13:30 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 22


ÎroÎro : 177

meha rewacdarmeha rewacdar : 5128

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662402

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Di “Nehcu’l-Enamê” de Qeyde û Rêzên Civakî

Înî - 16/05/2014 16:38
Dema ku XwedêTe’ala mirov afirandin û pê ve mirov bi hev re jîyane û bi hev re civak çêkirine, medeniyet ava kirine. Wehareng e li ser hinek qeyde û rêzên civakî tifaqî kirine. Ew qeyde weke prensîb û ‘edet û adaban hatine parastin. Ji milê dîtir ve kêmasiyên di derbarê van qeyde û rêzan de weke gunehekî hatiye qebûlkirin.

Di “Nehcu’l-Enamê” de Qeyde û Rêzên Civakî

Abdulhadi TİMURTAŞ

 

Dema ku XwedêTe’ala mirov afirandin û pê ve mirov bi hev re jîyane û bi hev re civak çêkirine, medeniyet ava kirine. Wehareng e li ser hinek qeyde û rêzên civakî tifaqî kirine. Ew qeyde weke prensîb û ‘edet û adaban hatine parastin. Ji milê dîtir ve kêmasiyên di derbarê van qeyde û rêzan de weke gunehekî hatiye qebûlkirin.

Îslamiyetê jî ev qeyde û rêzên ku beşeriyetê di dîroka xwe ya dirêj de bi tecrubeyên hezar salan bi dest xistin û ji beşeriyetê re bi feydene qebûl kirine, hinek jî serast kirine û hinekên dîtir lê zêde kirine. Herwiha yên bêfeyde an jî zirar in, ji holê rakirine.

Vêca Mele Xelîlê Sêrtî (1754-1843) yê ku di qernê hijdehemîn de jiyaye û alimekî gelek pijihayi ye. Herwiha medarê îftîxara Kurdan, berhemek e gelek giranbiha bi navê “Nehcu’l-Enam” nivîsandiye. Ev berhem di derbarê bawerî û exlaq û rêzên Îslamiyetê de ye. Çendan ev berhem ji milê naveroka xwe ve balkêş e, wisa jî, ji cîheta sitîl û terza nivîskî ve jî balkêş e. Lewra Mele Xelîlê Sêrtî ev mijarên ku nivîsandina wan bi pexşan zehmet e, wî bi nezm û bi zimanekî hêsan û nerm û şîrîn nivîsandiye. Tişta xerîbtir di vê berhemê de ew e ku Mele Xelîl ew bi du zimanan û di herduyan de jî bi nezm nivîsandiye; nusxeyek bi Kurdî ye û yek bi Erebî ye. Her çiqas naveroka herduyan yek be jî, belê yek ne wergera ya dîtir e. Lewra nusxeya Kurdî 271 malik e û nusxeya Erebî 326 malik e. Bi vî awayî her nusxeyek serbixwe ye. Bi rastî ev, dereca meleka Mele Xelîl di nezmê de dide nîşan.

Mijara Nehcu’l-Enamê ya bingehîn babetên îlahiyat (baweriya bi Xwedê û bi sifatên Wî), nubûwet (baweriya bi pêxemberan, wezîfên wan û teybetiyên wan), sem’iyat (baweriya bi meseleyên xeybî wek milayket, axîret, heşr, biheşt, dozex û hwd.) in. Belê çend sernav jî di derbareyê adab û rêzên civakî de ne. Ev jî tê wateya ku Nehcu’l-Enam berhemek bingehîn e di derbarê bawerî û rêzên Îslamiyetê de. Kurdan ev berhem gelek ‘ecibandiye û ji hingî pê de di medresan de weke dersek bingehîn tête xwendin û bi ser de jî tête jiberkirin.

Vêca di vê nivîsê de em ê li ser çend sernavên rêz û adabên civakî yên ku Mele Xelîlê Sêrtî girîng dîtine bisekinin. Em ê ji çendekan hinek mînakan bidin.

 

Bîranîna Pêşiyên Buhûrî Bi Qencî

Pêwiste ku mirov bav û kal û pêşiyên xwe yên buhûrîn bi qencî bi bîr bîne û di derbarê wan de nekeve nîqaşê û gelefeka ku ew di heyama xwe de ketine têde, neyne rojeva nifşên nû, baxusûs eger ew pêşî hevalên Pêxember (s.x.l) bin sehabeyên kiram bin. Ew wiha dibêje:

Ji herba sehaban mekin qal û qîl

Bihiştîne hem qatil û hem qetîl.

 

Nifir û Le’netanîn

Bêdi’ayî, nifir û le’netanîna li mirovan an jî li heywan û li tiştan ne layîqê mirovan e. Pêwiste ku mirov dema hêrs bibin xwe ji vê dûr bikin. Bi taybetî le’netanîna li mezin û pêşîvanan tiştek gelek ne di cihê xwe de ye. Heger çiqas ku kirinên nebaş kiribe jî, le’netanîna li yekê bi navê wî hê dijwartir e. Heger le’net were kirin bi şiklek umûmî bê navdan ji ehlê ezabê re durust e.

Mueyyen li kes le’netê tu meke

Li ehlê ezabê umûmen bike.

Di malikek dî de di warê xwedûrkirina ji xisletên nebaş de wisa dibêje:

Bi sin’et xeberdan û fuhş û dujûn

Li tiştan le’net, bi xelkê kenîn.

