13:30 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 161

meha rewacdarmeha rewacdar : 5112

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662386

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

ÇÎROKÊN BEHLÛL Jİ HERÊMA BOTAN (1)

Duşem - 08/12/2014 21:23
Pêşgotin Li herêma Botan bi dehan çîrok, destan û gotinên pêşiyan hene. Ev herêm mirov dikare bêje ku, behra zargotina kurdî ye. Ev çîrokên ku min berhev kirine jî çend dilopên ji vê behrê ne. Min çîrokên vê nivîsê, ji Beşîr Şinğar, (bavê xwe), İbrahim Şermet û Adil Şiğva guhdar kirin. Di van çîrokan de qala Behlûl tê kirin. Dibêjin Behlûl yekî ‘alim bû, birayê xelîfeyê Bexdayê Harûn Reşîd bû. Hinek jî dibêjin ne birayê wî bû, lê tekiliya wan xurt bû. Dibêjin Harûn Reşîd ji Behlûl dixwaze ku bibe qaziyê Bexdayê. Behlûl jî vê daxwaza wî napejirîne. Ji bo ku barê qazîtiyê negire ser milên xwe, xwe li dînîtiyê datîne. Di her meseleyeke Behlûl de hîkmet heye. Ji wan çîrokên wî ên bi hîkmet 4 çîrok di vir de hatine nivîsandin.

               ÇÎROKÊN BEHLÛL Jİ HERÊMA BOTAN (1)

Cemal ŞİNĞAR                                                      

Ew Bi Xwe Dê Niha Bê Vir

Li taxa Behlûl lê rûdinê, zilamek wefat dike. Gel bilez diçê mala yê mirî. Behlûl tevir û bêra xwe davêje ser milê xwe û diçê ku here ser goristanê. Cîranên wî rastî wî tên. Dibêjin; “Kuro heyran de em herin mala wan(ê mirî).”  Behlûl dibêje; “Na na! em ê biçin ser goristanê, em ê biçin mala wan çi?” Cîranê wî dibêje; “Heyran de were em ê herin cem gel, cem cinazê.” Behlûl dibêje; “Kuro ma ne yê mirî bi xwe dê niha bê vir, ma em ê biçin çi?”

            Zilamê Feqîr û Zilamê Cihû

Yekî feqîr hebû, tiştekî wî tunebû. Rojekê gote Behlûl; Xwedê wekîl e, zarokên min ji nêza qeliyan û tiştek tuneye ez bidim wan. Behlûl got; Ma niha ez tiştekî bibêjim te, tu yê bi ya min bikî? Ê feqîr got, erê welleh ez ê bi ya te bikim. Behlûl got, here çêlekeke zilamê cihû bîne û goştê wê, ji zarokên xwe re bikelîne. Got, ne yê cihû dê giliyê min bike. Behlûl got, yaw eleqeya te jê nebê. Bi vir de bi wê de talî Behlûl ê feqîr qani’ dike. Ê feqîr çû çêleka cihûyî anî, gurand, kevel kir û goştê wê hûr kir. Ê cihû bi vir de, bi dera dî ve li çêleka xwe geriya. Me’lûme yê cihû dewlemend e, malê wî zehf e. Di wê navberê de çend zilamên gundî dibînin ku va pelpela goşt ji mala feqîrî tê. Gotine yê feqîr; ev çi goşt e? Yê feqîr got; welleh goştê çêlekê ye. Gotin; çêleka kî ye? Got; çêleka cihûyî ye. Gotin; kuro te çima çêleka wî anî û gurand. Got; ma naxwe bila zarokên min ji nêza bimirin? Min anî û ji zarokên xwe re gurand. Werhasil ên gundî pê dihesin û diçin cem Harûn Reşîd, dibêjin heyra tu bi xwe dizanî cizayê diziyê çi ye, ew destê ku dizî kiriye divê em wî destî jê kin. Ji bo ku destê feqîrî jê kin hemû kesên pêşeng biryar îmze kirin. Talî bang kirine Behlûl, gotin; were tu jî ji me re îmze bike. Behlûl got, ez çi îmze bikim? Gotin; ê feqîr çêleka ê cihû biriye û ji zarokên xwe re gurandiye. Behlûl got; ê heyra bila ê cihû zêrekî bide ê feqîr û tev ketî û tev rabûyî. Gotin; kuro Behlûl, em dibêjin çêleka cihûyî diziye, neheqî lê kiriye. Behlûl dîsa got; ê heyra ez jî dibêjim bila ê cihû zêrekî bidê ê feqîr û tev ketî û tev rabûyî. Gotin; Behlûl  heyra ka ji me re îmze bike, ma tu nizanî cizayê diziyê çi ye? Behlûl got, belê welleh ez dizanim cizayê diziyê çi ye. Gotin; ê naxwe ka tu jî îmze bike, da em cizayê wî pêk bînin. Behlûl got, ê heyra madem hun dirêj dikin naxwe bila du zêran bidê. Kirin û nekirin Behlûl razî nekirin. Behlûl got, heyra bi Xwedê em li vê derê li hev nakin, de ka rahêjin bêrekê û tevrekî em herin binê wê dara hanê. Em ê xwe ji hev safî bikin. Me’lûme Behlûl gotiye ê feqîr ez li pişt te me, tu mitaleyan neke. Baweriya wî bi xwe aniye. Radibin diçin binê darê. Behlûl gote ê cihû de ka vir bikole. Ê cihû kola, lê qederekê dûvre sekinî. Ê cihû gote Behlûl, temam ez ê sê zêran bidim ê feqîr û em tev ketî û tev rabûyî. Behlûl got, naa! min gote we, min çare ji we nekir. Welleh divê tu bikolî. Ê cihû xwe tevda, lê Behlûl got, bikole. Rabû kola, kola, kola, xwelî bi bêrê avêt, nerîn ku laşê zilamekî nehîte derket. Gel şaş ma (matmayî ma), gotin ev çi ye? Behlûl gote Harûn Reşîd, tu mezinê ‘edaletê yî?   Harûn Reşîd got, erê. Behlûl got, ev laş, laşê bavê ê feqîr e, tu li heqê laşê bavê wî napirsî, tu li heqê çêlekekê dipirsî. De vêca wan ji hev safî bike, ev bavê yê feqîr e û yê cihû ew kuştiye û di vir de veşartiye û hîn ew bi xwe jî nizane bavê wî çi pê hatiye. Rabûn ê cihû darizandin û cizayê ‘idamê danê. Sere wî jê kirin, malê wî dane ê feqîr û gotin de here. Ê cihû jî bi dojehê şad kirin.

