13:49 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 8


ÎroÎro : 199

meha rewacdarmeha rewacdar : 5150

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662424

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

ŞÊX MUŞERREFÊ XUNOKÎ

Çarşem - 13/11/2013 12:11
ŞÊX MUŞERREFÊ XUNOKÎ

ŞÊX MUŞERREFÊ XUNOKÎ

Sêx Muserref, sala 1926’ê Mîladî, li bajarê Sêrtê qeza Xesxêrê, li gundê Xunok hatiye dinyayê. Bavê wî Sêx ‘Esedê Sanî (duyemîn)ye. Ji ber ku bapîrê bave wî Sêx ‘Esedê Ewwel jî mirovekî alim,

JIYANA WÎ

BÛNA WÎ

Sêx Muserref, sala 1926’ê Mîladî, li bajarê

Sêrtê qeza Xesxêrê, li gundê Xunok hatiye dinyayê.

Bavê wî Sêx ‘Esedê Sanî (duyemîn)ye. Ji ber ku

bapîrê bave wî Sêx ‘Esedê Ewwel jî mirovekî alim,

mutesewif û bi van xasyetan jî navdar bû di deverê

de, digotinê Sêx ‘Esedê Ewwel. Muserref kurê

Sêx ‘Esedê Sanî, ew kurê Sêx ‘Ebdullah, ew kurê

Sêx Esedê Ewwel, ew jî kurê Hacî ye. Hacî sofiyek bûye ji sofiyên Xalidî. Lê peyrewiya wî nediyar e ka bi çi awa gihistiye Mewlana Xalid. Hacî li

gundekî nêzîkî Xesxêrê rûdinist. Navê gundî Vêlas

e û niha jî milk û emlakê malabata wan li wê derê

heye. Binyatê malbatê ji Desta Dûbanê hatiye, lê ew

bixwe jî nizanin ka kengê û ji bo çi binemala wan ji

wir hatine.

NAVÊ WÎ

Sêx Muserref bixwe dide askerakirin ku

demê ew hatiye ser dinyayê, dayika wî navê Muserref li ser daniye û her çende ev nav bi dilê bavê

wî nebû jî, çunkî rengekê tezkiyê tê de heye, belê

dayika wî gesbînî û tefa’ul kir ku kurê wê bi îmanê

û ‘ilmî û çakiyê Muserref bibe.

Navê wî Muserref, nave bave wî Sêx ‘Esed

e. Dayika wî, keça Sêx Muhemmed Emînê kurê

Sêx Fehîmê Erwasî, Fatma xanim e. Bavê wî du

jin anîbûn. Sêx Muserref bi tevavî neh xwîsk û bira

hebûn. Navê bira û xwîskên wî jî ev in; Munewwer,

Muhemmed Nûrî, Bedreddîn, ‘Ubeyedullah, Hifzullah, Zimzime, Masallah, Amîne û ‘Efîfe.

Dayika Sêx Muserref ya duyê jî Behiye xanim, keça Sêx Muhemmed Emînê kurê Sêx

Huseynê Basretî bû.

NASNAVÊ WÎ

Sêx Muserref, di helbesta xwe de nasnavekî,

wekî yê Feqiyê Teyran bi kar aniye; “Mîm Wek tê zanîn yê Feqiyê Teyran “Mîm û Hê” bû. Sêx Muserref jî “Mîm Fa” ye. Di gelek helbestên

xwe de, ev mexles-nasnave ji xwe re bi kar aniye.

Wekî di dawiya helbesta xwe ya bi navê “Derdê Bêderman” de weha gotî;

Herwisa di helbesteke din de;

“Îlahî bike meskenê Mîm û Fa

Ewî baxê hem lezzet û hem sefa”

Dîsa di helbesteke din de jî nasnavê wiha aniye;

“Heçî firqet vexwarî ew

Ji bo Mîm û fa digirî ew

Dizanî nîn e têda xew

Wekî agir di cergê da. ”

“Her kesê dîtî bi sewket

Ew dizanî ew we naket

Hetta sertiliyan bi zerket

Yek ji wan jî “Mîm Fa” ye”

Ev nasnav di hemî helbestên wî de nîn e, lê

di piraniya wan da heye.