 

Armanca Xwendin û Hînbûnê

‘Îlim sifetê Xwedê Teala ye. Bo vê yekê ew sifetek pîroz e. Vêca lazime bi vî awayî armanca hînbûna îlmê jî wisa pîroz û bilind be. Ji gihiştina riza Xwedê Te’ala pîroztir û bilindtir armanc tune. Bo vê yekê Seyda berê mirov û xwendekaran dide vê rastiyê û wiha dibêje:

Heçî ku dixwînî ji bo Wî bixwîn

Ji tedris û rutba dinê ra mexwîn

Tu dersê didey hem ji bo Wî bide

Ji bo xizmet û tem’ û fexrê mede.

 

Paqijiya Dil û Exlaq

Seyda bi navê “tesewwuf û exlaq” sernavek daniye û di 63 malikan de çiqas rêz û adabên qenc û girîng hene hemî bi zimanek şîrîn daye îfadekirin û çiqas tebîet û exlaqên nebaş hene ew jî diyar kirine û şîreta dûrbûna ji wan kiriye. Li gorî wî çawa dermankirin û tendurustiya nexweşiyên cesed ferz e tendurustiya nexweşiyên dil jî wisa ferz e. Piraniyên van rêzan di derbarê paqijiya dil de ne û hinek jî di derheqê rêzên civakî de ne.

Di derbarê nexweşiyên dil de wiha dibêje:

Ji emrazê dilranî ferz e dewa

Ku hirs û hesed, kibr û ucb û riya

 

Ji avek mehînî tekebbur meke

Tevazu ji xelkê Xwedê ra bike.

Di derbarê kar û hereketên nebirêz de jî bi teybetî şitexaliya zêde û bêfeyde, nîqaş, belavkirina sirên heval û derdora xwe, sondxwarina derew, duezmanî, xîbet (paşbêjî), zem û medhên ji “edetê der û navxirakirinê sekiniye. Wiha dibêje:

Kelamê di zêde kelamê betal

Xusûmet di heqqan mîra û cidal

 

Sira xelkê gotin derew der yemîn

Xinaî ji we’da derew ey emîn

 

Duezmanî û xîbet û medh û zem

Nemmamî, herîfî kirin dem bi dem.

 

Adab û Rêzên Xwarin û Vexwarinê

Mele Xelîlê Sêrtî sernavek bi navê “Adab û Rêzên Xwarinê” daniye û tê de behsa gelek rêz û adabên xwarin û vexwarinê kiriye. Çend malik ev in:

Ji bo xwe hevalan tu peyda bike

Ji bo xwarinê, paşî dest pê bike

 

Di ber zadî paşî jî destan bişû

Wekî ku bi kevçik bixwe qet meşû

 

Ne raze ne pal de dema xwarinê

Ne bêhiş be ba fexr û pur xwarinê

 

Heçî hate ber te tu pê razî be

Gelek talibê tiştê xweştir mebe

 

Ji ewwil ve sarke kela kel mexwe

Ji nav hinde jûrê feraxê mexwe

 

Serê xwe mebe ser firaxê tu car

Tu bê terziyê qet meyine diyar

 

Heçî ku li ber te hebe wê bixwe

Li ber hemnuşînê xwe zadî mexwe

 

Tu rûne bira, paşî avê vexwe

Sê caranî bêhn de bi mêhtin vexwe.

 

Rêza Lixwekirina Cilan

Lixwekirina cilan ‘elametek însaniyetê ye û taybetiyek beşerî ye. Bo vê yekê ew jî adab û rêznên wê hene. Rêza herî girîng di warê lixwekirina cilan de ew e ku mirov bi cil û çekan, xwe qure neke ye. Seydayê Mele Xelîl wiha dibêje:

Lîbasî ji bo fexr û kibrê mepûş

Mucerred ji bo ta’eta Wî bipûş

 

Heramî û dîbac û qez ber meke

Bi wan ta’etê xwe tu berze meke.

   

Di encamê de em dikarin bêjin ev çend mînak bûn me dan ji bo ku were fêhmê ka gelo Seydayê Mele Xelîlî çiqas girîngî daye adab û rêzên civakî. Mele Xelîlê Sêrtî di berhema xwe ya ku mijara wê ya bingehîn bawerî bûye de, cihekî mezin daye rêzên civakî. Ev tê wê maneyê ku di fikra Mele Xelîlê Sêrtî de bawerî û rêzbarî di yek dereceyê de ne, herdu mijar weke hev girîng in. Lewra em mezckirina bingehên baweriyê û bingehên rêz û bazên civakî di tu berhemên dîtir de nabînin. Ev jî tesbîteke nû ye ku Seydayê Mele Xelîlî pêşnîyazî me kiriye.

 

Çavkanî

-Mele Xelilê Sêrtî, Nehcu’l-Enam, teb’a Mele Remezanê Botî, Şam, bê tarîx.

-Ehmed Hilmî el-Qûxî, Rehberê Ewam Şerha Nehcu’l-Enam, Diyarbekir, 1984.

-Zeyulabidîn el-Amidî, Xayetu’l-Meram bi Şerhi Nehci’l-Enam.

-Elî Nebî Salih ed-Doskî, el-Molla Xelîl es-Sêrtî we Menhecuh fî Îsbati’l-Eqaid el-Îslamiyye min Xilal Menzûmetih “Nehcu’l-Enam”, Weşanxaneya Sipîrêz, Dihok, 2007.

-Muhemmed Tahir Bursalı, Osmanlı Muellifleri, Metbeeyê Amire, Sitenbol, 1332, II, 37.

-Abdulhadi Timurtaş, “Seyda Mele Xelîl ê Hîzanî û Nehcu’l-Enâmâ Kurdî”, Nûbihar, hejmar: 29, Stenbol, 1995, (20-21).

 

Yazar: Abdulhadi TİMURTAŞ

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site