22:56 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 508

meha rewacdarmeha rewacdar : 4824

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600871

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Siddîq

Şemî - 14/03/2015 23:45
Siddîq

Siddîq

Mihemmed hema bi tenê pêxember e. Pêşiya wî jî pêxember hatin û derbazbûn. A niha ew bimre an were kuştin hûn ê pişta xwe bidin û herin? Her kî pişta xwe bidê û here tu ziyana wî nagihêje Ellah. Ellah, mukafata şukirdaran wê bide."

Ji nav ‘esmanan hîva çarderojî berjêr bû, hate ser Ke’beyê û li wir belav bû û her perçeyek kete nava xaniyekî Mekkeyê. Piştre hemî cardin beravî ser hev bûn û bilind bûn derketin ‘esmanan.

Min, deriyê xaniyê xwe girt û min nehişt ew perçê hîvê ku ketiye mala min derkeve derve.

Bi rastî navê min  ‘Ebdullah e.  Navê bavê min jî ‘Usman e. Ji bo ku kesî negotiye û bikarneaniye nehatiye zanîn. Gelek leqebên min hene, ji van leqeban yê ku kêfa min jê re tê yek jî “‘etîq” ango “azadkirî” ye,  ji bo ku Resûlullah ‘eleyhîselam ji min re wiha gotibû: “ Tu ’etîq î, azadê Xwedê yî ji agir”[1]

Ez, divê xwe bi we bidim naskirin. Ez Ebûbekîr! Ebûbekîrê Siddîq, xelîfê Resûlullah ‘eleyhîselam, heval û dostê wî û xezûrê wî…

Derbasiya min bi qewmê min re pir baş bû. Herkesî pir ji min hez dikir, ji ber ku ez însanekî sernerm bûm. Ji nava Qureyşiyan de neseba yekî herî baş ya min bû. Ez di danînûstandina xwe de mirovekî cidî, emîn, paqij bûm ango bazirganekî xweş exlaq bûm. Dema ez bûm misilman, min misilmantiya xwe qet veneşart hema haja herkesi pê çêbû. Hema di nava qebîla min de yên herî baş kî hebûn min hemiyan gazî bal Îslamê ve kir.[2]  Ew kesên ku ez bûme sebebê misilmanbûna wan: ‘Usmanê kurê ‘Effan, Zubeyrê kurê ‘Ewam, ‘Ebdurrehmanê kurê ‘Ewf, Se’dê kurê Ebîwaqas û Telheyê kurê ‘Ubeydullah in.[3]

Hatiye gotin ku; wekî misilmanbûna mine ew kêfxweş kiriye, tu tiştî Resûlullah ‘eleyhîselam kêfxweş nekiriye.[4]

Hêj beriya Îslamê di dema cahîlîyê de ez, heval û dostê Pêxember ‘eleyhîselam bûm.[5] Hema bêje ji zaroktiya min heta îro min dizanibû ka mirovekî çawa rasteqîn e, emîn e û exlaqê wî çiqas baş û bilind e. Min dizanibû ku ev exlaqê hanê ku tu wextan derawan nake nişan dide ku der heqê Ellah de jî tu wextî derewan nake. Bi rastî ev tişt bibû sedema herî mezin ji bo misilmantiya min.[6]

Piştî salan Resûlullah ‘eleyhîselam di derheqê min de wiha gotibû: “ Min her kî gazî Îslamê kir, min di dil û sîma wan de tereddûd, dudilî, şik û veciniqandin dîtin, lê belê di ya Ebûbekir de na. Hema bê şik û bê dudilî pejirand.[7]

Rojekê Resûlullah ‘eleyhîselam Ke’beyê tawaf dikir, muşrîkan derdora wî girtin. ‘Eqbeteyê kurê Mu’eyt berstûka Resûlullah ‘eleyhîselam girt û canê wî êşand û got: “ Tu yî, yê ku tişt-miştan dibêjê?” Resûlullah ‘eleyhîselam: “ Belê, ez im yê ku dibêje.” Hema di wê dêmê de mîn dît û ez bi aliyê wan de çûm û min ji wan re wiha got: “ Heyf ji we re ku hûn dixwazin, yekî ku dibêjê ‘rebbê min Ellah e’ hûn dewa kuştina wî dikin.” Min ew gotin got û Resûlullah ‘eleyhîselam ji destê wan derxist[8]

Dema ku Resûlullah ‘eleyhîselam çû mescîda Eqsayê û hat, sibêzû rabû ku ji xelkê Mekkeyê re wê mucîza ku Xwedê teala nîşanê wî daye bêje. Qîza apê wî yê Ebûtalib, Ummîhanî hema bi pêşa cibbê wî de digre û wiha dibêje: “Ey kurê apê min, pêyxemberê Xwedê; neçe vî tiştî ji xelkê re nebêje ew ên te derewîn derxin û wê te biqehirînin. Resûlullah ‘eleyhîselam: “Wellahî ez ê herim û wî tiştî ji wan re bêjim.” Dibêje û berdevam dike.[9] Di rê de ji Hz. Cebraîl re dibêje: “ Ya Cebraîl! Ez dirtisim qewmê min, min tesdîq nekin û napejirînin.” Hz. Cebraîl: “ Ebubekir ê te tesdîq bike.”dibêje. Resûlullah ‘eleyhîselam diçe cem Ke’beyê, koşê Hicrêka Hz. Îsma’îl disekine û ji milet re behsa Îsra û Mîracê dike. Ebûcehil tê cem û jê pirs dike:

  • Ka bêje –bi henek- te şev çi kir tu rastî çi hatî?

