15:22 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 9


ÎroÎro : 259

meha rewacdarmeha rewacdar : 11404

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653267

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Di Kovara “Rojî Kurd” de Nîqaşa Alfabeyê

Şemî - 20/10/2018 22:38
Di Kovara “Rojî Kurd” de Nîqaşa Alfabeyê

Di Kovara “Rojî Kurd” de Nîqaşa Alfabeyê

Domandina hebûn û çanda milletekî bi xurtbûna pênûsa wî ve girêdayî ye. Xurtbûna pênûsê jî girêdayî nivîs û perwerdehiya wî gelî ye. Gelê kurd ji dîrokê heta îro ji bo ku hebûn û çanda xwe bidomîne di her warê jiyanê de têkoşînên mezin daye. Ev têkoşîn carcaran bi şûr û carcaran bi pênûsê çêbûne. Lê mixabin têkoşînên kurdan li hemper neyaran pir caran bi şûr çêbûne û herdem ev têkoşîn têk çûne. Tevî her tiştî gelê kurd hebûn û çanda xwe heta îro parastiye. Di destpêka sedsala 20an de jî gelê kurd ji bo ku ziman û nivîsa xwe xurt bike niqaşên girîng kiriye. Lê ne bi şûr, bi pênûs ev nîqaş kiriye. Ev nîqaş ji hêla rewşenbîrên kurdan ve di “Kovara Rojî Kurd” de ya ku li paytexta Osmaniyan li Stenbol derdiket de hatiye kirin. Nîqaş ji bo xurtkirina ziman, nivîs û perwerdehiyê li ser alfabe û guhertina alfabeyê tê kirin. Kurdan ji dîrokê heta îro gelek alfabe bi kar anîne, lê ji bilî alfabeya êzidiyan bi xwe alfabe çênekirine. Alfabeyê ku bi kar anîne ji milletên cîranên xwe standine û li gor zimanê kurdî rewîze kirine. Di dema Osmaniyan de hemû kurdan alfabeya erebî bi kar dianîn. Lê di dawiya heyama osmaniyan de kurdan ji bo guhertin û rewîzeya alfabeyê niqaşên girîng kirine. Ji van niqaşan yên tewrî muhîm jî ji hêla nivîskarên “Kovara Rojî Kurd” ve hatine kirin. Em ê jî di vê nivîsa xwe de li ser nivîsên ku di “Kovara Rojî Kurd” de hatine weşandin ên ku li dor alfabeyê hatine nivîsandin bisekinin…

Gelê kurd ji dîrokê heta îro li gor dem û pêdiviyên xwe nêzîkî 10 alfabe bi kar anîne.

Alfabeyên ku kurdan bi kar anîne ev in:

1 – Nivîsa Bizmarî

2 – Alfabeya Aramî û Yunanî

3 – Alfabeya Bîn û Şad û Masî Sûratî

4 – Alfabeya Awesta

5 – Alfabeya Pehlewî

6 – Alfabeya Kirîlî

7 – Alfabeya Erebî

8 – Alfabeya Latînî

9 – Alfabeya Êzidî ya ku pirtûkên olî yên êzidiyan pê hatine nivîsandin.

            Kurdan ji van alfabeyên ku me li jor nivîsîn her 5ê ewil beriya Îslamê bi kar anîne.[1] Di roja me de piraniya kurdan (Kurdên Bakurê Kurdistanê û beşek ji Rojavayê Kurdistanê) alfabeya latînî piştre ya erebî  (Başûrê Kurdistanê, Rojhilata Kurdistanê û beşek ji Rojavayê Kurdistanê) û piştre jî alfabeya kirîlî (beşek ji Kurdên Sovyetê).  Ji van alfabeyên ku kurdan bi kar anîna tenê alfabeya êzidiyan ya netewî ye. Ew jî îro nayê bikaranîn.

Nivîsên ku di “Kovara Rojî Kurd” de hatine weşandin.

           

Bir Hitab (Xîtabek) – Ebdullah Cewdet[2]

            Bir Hitab nivîsa Ebdullah Cewdet e. Nivîsa Cewdet di hejmara yekemin de derketiye. Cewdet di nivîsa xwe de li ser meseleya dîrok û alfabeyê disekine û ji bo çareserkirinê bangî ciwanan dike. Meseleya alfabeyê dispêre ciwanên kurdan. Daxwaza wî ji ciwanan ew e ku ji bo ku rêjeya hejmara xwendevaniyê herî kêm derkeve %40î bixebitin. Piştre tîpên kevin û paşdemayî werin terikandin û li dewsa wan tîpên nû ên ku zarokên 7-8 salî di hundirê mehekê de bikaribin bixwînin û binivîsînin, werin pejirandin. Ebdullah Cewdet di nivîsa xwe de girîngiyeke mezin dide meseleya alfabeyê. Li gor wî hewce ye ku tîpên erebî bêne terikandin û li dewsa wan tîpên latînî werin pejirandin. Ebdullah Cewdet tîne ziman ku hînkirina xwendin û nivîsandinê bi tîpên latînî hêsantir e. Herwiha dibêje ku zarokekî 7-8 salî dikare di hundirê mehekê de bi tîpên latînî xwendin û nivîsandinê bi’elime û jê fam bike.