CIHÊN LÊ XWENDÎ Û SEYDAYÊN

Bapîrê wî Sêx Es’ed yekî di ‹ilmê serî›etê

û tesewwufê de zanayekî jêhatî bû. Yêk ji Sêxên

terîqeta Neqsebendiyan bû, xîlafet ji Sêx Salihê

Sêpkî wergirtibû. Herwisa hevalê Sêx Muhemmed Hezînê Firsafî bû. Kurê wî, yanî bapîrê Sêx

Muserref, Sêx ‹Ebdullah ew ê bi nasnavê Sêx

‘Ebdullahê Atafî dihate nasîn, ew jî ji zana û Sêxên

navdarên deverê bû. Îcaza melatiyê li gundê Helenze, ji Mela Mistefayê Bedewî standibû û îcaza

terîqetê ji Sêx Husênê Basretî, kurê Sêx Xalidê

Zêbarî wergirtibû. Vêca malbata wan, malbateke

xwedî medrese û tekyaxane bû. Ji qedîm heta vê

demê jî medrese û tekyaxana wan berdewam e.

Demê Muserref hêj zarok, wî li gundê

Xunokê û li nik bavê xwe dest da feqiyatiyê û bavê

wî yekemîn seydayê wî bû û ew dibêje: “Min ji

kitêba ‹Izzî heta Camiyê li nik bavê xwe xwendibû”

Seydayên wî yên din ji bilî bavê wî:

1- Mela ‘Ebdulhekîmê Helenzî, di sala

1943 z. de miribû:

Mela ‘Ebdulhekîm kurê Mela Hesenê kurê

Mela Mustefayê kurê Mela Xelîlê Sêrtî ye, li gundê Helenze; ew ê dikeve navbera Sêrtê û Tilloyê de

akincî bûbû û li wêrê ders dida feqiyan. Li dûv gotina Mela Bedreddînê Tilloyî, Sêx Muserref û birayê

xwe Sêx Munewwer û kurmetê wan Mela Tahayê

Saruhî pêkve li dorên sala 1942’an hatine Helenze

û li nik Mela ‘Ebdulhekîmî bûne feqe û hingê Mela

Bedreddîn jî feqî bû li wêrê. Sêx Muserref askera

dike ku wî ev kitêb li nik Mela ‘Ebdulhekîmî xwendin: “Fenarî, di gel Hasiya Qewlê Ehmed û Serha

Semerqendiyê

Elûx Mes’ûdî Mîr el-Feth û hindek

ji ‘sama wez’ê . .

2- Sêx Mustefayê Tilloyî ji binemala Sêx

Îsma’îl Feqîrullahê ‘Ebbasî:

Sêx dibêje: “Min hindek dersên Cem’el-cewamiyê

li nik wî xwendin. ”

3- Mela Hemîd kurê Mela Muhemmedê

Sêrtê:

Ew yek ji zanayên malbata Mela Xelîlê

Sêrtî ye û Sêx Muserref dibêje: “Min îcaza xwe ji

Mela Hemîd wergirtibû.”

Îcaza Mela Hemîd ji Mela Husênê kurê

‘Ebdullahê Cizîrî yê Farqînî bû, ew ê bi navê Mela

Husênê Kiçik dihat nasîn û îcaza wî jî wekî ya bara

pitir ji zanayên Bakûrê Kurdistanê, digihe ya Mela

Xelîlê Sêrtî. .

Îcaza wî ya ‘Ilmî; Sêx li cihekî dide askerakirin ku, demekî sistî di xwendinê de li nik wî peyda

bû û wî hemî kitêbên xwe yên rêzê temam nekirin,

belê di gel hindê jî wî îcaze ji Mela Hemîd wergirt.

