13:09 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 181

meha rewacdarmeha rewacdar : 11326

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653189

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Lêkolîn

Teqîna Mezin I

Teqîna Mezin I

Di vê vekolînê de tê xwestin ku li ser teoriyeke ku mijara xuliqîna gerdûnê şîrove dike, were sekinîn. Ev teorî, Teoriya Teqîna Mezin (The Big Bang Teory) e. Vekolîn dê ji du beşan pêk were. Di vê beşa yekem de dê bi awayekî kurteyî teorî û naveroka wê were nirxandin. Mijara bingehîn a teoriya Teqîna Mezin, derḧeqê destpêka gerdûnê de agahî dayîn û pirsên di vê qadê de bersivandin e. Ev teoriya bi tenê qala destpêka gerdûnê nake; xêra tîrojên fosîlbûyî û jêmayînên germahiya çirûsînên destpêkê, qonaxên mezinbûn û firehbûna gerdûnê jî şîrove û zelal dike. Ji doneyên îro, gav bi gav, qare bi qare ber bi paş ve diçe û xwe digihîne destpêkê. Teoriya Teqîna Mezin, li gor teoriyên din, derḧeqê destpêka gerdûnê de gelek agahiyan pê bawertir dide. Bi kurteya agahiyên xwe yên berfireh ve dibêje ku gerdûn ne ezelî ye, bi destpêk e. Li gor vê teoriyê, hebûna gerdûnê bi carekê ve dest pêkiriye û temenê wê, bi qasî13.7mîlyar salên cîhanê ne.

KURTEJIYANA EHMEDÊ XANÎ

KURTEJIYANA EHMEDÊ XANÎ

Ehmedê Xanî di warê mesnewiyên evînî û mesnewiyên dîdaktîk ên derheqê ferhengnasî yên kurdî-erebî, zanîstên dînî û tesewifî de bingeheke zexm avêtiye û digel “Herîrî “ û “ Mela” û “Feqî” edebiyata kurdî a klasîk saz kirine. Wekî Xanî di vê sedsalê de Şêx Şemsedînê Qutbê Exlatî, wekî şêxekî terîqeta Xelwetî di warê helbesta tekyayê û remzî de pêşengî kiriye. Lê ji bîlî Xanî û Xelwetî hinek nûnerên dî yên edebiyata kurdiya kurmancî yên di warê nezmê de wekî Remezanê Cizîrî, Axaokê Bêdarî, Xalid Axayê Zêbarî(Laxer) û Mela Remezanê Ebbasî jî derketine

JIYAN Û HEMÛ BERHEMÊN HEZÎN

JIYAN Û HEMÛ BERHEMÊN HEZÎN

Jiyana Mela Husnî Hezîn a bi ilmê û berhemên wî yên qîmetdar ve têr û tijî hêja ye ku bê zanîn û jê bê îstifadekirin. Me di vê nivîsa xwe de jiyan û berhemên Hezîn vekola. Beşa yekem bi giştî di derbarê jiyana Hezîn de ye. Di beşa duyem de jî me çardeh berhemên Hezîn dan nasîn û yek bi yek nirxandin.