  • Bi şev min, bi rê ve birin.

  • Birine kuderê?

  • Beyta Meqdîsê.

  • Piştre tu hatî cem me û tu Xwedan sibê bûyî, e?

  • Belê!

Ji bo ku herkes bibhîze Ebûcehil gazî milet dike, dixwaze ku tiştên ji wî re gotiye ji herkesî

re bêje. Resûlullah ‘eleyhîselam gotina xwe hemî dubare dike. Ji bo ku gotina Resûlullah ‘eleyhîselam derewîn nîşan bidin, hinek ji wan destê xwe hevdixin hinek, destê xwe datînin ser serê xwe û serê xwe ba dikin. Hema wê demê dibînin ku şik û guman dikeve nava dilê misilmanan, çend heb ji wan radibin tên mala min. Ez li pêşiya malê bûm. Min dît ku çend kesên ji Qureyşiyan bi lez û bez bi aliyê min de tên. Bi kelecan in û kêfxweşiyek ji rûyên wan dixwiyê. Dema xwe tam nêzîkî min kirin yekî ji wan got: “ Ya Ebubekîr! ka were hevalê te çi dibêje haja te pê he ye? Qaşo dibêje ez çûme Beytil Meqdîsê û min li wir nimêj kiriye, piştre jî vegeriyame û hatime Mekkeyê.” Dema wan wisa got, min wisa texmîn kir ku ew buxtanan li Resûlullah ‘eleyhîselam dikin û min gote wan: “Hûn di derheqê wî de derewan dikin”. “Na, wî bi xwe di wê civata hanê de ji xelkê re got.” “Wellahî heke van gotinan wî gotibe, misoger rast e.”

Muşrîkan gotin:

  • Tu wî dirastînî, ka bêje rast e ku ew di şevekê de çûbe Beytul Meqdîsê û piştre hê nebûye sibe

hatibe Mekkeyê?

  • Belê. Hûn çima wisa heyirî mane, şaşo-maşo bûne. Wellahî ez wî cihê ji wî durtir û

hem bi şev hem jî bi roj nûçeyên ku dîne hemiyan bawer dikim û îman tînim.

  • Piştî vê xeberdanê ez çûme cem Resûlullah ‘eleyhîselam û min jê pirs kir “ Ya Resûlullah! Te

ji xelkê hanê re got, ‘ez çûme Beytul Meqdîsê’? Resûlullah ‘eleyhîselam:

  • Belê.

  • Ya Pêyxemberê Xwedê ji bo ku ez çûme wir, tu dikarî ji min re wesf û te’rîfa wir

bikî?

  • Belê.

           Hema wê demê Beytul Meqdîs hate pêşberî Resûlullah ‘eleyhîselam. Resûlullah ‘eleyhîselam

mêze kir û got, Resûlullah ‘eleyhîselam çiqas digot min jî wiha digot: “Tu rast dibêjî! Ez bawer dikim tu Resulê Xwedê yî.” 

      Resûlullah ‘eleyhîselam jî ji min re di dawiyê de wiha got:

    “Ya Ebûbekîr tu jî Siddîq î.” Piştî wê gotinê, navê min wek Ebûbekirê Siddîq ma.[10]

 

Ji misilmanan hinekan hê zûde koçî Hebeşîstanê kiribûn, piştî ku destûra çûyîna Medîneyê hate dayîn êdî yek bi yek koçî Medîneyê kirin. Hema di Mekkeyê de bi tenê yê hatibûn hepiskirin, yê nexweş, ew kesên ku ji çûyînê ‘acizin, mabûn, Hz. ‘Elî, ez û Resûlullah ‘eleyhîselam mabûn[11]

Ji bo hicretê her cara ku min ji Resûlullah ‘eleyhîselam destûr dixwest Resûlullah ‘eleyhîselam: “ Ka sebir ke dibe ku Xwedê ji bo te hevalekî amade bike” digot. Piştî rojan Resûlullah ‘eleyhîselam ji min re wiha got: “ Ka tu hinekî dinê jî sebir ke dibe ku destûra min jî ji bo hicretê were dayîn.” Dema Resûlullah ‘eleyhîselam wisa got, min xwe ji bo çûyînê paşde da, dibû ku Resûlullah ‘eleyhîselam bi min re biçûya. Ji bona wî ez rabûm çûm min du heb deve kirîn û ew bi belgên dara semûrê xwedî kirin.[12]

Rojekê Resûlullah ‘eleyhîselam di germaya nîvro de ber bi mala me ve hat, destûr xwest û kete hundirê malê û mizgîniya çûyîna Medîneyê da: “Ya Ebubekîr destûra min a ji bo koçkirina Medîneyê hate dayîn.” “ Ya Resûlellah! Ez ê jî bi te re hevaltî bikim?” “Belê”. Dema Resûlullah ‘eleyhîselam got “belê” ez ji kêfa giriyam, hêstir ji herdu çavê min hatin.[13]

Min ji Resûlullah ‘eleyhîselam re:  

  • Ya Resûlellah! Min ev herdu deve ji bo vî karî standibû, dê û bavê min fedayî te bin, ji

van devan yekî hilde.