Îcaza wî ya terîqetê; Sêx ‹Ebdullah, izna

îrsadê dabû gelek kesan û kurê wî Es’edê dûyê yek

ji wan bû. Ji bilî îrsada terîqetê ew mirovekê mela û

zana jî bû û wî dersên serî›etê jî didane feqiyan û wî

gelek ders dabûne herdu kurên xwe Sêx Muserref û

Sêx Munewwer jî û izna terîqetê jî dabû wan…

Ji layê terîqetê ve, wekî me got; Sêx yek ji

dûkeftiyên terîqeta Neqsebendiyan bû û îcaza wî

hem ji bavê wî bû ku bi rêka Sêxên Basretê digihe

Mewlana Xalidê Neqsebendî û hem ji Sêx Mistefa

Kemaleddînê Erbîlî bû ku dîsa digihe Mewlana

Xalid. Sêx Muserref ji Sêx Mustefa Kemaleddînê

Erbîlî, wî ji bave xwe Sêx Ebabekir Xiyaseddîn, wî

jî ji Sêx Osmanê Tawîle û Sêx Osman jî ji Mewlana

Xalid wergirtiye. Bi vî awayî du caran îcaza terîqetê

wergirtiye.

Ji ber ku Sêxê wî li Hewlêr/Erbîlê bû,

çend carekan ew derbasî Kurdistana ‘Îraqê bûbû

û li devera Bahdînan jî wî nasînî û hevalînî di gel

çend kesekên navdar hebû. Wekî: Mela Ehmedê

kurê ‘Ebdulxaliqê Akreyî, ew ê ders li Zaxo didane

feqiyan û Sêx Memdûhê Birîfkî û Sêx Muhemmedê

Memanî.

ZEWAC Û ZAROKÊN WÎ

Sêx Muserref du caran zewici bû. Cara yekemîn, bi keça Sêx Muhemmed Salihê Erwasî Safiye Xanimê re ku neviya Sêx Fehîm Erwasî bû.

Yanî keçxala wî bû. Di sala 1946’an de zewicîbûn û

ji vê zewacê du kur; Muhemmed Nazim û Muhemmed Asim û keçek; Cennetî Xanim hebûn.

Di sala 1961’ê de bi keça Mela Xelîlê Sêrtî

…… Xanimê re zewaca duyemîn kir û ji wê zewacê

jî pênc kur; Muhemmed Sifa, Muhemmed Wefa,

‘Ebdullah, Muhemmed Se’îd û Muhemmed Samî

hebûn.

Ev zarokên Sêx Muserref hemî jî li jiyanê

ne û li ser rêya bav û bapîrên xwe ne. Nemaze

Muhemmed Wefa postnisînê malbata xwe ye û li

Xunokê nêzîkî 50 feqî hene…

PIRSGIRÊKA LESKERIYÊ Û

MISEXTÎBÛN

Dema Sêx Muserref xwendina xwe ya medresê qedandiye û zewiciye qederê 3-4 salan misext

bûye û çûye gundekî nêzîkî Zaxo Berzûriyan bi cih

bûye. Sebebê vê misextbûnê jî ‘eskerî bûye. Lewra Sêx, ji kirin û kawdanên komara Tirkiyê gelek nerehet bûye. Ji ber ku nexwestiye bibe sirîkê

xirabiyên dewletê, malbaba xwe hêlaye û çûye. Di

dema vê misextbûna xwe de, Sêx Mustefayê Erbîlî

jî naskiriye û bûye peyrewê wî jî. Lêbelê hem xerîbiya dêwbavan û hem jî ya dost û yaran nehêlaye

ew li wir gelek bimîne. Ji Berzûriyan gelek name bo

bave xwe, bo dostê xwe Mela Bedreddîn û dostên

xwe yên din jî hinartine. Bavê wî Sêx ‘Esed, hin

mirov hinartine bi dûv re û wî jî bave xwe nesikandiye û ziviriye. Pistî sê-çar salên firarê hatiye û çûye

‘eskeriyê jî. Lê hêj ‘eskeriya wî temam nebûye, zabitekî xêrxwaz lê peyda dibe û wî rê dike mala wî.