Di Kovara “Rojî Kurd” de Nîqaşa Alfabeyê

Di Kovara “Rojî Kurd” de Nîqaşa Alfabeyê

Domandina hebûn û çanda milletekî bi xurtbûna pênûsa wî ve girêdayî ye. Xurtbûna pênûsê jî girêdayî nivîs û perwerdehiya wî gelî ye. Gelê kurd ji dîrokê heta îro ji bo ku hebûn û çanda xwe bidomîne di her warê jiyanê de têkoşînên mezin daye. Ev têkoşîn carcaran bi şûr û carcaran bi pênûsê çêbûne. Lê mixabin têkoşînên kurdan li hemper neyaran pir caran bi şûr çêbûne û herdem ev têkoşîn têk çûne. Tevî her tiştî gelê kurd hebûn û çanda xwe heta îro parastiye. Di destpêka sedsala 20an de jî gelê kurd ji bo ku ziman û nivîsa xwe xurt bike niqaşên girîng kiriye. Lê ne bi şûr, bi pênûs ev nîqaş kiriye. Ev nîqaş ji hêla rewşenbîrên kurdan ve di “Kovara Rojî Kurd” de ya ku li paytexta Osmaniyan li Stenbol derdiket de hatiye kirin. Nîqaş ji bo xurtkirina ziman, nivîs û perwerdehiyê li ser alfabe û guhertina alfabeyê tê kirin. Kurdan ji dîrokê heta îro gelek alfabe bi kar anîne, lê ji bilî alfabeya êzidiyan bi xwe alfabe çênekirine. Alfabeyê ku bi kar anîne ji milletên cîranên xwe standine û li gor zimanê kurdî rewîze kirine. Di dema Osmaniyan de hemû kurdan alfabeya erebî bi kar dianîn. Lê di dawiya heyama osmaniyan de kurdan ji bo guhertin û rewîzeya alfabeyê niqaşên girîng kirine. Ji van niqaşan yên tewrî muhîm jî ji hêla nivîskarên “Kovara Rojî Kurd” ve hatine kirin. Em ê jî di vê nivîsa xwe de li ser nivîsên ku di “Kovara Rojî Kurd” de hatine weşandin ên ku li dor alfabeyê hatine nivîsandin bisekinin…

HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û HIZRA WÎ YA MODERDENÎZMÊ

HECÎ QADIRÊ KOYÎ Û HIZRA WÎ YA MODERDENÎZMÊ

Di vê nivîsarê de tê armanckirin ku; fikra neteweparêziyê ziman e, di gelek rewşenbîran de netewparêzî bi zimanparêziyê ve xwe dide der ku yek ji van rewşenbîran Hecî Qadirê Koyî ye. Di civatekê de nivîskar ew kes in ku ji her kesî bêhtir nêzikî nirx û çanda neteweya xwe ne, ev yek jî ji ber nêz(ik)bûna wan a li zimên û mijûlbûna wan a bi zimên re pêk tê. Ji ziman heta bi dîroka hevpar em ê bidin rê û di ser hayjêbûnê re jî dahûrînê li gotin û bilêvkirina hest û boçûnên şa’îrê Kurd ê gewre, netewperwerekî romantik û welatparêz Hecî Qadirî Koyî(1815-1897) bikin. Koyî him şahidê tekçûna kurdan e him jî şahide şiyarbûna kurdan û netewperweriya kurd e. Koyî ruhê Kurdistana yekgirtî û serbixwe ye

LI GERDÛNÊ PÊRGALEKE ‘ECÊB: ROJGÊRAN

LI GERDÛNÊ PÊRGALEKE ‘ECÊB: ROJGÊRAN

Dema ku mirovên hişmend li gerdûnê dinêrin bivê nevê ders û pendê ji gerdûnê digirin. Gotina girîngtirîn di vê derê de “mirovên hişmend e” ji ber vê yekê ev nivîs ji bo kesên hişmend têne nivîsandin. Rêkûpêka di gerdûnê de her dem mezinahiya Xwedê derdixe holê. Mirovên hişmend dema ku li ser kozmolojî û erdnîgariyê dixebite dibîne ku li gerdûnê tiştek ne tesadufî ye, hemû tişt bi rêk û pêk e û bi pergalekê tê îdarekirin.