  • Divê ku ez bihayê wê bidim piştre ez ê hildim.[14]

Bi şev Resûlullah ‘eleyhiselam ji mala xwe derket, hema rasterast hate mala me. Em bi hevre ji deriyê pişt mala min re dizîka derketin û ber bi çiyayê Sewrê ve ku jêra Mekkeyê ye bi şev bi meş çûn.[15] Ez carna diketime pêşiya Resûlullah ‘eleyhîselam carna jî pey wî diçûm. Vê rewşê bala Resûlullah ‘eleyhîselam kişand û ji min sedema wê pirs kir, min: “ Ya Resûlellah! dema tê bîra min ku muşrîk li te digerin û dane pey te ez hema xwe didime piştê ku zirarekî nedine te, dema tê bîra min ku dibe ku cihekî xwe xistine taldekê de û te raçav dikin hema ez xwe didime pêş te ku zirarekî nedine te.”

Dema em gihiştin şkefta ser çiyayê Sewrê min ji Resûlullah ‘eleyhîselam re got: “ Ya Resûlullah! Tu li vir bisekine ez ê herim bikevime nava şkeftê, paqij bikim, piştre tu were hundir.” Hema ez ketim hundir û min her der par û paqij kir û çiqas kun hene hemî girtin û gazî Resûlullah ‘eleyhîselam kir.[16]

Dema ez û Resûlullah ‘eleyhîselam em diçine Sewrê, Muşrîkên Mekkeyê jî piştre hîn dibin ku em tunene, hema diçine mala min û pirsa me dikin me nabînin, dikevine nava Mekkeyî qulik qulik me digirin nabînin hema dîn û har dibin. Heryek dikeve deşt û çiyakî, li me digerin. Ji bo ku rêça me teqîp bikin du hev şopgeran digrin û ev şopger dikevin pey şopa me. Ji van şopgeran yek jî Surekayê kurê Malik bû. Dema heta şkeftê hatin wî got: “ Merivê we ji vir pêde neçûye tu derê, dibe ku di nava vê şkeftê de be.” Xortên muşrîkan şûrên wan di destê wan de ber bi şkeftê hatin, dîtin ku li ber deriyê şkeftê kevokekê hêlîna xwe çêkiriye, vegeriyan û çûn.[17]

Min, di şkeftê de çiqas kun hene hemî girtin. Piştî ku Resûllullah ‘eleyhîselam xwe dirêj kir, serê xwe danî ser çokên min, min dît ku kunek min nedîtiye û vekirî maye hema min peniya piyê xwe danî ser kunê û girt ku mar an dupişkek neyê zirar nede Resûlullah ‘eleyhîselam. Piştî ku Resûlullah ‘eleyhîselam bi xew re çû, marek hat û penya min ve da, êşek bêhempa bi canê min girt û bi wê êşê hêstir ji çavên min bariyan û dilopî ser rûyê Resûlullah ‘eleyhîselam kir û Resûlullah ‘eleyhîselam bi hêstirên çavên min hişyar bû. Resûlullah ‘elyehîselam li min nihêrî, dît ku reng ji rûyê min çûye pirs kir; “ çi bû?” min ; “Ne tiştek, hema diya min û bavê min qurbana te bin ya Resûlellah”.[18] Resûlullah ‘eleyhîselam anî cihê ku mar pê ve daye tif kirê û bi destê xwe mizda.

Piştre Resûlullah ‘elehîselam rabû piyan û nimêj kir. Min jî nêrevanî dikir. Piştî ku Resûlullah ‘eleyhîselam nimêja xwe qedand gote min: “ Aha tu dibînî qewmê te, li te digere” min ji Resûlullah ‘eleyhîselam re wiha got: “ Wellahî ez ji bo xwe natirsim, ez ji bo te ditirsim. Heke ez bimirim, ez yek kesim ez ê bimirim herim, lê tiştek bi te were ummetê helak be.” Hz. Resûlullah ‘eleyhîselam: “ Netirse Ya Ebûbekîr! Bêşik Xwedê bi me re ye.”[19] Ez ditirsiyam, lê Resûlullah ‘eleyhîselam dilfire û rehet bû. “… Dema ku kafiran wî ji (Mekkeyê) derxistin wê çaxê Xwedê bi xwe alîkarya wî kiribû. (Wê demê) Resulê Xwedê ji diduyan yek bû. Wê demê ew di nava şkeftê de bûn. Pêxember ji hevalê xwe re digot: Netirse Xwedê bi me re ye…”[20]

Dema ku muşrîkan, min û Resulullah ‘eleyhîselam nedîtin vegeriyan çûne Mekkeyê. Gazîvan di nava Mekkeyê de belav dibin û dibêjin “Her kî Pêxember û hevalê wî Ebûbekîr bibîne bîne an bikuje sed heb deve, wê bibe yên wî” ev gotin li her derê Mekkeyê gihandin.[21]  

Her şev kurê min  ‘Ebdullah hem ji me re xwarin dianî hem jî ka rojê muşrîkan çi kirine çi gotine hemî dihat libo libo xeber dida me û hêj şeveq derneketî hê herkes di xewê de, radibû diçû Mekkeyê ku kes pê nehese. Kolekî min hebû, min ew azad kiribû, wî jî bi dizî heywanên xwe dianî ba şkeftê û şîr dida me. Ez û Resûlullah ‘eleyhîselam roja pêncşemê û roja înê, şemî û yekşemê bi şev û rojan di nava şkeftê de man.[22] Piştre em derketin û çûne Medîneyê.

