14:55 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7


ÎroÎro : 250

meha rewacdarmeha rewacdar : 5201

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662475

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

BERHEMEK LI SER EŞÎRETA CAF

Yekşem - 07/12/2014 21:50
BERHEMEK LI SER EŞÎRETA CAF

BERHEMEK LI SER EŞÎRETA CAF

Berhemên kevn ên ku li ser tarîxa Kurdan û eşîret û hozên Kurdan hatine nivîsandin bi rastî kêm in. Îro berhemên tarîxê yên çavkanî ku di warê zanistî û akademik de lêkolîner ji wan istifade dikin, bi qasî hejmarên tiliyan in. Berhemên sereke yên bi Kurdî û bi zimanên din hatine nivîsandin jî, piraniya van zanyariyên xwe ji “Şerefnâme”ya Şerfefxan Bidlisî(w. 1005/1596) standine. Ji bona vê, dema ku em rastî berhemeke kevn li ser tarîxa Kurdan yan jî li ser tarîxa eşîreteke Kurd tên, wek “Kibrîtê Ehmer” kêfxweş dibin û dixwazin vê berhemê belav bikin û ji gelê xwe re bidin naskirin.

BERHEMEK LI SER EŞÎRETA CAF

“Te’rîxa Caf” ya Kerîm Begê Fettah Begê Caf

 

                                                                                                          Abdulcebbar KAVAK

Di vê nivîsa xwe de dixwazim behsa berhemeke girîng bikim. Ev jî kitêba Kerîm Begê Caf a bi navê “Te’rîxa Caf” e. Ev berhem bi zaravayê kurmanciya jêr/soranî hatiye nivîsandin. Dr. Hesen Caf li ser vê berhemê lêkolîn kiriye û Mihemmed Elî Qeredaxî jî pêşgotinek nivîsiye. Çapa yekem di sala 1416/1995’ê de li Bexdayê ji aliyê Dâru’l-kutub we’l-wesaiq hatiye kirin.

Berhema Te’rîxa Caf  ji destpêk û sêzdeh beşan pêk tê. Di pêşgotinê de Mihemmed Elî Qeredaxî gellek zanyariyên girîng dide û behsa çawaniya destêxistina destxetên vê berhemê dike.[1]

            Di destpêkê de Dr. Hesen Caf bi navê “Lêkolîneweyekê Te’rîxê Caf” li ser Kurd û eşîreta Caf zanyariyên gellek girîng dide. Di vê beşê de behsa Kerîm Begê Caf, wateya peyva Caf, Eşîreta Caf di tarîxê de dike û paşê liser kurtejiyana Kerîm Begê Caf, Heme Begê Caf û Dawud Begê Caf disekine. Di vê destpêkê de çend belge û nameyên balkêş ên deselatdarên Îranê ji Xanedana Kaçarê jî cih girtiye.[2]

Kerîm Begê Caf Kî ye?

Kerîm Beg kurê Fetah Beg e. Ew jî kurê Heme Paşayê Caf e. Di sala 1302/1889’ê de li Kanîçeqelê hate dinyayê. Zarokatiya wî di nav Eşîr û malbata wî de derbas bûye. Paşê ji bona xwendina medresê çûye şarê Silêmanî û mala xalê xwe Evrehman Axa maye. Di vê deme de li cem Mele Seîd Qur’an û kitêbên fiqhê û hin kitêbên Farisî jî xwendine. Paşê hatiye nav Eşîra xwe û li cem Şêx Elî Berzencî û Şêx Xenî ders xwendiye. Kerîm Beg zanistên Erebî jî li cem Mele Seîdê Qizrabatê xwendine.

                         (Kerîm Begê Caf)[3]

 

Kerîm Beg piştî wefata bavê wî Fetah Begê di sala 1321/1908’ê de dibe berpirsiyarê hemî karûbarên eşîretê. Kerîm Beg di nav eşîreta Caf bi exlaq û hereketên xwe wek numûneyekî qenc tê zanîn û yên ku têkiliya wan bi Kerîm Begê re hebûn di derheqê wî de her daim xêr û qencî gotine.[4]

       Kerîm Beg sê jinên wî hebûn. Ya ewil Dursûn Xanim bû. Dursûn Xanim keça Heme Hesenê serokê eşîra Terxanê bû. Ya duyemîn Fehîme Xanim bû. Keça Haci Abdilkerîmê xelqê Kifrî bû. Ya sêyemîn jî Nahîde Xanim bû. Nahide Xanim keça Vesman Paşayê Caf bû.[5]

      Kerîm Beg di sala 1368/1949’an de çûye ber dilovaniya Xwedê. Pîremêrd li ser wefata wî beytek nivîsandiye û bi hicrî işaret bi tarîxa wefata wî kiriye.