MELE BEDREDDÎN SARIKAYA Û BEYTA WÎ YA LI SER USTAD BEDÎ’UZZEMAN

MELE BEDREDDÎN SARIKAYA Û BEYTA WÎ YA LI SER USTAD BEDÎ’UZZEMAN

Mele Bedreddîn li gor danayên fermî yên dewletê (Di nasnameya wî de) di sala 1948an de li gundê Mele Dawûdê ku girêdayî Kopê ye hatiye dinyayê. Bi rastî dîroka ji dayikbûnê ya Mele Bedreddîn ne sala 1948an e. Li gor agahiyên ku me ji malbata wî girtin Mele Bedreddîn di sala 1942an de hatiye dinê. Bavê Mele Bedreddîn, Mele Salih e ku di wê deverê de melakî bi nav û deng bû. Dayika Mele Bedreddîn Ûmmî Selme (Ummu Seleme) neviya Şêx Fethullahê Werqanisî ye.

Çar Çîrokên Cuda yên

Çar Çîrokên Cuda yên

Edebiyata kurdî ya klasîk di serdema Îslamî de, di bin bandora zimanên ‘erebî û farisî de li gor hinek rêzikan derketiye holê. Ji ber ku, piştî qebûlkirina Îslamê ev edebiyat pêşde çûye û geş bûye, xîmên xwe jî li ser vê ‘erdê daniye û xwe ava kiriye. Lê piştî ku di tarîxa Îslamê de terîqet ava bûn, vê carê tesewif jî bandoreke mezin li edebiyata klasîk kir. Tesewif, bi taybetî jî di edebiyata kurdî ya klasîk de, bi tena serê xwe belkî bi qasî hemû çavkaniyên dînî cihê xwe girt û ji wan re bû çavkaniyeke girîng.

DI SEDSALIYA NIVÎSKARIYA XELÎL XEYALÎ YÊ MODANÎ DE BEHSA ZIMANÊ KURDÎ Û RÊZIMANIYÊ

DI SEDSALIYA NIVÎSKARIYA XELÎL XEYALÎ YÊ MODANÎ DE BEHSA ZIMANÊ KURDÎ Û RÊZIMANIYÊ

…vaye mînakeke welatparêziyê pêşkêşî we dikim ku; ew jî Mîrze Xelîl Xeyaliyê Motkiyî yê ku wekî di her beşê welatparêziyê de, di warê ziman de jî pêşekiyê bi dest xistiye. Û alfabe, serf û nehwa ku esasên zimanê me ne, anîye wucûdê. Û heta ez dikarim bibêjim ku Esra hemiyet, xîret, fedakarî û parastina zeîfan gihiştandiye hev û wucûda wî ya manewî çêkiriye. Heqîqeten ji ber ku em li cewherekî wiha yê xîretê ku ji kana Kurdistanê ye rast hatine, hêvî heye ku dê gelek cewherên wekî wî pêşeroja me ronahî bikin. Bedîuzzeman Seîdê Kurdî

Sînorên Edebiyata Kurdî Ya Klasîk

Sînorên Edebiyata Kurdî Ya Klasîk

Edebiyata klasîk a kurdî, ji kîjan sedsalê ve dest pê kiriye û heta kîjan sedsalê dewam kiriye, bi kîjan bûyer, edîb û berhemê hatiye bisînorkirin, hîna jî, li gor qenaeta me, baş nehatiye neqandin. Digel ku hin lêkolerên edebiyata kurdî , li gor sedsalan, edebiyata kurdî dabeşî serdeman dikin jî, hêja ye ku meriv bipirse ka gelo krîterên ku wan edebiyat pê dabeş kirine, çi ne? Ew berhemên ku weke qklasîk tên binavkirin, ka gelo bi rastî jî klasîk in an na? Edebiyata klasîk a kurdî, bi misilmanbûna kurdan dest pê dike yan na? Ji ber ku pêdivî bi bersivdayina van pirsan heye, min ev mijar ji xwe re kir karê vehûrînê. Heta ku ji destê min bê, ez dê li gor derfetên gotarekê, asta sînorên “lîteratura klasîk a kurdî” diyar bikim. Helbet ez dê çavkaniyên edebiyata lorî, goranî, kurmancî, soranî û kirmanckî jî, ji vê xebatê re bingeh bigrim. Bi vê projeyê, min niyet ew e ku bi hindikî be jî, sûde bidim dîroka serdemên edebiyata kurdî.