Du sal ser hîcretê re derbas bibû. Îro em 313 heb berhev bibûn li deşta Bedrê. Dijmin sê-çar carî me bû. Dema Resûlullah ‘eleyhîselam dît ku muşrîk hatin meydana herbê, destê xwe rakir û ji Xweda re di’a kir: “ Ya rebbî ev Qureyşî hatine, bi kibr û qurebûna xwe ve bi xwe mezin dîtina xwe ve dijminayê bi te re dikin û qasidê te derewîn derdixin. Ev alîkariya ku Te ji me re we’d kiribû em wê alîkariyê ji Te dixwazin. Ya rebbî! Tu sibê zû wan helak bike.[23] Heke tu wan misilmanên hindik helak bikî êdî tu kes li ser rûyê dinyayê ji Te re namîne ku ‘îbadet û perestişê ji te re bike…” û got got…wisa bi xwe ve çûbû rîda ser pişta wî ketibû ‘erdê. Min dît ku Resûlullah ‘eleyhîselam bi zare zar di’a dike û rida wî kete ‘erde, ez hema çûme cem, min rîda wî ya ku ketiye ‘erdê rakir danî sermila wî û min wiha got: “ Ey pêxemberê Xwedê! Bes e, êdî te ewqas di’a kir, miheqqeq ew tişta ku Wî ji te re ehd kirye wê pêk bîne.” Piştre ev ayeta hanê nazil bû: “ Wî, ji Rebbê xwe îmdata xilasbûnê dixwest, Wî jî ji we re; ‘ez ê ji melekan hezar heb kes peyhev bişînim îmdada we’ gotibû û di’a we qebûl kiribû.”[24] Dema ev ayeta hanê nazil bû Resûlullah ‘eleyhîselam ji min re “ Ya Ebûbekir mizgîniya min li te! Alîkarya Xwedê ji te re hat. A ha ev Cebraîl e. Ser riya Nak’ê gema hespê xwe girtiye û çekên wî di destê wî de û zirxê wî jî li serî wî, hêviya herbê ye.”[25]

Rojekê Resûlullah ‘eleyhîselam ji min re wiha got: “Hz. Cebraîl ji bo wehyê hate cem min û ji min re wiha got: “ Ya Muhammed, Xwedê te’ala selam li te kir, ji te re got; bila ji kurê Ebû Kuhafe re bêje; muheqqeq Xwedê jê razî ye.“[26]

“Du heb wezîrên min ê ser rûyê ‘erdê û du heb jî li ‘esmanan hene. Wezîrên li ‘esmanan; Cebraîl û Mikaîl in, yên ser rûyê ‘erdê jî; Ebûbekir û ‘Umer in.” Piştî ku Resûlullah ‘eleyhîselam wê gotina hanê got, serê xwe bilind kir ber ‘esmanan û wiha got; Hin kesên ji ehlê iliyyin hene mîna stêrkên ‘esmanan in, ew kesên ku di binê wan de ne wan dibînin. Ebûbekir û ‘Umer ji wan kesan in û hatine xwedî nî’metkirin.

Rojekê ez, Resûlullah ‘eleyhîselam, ‘Umer , ‘Usman derketibûn ser çiyayê Uhudê, çiya hejiya, Resûlullah ‘eleyhîselam; “ Netebite, ji bo ku ser te pêxemberek, siddîqek û du heb şehîd hene” [27] got û Uhud di cihê xwe de sekinî.

Rojekê em li mizgeftê bûn, Resûlullah ‘eleyhîselam: “ Îro, kî ji we bi rojî ye?” min got; “ Ya Resûlellah min girtiye. “

  • Kê sedeqe daye?

  • Min.

  • Kê îro bi cenazekî re çûye?

  • Ez.

  • Kê îro xwarinek daye miskînekî.

  • Min da.

  • Her kê di Rojekê de van hemiyan bike ew tê efûkirin.[28]

Rojekê Resûlullah ‘eleyhîselam ser xutbê wiha got: “ Xwedê ‘ebdek ji aliyê dunya û

axirtê ve ka kîjanê çêtir dibîne serbest hîşt. Wî ‘ebdî axiret hilbijart. ”Dema Resûlullah ‘eleyhîselam wisa got min fam kir ku Resûlullah ‘eleyhîselam behsa wefata xwe dike, hema ez giriyam. Xelk ji girîna min heyirî ma, fam nekirin ka Resûlullah behsa kî dike û ez çima giriyam. Piştre Resûlullah ‘eleyhîselam wiha got: “Megrî ya Ebabekir. Di sohbet û mal de yê ku emîn e Ebûbekir e. Heke min ji xwe re dostek bigirta min ê Ebubekir bigirta, lê belê biratiya Îslamê li ser hemî dostaniyan e. Ev deriyên ku dikevine mizgeftê, ji bilî deriyê Ebîbekir, bila yê herkesî were girtin.[29]

Dema ku Xwedê tea’ala misilmantî xiste nesîbê min hema hema 40 hezar dînar perê min hebû, elhemdulîllah min hemî di riya Xwedê de serf kirin. Heft heb kolên ku di destê muşrîkan de tehde û îşkence dikşandin, min kirîn û ew azad kirin. Yek ji wan jî Bîlalê Hebeşî bû.

