12:39 EEST Sêşem, 23/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 6


ÎroÎro : 203

meha rewacdarmeha rewacdar : 6907

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638953

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Şehîdê Zindî

Înî - 16/05/2014 16:45
Di mihrîcana Busrayê de gel li ser serê kaşekî civiyabûn, Rahîb digot: “Ka pirs bikin gelo ji ehlê Heremê ango Mekkeyê kes li van deran heye?” Hz. Telhe dema ku navê Herêma Mekkeyê bihîst got: “Belê, ez ji Heremê me.” Keşe bi dengekî kelecanî cardin pirs kir: “Ehmed xwe zahir kir?” “Ehmed kî ye?” Keşe: “Kurê ‘Evdullahê kurê ‘Evdilmitelîb e. A niha wextê derketina wî ye. Ew pêxemberê dawî ye. Wê ji Heremê bê derxistin û dê koçî cihekî bi xurme, kevir û şorax bike. Ji destê xwe bernede” dibêje. Ew tiştên ku Keşe dibêje di dilê Telhe de cih digre. Piştî rojan dema karê wî yê ticaretê diqede vedigere Mekkeyê hema pirsa, ka di wextê nêzîk de tu bûyer bûye an nebûye dike. Jê re dibêjin ku Muhemmedê kurê ‘Evdullah pêxembertiya xwe îlan kirye û Ebubekir jî baweriya xwe pê aniye û bûye peyrewê wî. Radibe diçe cem Hz. Ebubekir (r.x.l) ew tiştên ku Keşe jê re gotiye hemî dibêjê. Piştî sohbeteke dirêj, herdu bi hevre radibin diçin cem Resûlullah ‘eleyhîselam û Hz. Telhe kelîma baweriyê dibêje û dibe ji bawermendên pêşîn

Şehîdê Zindî

Seyfeddîn AYKAÇ

Di mihrîcana Busrayê de gel li ser serê kaşekî civiyabûn, Rahîb digot: “Ka pirs bikin gelo ji ehlê Heremê ango Mekkeyê kes li van deran heye?” Hz. Telhe dema ku navê Herêma Mekkeyê bihîst got: “Belê, ez ji Heremê me.” Keşe bi dengekî kelecanî cardin pirs kir: “Ehmed xwe zahir kir?” “Ehmed kî ye?” Keşe: “Kurê ‘Evdullahê kurê ‘Evdilmitelîb e. A niha wextê derketina wî ye. Ew pêxemberê dawî ye. Wê ji Heremê bê derxistin û dê koçî cihekî bi xurme, kevir û şorax bike. Ji destê xwe bernede” dibêje. Ew tiştên ku Keşe dibêje di dilê Telhe de cih digre. Piştî rojan dema karê wî yê ticaretê diqede vedigere Mekkeyê hema pirsa, ka di wextê nêzîk de tu bûyer bûye an nebûye dike. Jê re dibêjin ku Muhemmedê kurê ‘Evdullah pêxembertiya xwe îlan kirye û Ebubekir jî baweriya xwe pê aniye û bûye peyrewê wî. Radibe diçe cem Hz. Ebubekir (r.x.l) ew tiştên ku Keşe jê re gotiye hemî dibêjê. Piştî sohbeteke dirêj, herdu bi hevre radibin diçin cem Resûlullah ‘eleyhîselam û Hz. Telhe kelîma baweriyê dibêje û dibe ji bawermendên pêşîn.[1]

            Ji bo ku hz. Telhe bû misilman muşrîkên Mekkeyê mîna Misilmanên din pir tehde û şkence bi wî jî kirin. Di Mekkeyê de mirovek hebû jê re digotin “Şêrê Qureyşiyan”  navê wî Newfelê kurê Xuweylîd bû. Wî mirovî dema ku bihîst Telhe bûye misilman, wî ew û Hz. Ebubekîr (r.x.l) bi qetekî ve girêda. Ji ber ku kêfa wan ji wê kirinê re hat kurapê hz. Telhe jî hema bê deng man û tu tişt negotin.[2] Ji bo ku ew û hz. Ebûbekîr bi hev re girêdabûn, ji wan re digotin “Yên zeliqî”[3]

            Pêşiya herba Bedrê Resûlullah ‘eleyhîselam Hz. Telhe ji bo ku di derheqê karwana Qureyşiyan de agahî berhev bike şandibû aliyê Şamê. Ji ber vê yekê tevî herbê nebibû. Lê belê Resûlullah ‘eleyhîselam ji xenîmetê para wî jî dayê.[4]