ÇÎROKÊN BEHLÛL Jİ HERÊMA BOTAN (1)

Pêşgotin Li herêma Botan bi dehan çîrok, destan û gotinên pêşiyan hene. Ev herêm mirov dikare bêje ku, behra zargotina kurdî ye. Ev çîrokên ku min berhev kirine jî çend dilopên ji vê behrê ne. Min çîrokên vê nivîsê, ji Beşîr Şinğar, (bavê xwe), İbrahim Şermet û Adil Şiğva guhdar kirin. Di van çîrokan de qala Behlûl tê kirin. Dibêjin Behlûl yekî ‘alim bû, birayê xelîfeyê Bexdayê Harûn Reşîd bû. Hinek jî dibêjin ne birayê wî bû, lê tekiliya wan xurt bû. Dibêjin Harûn Reşîd ji Behlûl dixwaze ku bibe qaziyê Bexdayê. Behlûl jî vê daxwaza wî napejirîne. Ji bo ku barê qazîtiyê negire ser milên xwe, xwe li dînîtiyê datîne. Di her meseleyeke Behlûl de hîkmet heye. Ji wan çîrokên wî ên bi hîkmet 4 çîrok di vir de hatine nivîsandin.

BERHEMEK LI SER EŞÎRETA CAF

BERHEMEK LI SER EŞÎRETA CAF

Berhemên kevn ên ku li ser tarîxa Kurdan û eşîret û hozên Kurdan hatine nivîsandin bi rastî kêm in. Îro berhemên tarîxê yên çavkanî ku di warê zanistî û akademik de lêkolîner ji wan istifade dikin, bi qasî hejmarên tiliyan in. Berhemên sereke yên bi Kurdî û bi zimanên din hatine nivîsandin jî, piraniya van zanyariyên xwe ji “Şerefnâme”ya Şerfefxan Bidlisî(w. 1005/1596) standine. Ji bona vê, dema ku em rastî berhemeke kevn li ser tarîxa Kurdan yan jî li ser tarîxa eşîreteke Kurd tên, wek “Kibrîtê Ehmer” kêfxweş dibin û dixwazin vê berhemê belav bikin û ji gelê xwe re bidin naskirin.

GULDESTEYEK JI ŞÎRETÊN EHMEDÊ XANÎ

GULDESTEYEK JI ŞÎRETÊN EHMEDÊ XANÎ

Şîretên alim û zanayan, feylesof û hekîman netîceyên tecrubeyên salan, fikrên kûr û dirêj, û îlhamên menewî ne. Bo vê yekê, ev şîret li cem mirovan ji zêr û zîvan gellekî bi qîmettir in. Ev şîret ne mal û milkê heremekê an jî neteweyekê ne, ew dibin milkê hemî neteweyan; hemî kes ji wan feyde dibîne û guh dide wan.

Di Şekilgirtina Sûdanê De Rola Kurdan û

Di Şekilgirtina Sûdanê De Rola Kurdan û

Gelo çi têkiliya Kurdan bi Sûdanê re heye? Îcar Kurdîstan ji ku derket? Kurd, ji kînga ve li vî welatî ne? Hin vekolîn dibêjin ji heyama Medan û bi vî alî ve, hin dibêjin, ji heyama Selahaddînê Eyyûbî û pê ve û hin jî dibêjin ji heyama Mihemmed Eliyê Qawalayî û bi vî alî ve Kurd li wir bi cî bûne. Gelo di vê mijarê de rastî çi ye yan jî kîjan e? Dê di vê vekolînê de, bersivên van pirsan werin dayîn û rastiya mijarê dê bi we xwendevanan re were parve kirin.

