20:34 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 187

meha rewacdarmeha rewacdar : 2672

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615589

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Di Çanda Kurdan de Dengbêj û Hunera Dengbêjiyê

Înî - 16/05/2014 16:28
Dengbêjî yek ji hunerên herî kevin e. Li gelek welatan ev huner hatiye sepandin (îcrakirin). Dengbêj bi kilamên ku di her dem û rewşê de gotine bûne berdevkê çanda devkî ya civaka xwe. Wekî çandên welatên din di çanda devkî ya kurdî de jî di pêvajoya afirandina çanda devkî de rola sereke helbet ya jinan e. Jin wekî dayik, wekî evîndar, wekî keçik afirînerên xwezayî yên hunerê ne. Di xebateke din de em ê li ser vê mijarê bisekinin. Mijara vê nivîsê dengbêj û hunera dengbêjiyê ye. Lê belê têkiliya dengbêjiyê û jinan jî li ber çavan e. Jin afirînerê bingehîn yê dengbêjiyê ye. Dengbêj wan afirandinên jinan yên xav digire û wekî teşîrêsekê dirêsin, di tevna xwe de dihonin û berhemeke bêhempa dertînin holê. Navê hunera dengbêjan li Kurdistanê dengbêjî ye.

 “Evdalê Zeynikê Homerosê Kurdan e.”

Yaşar Kemal

Di Çanda Kurdan de Dengbêj û Hunera Dengbêjiyê

Tekin ÇİFÇİ

 

Dengbêjî yek ji hunerên herî kevin e. Li gelek welatan ev huner hatiye sepandin (îcrakirin). Dengbêj bi kilamên ku di her dem û rewşê de gotine bûne berdevkê çanda devkî ya civaka xwe. Wekî çandên welatên din di çanda devkî ya kurdî de jî di pêvajoya afirandina çanda devkî de rola sereke helbet ya jinan e. Jin wekî dayik, wekî evîndar, wekî keçik afirînerên xwezayî yên hunerê ne. Di xebateke din de em ê li ser vê mijarê bisekinin. Mijara vê nivîsê dengbêj û hunera dengbêjiyê ye. Lê belê têkiliya dengbêjiyê û jinan jî li ber çavan e. Jin afirînerê bingehîn yê dengbêjiyê ye. Dengbêj wan afirandinên jinan yên xav digire û wekî teşîrêsekê dirêsin, di tevna xwe de dihonin û berhemeke bêhempa dertînin holê. Navê hunera dengbêjan li Kurdistanê dengbêjî ye.

 Di ferhenga kurdî-tirkî ya Enstituya Kurdî ya Stenbolê de ji bo peyva dengbêj: hozan; ji bo dengbêjiyê jî; hunermendiya deng, hozaniya gel, tê gotin.[1] Di çanda tirkî de ji dengbêjan re “ozan” an jî “aşik” helbestvanên gel, dibêjin.[2] Gelek ji wanan amûreke lêdanê (piranî tembûr) bikar tînin. Dengbêj bi xwe jî çi jin, çi mêr dibin, vebêj in. Ji sepandina hunera xwe çêjeke mezin distînin, bi dil û can hunera xwe ve têne girêdan. Dengbêjî wekî nexweşiyekê ye, kesê ku bi vê nexweşiyê ketibe nema jê xilas dibe. Dermanê vê nexweşiyê jî tenê kilam in.[3] Dengbêj her ku kilaman dibêje bi ser hişê xwe ve tê.

Di nav hunermendên kurdan de pênaseyeke dengbêjan û dengbêjiyê ya hevgirtî nîn e. Destpêka vê hunerê jî gelekî kevin e. Gelek folklorzan û lêkolîner dîroka dengbêjiyê digihînin Homerosê Yewnanî. Ew jî, wekî dengbêjê kurdan yê navdar Evdalê Zeynikê, kor bûye.[4] Digel ku pênaseyeke zelal ya dengbêj û dengbêjiyê tune ye jî em ê çend pênaseyan wekî mînak li jêr bidin. Her pênaseyek aliyekî dengbêj û dengbêjiyê şîrove dike.

