15:03 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 259

meha rewacdarmeha rewacdar : 5210

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662484

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

SEYÎD ŞEFÎQ ARWASÎ

Çarşem - 13/11/2013 13:20
SEYÎD ŞEFÎQ ARWASÎ

SEYÎD ŞEFÎQ ARWASÎ

Seyîd Sefîq Arwasî yek ji telebeyên Bedîuzzeman Se’îd Nûrsî ye. Jîyana wî jî wek ya Bedîuzzeman di xizmeta dîn û gelê wî de derbas bûye. Seyîd Sefîq pirsgirêkên netewê xwe pistguh nekirine û ji bo xizmeta gelê xwe xebatên siyasî, çandî

Seyîd Sefîq Arwasî yek

ji telebeyên Bedîuzzeman Se’îd

Nûrsî ye. Jîyana wî jî wek ya

Bedîuzzeman di xizmeta dîn

û gelê wî de derbas bûye.

Seyîd Sefîq pirsgirêkên

netewê xwe pistguh nekirine û ji bo xizmeta gelê

xwe xebatên siyasî, çandî

û wesanê mesandine. Ew

jî di jiyana xwe de rastî

çarenûsiya rewsenbîrên

Kurd hatiye. Wî jî wek

rewsenbîrên Kurd nefîtî,

zindan û zext û zordarî

dîtiye.

Seyîd Sefîq Arwasî

di sala 1884’ an de li gundê

Permîs a Hîzana navçeya

Bêdlîsê ji dayik bûye. Navê

bavê wî Seyîd Serîf û yê diya

wî jî Nazdan e. Ji Arwasiyên

Hîzanê ne û malbata wî nûnerên

Terîqeta Neqsîbendî yê herî

girîng ê Kurdistanê bûn. Malbata wî ses bira û du xwîsk bûn;

Seyîd ‘Ebdulxefar, Seyîd Mihemed Mezher, Seyîd Emîr, Seyîd

Sidîq, Seyîd Hecî Mîr, Seyîd

‘Ebdulxaliq, Feyfûre Xanim

û Hevze Xanim. Ji birayên wî

Seyîd ‘Ebdulxefar û Seyîd Mihemed Mezher li Bêdlîsê ‘alimên

bi bandor bûn û bi nasnameyên

xwe yên Kurdewariyê jî navdar bûn.

1

Seyîd Sefîq jî ji hêla

 

Kurdewarîyê de di bin bandora herdu birayên xwe û

Bedî’uzzeman de maye. Zaroktiya Seyîd Sefîq li gundê

Permîsê derbas bûye û perwerdeya xwe ya ‘ewil ya dînî li

gundê Permîsê ji birayê xwe yê

mezin Seyîd ‘Ebdulxefar standiye.

Di 7 – 8 saliya xwe de

Quranê xitim dike.

2

Seyîd Sefîq

perwerdeya xwe ya medresê

li Norsînê ji Sêx Mihemmed

Dîyaûddîn û biraziyê wî Siltan

Weled dîtiye. Tehsîla xwe li

medreseya li gundê Oxînê

ya Bêdlîsê li cem Sêx

‘Elauddîn temam kiriye û

îcazeta xwe jî ji wî standiye. Ji Sêx ‘Elauddîn

îcazeta terîqetê jî standiye.

Sêx ‘Elauddînê Oxînî ji

Bedî’uzzeman ders standiye û lawê Sêx Fethulahê

Werqanîsi ye.

3

Pistî Oxînê

li cem Bedî’uzzeman li

Medreseya Xorxorê perwerdeya xwe didomîne.

Li Xorxorê ji 200 feqeyî

zêdetir kes hebûn û di

nav wan de Kurdên

navdar wek Hemzeyê

Miksî, Mihemed Mîhrî,

‘Ebdulmecîd Nûrsî û ‘Elî

Çawîs hebûn. ‘Elî Çawîs

ji bo wan rojan di biranînên

xwe de wiha dibêje: “Em li

Medreseya Xorxorê di bin kelê

de bûn. Feqî ji sê koman pêk

dihatin. Yên nû, yên navîn û

yên ku rûkara wan bilind bûn.

Yên ku rûkara wan bilind bûn

Bedî’uzzeman bi xwe ders dida

wan. Ji yên navîn re xoce û

seydayek tayin kiribû. Dersên

koma nû ya ku ez jî di nav wan

de bûm feqeyên ku rûkara wan

bilind bû didan…, Mamosteyê

min yê ‘asil, Seyîd Mele Sefîq

Arwasî bû. Pistre ew bi hin

 

feqeyên xwe re çû Stenbolê.