Hêj 6 meh ji ‘eskeriyê mayî tê û ji wî derdê mezin

xilas dibe.

MELATÎ Û MUDERRISIYA WÎ

Pistî wergirtina îcaza Melatiyê û ji xilasbûna

leskeriyê Sêx Muserref, li gundekî Berwarî bi navê

Rûbariyan dest bi karê Melatiyê dike. Her li wî

gundî medresekê jî vedikin û dersê jî dide feqiyan.

Çend salekên dirêj, ji sala 1953’an heta 1977’an

nêzîkî bîst û çar salan, ew melatî û muderrisya

gundê Rûbarê dike. Pasê pistî mirina birayê xwe,

ew ji Rûbarê vegeriya gundê Xunokê û li cihê bavê

xwe bû mela û muderris û jiyana xwe ya mayî hemî

wî li wêrê borand.

Wî hemi jiyana xwe di xizmeta ‘ilm û medresê,

terîqet û tesewwifê de, bi awayekî serfiraz û rûspî

derbas kiriye.

FEQIYÊN KU ICAZE DAYÊ

Helbet mirovekî 55 salan di xizmeta medrese û xwendina feqiyan de be, dê bi sedan feqiyan

bide xwendin. Jixwe, dema li Rûbariyan hemî dema

50-60 feqe hebûne. Herwisa li Xunok jî çu caran

medresa wî kêmî 40-50 feqiyan nebûye. Çenda ku

Sêx Muserref bi sedan feqe hebûne, ji ber tewazû

û dilnizmiya xwe, dema feqiyên wî nêzîkî icazê

dibûn, ew di hinartine cem dostên xwe ku kitêbên

dawiyê ew pê bidin xwendin û icazê bidinê. Ji ber

hindê jî gelek icaze nedayîne. Çend feqiyên li ber

destê wî yê pîroz, icaze wergirtine ev in;

Sêx Muhemmed Nûrî

Mela ‘Ebdurrehmanê Mêjingirî

Mela ‘Ebdulhemîdê Hêsetî

Mela Mehmûdê Kerafî

Mela Mehmûdê Mardînî

Mela Îsmaîl (Niha li Medînê ye)

Sêx ‘Ebdulhekîm

Sêx Muhemmed Salih

Sêx Muhemmed Sefîq

Mela Edhemê Xunokî

Mela ‘Ebdurrehmanê Sîsemî

Mela ‘Ebdurrehmanê Kîpî

Sêx Hifzullah (Birayê wî)

Mela ‘Ebdulletîfê Meytîsî

Sêx Muhemmed Nazim.

Helbet yên me siyaye tesbît bikin ev çend

in, lê bi qene’eta me gelekên din jî hene ku dê ji niha

pêve peyda bibin…

KESAYETIYA WÎ

Sêx Muserref, mirovekî zana, edîb,

muderris, sêxê terîqetê û pistî bave xwe mezinê

malbat û gundê xwe û rîspiyekî devera Berwarê û

hemî Sêrtê bû. Lê li gel van wesfan hemiyan, ew ji

serapa edeb, heya, ciwanmerdî û dilnizmî bû. Herkesê ew dîtiye, li gel axivtiye û li sohbeta wî peyda

bûye, heyranî mirovatiya wî û danûstandina wî ya

insanî bûye. Çi kesê ku me di derbareyî Sêx Muserref de pirsek jêkirî, bi heyranî û stayis û basî behsa

wî kiriye. Em dixawzin li vê derê gotinê bo dost,

heval, feqe û xizmetkarekî wî bihêlin.

Hevalê wî yê feqatiyê û pasê jî hevlingê wî

û dostê wî yê heta mirinê Mela Bedreddînê Tilloyî,

bo me wiha behsa wî kir; “Ew mirovekî bêhempa

bû. Insanekî xweserm û bi heya bû. Me destbiratiya

axretî bi hev re kiribû û hindî ew sax bû, min nedîtiye dilê mirovekê hêlabe. Gelek hez ji ‘ilm û zanînê

dikir. Çu caran gotinên nexwes û bêwate ji devê wî

dernediketin. Mirovekî wefakar û gelek sadiq bû.

