00:27 EET Yekşem, 16/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 22

meha rewacdarmeha rewacdar : 6419

Hemî MêvanHemî Mêvan : 663693

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Sebûrî Mîr 'Îmadeddînê Hekarî

Duşem - 24/10/2016 21:22
Sebûrî Mîr 'Îmadeddînê Hekarî

Sebûrî Mîr 'Îmadeddînê Hekarî

Sebûrî nasnavê hevalê Melayê Cizîrî, Mîrê Hekariyan 'Îmadeddînê kurê Yehya Begê kurê Zekeriya Xan Begê ye,، ewê di navbera salên 1632-1639an de hukim li mîrgeha Hekariyan kirî. Babê wî Yehya Beg di şerekî da li Wanê di gel Mihemed Paşayê waliyê Wanê li sala 1617 hatibû kuştin.

 

 

Sebûrî

Mîr 'ÎmadeddînêHekarî

 

Tehsîn DOSKÎ

 

 

SebûrînasnavêhevalêMelayêCizîrî,Mîrê Hekariyan 'Îmadeddînê kurê Yehya Begê kurê Zekeriya Xan Begê ye,، ewê di navbera salên 1632-1639an de hukim li mîrgeha Hekariyan kirî. Babê wî Yehya Beg di şerekî da li Wanê di gel Mihemed Paşayê waliyê Wanê li sala 1617 hatibû kuştin.

Demê mamê wî Şerefxan bûye mîr,wî ew kire mezinê kela (çhrîq)êû li sala 1632an ew dijî mamê xo rawestû hêriş dane devera Elbakê.Piştî demekî li serê sala 1633anew şiya paytextê mîrnişînê ku Culemêrg bûbistînit û mîrî ku Zeynel Beg bû bikujitû bibite mîr.

Hevçaxê Siltanê Osmanî Miradê çarê (1622-1639) bû,ewê şerên dijwar di gel dewleta Sefewiyan kirînû demê siltanê Osmaniyan viyay hêrşê bidete ser Sefewiyan li sala 1635an.Wî nameyek bo mîr 'Îmadeddînê Hekarî hinartû têda daxwaz jê kir ku ew piştevaniya wî biket.Belê mîrî daxwaza wî bi cih neînaû bersiveka kirêt dayê û sivikî bi wî kir.Lew piştî hingî siltanî hêzek hinartê û li sala 1635an şerek di navber Mîr 'Îmadeddînî û leşkerê Osmaniyan da li devera Pîzanê çêbûû di encam da Hekarî şikestin, û Mîr 'Îmadeddîn ber bi Helebê ve revî.Belê ew li wêrê hate girtinû hate hinartin bo Stenbolêû Siltanî fermana girtina wî bo demê heft salan daû ew hate zîndankirinû piştî heft salan demê ew hatiye berdanû li demê zivirîna wî bo welatê wî li bajêrê (Edene) -dibêjin- bi nexweşiya ta'ûnê mir. Hindekên dî dibêjin: ew li Stenbolê li sala 1639an bi destê Mistefa Paşayê sedrêe'zem hate kuştin.

Piştî wî kurmamê wî 'Izeddînê kurê Şerefxanî bû mîrê Hekariyanû li ser demê wî gerokê navdar Ewliya Çelebî hatibû Culemêrgêû ew behsa wî diket û dibêjit: ew mîrekê xudan şiyan ê mîrgeheke bi hêz bû(1).

Mîr 'Îmaddedîn ew ê nasnavê(sebûrî) bo xwe di şi'rê da hilbijartîhevçax û hevalê Melayê Cizîrî bûû di Dîwana Melayê Cizîrî da şi'reka hevpişk (musacele) ya Mîr 'Îmadeddîn û Melayê Cizîrî heyejê diête zanîn ku Mîrî destekê dirêj di vehandina şi'rê da hebûû ji hindek gotinên Melayê Cizîrî diête wergirtin ku Mîr zanayekî şareza bû di zanînên şirî'etî jî daMelayê Cizîrî li dûmahiya vê şi'rê dibêjit:

 

Di behra qulzuma mîran

Bi xewwasî guher çînim

Di behsa şerh û tefsîran

Tu deryayan we nabînim

Ji mîr û begler û çîran

Xulamê Mîr 'Îmadînim

 

Heta demeke nêzîk mij û moranê rastiya kesîniya Mîrî di nav xwe da pêçabûû gelek kes hebûn hizr dikir ku Mîr 'Îmadeddîn êk ji mîrzadeyên Cizîra Botan bûher çende di hijmareke desnvîsan da bi aşkerayî hatiye ku Mîr 'Îmadeddîn mîrekî Hekarî bûû li van dûmahiyan du desnvîsên Dîwana Melayê Cizîrî hatine dîtin,agehdariyeke girîng da meew jî eve ye ku Mîr 'Îmadeddîn ew e yê nasnavê wî (sebûrî)û ew herdu desnivîs eve ne:

yek: desnivîsa Mihemed Esmerê Xoşabîew li sala 1283ê mişextî (beranber 1872 z) hatiye nivîsînku têda hatiye: (selam kirdin Mela ber hezert siburî Emîr 'Îmad eldîn elezî hwe min silsile al 'ebbas rizwan ellh te'ala 'eleyhîm ecm'în)(2).

du: desnivîsa Mihemed Sebriyê kurê Mela 'Ebdilfettahê Herşinî (Herşinê ser bi Farqînê ve ye) ew li sala 1341ê mişextî (1923 z) hatiye nivîsînku têda hatiye: (ma qale elşeyx Ehmed elcezerî fî mihawre elemîr 'Îmad eldîn elhekarî elmuleqqeb bilsburî quddise sirruhum we rehmetullhi 'eleyhim)(3).

Heta nuke şeş şi'rên Sebûriyê Hekarî hatine dîtin: yek ew şi'ra hevpişk e ew a digel Melayê Cizîrîku di Dîwana Melayê Cizîrî da belav bûye. Her pênc şi'rên wî yên dî eve ne yên em li vêrê belav dikinû sê ji wan berî nuke belav bûneû du bo cara yekê ye belav dibin.

 

Şi'ra yekê:

 

Texmîsa wî li ser xezeleke Melayê Cizîrî(4):

 

Sed emanet li te ey mehrema esrar û şehê

Bilezîn subhedem û şam û seher sal û mehê 

Di herêma herema xas û humayûn qebehê 

Ey nesîmê seherê ma di mecala subehê

Sed selaman bigehînî ji me wê padşehê

 

Nazika şox û şepal û periya hûrî misal

Ya enî roje bi dêm zuhre bi burhan du hilal

Ya ji mişka xetene xal û xet û kakul û xal 

'Er'era qamet elf neyşekkera şox û şepal

Nazika sîmîn ten û xusrew û zerrîn kulehê

 

Tu bi i'zaz û bi ikram bike xemxwarî û lutf

Ji kinarê te bibêtin qemera yarî û lutf

Butê azer bike ihsan bi keremkarî û lutf 

Di berî da tu bibûsî bi dused zarî û lutf

Asitan û der û dîwar û şubakên qelehê

 

Me divê halî beyan keyn ne bi hubr û qeleman

Rahet û êminî çûn sebr û qerarim qe neman

Munşiyê haşî û şerhan û beyanêd siteman 

Nameya cewr û cefa û elem û derd û xeman

Dî bi destê zeriyê muhteşemê serusehê

 

Da ku sirra me 'eyan keyn ne bi lefz û ne'etê

Ew perîşanî ku inşa kir te bi 'erz û bi xetê

Guh bidêrin bi te'eccub li seraser qisetê 

Belkû dilber ji riuyê 'adilî û merhemetê

Rehmekê kit bi feqîran û biprsit gilehê

 

Ez nizanim bo çi kêşaiyye şîrê xezebê

Me ji rehma te nekir hîvî û mame d'ecebê

We'de naziktire îro me ji şûşa helebê 

Dil girane te ji me û diyar nizanîn sebebê

Ew bi xeşme li xerîban û nedêrin gunehê(5)