Behlûl û Me’murtiya Sûkê

Harûn Reşîd xelîfeyê Bexdayê bû, Behlûl jî birayê wî bû. Di heman demê de me’mûrê wî bû. Harûn Reşîd dibêjê Behlûl; ka here li sûkê bigere, ka rewşa sûkê, rewşa dikandaran çawa ye. Behlûl ‘ebayê xwe li xwe dike û diçe nav sûkê. Li nav sûkê geriya, dêhna xwe da dikandaran. Qesda dikanekê kir û çû wê dikanê. Dêhna xwe da yê dikandar, ku firaxan pir biha difiroşe û gel dixapînê. Heke kîloya şêkir bi wereqekê bûya, wî dida bi du wereqeyan. Behlûl silava xwe da û dûvre gote xwediyê dikanê; karê te çawa ye? Rewşa aboriya te çawa ye? Ê dikandar bersiv da; got ya birayê ‘ezîz, welleh pere (dirav) têne destê min lê tu kes nizane ev pere bi ku derê ve diçin. Bereket tune ye, niha di mala min de tiştek tune ye. Behlûl hêdîka sere xwe hejand û dûvre ji wê dikanê derket çû dikaneke din. Nêrî ku dikaneke ne mezin e. Lê bele dikana wî ji mişteriyan namîne vala. Dêhna xwe da xwediyê wê dikanê ku yekî durust e, gel naxapînê. Heqê tiştên ku difiroşe çi ye bi wî heqî difiroşe. Behlûl kete dikanê, silava xwe da, dûvre ji xwediyê dikanê pirsî, got; karê te çawa ye? Bereketa mala te çawa ye? Xwediyê dikanê got; ya birayê ‘ezîz, tu dibînî dikana min biçûk e jî, lê hemd ji Xwedê re bereketa wê zehf e. Xwedê evqas berekete dide. Behlûl got, rewşa malê çawa ye? Got şikir ji Xwedê re, mirin ji malê kêm e, mal jî ewqasî zehf e. Behlûl ji wir jî derket û çend saetek dûvre vegeriya qesrê. Harûn Reşîd got; ya Behlûl tu çi zû hatî? Behlûl got; ê ne nehewceyî min e. Harûn Reşîd got; çima? Behlûl got; yekê di ser sûke re ye, ji me hemûyan mezintir e. Xwedê li gora tevgera hemû kesan heqê wan dide wan. 

Mirov Bi Rastiyê Digihe Xelasiyê

Rojekê Behlûl li ser rêyekê ye diçê rewbarekê. Dinêre ku zilamek dibeze û helhela li ser dilê wî ketiye û ma’dê wî sor bûye. Behlûl nêrî ku waye du zilamên bixencer li pey wî zilamî ne. Behlûl gote wî zilamê direvî; xêr e tu wisa direvî? Zilêm got; bi Xwedê ew herdu zilamên ha zilmê li min dikin û ez bi wan nikarim. Behlûl gote zilêm; were xwe bike bin kirasê min. Zilêm xwe xiste bin kirasê Behlûl. Çend deqeyan dûvre herdu zilamên ku xencer di dest wan de gihane cem Behlûl. Gotin; wa bira, niha yekî di vê derê re baz da, tu bi Xwedê kî te nedîtiye? Me’lûme Behlûl yekî rastbêj e. Got, belê belê min dît, vaye di bin kirasê min de ye. Gotin bi Xwedê teqez ev yekî dîn e. Dev jê ber de, were. Piştî ku dûr ketin, zilêm serê xwe ji bin kirasê Behlûl derxist. Got; ya bira, te ez xistim bin kirasê xwe û te got werin vaye di bin kirasê min de ye, ev çi kar e? Behlûl got; heyran mirov bi rastiyê digihe xelasiyê. Ma tu xelas nebûyî? Zilêm got; belê welleh, bi Xwedê gotina te rast e.


Yazar: Cemal ŞİNĞAR

Kaynak: nupelda

Toplam: 1 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site