Ji bo sefera Tebukê herkesî di riya Xwedê de malê xwe dianîn û înfaq dikirin. Resûlullah ‘eleyhîselam ferman kir got ka kî çi dîne bila bîne, îro roja dayînê ye. Herkesî ji malê xwe perçek dianî. Yekî deh deve yekî çekên xwe, yê dinê perên xwe anîn. Bi gotina ‘Umer, wî niyet kiribû ku vê carê wê ji min zeftir di riya Xwedê de înfaq bikira, ji bo ku halê wî di cih de bû. Çûbû çiqas malê wî heye hemî hesap kiribû, nivî li mala xwe hîştibû. Nîvê malê xwe hemî ajala xwe siyar dike û dîne datîne pêşiya Resûlullah ‘eleyhîselam. Resûlullah ‘eleyhîselam jê pirs kir: “ Ya ‘Umer te çi anî çi hîşt?” ‘Umer “ Ya Resûlellah min nivî anî nivî hîşt. Ez jî wê rojê çûm ka li mala min çi heye min hemî berhev kir anî cem Resûlullah ‘eleyhîselam û sekinîm, çavê hz. ‘Umer li min e di dilê xwe de dibêje ez ê vê carê jê derbas kim. Resûlullah ‘eleyhîselam ji min pirs kir: “Ya Ebûbekîr te çi anî û te çi hîşt?” “Ya Resûlellah min malê xwe hemî anî.” “ Lê te ji ehlê xwe re çi hîşt?” “ Ya Resûlellah min, ji wan re Xwedê û Resulê Xwedê hîşt.” Resûlullah ‘eleyhîselam ji malê ku min da piçek li min vegerand.

Rojekê Resûlullah ‘eleyhîselam: “ Malê tu kesî wekî malê Ebûbekir feyda wî negihiştiye min.” Got, dema Resûlullah ‘eleyhîselam wisa got, ez giriyam û hêstir çavê min hatin. Û min wiha bersîva wî da: “ Ya Resûlellah! Ma ez û malê xwe a te nînin.”[30]

Rojekê navbeyna min û ‘Umer de gengeşiyek çêbû, me li hev nekir û ez pir ‘aciz bûm, hema min bi delingê kirasê xwe ve girt, bilind kir û ez bilez çûme cem Resûlullah ‘eleyhîselam; çend heb sahabe li derdora wî bûn, min selam da û min got: “ Ya Resûlellah! Navbeyna min û kurê Xettab de gengeşiyek çêbû, min jî ‘ecele kir, hin tişt jê re gotin û ez hema poşman bûm, lê belê min kir ne kir wî ez ‘efû nekirim, ez jî hatim cem te. Resûlullah ‘eleyhîselam sê cara ji min re got: “ Ya Ebûbekir Xwedê te ‘efû bike. “ Piştre ‘Umer poşman dibe diçe mala min û pirsa min dike dema ku min li wir nabîne hema hate cem Resûlullah ‘eleyhîselam. Selam da lê Resûlullah ‘eleyhîselam pir hêrs bibû, wisa hêrs bibû reng û rûyê wî sor bibû, ez tirsiyam hema ez ser çokan rûniştim, min got: “Ya Resûlellah wellahî yê zeftir neheq ez bûm, dema min ew gotina xwe du caran dubare kir, Resûlullah ‘eleyhîselam berê xwe da wan û wiha got: “ Xwedê min ji we re pêxember şand, we hemiyan gote min tu derewan dikî. Lê Ebûbekîr got: Tu rast dibêjî. Bi can û malê xwe ez parastim û star kirim. Êdî heta kengî hûn ê hevalê min ji min re berdin (êdî wî ‘aciz nekin)”, wê gotina xwe du caran dubare kir. Piştî ku Resûlullah ‘eleyhîselam wisa got êdî tu kesî tu wextê ez ‘aciz nekirim.[31]