Alfabe û Hêsankirina Xwendinê – Mesûdê Silêmanî[3]

            Mesûdê Silêmanî di nivîsa xwe de balê dikişîne ser tevlihevbûna alfabeya erebî û dibêje ku: Ji bo ku mirov 6 tîpan bi’elime hewce ye ku meriv 80 şiklên tîpan bi’elime. Nivîskar li ser nûjenkirina alfabeyê disekine û ji bo zimanê kurdî 40 şiklan hildibijêre û bi wan tîpan deqekê wek mînak dinivîsîne. Silêmanî zêdebûna şiklên tîpên erebî wek pirsgirêk dibîne û dixwaze alfabeya erebî li gor zimanê kurdî ji nû ve were nûjenkirin û şiklên tîpan werin kêmkirin.

Mindal Bo Çî Zû Fêrî Xundin Nabê – Silêmanî Ebdulkerîm[4]

            Ev nivîsa Ebdulkerîmê Silêmanî di hejmara yekemîn de bi soranî hatiye nivîsandin. Nivîskar bextreşiya zarokên kurdan tîne zimên ku zarokên kurdan ji ber zehmetbûna fêrbûna tîpan dereng hînî xwendin û Qur’anê dibin. Nivîskar pirseke wanî dike: “Zarokên me ji bo çi zû fêrî xwendinê nabin û çira zarokên freng (biyanî) di demeke pir kin de fêrî xwendin û nivîsandinê dibin?” Ev ne tawanbariya zarokan e. Nivîskar tîne zimên ku zarokên me di heft salan de Qur’anê di’elimin, lê zarokên frengan di heft salan de dibin musteşar û burokrat.  Ev ne qebeheta zarokan e, zarok zîrek in, pirsgirêk tîp û pergala perwerdehiyê ye.

Milletinize Karşı Vazifeniz (Li hemper gelê we peywira we) – Bulgaristanlı Togan[5]

            Toganê Bûlxaristanî jî wek Ebdullah Cewdet bangî ciwanên kurdan dike. Toganê Bûlxaristanî dixwaze ku li her derê welêt dibistanên seretayî werin vekirin. Ji bo zû hînbûna xwendin û nivîsandinê hewce ye ku meseleya alfabeyê were çareserkirin. Berpirsiyariya vê meseleyê jî li ser ciwanên kurdan e. Togan di nivîsa xwe de ji bo pêşveçûna gelê kurd meseleya alfabeyê wek jiyanî dibîne. Pêşveçûna gelê kurd bi çareserkirina meseleya alfabeyê ve girêdide.

Hurûfumuz ve Teshîl-i Kırâ’at (Alfabeya me û Hêsankirina Xwendinê) – M.S.Ezîzî[6]

            M.S.Ezîzî ji bo zimanê kurdî alfabeya ku ji 40 tîpan pêk tê ya ku “Tamimi Maarif ve Islahı Huruf Cemiyeti” amade kiriye, pêşniyaz dike. M.S.Ezîzî di nivîsa xwe de qala hêsanbûn û taybetmendiyên vê alfabeyê dike û bi vê alfabeyê nivîsekê, wek mînak dinivîsîne. Li gor wî kesekî nezan jî bi vê alfabeyê tewrî zêde di hundirê 3-4 mehan de dikare xwendin û nivîsandinê bi’elime. Ezîzî dixwaze ku hinek li ser navê “Hêvî” yê bi cemiyetê re têkevin têkiliyê û encamekê bistînin. Piştî encam standinê dixwaze ku pirtûkeke rêziman were nivîsandin.

Cemiyeta Tamim-i Maarif ve Islahı Huruf[7]

            Li ser niqaşên alfabeyê ku di “Kovara Rojî Kurd” de tê kirin Cemiyet jî fikir û pêşniyazên xwe di derbarê meseleya alfabeyê de nivîsekê dişîne gerînendetiya “Kovara Rojî Kurd”.

            Cemiyet bi nêrîneke ummetî tevlî vê niqaşê dibe û çarenûsiya gelên misilman bi hev ve girêdide. Herwiha Cemiyet paşdemayîna civaka Îslamê bi alfabeya wan ve giredide. Cemiyet ji bo çareseriyê li gel hin mînakan li alfabeyê zêdekirina tîpan pêşniyaz dike. Herwiha dixwaze ku tu qewmekî misilman dev ji tîpên erebî bernede da ku têkiliya wan ji kevneşopiya wan û ji milletên misilman ên din qut nebe.

Haddeî Efkar(Lêkolîna Fikiran)[8]

            Nivîskarê vê nivîsê ne diyar e. Nivîskar di nivîsa xwe de li ser meseleya alfabeyê sekiniye. Li gor nivîskar meseleya alfabeyê gelekî girîng û zehmet e. Nivîskar dixwaze ku meriv ji bo çareseriya meseleya alfabeyê bifikire, lê tu pêşniyazeke wî ji bo çareserkirirna alfabeyê tine.