4

Hatina wî ya Stenbolê di salên 1912 –

1913’an de ye. Di sala 1913’an de besdarî kongreya ‘’Kurd Talebe Hêvî Cemiyeti’’ dibe.”

5

Ji

ber wê tê zanîn ku Seyîd Sefîq di sala 1913’an

de li Stenbolê bûye. Li Stenbolê ji bo ku ji Medreseya Fatîhê re 8 kesan bigirin azmûnekê vedikin. 800 kes besdarî vê azmûnê dibin û ji van 8

kes kar dikin, ji wan 8 kesan yek jî Seyîd Sefîq

Arwasî ye.

6

Pistî ku di sala 1918’an de Medreseya Fatîhê diqedîne li vê medresê wek Seyda dest

bi kar dike. Pistî Medreseya Fatîhê li Medreseya

Suleymaniyeyê dest bi Seydatiyê dike. Seyîd Sefîq

di besên Tefsîr, Hedîs, Ûsûl’ûl Hedîs, er-Rîsale, Tebaqatul Kurra, Tebaqatul Mufessîrîn de îcazetname

standibû û ji Seyîd Se’îd û Sêx Mihemed Gulsen jî

îcazetnama Celwetîyê standibû.

7

Seyîd Sefîq ji ber

ku perwerdeyeke gelekî bas ji medresê standibû û

zimanê ‘Erebî û Farisî jî bas dizanibû di her warî

de serkeftineke bas bi dest dixist û ‘alimekî gelekî

serkeftî bû. Seyîd Sefîq hevjîna xwe jî ji malbateke Kurdperwer hildibijêrîne. Bi Gul Xanima keça

Seyîd ‘Ebdulqadir Nûrî-el Berzencî yê ku ji malbata navdar ji Berzenciyê Suleymaniyê ye re dizewice. Xezûrê wî Seyîd ‘Ebdulqadir Nûrî-el Berzencî

ji Darulfûnûnê re gerînendetî kiriye. Ji vê zewacê

yek law yek keç du zarokên wan çêdibin. Navê

lawê wan Mihemed Rifat Eryuvasi û yê keçikê

jî Lamîa Eryuvasi. Mihemed Rifat Eryuvasi dibe

bijîjk û di sala 1969’an de di qezayeke trafîkê de

wefat dike. M.Rifat bi Belqîs Eryuvasi re dizewice û bi navê Xetîce Dîdem û Gulumser Dîdar du

keçikê wan çêdibin. Yê keça wî Lamîa jî bi navê

Ehmed Underen lawekî wê çêdibe. Seyîd Sefîq

pistî zagona pasnaviyê dixwaze ku pasnavê Arwas

bistîne, lê ji ber çi ye em nizanin dûgel pasnavê

‘Eryûvasi’ dide wî. Di be ku karmendê gelheyê Arwas, Eryuvasi fêm kiribe, ango dûgelê nexwestiye

ku pasnavê Arwas bide wan.

Seyîd Sefîq di serhildana Sêx Se’îd de bi

birayê xwe Seyîd Mezher û lawê wî re tê darizandin. Hemû kes li hêviyê ye ku Seyîd Sefîk were

daleqandin, lê wisa nabe, birayê wî Seyîd Mezher

û lawê wî yê 17 salî li ‘El’ezîzê tên daleqandin û

Seyîd Sefîq jî tê serbest berdan.

8

Seyîd Sefîq pistî

komarê jî ber zext û zordariya dest ji ber jiyana siyasi berdide û li Tekkeya Husrev Pasa bi karê dînî

ve mijûl dibe. Di Miftîtiya Stenbolê de Serokatiya

Sandeya Mûsxafan, 12 salan li Mizgefta Eyûbê,

25 salan li Mizgefta Siltan Ehmed sermelatiyê

dike. Çil salî jî li Mizgefta Eyûbê wa’iztiyê dike.

Di vê heyamê de jî gelek feqeyan dide xwendin

û xizmetên giranbiha dike. Bi rewsanbîrên Kurd

wek ‘Ebdurrehîm Zapsû, Mihemed Mîhrî Hilav û

‘alimê mezin Mele Sadrettîn Yuksel re hevaltiya

xwe didomîne û wek teberruk îcazetê dide Mele

Sadrettîn Yuksel.

9

Xebatên Sîyasî

Xwendekarên Kurd yên zanîngeh û medreseyan di 9’ê Tebaxa 1912’an de li Stenbolê

Kurd Telebe - Hêvî Cemiyeti damezirandin. Ji van

xwendekarên Kurd yek jî Seyîd Sefîk Arwasî bû.