 

J'çi kinaran ve guneh qet serê nûnek me heye

Xeyrî hubba te me ra 'işq û cunûnek me heye

Cewherê faniye qet mirn û menûnek me heye 

Ma ji ber zerb û firaqa te sukûnek me heye؟

Cerg û dil herdu bi nalîne wekî çeng û jehê

 

Sed xeraban li terîqa te 'imaret dikim ez

Sed hezar 'ebd û esîran bi kefaret dikim ez

Zerreyek weslê bi canê xwe ticaret dikim ez 

(hcr eswed) bidirit destî zîaret dikim ez

Nezri min bit bigirim xwasi terîqa mekehê

 

Pir di 'işqê da mehûyîn me neman esl û rehek

Wekî te mest û xumarî kê diye xan û şehek

Lew (sebûrî) ji seru qame ne hişyare gehek 

Ji ezel heq bi melê daye ji 'işqê qedehek

Ta ebed mest û xerabîn ji meya wê qedehê 

 

 

Şi'ra duyê (6):

 

Dila mehcûr û xemgîn im

Ji dest eflak û dewranê

Ji çeşman xûn dibarîn im

Wekî tavê di baranê

 

Bi zecrim ez ji kovanan

Dinalim ez ji bustanan

Disojît erz û asmanan

Tnê ahek ji bîcanê 

 

Bi min aha dilê jare

Eger bêtin bi tekrare

Seqer têkda dibit sare

Ewe cuzek ji nalanê

 

Ji nalînan perîşan im

Wekî bilbil xezelxwan im

Şibet perwane bê can im

Sebeb şem'a şebistanê

 

Sebeb şem'a munewwer lê

Di dev marê ku sed ser lê

'Eqîq û durr û gewher lê

'Eqarib hate seyranê

 

Li seyrê min 'eqarib dî

Li burcê min kewakib dî

Li cewzayê 'etarid dî

Qelem zen bû di dîwanê

 

Di dîwanê ku sef westan

Dikir ba saqiyan mestan

Şeraba safiye di destan

Ji rengê abê heywanê

 

Ji heywanê vexwar fincan

Ji destê saqiya qencan

Biye daro ji bo rencan

Çi daro bû di meyxanê

 

Di meyxana ku daro tê

Ji bên misk û bixaro tê

Gelek şubhetî maro tê

Bi dom mayîm di zindanê

 

Di zindanê bi dom mayîm

Di dev marê xeman dayîm

Ji 'işqê bê ser û payîm

Wekî goya li meydanê

 

Wekî go bê ser û des tim

Bi zulfa 'enberîn best im

Di xêla xidmetê west im

Tu carek lêde çewganê

 

Bi çewganê îşaret kir

Bi min ra new'ekî red kir

Dilê xemgîn tijî derd kir

Bi wê le'la bidexşanê

 

Bi wê le'la li bal 'îsa

Cewab anî ji belqîsa

Suleymanî dibêm dîsa

Reha wî tuxr û nîşanê

 

Ji vê nîşan û tuxrayê

Hilalî rengi balayê

Çi surme bû li çeşim dayê

Muqewwes bû ji kêşanê

 

Keman kêşa kemandaran

Dibarin tîr wekî baran

Li qebrê me birîndaran

Di wê hebsê û kovanê

 

Sebûrî ma di hebsê da

Bi dom mayim di qeydê da

Wekî d'nêrî di çalê da

Derîne wî ji zîndanê

 

Şi'ra sêyê(7):

 

Di 'ecalê xemilîn gul te nedî baxê xeban

Ne ku fesla xezelane gul û gulzari neman

Bilbilê baxinşîn şibhî xefaşê pê xweşe

Lew ku gulşen bûne şîlan û gulê pari neman

Îrem asa xemlî bûn ji çemen badeye têk

Tali'ê me ji çemen sebze û reyhani neman

Çendî wêranenişîn şibhî hemama li hewa

Lew ku wêraneye wêrane ku dîwari neman

Ger kesê jar ku li şagirdê qesaban me we dî

Îro şahîn ku li seydêne bi şumqari neman

Lebê xendan şîfabexşin li merîzan çu Mesîh

Dê çi mu'cz binumîtin ku tu bîmari neman

Sebrê sebbûriye ser wek çemenê hatî demek

Me sebir dê bi çi bit serwê sipîndari neman

 

