîşahê Usmaniyan Selîmê Yawûz (1517), desthilatdariya wê derê, ji destekî diket destekî. Di heyama Usmaniyan de, li vî welatî jiyaneke ji rêzê tê jiyîn.

Îcar di sala 1821an de serwerê Misirê Mihemed Eliyê Qawalayî, ku bi eslê xwe ve ji Kurdên Îlîça Erzînganê ye, artêşekê dişîne ser Sudanê ku di van demên borî da ketibû destê Dewleta Fûncê û hemû xakên wê zeft dike. Bi vê zeft kirinê ve, li dû demeke dirêj Sûdan cardin dikeve bin serweriya Kurdan. Lê mixabin, Mihemed Elî di rêvebiriya Sûdanê de siyaseteke xelet dimeşîne, bidestxistê Sûdanê Îsmeîl Paşê ji wezîfeyê distînê, lawê xwe dike rêvebirê vî welatî. Ew jî bi hin hesabên siyasî bi Îngilîz û Frensizan re dikeve têkiliyê; parêzkariya hin eyaletan radestî wan dike. Ev rewş, xelkê Misilman yê Sûdanê aciz dike. Li hember vê rewşê xelkê Sûdanê, di bin serokatiya Mihemmed Ehmedê Mehdî de serî hildide. Ji vê tevgara wan ra “Hereketa Ensar” tê gotin. Artêşên ku hatin ser wan, bi ser neketin; di vê pêvajoyê de girêdana Sûdanê bi Misirê re ewqas lawaz bûbû, mîna ku Sûdan ne di bin rêveberiya Misirê da be. Mihemmed Ehmed di 22yê Çileyê 1885an de dimre û lawê wî Evdillah dikeve dewsa wî. Di encamê de Evdillah li Omdurmanê, li hember artêşa Misirê ya di bin fermandariya Herbert Kitchner de, têk diçe.

Îngilîz demekê şûnda, bi navê duristkirina rêveberiya Misirê ya li Sûdanê, di 1899an de rasterast ketin Sûdanê. Pêşî, efareyên Herketa Mehdî ji holê rakirin. Her çiqas serhildanên ku di salên 1920an de derketin, rêvebiriya Îngilîzan hejand jî, di dawiyê de ev hemû berxwedan ji aliyê van dagirkeran ve hatin tefandin. Sûdan, heya ku di sala 1956an de serbixwebûna xwe bi dest bixe, wek mêtingehekê ma.

Di roja îro da, li Sûdanê pirsgirêka Darfûrê heye ku ev, bi serê xwe mijara vekolîneke serbixwe a din

e (ji bo vê yekê li vir em li ser nikanin bisekinin) û serê rêveberiya Sûdanê diêşîne.

KURDÎSTANA SÛDANÊ

Li Sûdanê berê, Kurdîstanek bi tenê ne, bi navê “Kurdofan”ê, sê Kurdîstan hebûn. Heya sala 2011an, ev her sê eyaletên ku bi navê Kurdan hatibûn binavkirin, hebûna xwe domandibûn. Ev her sê eyalet vana ne:

1. Kurdofana Bakur, 2. Kurdofana Başûr, 3. Kurdofana Rojava.

Derheqê navê “Kurdofan”ê de li Sûdanê hin rîwayetên balkêş tên neqil kirin. Li gor vegotinekê Kurdek, ji Wanê tê û li vê herêmê bi cîwar dibe. Ji bo vê yekê xelkê herêmê jê re dibêjin “Kurdo Fanî”. Ev nava dû ra veguheriye “Kurdofan”ê. Li gor vegotineke din, bazirganekî Kurd yê zêran tê herêmê. Di çiyayekî da kaneka zêran dibîne û di vê kanê de gelek xebatkaran dide şixulandin. Dû ra ev xebatkar dixwazin ku ew jî bibin şêrîkê zêran û di navbera wan da lec dertê. Di vê lecê de bazirgan, li kendalekê werdibe. Li ser vê xebatkar gazî dikin: “Kurdî fanî, Kurdî fanî!” (Kurd mir, Kurd mir!).

Îcar ji aliyekî din ve, li Sûdanê li herêma Kurdofanê, gundekî dîrokî heye ku navê wî gundî “Kurdî” ye. Guman heye ku navê herêma Kurdofanê, ji navê vî gundî hatibe girtin.