Ev çend roj bû Resûlullah ‘eleyhîselam nexweş bû. Wisa ‘aciz bibû êdî nikaribû bihata mizgeftê, piştî çend rojan, Resûlullah ‘eleyhîselam hinekî baş bû, min jî ew başbûna wî ji xwe re xiste firsend û ez çûme ziyareta qîza xwe. Ez li mala qîza xwe rûniştibûm, min hew dît yekî gazî min kir û ev xebera nexweş da min. Hema ez, di cî de rabûm û çûm. Dema misilmanan bihîstin ku Resûlullah ‘eleyhîselam wefat kiriye nêzîkî mizgeftê li pêşiya mala ‘Eîşa qîza min berhev bibûn. Û digotin: “Ka binhêrin dibe ku ew jî bilindî ‘esmanan, cem Xwedê bûye." Piştre dibînin û dibihîzin ku Resûlullah ‘eleyhîselam wefat kiriye. Vê carê îja mirina wî qebûl nakin. Gotin: “ Wellahî ew nemiriye, ew jî mîna ‘Îsayê kurê Meryem hatiye bilindkirin aliyê ‘esmanê ve, wê cardin vegere. ‘Usman jî wisa digot.” Yên ku gotin “miriye” ew tehdît kirin. Yê ku qebûl nedikir û xelk tehdît dikir yek jî ‘Umer bû, digot: “Kê bêje Resûlullah miriye ez ê bi vî şurê xwe wî bikujim. Hema bi tenê ew kesên ku minafiq in dibêjin Resûlullah ‘eleyhîselam miriye.” Dema ev bûyer çêdibûn ez hatim gihiştim Medîneyê. Ketim nava mescîdê min dît ku ‘Umer bi milet re xeber dide, min qet guhê xwe nedayê û ji bo ku Resûlullah ‘eleyhîselam di oda qîza min ‘Eîşe de bû, hema ez derbasî mala wî bûm. Ketime hûndir min dît ku qumaşeke bi xet avêtine ser Resûlullah ‘eleyhîselam. Min rûyê Resûlullah ‘eleyhîselam vekir û ‘eniya wî maç kir û wiha got: “ Wellahî Resûlellah ‘eleyhîselam wefat kirye. Em ji Xwedê hatin û em ê herin cem Wî. Diya min û bavê min qurbana te bin ya Resûlellah! Tu carekê mirî û ev tişta ku ji te re hatiye dayîn te dît, ji vir pê de ji bo te mirin êdî nîne.” Axa waxa min bû min çi digo haja min pê tinebû, ez çûme ‘eniya wî, min maç kir. Û maç kir, maç kir û min got “Tu di saxbûna xwe de jî delal bûyî û di hâletê mirina xwe de jî delal î. Bi mirina te pêxembertî êdî xelas bûye. Ya Mihemmed, li cem Rebbê xwe me ji bîr meke, em di bîra te de bin.” Û piştre xêliya ku min rakiribû min danî ser rûyê Resûlullah ‘eleyhîselam û ez derketime derve. ‘Umer hê jî bi însanan re xeber dida. Ez çûm min ‘Umer da huşkirin û min wiha got: “ Gelî mirovan! Ellah yek e, ji bilî wî xweda nîne. Mihemmed jî ‘ebd û qasidê Wî ye. Ellah bi rastî heq e. Ew kesê ku ji Mihemmed re ‘ebdîtî dike, bila bizanibe ku Mihemmed wefat kiriye. Ew kesê ku ji Xwedê re ‘ebdîtî dike bila ew jî bizanibin ku, bêşik Ellah sax e û baqî ye û ebedî ye. Ez dixwazim vê gotina Xwedê bixme bîra we:

وَمَا مُحَمَّدٌ اِلَّا رَسُولٌ قَدْ خَلَتْ مِنْ قَبْلِهِ الرُّسُلُ اَفَائِنْ مَاتَ اَوْ قُتِلَ اِنْقَلَبْتُمْ عَلى اَعْقَابِكُمْ وَمَنْ يَنْقَلِبْ عَلى عَقِبَيْهِ فَلَنْ يَضُرَّ اللّهَ شَيْاً وَسَيَجْزِى اللّهُ الشَّاكِرينَ

Mihemmed hema bi tenê pêxember e. Pêşiya wî jî pêxember hatin û derbazbûn. A niha ew bimre an were kuştin hûn ê pişta xwe bidin û herin? Her kî pişta xwe bidê û here tu ziyana wî nagihêje Ellah. Ellah, mukafata şukirdaran wê bide."[32]

Kê xwe bi kitêba Xwedê û sinnetê Resûlullah ‘eleyhîselam bigre wê xilas bibe. Her kî van her duyan ji hev biqetîne wê ji rê derkeve. Şeytan bi mirina pêxember serê we nexapîne, we ji dînê we dernexe. Nehêlin ku şeytan bigihêje we. " Dema ku min ew xeberdana hanê kir pêşiyê ‘Umer piştre hemî xelk aş bûn.[33]

Dema Resûlullah ‘eleyîhselam wefat kir, ji bo xelîfetiyê ka kê çi bikira nizanibûn. Yekî mîna ‘Umer jî radibe diçe cem Ebû ‘Ubeydeyê kurê Cerrah û dibêjê “ Destê xwe dirêj ke ez ê bî’atê te bikim, ji bo ku min ji Resûlullah ‘eleyhîselam bihîstibû wiha gotibû: ‘Her ummetê emînekî wî heye, emînê ummeta min jî Ebû ’Ubeyde ye.’”[34] Ebû ‘Ubeydeyî kurê Cerah wiha bersîva ‘Umer dide: “Roja ku tu bûyî misilman heta îro, min ramanekî te yê wisa qels nedîtibû. Yekî mîna Ebûbekîrê Siddîq heye, ew kesê ku dudiyê ji dudiyan e û ew kesê ku Resûlullah ‘eleyhîselam emrê îmamtiya wî kir û wî jî ji me re îmamtî kir di nava me de ye û hê jî nemiriye ez ê derbasî pêşiya wî bibim.”[35]