Şi'ra çarê(8):

 

Dilê mecrûhê min pir jan e dîsa

Tijî derd û xem û kovan e dîsa

Neşêm derman bikem derdê dilê xo

Hekîman bêne ser Luqman û 'Îsa

Heçî dî sûreta dildar û dilber

Biye heyran diçar û kefte lîsa

Belê min zaniye bedbextiya xo

Çirayê min heta subhê neîsa

Ji lutfa te 'eceb mame Sebûrî

Ne go halit çîe defternivîsa

 

Şi'ra pêncê(9):

 

Bi zimanê farisî ye.

 

اى بمسل روى تو همچو مه‌ بر فلك
 

 


 


 

 

مدح لب لعل تو ورد زبان ملك
 

 ما د رقیب آوریم نقد دل پیش تو
 

 


 


 

 

هر چه‌ درد غش بود تا مسبنا سد محك
 

در لب جانان ببین جوهر فردا حكیم
 

 


 


 

 

گر بگشاى دو لب وارهى از ریب و شك
 

 حبك فی قلبنا سار كنقش بالحجر
 

 


 


 

 

سورت عشق ار دلم كش نتوان كرد خك
 

وسلك قد فات من هجرك أین المفر
 

 


 


 

 

أحرق قلبی كزا أوقعنی فی الهلك
 

پیش تو جان ناختن لى مرا كارلیك
 

 


 


 

 

عشق لو بر كپ ش كرده‌ ز هم بازفك
 

ملك سبورى شود مقتل درگاه تو
 

 


 


 

 

نزر تو خواهد كند جان هزاران چه‌ پك
 

         
 

 

 

 

(1)  Berêxwe bide: kitêba (muxteserehwal elumra) ya Mîrza Mihemedê Yazçî,wergêran ji farisî Nizar Eyyûb Gulî,paşbenda jimare (2) berperên 149-163‌.

(2) Hêja 'Ebdrrehman Mizûrî yekemîn car îşaret da vê meselê û vê desnvîsê di gotara xwe da ew a di hijmara (60)ê da ji kovara Peyv li sala 2012 belav bûye.

(3) Kopiya vê desnivîsê ji layê Înstîtoya Kurdî ya Amedê li sala 2008 hatiye belavkirin.

(4) Ev şi're ji layê 'Ebdrrehman Mizûrî ve di kovara Beyan da jimara (86) li gulana 1983 hatiye belavkirin.

(5) Ev malke di dîwanên Cizîrî yên çapkirî da nîne..

(6) Ev şi're di van jêderan da hatiye:

1- Perekê desnivîs bi destê Hecî Mistefayê Kitanî li sala 1920kurê wî d. Mes'ûd Kitanî di kitêba xwe da (elmesacid welmedaris wel'ulema welmlxtutat fî imaret badînan) belav kiriye.

2- Rojnameya Hawkarî jimara roja 3/12/1981belavkirina 'Ebdlkerîm Findî Doskî.

3- Kovara Beyan, jimara (86) gulana 1983belavkirina 'Ebdrrehman Mizûrî.

(7) Ev şi're di kovara Karwan da ji (64) li sala 1988hatiye belavkirin ji layê Hemze Şoşî ve.

(8) Ev şi're di desnvîseka Dîwana Melayê Cizîrî da hatiyeew a Mihemedê kurê 'Ebdl'ezîzê Şoşî li sala 1260 h1844 z nivîsî.

 

(9) Ev şi're me ji desnivîsa Îsma'îl Paşayê mîrê Amêdiyê wergirtiyeew a li sala 1260 h 1844 z hatiye nivîsîn. 

Yazar: Tehsîn DOSKÎ

Kaynak: nupelda

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site