Herwisa gelek merd jî bû. Dema em li Helenzê, me

bi hevra dixwend, rewsa wî ji ya me çêtir bû. Ji ber

hindê jî, dema ez derdiketim bazarê kîsk/cizdana

xwe dida min û digot; ev e ya te ye, hindî dixwazî

mesref bike, heke ma, bo min bîne.”

Mela Bedreddîn gelek gotinên din yên wiha

bi stayis di derheqa Sêx Muserref de kirin. Kurê Sêx

Muserref, Muhemmed Sifa got; “Min carekê gote

Mela Bedreddîn; Seyda, cenabê te û bave min evqas

hevalîniyeke dirêj kir, gelo qe carekê dilê we ji hev

maye? Mela Bedreddîn li min zivirî û got; “Ma bavê

te dihêle ku dilê yekî jê bimîne. Qe dihêle ku mirov

jê silbibe.”

Ew mirovekî merd bûye û di nav dostên

xwe de jî, di nav xelkê de jî wisa hatiye zanîn û

nasîn. Mela Burhan, -ku zanayekî navdar e di hemî

Kurdistana Bakur de û nemaze di nav ehlê medresê

de– jî, derbareyî merdiniya Sêx Muserref de gelek

tistên balkês bo me gotin. Ew dibêje; “Carekê em

çend hevalek bi hevr re çûbûne xwaringehê û me

xwarin xwar. Sêx Muserref hez dikir ku ew hisaba

xwarina me bide. Cuzdanka xwe derxist û da min,

got; ‘Dewlet serê xwe ji vir bide.’ Min jî gotê; ‘Ezbenî hema tu bide.’ Got, ‘Ez hisab-kitabê nizanim,

hema ji cuzdanka min bedela min bide. Birastî jî ew

mirovekî wisa bû, çu ‘eleqe bi hisab û kitaba diravî

ve nebû.”

Sêx Muserref, mirovekî gelek bi sebr û

tehemmul jî bûye. Di sala 2007 meha Tebaxê de,

qezayeke mezin çêdibe û kurekî wî li gel zavayê wî

emrê Xwedê dikin. Li hevberî vê qeza mezin Sêx

Muserref sebr û tehemmuleke bêhisab dike û ji xeyrî xemginiyeke camêrane kesek çû diyardeyên din

jê nabîne.

Dîsa Mela Burhan bo me got; “Ew melekun

fî suretul insan bû. Salim, waqur, ‘arif û hessas.

Dema diaxivî durr û yaqut ji devê wî dibariyan.

Min gelek ji wî istifade kiriye; edeb, terbiye, exlaq

û wesfên ewliyane li ba wî hebûn. Kesekê nedîtiye

ku ew hers bûye. Xweda jê razî be.”

Sêx Muserref mirovekî, dilnerm, bimerhemet, dilpêveh û gelek sakin bûye. Ne çu caran

kesekê kenîna wî dîtiye û ne jî ‘enirîn, hêrsbûn û

kerbvebûna wî dîtiye.

Mela Se’îdê Muezzin –ku di hemî jiyana

xwe de, wekî xizmetkarekê li gel sêx bûye- dibêje;

“Exlaqê Sêx, wekî exlaqê Pêxember ‘Eleyhisselam

bû. Ji bo zarokan, hem zarokên xwe û hem yên gundiyan gelek bi merhemet û dilpêveh bû. Ji ber xatirê

Resûlullah, gelek hez ji seyyîdan dikir. Qedrê wan

gelek digirt.”

Qet hez ji bê simbêliyê, serkoliyê û cilûbergên xemilî nedikir. Heta carekê paltoyekî gelek

xwesik û jêhatî jê re hatibû. Bi gotina Mela Burhan

gotiye ku, ev sakoye hindî delal e ku divê ez bihêlim

û ji xwe kiriye û bi diyarî daye kesekî din.