Qedrî Cemîlpasa di ‘’Doza Kurdistan’ê de 19 navên

damezrînerên ‘Kurd Talebe – Hêvî Cemiyet’yê

dijmêre, di nav wan 19 navan de navê Seyîd Sefîq

jî wek Sefîqê Arwasî nivîsandiye.

10

Seyîd Sefîq

besdarî kongreya ‘Kurd Talebe – Hêvî Cemiyeti’

ya ku di sala 1913’an de hatiye lidarxistin bûye.

Di kongreyê de hin rewsenbîrên Kurd dixwazin ku

ciwanên Kurd tevlî polîtîka û karên siyasî nebin.

Rewsenbîrên wek Seyîd Sefîq, Xelîl Ramî û Sukrî

Memet jî li dijî vê hizrê derdikevin û rexneyên tûj

dikin, dibêjin: ji ber ku mezinên Kurd bi pirsgirêkên

Kurdan re ‘eleqeder nabin, ciwan mecbûr in bi

siyasetê re ‘eleqeder bibin. Seyîd Sefîq wexta ku

‘Kurd Talebe – Hevî Cemiyeti’ hatiye damezirandin 28 salî bûye û di kongreyê de mafên Kurdan

yên netewî parastine û bi ciwanan re besdarî gelek çalakiyên cemiyetê bûye. Di beyannanmeya

cemiyetê ku di kovara Jîn’ ê hejmara 21 – 22’ de

hatiye wesandin de, armancên cemiyetê wanî tên

diyarkirin: Sandeyeke bi navê ‘Sandeya Tamîmî

Maarîf’ bê avakirin ku Mem û Zîn a Ehmedê Xanî,

Dîwana Melayê Cizîrî çap bike û komkirin û wesandina berhemên ‘Elî Herîrî, Feqiyê Teyran, Nalî,

Mistefa Begê Kurdî, Sêx Qadir, Sêx Riza pêk bîne.

Ji xebatên Seyîd Sefîq yek jî ‘’Kurdistan

Te’alî Cemiyeti’’ ye. Damezrînerên vê cemiyetê

rewsenbîrên wek Bedîuzzeman Se’îdê Kurdî, Seyîd

‘Ebdulqadir, Hemzeyê Miksî, Xelîl Xeyalî bûn. Cemiyet ji bo parastina mafê Kurd û Kurdistanê û bi

armanca bidestxistina berjewendiyên Kurdan yên

gelemperî û hêsankirin û pêsvebirina wan, di 7’ê

Qanûna 1918’an de hatiye avakirin. Seyîd Sefîq ji

despêkê de di nav xebatên vê cemiyetê de cî girtiye û di nav tevgera neteweyî de peywirên gelekî

girîng mesandine. Cemiyetê kovareke bi navê

‘Jîn’ derdixist û Seyîd Sefîq jî yek ji nivîskarên vê

kovarê bû. Seyîd Sefîq di nav cemiyetê de alîgirê

fikra xweseriyetê bû û bi ya wî wê Kurd bi awayekî

xweser girêdayî xîlafeta Osmanî bûna.

11

Kovara Kurdistan û xebatên wesanê

Xebata Seyîd Sefîq ya herî girîng Kovara

Kurdistan bû. Kovara Kurdistan ji hêla Kurd Tealî

Cemiyeti ve dihat derxistin. Kovar di 31’ê Çileya 1919’an de dest bi wesanê dike û Seyîd Sefîq

jî Sernivîskarê kovarê ye. Di hejmara yekemîn

de nivîseke bi navê “Mulehaza’’ û bi navê “Mihemed” jî ji dîwana Melayê Cizîrî besek û serxa

wê, du nivîsê Seyîd Sefîq tên wesandin. Kovara

Kurdistanê tev de 37 hejmar tên wesandin û di nava

gelê Kurd de dibe sedema hismendiyeke mezin.

12

Dîwana Melayê Cizîrî cara ‘ewil ji hêla

Seyîd Sefîq ve tê çapkirin.

13

Seyîd Sefîq ji berhemên

Kurdî yên Klasîk Dîwana Melayê Cizîrî, Mewlûda

Melayê Bateyî, Nûbihara Biçûkan a ‘Ehmedê

Xanî û berhema Mihemed Mîhrî Hîlav a bi navê

“Mukaddîmet-ul Îrfan diwesîne. Seyîd Sefîq di

salên 1912 û 1934’an de Mewlûda Melayê Bateyî

du carên din çap dike. Ji bilî van berhemên Kurdî

wergera pirtûkeke ‘Erebî ya “Ebû Nasr Mihemed

b. ‘Elî’’ ya ku çil hedîsê Hz. Mihemed nivîsandiye

werger û serxa wan bo zimanê Tirkî dike.