                Roja Uhudê Resûlullah ‘eleyhîselam ji derbên dijmin parastiye. Ji bo ku tiştek bi Resûlullah ‘eleyhîselam nebe laşê xwe kiriye çeper. Di laşê wî de çend derbên şûran û çend heb jî yên tîran çêbûye. Ji ber van derban milekî wî leng bûye. Di wê herbê de pirê misilmanan revîn û Resûlullah ‘eleyhîselam tenê hîştin. Bi tenê 11 kesên Ensariyan û ji Mihaciran jî tenê hz. Telhe li derdora Resûlullah ‘eleyhîselam mabûn. Ew jî hêdî hêdî hem herb dikirin hem jî derdiketin serê çiyê. Dema kafir hucumî ser Resulê Xwedê dikirin Resûlullah ‘eleyhîselam: “Kî heye ji bo ku di cennetê de bibe hevalê min, wan kesan ji min dûr bixe” digot. Hz. Telhe bersîv dida: “Ez heme ya Resûlullah.” Resûlullah ‘eleyhîselam: “Ka tu bisekine.” Yekî Ensar bersiv dide: “Ez heme ya Resûlullah.” Resûlullah: “Temam tu.” Ev kes heta şehit bû herb kir û Resûlullah ‘eleyhîselam ji dijmin parast. Resûlullah ‘eleyhîselam cardin gotina xwe dubare dike. Hz. Telha beriya hemiyan cardin bersîv dide. Heta ew kes hemî şehit dikevin ev rewş didome. Di dawiyê de bi tenê hz. Telhe dimîne, li hember kafiran herb dike. Resûlullah ‘eleyhîselam hêdî hêdî derdikeve jora Uhudê. Hz. Telhe hem ceng dikir hem jî alîkarya Resûlullah ‘eleyhîselam dikir. Zinarekî hinekî bilind derketibû pêşiya Resûlullah ‘eleyhîselam ji bo ku du heb zirx li xwe kiribû dikir nedikir nedikarî derkeve ser zinarê. Pir westiyabû, hz. Telhe dema ku firsend dît, xwe gihande Resûlullah ‘eleyhîselam û xwe xwar kir û pişta xwe qor kir, Resûlullah ‘eleyhîseam piyê xwe danî ser pişta wî û derkete ser wî zinarê Uhudê. Dema Resûlullah ‘eleyhîselam ew xîret û mihebeta wî dît wiha got: “Telhe bihuşt heq kir.”[5]

Hz. Ebûbekir dibêje: “Ez û Ebu Ûbeydeyê kurê Cerrah em li cihekî dûr bûn ji bo alîkarîkirinê, dema em hatin gihiştin Resûlullah ‘eleyhîselam, Resûlullah ‘eleyhîselam bi qesda Telhe got: “Dev ji min berdin herin cem hevalên xwe”. Dema em çûn cem Telhe me dît ku birek derbên şûr û riman di laşê wî de heye, hemî bûne birîn û ji wan birînan xwîn diherike. Destê wî jî jêbûye û hema ketiye ‘erdê, bi  xwe ve çûye an miriye me nezanî. Piştre me ew rakir û bir, piştî rojan birînê wî hêdî hêdî baş bûn.” Piştî ku hz. Telhe baş dibe Resûlullah ‘eleyhîselam jê re wiha dibêje: “Kî dixwaze yekî ku ecelê xwe temam kirye û li ser rûyê ‘erdê digere bibîne bila li Telheyê kurê ‘Ûbeydullah binihêre.” Êdî leqebeke wî ya nû hebû: “Şehîdê zindî.”

Di nava sahabeyên Resûlullah ‘eleyhîselam de yê dewlemend yek jî ew bû. Pir merd bû jî, ji ber vê camêriya wî jêre digotin: “el feyyad.”

Hz. Telhe bi her çar jinên xwe ve hevçengê Resûlullah ‘eleyhîselam bû. Xwîşka hz. ‘Aîşe, a hz. Zeyneba qîza Cahş, Ummu Hebîbe û a Ummu Seleme, xwîşkê wan her çar jinên Resûlullah ‘eleyhîselam jinê hz. Telhe bûn.

Hz. Telhe ew kesên ku “Eşereyê mubeşşere” ango mizgîniya wan hatiye dayîn bi bihuştê yek ji wan bû. Bawermendê heştemîn bû û ji Eshabê Şûrayê bû.

            Piştî ku Hz. ‘Usman hate şehîdkirin di navbera hz. ‘Aîşe û hz. ‘Elî de bûyera Cemelê çêbû. Di wê herbê de hz. Telhe piştgirya hz. ‘Aîşe kir. Hêj herb teze dest pê kiribû pêşiyê hz. Zubeyr, pişt re hz. Telhe dev ji herbê berdan, dema hz. Telhe vegeriya çû, pişt re Merwanê kurê Hakem bi tîrekî serî jehr kirî lêxist, hz. Telhe birîndar kir, tîr li navika çokê wî ketibû.  Hz. Telhe bi wê tîra jehrkirî wefat kir.[6] Dema wefat kir ‘umrê wî şêst û tiştek bû. Xwedê rehma xwe lê ke, me bide xatirê wî.



[1]Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.215.

[2]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.251; Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.85.; Îbnul Hacer el-Esqelanî, El Îsabe fî Temyîzî Sahabe,c.3, r.291.

[3]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.80-251; Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.86.; Îbnul Hacer el-Esqelanî, El Îsabe fî Temyîzî Sahabe,c.3, r.292. Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.224; Îbn Cerîr, Tarîxul Umemî vel Mulûk, c.11, r.50.

[4]Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.216; Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.86.

[5]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.3, r.311; Tarîxul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.245

 

[6]Tarîxul Îslam, Îmam Zehebî, c.6, r.246

Yazar: Seyfeddin AYKAÇ

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site