UMER EWNÎ EFENDÎ û“QEWAÎD-Î LÎSAN-I KURDΔyaWÎ

Di vê nivîsê de em dê Umer Ewnî Efendiyê Xarpêtî yê nivîskarê “Qewaîd-î Lîsan-i Kurdî”, bi we bidin naskirin. Ev kitêba giranbiha ya Umer Ewnî Efendî, mixabin bi awayekî zanistî hîn nehatiye danasîn û nehatiye transkribekirin.

Di “Nehcu’l-Enamê” de Qeyde û Rêzên Civakî

Dema ku XwedêTe’ala mirov afirandin û pê ve mirov bi hev re jîyane û bi hev re civak çêkirine, medeniyet ava kirine. Wehareng e li ser hinek qeyde û rêzên civakî tifaqî kirine. Ew qeyde weke prensîb û ‘edet û adaban hatine parastin. Ji milê dîtir ve kêmasiyên di derbarê van qeyde û rêzan de weke gunehekî hatiye qebûlkirin.

Nîşana Mezinahiya Xwedê: Gerdûn

Beriya her tiştî ger divê bêjim ku di Kurdî de lêkolîn û nivîsandina ‘erdnîgariyê pirr kêm e. Ez hîn pêşde biçim, ez dikarim bejim, nivîsên di derbarê ‘erdnigariyê de (tenê bi serê xwe) tiliyên destekî derbas nake. Min biryar da ku bi destûra Xwedê ez ê ji vir pê de di derbarê ‘erdnîgariyê de binivîsim. Mijara me ya ewil gerdûn e.

Şêx Nureddînê Birîfkanî

Şêx Nureddîn li Kurdistanê hem di warê edebiyata Kurdî de, hem di warê zanînê de, hem jî di warê tesewufê de xaleke pir girîng e. Hem malbata Brîfkaniyan, hem jî Şêx Nûreddîn bi xwe, wek qendîleke Qadirî û Kurdistanî tên qebûlkirin. Ewil pêdivî heye ku em li şecera wan mêzekin. Bê ka Seyîd’in an na. Li gorî nesebnasê malbatê ji Şêx Nûreddîn bigre heta Hezretî Muhemmed(s.e.w.) şecera malbatê wihareng e.

Di Çanda Kurdan de Dengbêj û Hunera Dengbêjiyê

Dengbêjî yek ji hunerên herî kevin e. Li gelek welatan ev huner hatiye sepandin (îcrakirin). Dengbêj bi kilamên ku di her dem û rewşê de gotine bûne berdevkê çanda devkî ya civaka xwe. Wekî çandên welatên din di çanda devkî ya kurdî de jî di pêvajoya afirandina çanda devkî de rola sereke helbet ya jinan e. Jin wekî dayik, wekî evîndar, wekî keçik afirînerên xwezayî yên hunerê ne. Di xebateke din de em ê li ser vê mijarê bisekinin. Mijara vê nivîsê dengbêj û hunera dengbêjiyê ye. Lê belê têkiliya dengbêjiyê û jinan jî li ber çavan e. Jin afirînerê bingehîn yê dengbêjiyê ye. Dengbêj wan afirandinên jinan yên xav digire û wekî teşîrêsekê dirêsin, di tevna xwe de dihonin û berhemeke bêhempa dertînin holê. Navê hunera dengbêjan li Kurdistanê dengbêjî ye.

Di Rîsaleya Nurê de Mijarên Kurdî

Me xwest ew hevokên, paraxrafên, mijarên di kuliyeta rîsaleya Nûrê de li ser mijarên Kurdî de derbas dibin bînin ba hev. Em li ser bêjeyên di rîsalê de derbas dibin nesekinîn. Nivîsa ‘ewil li ser Mektûbatê ye. Di dawiya hevokan de bi jêrênotan di Mektûbatê li ku derê derbasbûye hatiye nivîsandin.


Diğer

1, 2  Rûpela dawî 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site