Ji Ensaran hinek kes li mala Se’dê kurê ‘Ubade berhev bibûn û hezdikirin wî bixin xelîfe. Mirovek hema tê ji ‘Umer re dibêje, ‘Umer hema bi bayê bazê hate cem min û ji min re got: “Hêj van kar xirab nekirye em herin” û em herdu ketin rê. Min, di rê de ji bo ku ‘Umer bibe xelîfe da ku ez ê ji xelkê ji wir re çawa xeber dim, ez hemî fikirîm. Dema em gihiştin wir hêj ku min xeber neda, ‘Umer dest bi xeberdanê kir û got: “ Ey cema’eta Ensaran! Ma hûn nizanin; Resûlullah ‘eleyhîselam ji bo pêşiya xelkê nimêj bike Ebûbekir erkdar nekir?” Hemî bi hev re gotin “Belê em dizanin.” ‘Umer cardin pirs kir: “Ji vir pê de dilê we kîjanî bi pêşketina Ebûbekir dê rihet bibe?” Ensaran “ Em, ji pêşketina pêşiya Ebûbekir xwe dispêrin Xwedê” Beşîrê kurê Se’d got: “Bila yek ji me yek jî ji we be” ‘Umer : “ Ji bo Xwedê ev jî ji te, ka bêje min, tu bidî xatirê Xwedê tu rast bibêjî, dema Resûlullah ‘eleyhîselam got; ‘Îmam ji Qureyşiyan in’ te nebîhîst?” “ Wellahî min bîhîst” hema ‘Umer qet mihlet nexistê û destê min girt û got: “Bila herkes bibhîze ku min bî’at bi Ebûbekir re kir.” Piştre ew miletê ku li wir in hemiyan libo libo bi’at kirin. Piştre em çûne mescîdê, yên ku bî’at nekiribûn hatin kirin û ez derketim ser mîmberê û min ew xutba hanê îrad kir: [36]

Piştî ku min besmele, hemdele û selat û selam li ser Resûlellah anî, min got: “Resûlullah ‘eleyhîselam bi wehyê dihate parastin, lê belê a min şeytanekî min heye tu wextî ji min venaqete... Di karên xwe yên xêrê de ‘ecele bikin, lewra li pey we ecelê we ‘ecele dike. Ev gotina ku ji bo Xwedê nehatibe gotin di wê peyvê de xêr tûne. Sirrê ‘emelkirinê sebr e… di nava we de yê herî xêrtir ez nînim. Lê belê ez bûme rêvebirê we. Heke ez heqê erka xwe bidim bi rasteqîn dabor bikim hûn ji min re bibin alîkar, heke min xeletî kirin wê demê jî riya rastiyê nîşanê min bidin. Heta ku îtae’ta Xwedê û Resûlê Xwedê bikim hûn jî îtae’ta min bikin, heke min îsyanî kir ne lazimî we ye ku hûn îtae’ta min bikin.[37]

Pêşiya xelîfetiyê, ji bo ku tu kesê wan tinebû, ez her roj diçûme mala cînarekî me û min pezê wan didot û ez diçûme ser karê xwe. Piştî ku ez bûme xelîfe min bihîst ku jinika malê wiha gotiye: ” Êdî Ebûbekîr bû xelîfe, ji vir û pê de nayê pezê me nadoşe.” Ez çûme cem û min jê re wiha got: “ Ez sond dixwim, ez ê ji vir pê de jî şîrê we bidoşim. Ez ji Xwedê dixwazim ku ev xelîfetî exlaqê min xirab neke.” Heta salekê jî min şîrê wan dot, piştre karên min ê xelîfetiyê ji bo ku zêde bûn êdî wextê min nedima ku ez herim.[38]

Piştî wefata Resûlullah ‘eleyhîselam hin kesan ji dîn îrtîdad kirin û derketin, ji bona wî navbeyna me û wan de herba Yemameyê çêbû, herb pir dom kir. Di herbê de nêzîkî heftê hafizê Qur’anê şehîd ketin, ji ber ku ewqas hafiz şehîd ketin misilman ketin teşqelê. Rojekê ‘Umer hate cem min û ji min re got: “Ya Ebûbekîr! Divê ku em Qur’anê bînin hemî berhevî ser hev bikin, ka kê bere ango hafiz e bila were, ka cem kî heye bila bîne em encumenekî berhev kin û bila qirar bidin.” Min jî gotê: “ Ev karê ku Resûlullah ‘eleyhîselam nekiriye, tu çawa ji min dixwazî?” ‘Umer got: “Wellahî ev kirinekî pir bi xêr e.” Wisa got, wisa got û dawiyê Xwedê Tea’ala ew kar di dilê min de cih kir, û min pejirand.” Ev gotin ji min re pir xweş hat. Hema min gazî Zeydê kurê Sabit kir û min jêre hemî xeberdanê ku navbeyna min û ‘Umer de çêbûye gotê û bidom; tu merivekî xort î, ser xwe ve yî pir bi ‘aqil î jî, hafiz qur’anî jî û hem jî katibê Resûlullah ‘eleyhîselam bû jî,  ji bona wî tu kes nikare ji bo tiştekî te îtham jî bike.  Tu wextê baweriya bi zêhna xwe neyne, heta tu her perçeyekî du heb mushefê wan nebînî nexe nava mushefê. Ka wê çawa bike hemî min gotê û ‘Ebdullahê kurê Zubeyr, Sa’d kurê Ebî Weqqas, ‘Ebdirrehmanê kurê Haris kurê Hîşam bi seroktiya Zeyd anîn rûpelên Qur’anê bi devoka Mekkeyê esas hildan û berhev kirin, xistin mushef. Di wî karî de ‘Umer jî her daîm alîkariya wan kir.[39]

Xelîfetiya min du sal sê meh domand. Dema ez nexweş ketim, min ferman kir ‘Umer li pêşiya xelkê nimêj kir. Min bi sahabeyan re îstîşare kir û hemiyan re teklîfa pejirandina ji bo xelîfetiya ‘Umer kir. Hin kesan îtîrazê min kirin lê belê min bersîva hemiyan bi erînîtiyê da. Û ahîdnama xelîfetiyê min bi ‘Usman da nivîsandinê.