Kurd, ji heyama Toran Şah heya roja îro, li Sûdanê hene; lê mixabin hinek ji van Kurdan, digel zimanê xwe, cil û bergên xwe yên netewî, urf û edetên xwe, çandên xwe yên xwarinê, merasîmên xwe yên keşî jibîr kirine. Di nava van Kurdên ku kesayetiya xwe wendakirine de, berê Cejna Newrozê jî dihat pîroz kirin; lê îro wê jî nakin.

Nexşeya Sûdanê ya Berî Sala 2011an:

Li gor duristkirinên şêweya birêvebirina Sûdanê ya sala 2011an, dewlet ji 15 eyaletan (herêman) pêk tê. Her sê eyaletên li ser navên Kurdan yên berê, ji holê tên rakirin; li dewsa wan, du eyaletên nuh tên ava kirin. Ev her du eyalet, ev in:

1. Herêma Kurdofana Bakur:

Ev eyalet, ji panzdeh eyaletên Sûdanê yek e. Bi Erebî tê gotin. Rûpîvana herêmê 185,302 km2 ye. Li gor hejmartina sala 2006an serjimara wê 2,529,370 kes in. Navenda herêmê, bajarê Ubeyd e. Avhewaya herêmê avhewaya çolê ye. Serjimara bajêr, li gor hejmartina sala 2010an 105 hezar e. Bajarê Ubeydê, di tevgera Muhemmed Ehmedê Mehdî de roleka girîng lîstibû. Ji bo vê yekê gelek şerên ku di navbera her du aliyan de qewimîn, li vê derê hatibûn jiyîn.

2. Herêma Kurdofana Başûr:

Ev eyalet, ji panzdeh eyaletên Sûdanê yek e. Bi Erebî bi şêweya tê bilêvkirin. Rûpîvana herêmê 158,355 km2 ye. Li gor sala 2006 serjimara wê 1,111,859 kes in. Navenda herêmê, bajarê Kadûqliyê ye. Ev bajar, li başûrê Sûdanê, bi qasî 240 km li başûrî bajarê Ubeydê cî digre.

Di roja îro da, li ev herdu Kurdofanan jimareke Kurdan yeke wisa berbiçav tune ye. Wisa xuya dike ku Kurdên van herdu eyaletan, di nava demê de pişifîne. Bes hinekên wan xwe binyad Kurd dizanin, lê çand û ziman û helwestên neteweyî û hwd. li ser wan nemane. Kurdayetî hew li ser paşnavên wan maye. Heke, Kurdên Rojhilata Navîn, bi van Kurdan ra têkiliyên xwe geş bikin, pêkane ku ev Kurdên pişaftî, bi eslê xwe bihesin. Kurdên Sûdanê yên ku kesayetiya xwe dizanin, îro zêdetir li Rojavayî

Wêne 3 : Berî 2011an Li Ser Nexşeya Sûdanê Şûna Eyaletên Kurdufan/Kurdofanan

paytext Xurtûmê dijîn. Hinekî wan jî, li rojhilat, li herêma qeraxa Deryaya Sor in.

ÎRO LI SÛDANÊ REWŞA KURDAN

Li gor hin îstatîstîkan li ser rûyê cîhanê nêzî 40 mîlyon Kurd dijîn. Welatên Kurdan li dû Şerê Cîhanê yê Yekem bi destên mêtingerên Îngilîz û Frensizan, li gor plan û projeyên mêtigeriya wan, bû çar-pênc beş. Li ser Kurdên li van beşan heya nuha gelek vekolîn û xebat hatine kirin. Lê mixabin ti kesan heya nuha qala vî welatê Kurdan yê wenda nekiriye.

Li Sûdanê paşerojeka dewlemed a Kurdan heye. Li Sûdanê mêjûya Kurdan, bi destpêkirina desthilatdariya Eyyûbiyan ve, ango 800 salî berî nuha, dest pê kiriye. Mîna ku li jor bi hûrgulî hate şîrovekirin Kurd, di bin fermandariya Toran Şahê birayê Selahaddînê Eyyûbî de hatin Sûdanê. Toran Şah, Îbrahîmê Kurdî kir serokê wir û welatê Sûdanê seranser teslîmî van Kurdan kir. Ji bo vê yekê meriv dikane bi awayekî rihet bibêje ku, ji xeynî Kurdîstana li Rojhilata Navîn, di sedsala XIIan de seranser li ser axa Efrîqayê li Sûdanê Kurdîstaneke nuh hatiye avakirin.