Feqiyekî Sêx Muserref, ku salekê li gundê

Rûbariyan li ber destê wî xwendiye, di derbarê Sêx

de wiha dibêje: “Sêx Muserref insanekî wisa bû ku,

di ‘esrê xwe de, di Kurdistanê de, di dîtina xwe de,

di axivtin û sohbeta xwe de, di nerm û helimiya xwe

de kesekî wekî wî nebû. Hem di tesewwifê de, hem

di ‘ilmê de ehlê kerametê bû. Min gelek kerametên

wî dîtîne, lê ji ber ku wî heznedikir, ez nabêjim.

Gelek hez ji sulehayê selefîn û ewladê resûl dikir.

Gerçi di nav xelkê de meyl û xerezanê nedikir, belê

gelek hez ji feqiyan û aliman û ehlê medresê dikir.”

Sêx Muserref, di gelek helbestên xwe de

behsa qencî û basiya ‘ilm û xwendinê dike. Herwekî

di vê beyta han de jî gotî;

“Ferqa insanî ji heywanî xwendin e û edeb

Mirovê xwenda sirîn e çi ‘Ecem bî çi ‘Ereb”

Sêx Muserref, li gel veqar, nerm û helîmî û

micidiya xwe jî, mirovekî keyfxwes û rûges jî bûye.

Hem nasyarên wî û hem jî helbestên wî vê diyar

dikin. Mesela di beyteke xwe de dibêje;

“Tu gihan e, sêv xwiyan e, vê bizane ey lebîb,

Derdê zik derdek giran e, pir xerîb e, pir ‘ecîb”

Yan di vê beyta xwe de, dilxwaziya çayeke

xwes dike:

“Dilê min çayekê mehbûb û taze

Li ser kehniya rezan îsev dixwaze”

Sêx Muserref ji bilî Kurdî, ‘Erebî, Farisî û

Tirkî, Osmanî jî bas dizanî û peywendiyeke xurt li

gel edebiyata Osmanî jî hebûye. Lê keyfa wî bi kirin

û kawdanên Komara Tirkiyê nedihat û hindî ji dest

hatiye xwe ji dewletê vekêsaye û çu caran xwe têkilî

karûbarên dewletê nekiriye. Heta tê gotin ku qet

dengê xwe nedaye û xwe têkilî siyasetê jî nedikir.

Hindî ku em li vir binivîsin wesf û xasyet

û basiyên Sêxê muhterem xilas nabin. Xwedê wî di

nav qencên xwe de hesir bike…

JIYANA REWSENBÎRÎ

Ji bilî ‚ilmê serî‘et û terîqetê, Sêx Muserref

destekê dirêj di edebiyatê de jî hebû.

Ji ber ku wî çar

ziman dizanîn; Kurdî, ‘Erebî, Farisî û Tirkî xeyal

û zimanê wî yê edebî berfireh bû û siyanên wî li ser

nivîsîn û vehandinê zêde û xûrt bûn. Wî hemî jiyana xwe bi xwendin, dersdan, tefekkur û ‘ibadetê ve

derbas kiribû. Gelek hez ji edebiyata Kurdî jî dikir

û bi gotina nasyarên wî bi sedcaran zêdetir, Nehcu-

lenama Mela Xelîlê Sêrtî û Mewlîda Mela Huseynê

Bateyî xwendiye.

Yek ji xasyetên Sêxî yên berçav tewazu’ bû

û ew gelek ji nav û deng û suhretê direvî. Lew wî

qet qebûl nedikir si’rên wî belav bibin û di dezgehên

ragihandinê da bêne wesandin. Ji ber hindê jî wî, di

jiyana xwe de qet hizra çapkirina berhemê xwe nedikir. Demê wî destnivîsa si›rên xwe dida kesekî jî,

wî li ser dikire sert ku ew belav nekin! Belê di ser

hindê jî re si’rên wî ji destekî bo destekî belav dibûn.