-----------------

Hz. ‘Elî dibêje, Rojekê Resûlullah ‘eleyhîselam hema li hz. Ebûbekir û hz. ‘Umer nihêrî û wiha got: “Ev herdu -pêxember û nebî xaric- ewel û axir seyyîdên kalên ehlê cennetê ne. Lê bele Ya ‘Elî tu ji wan re nebêje.

Diya me Hz. ‘Aîşe dibêje; Resûlullah ‘eleyhîselam gote min: “Here bêjê Ebûbekîr bila li pêşiya  xelkê melatî bike, min got: “Tu ferman bike bila yekî din bike.” got: “Layîq nîne ji ummeta min re ku, ew cihê ku Ebûbekîr lêbe yek rabe îmamtî bike.”[40]

Resûlullah ‘eleyhîselam: “ Piştî min tabi’ê du kesan bin; ew; ‘Ebûbekir û ‘Umer’in.”[41]

‘Emrê kurê ‘As dibêje: “Dema ez ji sefera Zatu Selasîle bi Serdariya leşkeran vegeriyam, hatim min ji Resûlullah ‘eleyhîselam ew pirs kir: “Ya Resûlellah tu di nava însanan de herî zef ji kî hez dikî?”  Resûlullah ‘eleyhîselam: “’Eîşe” lê ji mêran kî ye?” “Babê ‘Eyşeyê ye.”[42]

Hz. Ebûbekir jî mîna Resûlullah ‘eleyhîselam di 63 saliya ‘emrê xwe de wefat kir.[43] Qebra wî jî hema ber qebra Resûlullah ‘eleyhîselam çêkirin û li wir definkirin. Hema hema di hemî temenê xwe de qet Resûlullah ‘eleyhîselam veneqetiya û di mirina xwe de jî, a niha jî di nava mizgefta Nebewî de kêleka dost û Resulê xwe ‘eleyhîselam veşartiye. Xwedê rehma xwe lê ke û me bide xatirê Wî.



[1] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.315-316.

[2] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.288.  Zehebî Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.136-137. Teberî, Tefsîrûl Teberî, c.1, r.540.

[3] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.266-269, Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.138.

[4] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.317.

[5] Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.136-137

[6] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.315-316.

[7] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.317. Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.125

[8] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.325

[9] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c. 2, r. 43. Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.245, Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r.215.

[10] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.39-43, Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r.215, Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r. 246-249, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.3, Ehmed b. Hembel, Musned, c.1, r. 309,.

[11] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.123 Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r.226, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r. 175-242.

[12]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.124-128, Ehmed b. Hembel, Musned, c.6, r.188-198, Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.4, r. 255, Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.311-320, Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r. 228, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.1 84. M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik: c.2 r.322-323

[13] Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.320-317, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.178-184, Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.4, r. 255, , Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.315-316.

[14] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.320-321.

[15]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.130, Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.178-179.

[16]Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.180.

[17]Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r. 228-229, M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik: c.4, r.340. , Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.131, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r. 182-183.

[18] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r.419-420.

[19] Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r. 228, M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik: c.4, r.340-343.

[20] Tewbe/40.

[21] Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.1, r. 228, Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.130, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r.104.

[22] Îbnul Hacer Eqelanî , Fethul barî c. 7, r. 184, Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.4, r.256, Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.32O, Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.130, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3,r.322, M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik c.2, r.343-347.

[23] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.273, Vâkidî, Kîtabul Mexâzî, c.1, r. 59,  Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.80, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.268.

[24] Enfâl/9.

[25] Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.5, r.5, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.276, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2,r. 125-126, M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik c.3, r.325-326, Ehmed b. Hembel, Musned, c.3, r.30, Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.279,

[26] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.326

[27] Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî- Beşa Fedaîlul Sahabe c.3, r. 7.

[28] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.326-329

[29] Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.1, r.126. Ehmed b. Hembel, Musned, c.1, r.270. Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.331

[30] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.332.

[31] Îbnî Hacer el-Esqelanî, Fethul Barî (muxteser) Şerha Sehîhê Buxarî, c.7, r340

[32] ‘Alî Îmran/144

[33] Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.2, r.265-266,268,271,469; Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.5, r. 242-244; Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.4, r.194 242; M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik: c.8, r. 285-286.

[34]Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.181; Ehmed b. Hembel, Musned, c.1, r.35

[35]Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c. 2, r.181.

[36]Ehmed b. Hembel, Musned, c.1, r.21;

[37]Teberî, Tefsîrûl Teberî, c. 4, r.1845; Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.183, Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r.340-341.

[38] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.333-334. 

[39] Muhammed Hamidullah, Îslam Peygamberi, çev. Salih Tuğ, İstanbul 1980 c. 3, r. 761,Doç. Dr. Suat Yildirim, Kur'an-ı Kerim ve Kur'an İlimlerine Giriş, Ensar Nesriyat. r.25, Osman Keskînoglu, Mitoloji Kitab-ı Mukaddes ve Kur'an-ı Kerim Düşünce Kavramları, Kur'an-ı Kerim Bilgiler, TDV. Yayınları r.12.

[40] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.336

[41] Tirmizî, Sunenî Tirmizî c.10 , r.147-148  Îbnî mace, Sunenê îbnî Mace hedîs: 97 c. 1, r. 37

[42] Îbnî Hacer el-Esqelanî, Fethul Barî (muxteser) Şerha Sehîhê Buxarî, c.7, r342

[43] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.337

Yazar: Seyfettîn Aykaç

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site