Ji sedsala XIIan heya sedsala XIXan kesayetiya Kurdan bi pirranî mixabin hate pişaftin. Kesên ku kanibûn Kurdayetiya xwe biparêzin kêm bûn û mixabin li ser koma Kurdan ya mezin (yên ku hatine pişaftin) çand û şarezayiya ayda Kurdan hate wendakirin; di roja îro da li ser navên Kurdan hew paşnava “el-Kurdî” maye. Jimara Kurdên wiha pir e; lê bêyî paşnavê “el-Kurdî” tiştekî Kurdayetiyê li ser wan nemaye. Lê, mîna ku em dê li jêr jî qalê bikin, Kurdên ku xwe dizanin jî hene.

Di roja îro da heke tu li Sûdaniyekî bipirsî û bibêjî “Kurd kî ne?” Dê hemû bibêjin ku “Kurd, eşîreke wisa ye ku hemû mirovên wan wêrek, jêhatî, dijminê neheqiyê, keşdar / dîndar û mîvanhez in.

Di Tevgera Mehdîtiyê ya li dijî mêtingeriya Brîtanyayê de, fermandarê baskê rojhilat yê artêşa vê tevgerê Mîr Dîqne, kesekî Kurd bû. Mîr Dîqne, di dîroka Sûdanê de, fermandarekî wisa ye ku cara pêşî artêşa Brîtanyayê têk biriye. Taktîkên ku wî li hember artêşa Brîtanyayê pêk dianîn, wekî ders û stratejiyeke şer, demeke dirêj li artêşa Brîtanyayê dihat xwendin. Bi dirêjbûna şer ve Diqneyê Kurd, dîl tê girtin û bi cezayê girtîtiya muebbetê tê cezakirin. Li dû 17 salan di vê dîltiyê de ev fermandarê Kurd yê navdar, diçe dilovaniya Xwedê.

Tê gotin ku, li dadgehê leşkerekî bêtirs bû û ji Sûdaniyan cudabûna wî li ber çavan bû. Li hember pirsa “Tu kî yî?”yê bersiva “Ez Diyarbekrî me û Kurd im!” daye. Îro li Sûdanê, di kitêba mêjû ya lîseyê de qala vî mêrxasî tê kirin û ew tê pesinandin.

Di roja îro da gelek payeyên girîng yên dewletê, di destên Kurdan de ne. Di vê mijarê de meriv dikane navê Dr. Elî Mihemed el-Kurdî, bilêv bike. Payeya fermandariya leşkeriyê di destê Ferîq Rukne de ye ku ew paye, hima li dû payeya wezîrê karê hundir tê.

Her çiqas di destê me de reqemeke rasteqîn tune ye jî, tê texmînkirin ku îro li Sûdanê derdora 80-100 hezarî Kurd dijîn. Gelekên wan li rojhilata Sûdanê ne; yanê li herêmeke nêzî Derayaya Sor bi cîh bûne. Malbata herî mezin a Kurd, malbata Hec Elî el-Kurd e û li Qezarîfeyê dijîn. Wê malbatê li

Wêne 4: Îro Li Ser Nexşeya Sûdanê Şûna Kurdofana Başûr û Ya Bakur

vî bajarî, du kûlubên werzişê ava kirine û du heb jî salonên wan yên sînemayê hene.

Li Sûdanê, bi navê Dr. Ebdula Kurdî, di zanîngehê de mamosteyekî mêjûyê heye. Li bajarê Qerazîfeyê, ji aliyê xêrxwazan ve, bi navê “Hecî Elî el-Kurdî”, zanîngehek hatiye avakirin. Lê mixabin ev zanîngeh, a nuha ne faal e û şehitî ye.

Meriv dikane bibêje ku hemû Kurdên Sûdanê dewlemend in; li vî welatî ti Kurdên xizan tune ne. Pêşî firotina avagulan û nargileyan kirine. Navê destegeheka sabûnê “el-Sabûn el-Fabrîqe el-Kurdî” ye. Tê gotin ku yên ku cara ewil, li vir karên çandiniyê kirine jî Kurd in.

Li Sûdanê sê helbestvanên Kurd navdar in:

Yek jê Ebul Hesen el-Kurdî ye. Dîwaneke wî heye ku ji 800-900 rûpelan pêk tê û gelek helbestên li dijî Ateturk dihundirîne. Ev helbastvan, xwe bi Kurdayetiya xwe û bi nevîtiya Selahaddînê Eyyûbî dipesinîne. Navê keçika xwe “Kurdiye” û navê lawê xwe yî bijîşk jî “Selahaddîn” lêkiriye.

Yek ji wan helbestvanan jî Salîh Ebd Seyyîd el-Kurdî ye.

Yê din jî Abdulqadir Mihemmed el-Kurdî ye; bi xwe sofî ye û zanyarekî ehlê terîqetê ye.