Îlhamê Xuva Kerîme le rûyê xoşewîstî ye

Mujdeyê Kerîmê ev bû, Kerîmê Beheştî ye (1368)[6]

Eşîreta Caf

Kerîm Beg di berhema xwe de di bin sêzdeh sernameyan de behsa eşîreta Caf dike. Sernameyên ku behsa wan kiriye ev in:

1. Weziyeta Eşîretê

2. Rewşa Eşiretê

3. Herekatên Mezin ên Eşîretê

4. Hejmar û Nufûsa Eşîretê

5. Tayfeyên Eşîretê yên di Nav Îran û Iraqê de

6. Hatina Eşireta Caf ji Îranê bo Welatê Baban(Kurdistana Iraqê)

7. Çûna Wan bo Îranê

8. Hatina Eşîreta Cafê Cara Duyemîn bo Welatê Baban

9. Şerê ku di navbera Eşîretê de Qewimiye

10. Têkiliya Cafê bi Eşîr û Tayfeyên Derdora Wê

11. Havingeha Eşîretê Le Îranê

12. Zivistaniya Tayfeyên Eşireta Cafê li Silêmanî û Kerkukê

13. Cih û warên Tayfeyên Eşîreta Caf li Bajarên Kirmaşan û Sine de

Kerîm Beg behsa tayfeyên Cafê yên Îranê û Iraqê dike û yek û yek navê van dijmêre. Ev tayfeyên ku li Iraqê dijîn bi Cafê Muradî têne navkirin.[7] Navên tayfeyên Eşîreta Caf a Muradî : “Mikayilî, Şatirî, Roxzadî, Terxanî, Başkî, Harûnî, Sedanî, Kemaleyî, Bedaxî, Emele, Îsayî, Gelalî, Nevrolî, Yezdanbexşî, Welî, Nejwinî, Mesûdî, Şêx Îsmailî, Sûfîwend, Tawekûjî, Mirawelî, Peştemale, Smayîl Uzeyrî, Bîserî, Çûçanî, Têleko”.[8]

Navên tayfeyên Eşîreta Caf ên li Îranê dijîn ev in: “Kubadî, Bavecanî, Îmamî, Yenaxî, Kadir Mîrweysî, Tayşeyî, Koyek, Nêrjî, Derwîşî, Weledbegî, Delejêrî, Kokoyî, Zerdoyî, Elî Exeyî, Peplêyî, Tawekozî, Dowrowî, Koyrekî ”[9]

Kerîm Beg gellek zanyariyên girîng li ser tayfe û firqeyên tayfan dide û yek û yek navên wan firqan dijmêre. Paşê hejmara malên wan û gundên wan firqan dide û behsa cihên wan dike.[10] Li aliyekî din Kerîm Beg dîsa zanyariyên bi qîmet li ser serok û Paşayên Cafê dide û behsa têkiliya wan bi Îran û Dewleta Osmanî jî dike.[11]

Giringeyeke din ê eşîreta Cafê heye ku ew jî Mewlana Xalidê Şarezorî (w.1242/1827) ji eşîreta Cafê tayfeya Mikayilî ye.[12] Di nav nispeten wî de “Cafî” jî heye.[13] Tarîxvanê Iraqî yê navdar Ebbas Ezzawî dema ku behsa eşîretên Kurdan dike bi dirêjahî qala Eşîreta Cafê dike û dibêje Mewlânâ Xalidê Şarezorî jî, ji vê eşîretê ye.[14]

Çavkanî

1. Baban, Cemal, Silêmanî Şaregeşâvekem, Dezgayê Ruşenbirî we Belavkirdneweyê Kurdî, Silêmanî 1998.

2. Caf, Kerîm Beg, Te’rîxa Caf, Lêkolîner: Hesen Caf, Dâru’l-kutub we’l-wesaiq, Bexda 1995.

3. Ezzawî, Ebbas, ‘Aşâiru’l-Iraq I-VI, Mektebetu’l-Hedarat, Beyrut b.t.

4. Marufoğlu, Sinan, Osmanlı Döneminde Kuzey Irak, Weşanên Eren, Stenbol 1998.

5. Müderris, Evdilkerim, Yadê Merdan, Çapxaneyî Aras, Hewlêr 2011.

6. Nikitin, Basili, el-Kurd, wergêr: Nuri Talabani, Mektebetû Fikr we’t-Tew’iye, Silêmanî 2006.



[1] Bnr. Kerîm Begê Caf, Te’rîxa Caf, Lêkolîner: Hesen Caf, Dâru’l-kutub we’l-wesaiq, Bexda 1995, r. 5-11.

[2] Caf, Te’rîxa Caf, r. 12-116.

[3] Me ev wêne ji berhema Te’rîxa Cafê wergirtiye.

[4] Caf, Te’rîxa Caf, r. 94-100.

[5] Caf, Te’rîxa Caf, r. 101.

[6] Caf, Te’rîxa Caf, r. 101

[7]Basili Nikitin, el-Kurd, wergêr: Nuri Talabani, Mektebetu Fikr ve’t-Tev’iye, Silêmanî 2006, r. 283–284: Cemal Baban, Silêmanî Şaregeşâvekem, Dezgayê Ruşenbirî we Belavkirdneweyê Kurdî, Silêmanî 1998, II, 24.

[8] Caf, Te’rîxa Caf, r. 124; Sinan Marufoğlu, Osmanlı Döneminde Kuzey Irak, Weşanên Eren, Stenbol 1998, r. 123.

[9] Caf, Te’rîxa Caf, r. 124.

[10] Caf, Te’rîxa Caf, r. 125-143.

[11] Caf, Te’rîxa Caf, r. 149-199.

[12] Azzâvî, ‘Aşairu’l-Iraq, I, 246.

[13] Evdilkerim Müderris, Yadê Merdan, Çapxaneyî Aras, Hewlêr 2011, I, 296.

[14] Ebbas Ezzawî, ‘Aşairu’l-Irak I-VI, Mektebetu’l-Hedarat, Beyrut b.t., I, 236

Yazar: Abdulcebbar KAVAK

Kaynak: nupelda

Toplam: 1 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: li ser

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site