Dengbêj, gundiyekî hosta ye ku xwediyê dengekî pir xweş e û carinan hostayê lêdana amûrekê ye. Dengbêjên kurdan, li ser hemû bûyerên takekesî, civakî û siyasî kilam û destan afirandine. Ji ber vê yekê, dengbêj arşîva devkî ya kurdan in. Bi alîkariya kilaman haya kurdên ji herêmên cihê, ji hev çêbûye. Ji vî aliyî ve kilama kurdî, peywira medyayê jî bi cih aniye.[5] Dengbêjan bi ger û hunera xwe, welatê kurdan ji seriyekî heya seriyê din dane hev û bi vî awayî di pêşketina çanda kurdî ya netewî de roleke aktîf hildane ser milên xwe. Her weha bi xwe jî afirîner, helbestvan û bestekar in.[6]

Dengbêj kesê ku berheman bi xwe re digerîne, bi demê re dike gelerî, hostayê deng û peyvê ye.[7] Di warê danasîna dengbêjan de W. Jwaîdeh dibêje ku, ji kesên ku çîrok û destanên kurdî ji ber xwe ve dibêjin re, li Başurê Kurdistanê “helbestvan”, li Bakurê Kurdistanê jî “dengbêj” dibêjin.[8] Li gor yek nivîskarên navdar yên kurdan Mehmet Uzun peyva dengbêj  ji du peyvan, deng û bêj pêk tê. Dengbêj kesê ku deng û peyvê dibêje ye, hostayê deng e. Ji bo dengbêjê navdar Evdalê Zeynikê weha jî dibêje: “Evdalê Zeynikê him herêmî bû, him jî gerdûnî bû. Ji ber ku tiştên ku digotin, vegotina wî herêmî û xweser bû. Qala hestên xwe û mirovên xwe dikir. Lê belê qala her kesî dikir. Ji xwe ya girîng jî ne ev e? Tu yê xwe vebêjî lê her kes wê xwe tê de bibîne.[9]

Di rewşeke weha de folklora kurdî anegorî çanda devkî, bi taybetî muzîka kurdî, di sazkirina nasnameya kurdî ya nijadî de xwediyê roleke sereke ye. Jiyana kurdan, guherînên civakî, di zaravayên cihê de, bi awayekî domdar ji nifşekî gihaye nifşekî din. Lehengî, qewimîn, kevneşopî, rê û rism, destan, çîrok û hwd. bi awayekî rêk û pêk bi strankî hatine honandin û bîreke hevpar ya civakî hatiye sazkirin. Tengbûna qada edebiyata nivîskî rê li ber çanda devkî fireh kiriye.[10] Di gihandina berhemên çanda devkî ya heta îro de para mezin ya dengbêjan e. Berhemên çanda devkî gelekî cihêreng in. Hema bêje her tişt bûye mijara çanda devkî. Şer, evîn, koç, jiyana rojane, mîr, beg, jin, bûk û hwd.[11] Di çanda devkî de bandora jiyana koçeriyê jî gelek e. Hema bêje di her stranê de pesindana zozanan, deştan, çiyayan, newalan heye. Şibandin bi sewalan û fêkiyan tê kirin. Wekî mînak: Çav reş û mezin in wekî yên xezalan in; bejin dirêj û zirav e, wekî takî rihanê ye; sing û ber hênik û sipî ne wekî berfa zozanan, çiyayan û hwd.