14

Bedîuzzeman û Seyîd Sefîq

Têkiliya Bedîuzzeman û Seyîd Sefîq li

Wanê li Medreseya Xorxorê dest pê dike û heta

roja mirinê didome. Seyîd Sefîq li Medreseya

Xorxorê feqetiyê ji Bedîuzzeman re dike û di ‘Kurdistan Te’alî Cemiyeti’de bi hev re dixebitin. Di

dema komarê de jî têkiliyên wan didomin û di sala

1943’an de li girtîgeha Denîzliyê nêzî 9 mehan bi

Bedîuzzeman re girtî dimîne.

15

Ji ber ku ‘Erebî û Farisiya wî gelekî bas e rastkirina hin Rîsaleyan Seyîd

Sefîq dike. Bedîuzzeman bi ‘Erebiya wî gelekî bawer e û di nameyên xwe de dixwaze ku Seyîd Sefîq

kontrola hin Rîsaleyan bike. Di Lahîkaya Barlayê

de dibêje ku bila Peyva 31. û ya 32. di bin kontrola

Seyîd Sefîq re derbas bibin.

16

Seyîd Sefîq xizmeta

nivîsandina Rîsaleyan jî dike. Ji nivîsvanê Îsarat-ul

Îcazê yek jî Seyîd Sefîq e.

17

Bedîuzzeman di nameyeke xwe de wiha dibêje: “Gelo nivîskarê dawî yê

Rîsaleyê Nûrê Sefîqê leheng sax e? Li ku derê ye?

Meraq dikim”.

18

Bedîuzzeman di nameya xwe ya

ku li Emîrdaxê nivîsiye de, ji bo Seyîd Sefîq wanî

dibêje: “Em ji birayê xwe yê leheng ê berê Seyîd

Sefîq re pir silav û du’a dikin.

19

“Enver Baytan ê

ku feqeyê Seyîd Sefîq e di bîranînên xwe de wanî

dibêje: “Seyîd Sefîq ‘alimê fiqhê yê her çar mezheban e.”

20

Seyîd Sefîq salên xwe yên dawî di Tekkeya Husrev Pasa de derbas dike. Di sala 1969’ an de pistî

45 salan tê ziyareta welatê xwe. Li Bêdlîs, Norsîn,

Oxîn û Permîsê digere û malbat û hevalên xwe

dibîne. Nêzîkî wefata wî lawê wî yê bijîjk wefat

dike, lêbelê ji ber ku xemgîn nebe mirina lawê wî

‘ewilî jê vedisêrin. Pistre wexta ku tên cem wî ji

bo ku wefata lawê wî jê re bibêjin, yê ku hatine hîn

dest bi sorkirinê nekirine Seyîd Sefîq ji wan re qala

qiseya Hz. Yaqûp û Hz. Yûsif dike. Di salên dawî

de xizmeta wî keça wî dike. Seyîd Sefîq di 13’yê

Adara 1970’an de wefat dike û di 14 Adar 1970’ an

de ji welatê xwe yê ku jê pir hez dike ji Kurdistanê

dûr li Stenbolê pistî nimêja wî li Mizgefta Siltan

Ehmedê tê kirin li Edîrnekapiyê li goristana Necatî

Bey tê binaxkirin. Li wê derê hevalê xwe yê ku jê

pir hez dike li kêleka ‘Ebdurrehîm Zapsu radize.

21

-------------------------------------------------------------------------

1Veysel

Aydeniz, Seyid Sefik Arvasi,

Wesanên Nûbihar,2013,s 16-17-18

2Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 19

3Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 19

4Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 19

5Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 19

6Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 20

7Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 23

8Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 50.

9Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 79

10Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 30

11Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 32

12Aydeniz,

Jêdera Navborî, s 39.

13Ibrahim

S. Isik, A dan Z ye Kürtler, Wesanên Nûbihar, s 61.

14Veysel

Aydeniz, Seyid Sefik Arvasi, Wesanên Nûbihar,2013,s 44 –

45.

15Necmettin

Sahiner, Bediuzzeman Said Nursiyi anlatiyor, Wesanên

Nesil, s 54.

16Barla

Lahikasi, Söz Basim, s 346.

17Ayhan

Isik, Bediüzzemanin Van Hayati, Wesanên Sahdamar, s 41.

18Kastamonu

Lahikasi, Söz Basim, s 160.

19Emirdag

Lahikasi, Söz Basim, s 89.

20Salih

Okur, Ulemanin gözüyle Bediüzzeman, Wesanên Kayihan, s

406.

21Veysel

Aydeniz, Seyid Sefik Arvasi, Wesanên Nûbihar,2013,s 26 –

27 – 28 – 29.

 

Yazar: M. Emîn DEMÎR

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site