Ziman û Nezaniya Kurdan – Modanî X. [9]

            Xeyalî di nivîsa xwe de bangî mela, şêx û xwendevanên kurd dike da ku bi zimanê xwe binivîsînin. Herwiha zehmetbûna alfabeya erebî tîne ziman û sedema dereng hînbûna xwendin û nivîsandina zarokên kurdan bi zehmetbûna alfabeya erebî ve girêdide. Xeyalî ji ber ku rêber û mezinên civaka Kurdistanê mela û şêx in, rexneyan li wan dike û ji wan dixwaze ku ji bo zû xwendin û nivîsandinê şêx û melayên Mûsil, Amed, Bedlîs, Wan, Erzerûm, Bexda, Sîne, Silêmanî, Kerkûk û Xerpûtê fikir û pêşniyazên xwe binivîsînin û ji me re bişînin da ku civak çareseriyekê bibine da ku ji belaya nezaniyê xelas bibe.

Kurdlerin Tealisi (Pêşveçûna Kurdan) – Babanzade Îsmaîl Hakkı[10]

            Babanzade di nivîsa xwe de paşdemayîna gelê kurd li hember gelên din dîne ziman û dibêje ku kurd encax bi perwerdehiyê ji vê rewşa xerab xelas bibin. Herwiha ji bo pêşdeçûyîna gelê kurd vekirin û geşkirina dibistanên seretayî pêşniyaz dike. Babanzade di meseleya alfabeyê de dixwaze ku di alfabeya erebî de hin rastkirin û guhertin werin çêkirin. Bi vê nûjenkirinê nivîsandina zimanê kurdî dê bikeve rewşeke sade ya zimanê nivîsandî. Babanzade dixwaze ku ji alfabeya erebî yên ku hatine amadekirin ya herî baş li gor zimanê kurdî were rastkirin û guhertin. Babanzade bi awayekî tund li hember alfabeya latînî disekine û dibêje ku ger kurd Arnawîta teqlîd bikin ew ji bo wan mirin e.

Ziman – Modanî X.[11]

            Xelîl Xeyalî wek nivîsa xwe ya ku di hejmara duduyan de derketiye di vê nivîsa xwe de jî rexneyan li mîr, şêx û melayan dike. Xeyalî tîne ziman ku wan ji bo pêşveçûna milletê xwe tu fikirek pêşniyaz nekirine û ji bo tifaqa milletê xwe nexebitîne. Xeyalî banga xwe digihîne kurdên bi xîret da ku bibin yek û gelê xwe pêşde bibin. Xeyalî ji bo pêşveçûna kurdan 10 xalan pêşniyaz dike û di nav van xalan de meseleya alfabeyê wek xala sereke dinivîsîne.

Her du xalên ewil:

 1 – Ji bo zû xwendin û nivîsandinê herfek

            2 – Bi terzeke nû alfabeyek.

            Xeyalî ji bo pêşveçûna gelê kurd guhertina alfabeyê wek bingeh qebûl dike.

Encam  

            Em di destpêka nivîsa xwe de li ser alfabeyên ku kurdan bi kar anîne û girîngiya alfabeyê û nivîsê sekinîn û me wateya nivîsê ji bo hebûn û çanda gel bi kurtahî anî zimên. Di dewama nivîsa xwe de em li ser nivîsên ku di “Kovara Rojî Kurd” de ji bo alfabeyê hatine nivîsandin sekinîn. Di dinîvan hate dîtin ku yek deng û yek agehg nîn e. Her rewşebîrekî kurd bi şeklekî xwe nêzî vê mijarê kiriye û hemû pêşniyaz ne mîna hev in. Lê, mixabin em dibînin ku piştî 100 salî jî gelê kurd pirsgirêka alfabeyê çareser nekirine. Girêdayî pirsgirêka alfabeyê zimanê kurdî jî paşde maye û negihiştiye asteke bilind. Sedema çaresernekirinê ya herî mezin bêdewletbûna kurdan û parçebûna kurdan bi çar parçeyan e. Ger kurd îro li ser axa Kurdistanê desthilatdar bûna em jî li ser pirsgirêkên di ber 100 salî nedisekinîn. Ev meseleyên ku milletên din di ber 100 salî çareserkirine, gelê kurd hîn li ser wan nîqaşê dikin. Em hêvîdar in ku kurd rojekê pêş de li ser axa xwe bibin desthilatdar û ziman, wêje, çand û hunera xwe bi pêş bixin.



[1] Kadri Yıldırım, Kovara Kürt Tarihi, j. 5, Stenbol, 2013, r. 25

[2] Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Di Sedsaliya Wê De Rojî Kurd, Stenbol, 2013, r.99

[3] b. n., r. 112

[4]b. n., r. 116

[5] b. n., r. 134

[6] b. n., r. 143

[7] b. n., r. 144

[8] Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Di Sedsaliya Wê De Rojî Kurd, Stenbol, 2013, r. 150

[9] b. n., r. 160

[10] b. n., r. 170

[11] b. n., r. 186

Yazar: M.Emin Demir

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site