Kurdên Sûdanê hemû Misilman in. Ji Kurdan ne cihû, ne Xiristiyan, ne Êzdî û ne jî Zerdeştî hene.8

Li gor çavkaniyeke din îro, Kurd li Sûdanê ne li çolan, bi pirranî li bajar û bajarokan dijîn. Bi taybetî ji li bajarê wekî Omdurman, Scala û hawêrdora van ku evan li rojavaya paytext Xurtûmê cî digrin, bicîh bûyî nin. Li van deran derdora 80-100 hezar Kurd dijîn. Ji 3yan 2yê van hem bi Kurdî diaxivin hem jî Aryaniya xwe diparêzin. Kurd, bi taybetî di qada hesinkarî, bazara endustrî de gihaşte û pêşdaçûyî ne. Îro li Sûdanê pêşewatiya endustriyê, di destê Kurdan da ye. Li Sûdanê navê gelek kafeterya, zanîngeh û bazaran bi bêjeya “Kurdî” hatine binavkirin.

Gelek Kurdên ku xwe dizanin, di 21ê Adarê de Newrozê pîroz dikin. Kurdên Sûdanê, di baweriya ji Kurdîstana Bakur û Rojhilat hatinê de ne. Lê diyar e ku di vî warî de belge di destê kesî de tune ne.9

ENCAM

Bi awayekî zelal hate îspatkirin ku Kurd, li Sûdanê hene û xwedî bandoreke girîng in. Kurd, cara pêşî di heyama Eyyûbiyan da, cara duyem jî di heyama Usmaniyan de (bi hatina Mihemed Eliyê Qawalayiyê Kurd û girêdayiyên wî ve) hatine Sûdanê.

Îro, Kurd di nava gelheyê Sûdanê de beşeka mezin teşkil dikin. Lê gelek ji Kurdên Sûdanê, pişifîne; yên ku kesayetiya xwe ya Kurdî parastine jî hene. Jimara ku Kurdayetiya xwe dizanin, ji 100 hezarî ne zêdetir in.

Li Sûdanê du eyaletan navên xwe ji Kurdan standine: Kurdofana Başûr, Kurdofana Bakur. Li wan herêman Kurd hene lê ji wan hew paşnavên hinekan bi Kurdîtiyê re têdildar maye.

Kurdên Sûdanê bi taybetî di qada hesinkarî, bazirganî û endustriyê de dixebitin.

Digel van tespîtan rasterat, hemû cî û warên Kurdên Sûdanê, hîn rast û durist nehatine tespit kirin. Hin çavkanî piraniya wan li rojhilata Sûdanê nîşan didin, hin çavkanî li rojava nîşan didin; hin çavkanî jimara wan 80 hezar, hin çavkanî 100 hezar nîşan didin. Hinek dibêjin ev Kurd newrozê pîroz dikin, hinek dibêjin pîrozkirina newrozê jibîr kirine.

Belê, wisa xuya dike ku, ji bo agahiyên rast û durist û têr û tije yên li ser Kurdên Sûdanê pêdivî bi gelek vekolînan, bi taybetî jî vekolînên li ser qadê heye. Ev meqale bila di vî warî de bibe destpêk. Bi hêviya vekolînên nuh û têr û tijê…

Jêrenot:

1 http://www.ekonomi.gov.tr/upload/a3117418-d8d3-8566- 4520985506bae36d/sudan.pdf; http://tr.wikipedia.org/wiki/Sudan.

2 Lawê Esîr, el-Kamîl, XI, 310-311.

3 Lawê Kesîr, el-Bîdaye, XII, 480; Lawê Esîr, b.n.b., XI, 310-311.

4 Bar Hebraeus, Gregory Abû’l Farac Tarihi, II, 416.

5 Lawê Kesîr, b.n.b., XII, 482.

6 Bar Hebraeus, b.n.b., II, 416-417.

7 Bar Hebraeus, b.n.b., II, 417.

8 http://www.basnews.com/tr/News/Details/Sudan-daki-Kurdlerin- 800-yillik-hik-yesi/15584

http://www.basnews.com/en/News/Details/The-history-of-Kurds-in- Sudan/15740

9 http://webcache.googleusercontent.com/search?q=cache:v7Gsbbce pCkJ:http://shafaaq.com/en/component/content/article/72-sudanese-kurdsq-is-not-a-joke-.html%2Bsudanese+Kurds+is+not+a&safe=activ e&hl=tr&gbv=2&prmd=ivns&strip=1 22

Yazar: Ahmet DEMİR

Toplam: 15 puan ve 3 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: dibêjin ji

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site