Heger em vegerin der mijara xwe, li Kurdistanê tu dibistana dengbêjiyê tune ye. Lê belê hin dildarên dengbêjiyê çûne mala dengbêjan û carinan bi mehan li mala wan mane. Bi vî rengî, li ba wan hostayên kilaman hînî kilam û qaîdeyên dengbêjiyê bûne. Li aliyê din ve dengbêjî bi desthilatiyê ve jî girêdayî ye.[12] Dema ku xwediyê dengbêjan hebûne, dengbêjî jî pêş ketiye; gelek dengbêj gihane. Kîngê ku desthilatiya kurdan li welatê wan qels bûye, dengbêj jî bê xwedî mane. Gelek dengbêj ji ber xizaniyê neçar mane ku dev ji karê dengbêjiyê berdin. Evdalê Zeynikê (1800?-1913)[13], ‘Eyşe Şan (1938-1996) û Şakiro (1939-1996) çend mînakên nêzîk in. Ev dengbêj di kilamên xwe de bi awayekî eşkere behsa bêkesî û xizaniyê dikin. Ev rêzikên li jêr bi awayekî zîz û tije keser ji devê ‘Eyşe Şanê dertên:

“…..

Heywax dayê  xerîbim dayê

Heywax dayê bê kes im dayê

Kesî min nema li vê darê dinyayê dayê

Ez bimirim dayê”[14]

Digel hemû pirsgirêkan jî îro çanda dengbêjiyê, bi taybetî jî li herêma Serhedê bi awayekî berfireh didome. Ji bo parastin û pêşxistina hunera dengbêjiyê di salên dawî de li ser mijarê gelek xebatên zanistî hatine kirin û hîn jî didomin. Li gelek bajarên wekî Diyarbekir, Wan, Muş û Erziromê malên dengbêjan û navendên çanda kurdî, bi piştgiriya şaredariyan vebûne. Li wan deveran dengbêj têne ba hev, zanîn û serhatiyên xwe bi hev re parve dikin. Hunera xwe pêş dixin. Şevbuhêrkan li dar dixin. Hin kes û sazî berhemên dengbêjan berhev dikin.  Li aliyê din ve amûrên teknîkî yên wekî sêlik, band, televîzyon, radyo, kompîtur û hwd. derfeta belavbûna dengê dengbêjan didin destê me.

 

 



[1]Ferhenga Kurdî-Tirkî, amd. Zana Farqînî, weş. Enstituya Kurdî ya Stenbolê, 2004, r.461.

[2]Ferhenga tirkî-tirkî, amd. Sebahattin Özafşar, weş. Tomurcuk, Stenbol, 2012, r.401.

[3]Mehdi Mutlu, “Reso û Zimanê Kurdî”, Panela Bîranîna Dengbêj Reso, Turizm İl Müdürlüğü, 29 Gulan 2012, Muş.

[4]Abdullah Kıran, “Di Dengbêjiya Kurdî de Rola Reso”, Panela Bîranîna Dengbêj Reso, Turizm İl Müdürlüğü, 29 Gulan 2012, Muş.

[5]Ahmed Aras, “Kilama Kurdî û Dengbêjiya Serhedê”, Bîr, j. 7, www.kovarabir.com, 12.12.2011.

[6]Kendal Nezan, Kürt Müziği, wer. Necdet Hasgül, weş. Avesta, Stenbol, 1994, r. 12-13.

 [7]Erol Mutlu, “Kürt Müziği Üzerine”, weş. Avesta, Stenbol, 1996, r. 55.

[8]W. Jwaideh, Kürt Milliyetçiliğinin Tarihi, wer. İsmail Ekem û Alper Duman, weş. İletişim, Stenbol 1999, r.47.

[9]Mehmed Uzun, Dengbêjlerim, weş. İthaki, Stenbol, 2006, r.44.

[10]Nezan Newzat Çelebi û nd., “Geleneksel Kürt Müziğine Genel Bir Bakış”, www.daplatform.com/news.php?nid=25. 01Berfanbar 2011.

[11]H.b. r. 3.

[12]Abdullah Kıran, “Di Dengbêjiya Kurdî de Rola Reso”, Panela Bîranîna Dengbêj Reso, Turizm İl Müdürlüğü, 29 Gulan 2012, Muş.

[13]Hilmî Akyol, Antolojiya Dengbêjan 1,Edît: Azad Zal, weş. Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ç.2, 2011, r.136.

[14]Eyşe Şan, Heywax Dayê, mp3.

Yazar: Tekin ÇİFÇİ

Kaynak: nupelda

Anahtar: çanda devkî

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site