Lewra si’rên wî gelek xwesxwîn û ji bo jiberkirinê

hêsan bûn. Gelek mela û feqiyan helbestên wî ji bo

xwe ji ber dikirin û dixwendin.

Sêx Muserref di jiyana xwe de destûr nedaye ku berhemê wî bên çapkirin. Lê pistî Sêx çûye

rehmetê û mesela î’cab û xurûrê li halê nemaye,

ew tistê wî nivîsî bo milkê milletî û êdî dem hat

ew belav bibe. Ji ber hindê me jî pêwîst dît ku em

hinekê ji berhemê wî belav bikin di nav milletê wî

de.

BERHEMÊN WÎ

Sêx Muserref di demeke sext û dijwar de

jiyabû. Di wê demê de zimanê Kurdî qedexe bû,

axiftin û nivîsîna Kurdî ji bo xwediyê xwe, wek

tawan dihate dîtin û sebebê girtin, hebskirin û ceza

wergirtinê bû. Herwisa gotina dersên dînî jî qedexe

bûn. Jixwe, dema istibdadê û zulm û zoriyê bû. Mizgeft dikirine extexane, medrese û tekyaxane dikirine xirabe. Belê di gel vê çendê jî, hem malbata Sêx

Muserref li medrese û tekyaxana xwe xweyî bûn,

hem jî ew bixwe yê berdewam bû li ser nivîsîna bi

Kurdî û dana dersan jî bo feqiyan. Lew bi hizra me

Sêx -wekî gelek seydayên dî yên ku xwe havêtiye vê

meydanê- yek ji wan xebatkerên vesartî ye yên xêra

parastina ziman û edebiyata Kurdî li rojên res bo

dizivire. Hêjayî gotinêye em bêjin: Sêxî ne bi tenê

berhemê xwe yê kurdî nivîsiye belkî wî berhemê

çend klasîkên dî jî bi xetê xwe yê ciwan nivîsiye.

DÎWAN

Ew dîwana si’ran e ji 457 berperên destnivîs

pêk tê. Si’rên vê dîwanê bi çar zimanan e, bara pitir

jê bi ‘Erebî ne. Di dîwana Sêx Muserref de, nêzîkî

300 helbestan hene; ji van helbestan 75 bi Kurdî ne

û çendek bi Farisî ne û yêk jî bi Tirkî ye. Yên mayîn

jî hemî bi zimanê ‘Erebî ne.

Ji awayê xwe ve jî, munacat, na’at, mersiye, qesîde û gelek helbestên wî jî nesîhet û serf û

nehw in ji bo feqiyan. Hin helbestên wî jî name ne,

ji bo dost û nasên xwe nivîsîne. Mixabin heta vê

demê dîwana wî bi awayekî rêkûpêk nehatiye belav

kirin. Di vê kitêbê de me, ji helbestên Sêx Muserref

yên Kurdî, Farisî û Tirkî veguhastine û yên ‹Erebî

me cuda kirine û belkî wan li paserojê di kitêbeke

taybet de -eger Xwedê hez bike- berhev bikin.

SEKLÊ HELBESTA WÎ

Demê em berê xwe didi helbesta klasîk ya

Kurmancî, li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî kesên bi terîqetên tesewwufê ve girêdayî, em dibînîn

ku babetê berahiyê û dûmahiyê medhên sêxê xwe

ne û gelek sa›iran si’ra xwe hemî bo medhên Sêxê

xwe terxan kiriye. Lew dê bînî ew li dor yek babetî

her dizivirin û dizivirin. Helbet ev tist jî lawaziyê

diêxite si›rên wan. Em dibînîn ku si’rên gelek ji

wan, ji layê weznê ve jî lawaz in. Belê si’rên Sêx

Muserref, ji bin vî qa’îdeyê gistî derdikevin û si›rên

wî ji layê weznê ve bê kêmasî ne û ji layê babetan

ve jî gelek babet vegirtîne.

Sêx Muserref hemî helbestên xwe bi wezn

û qafiye vehandine. Di nava helbesta wî de qesîde,

mersiye, ne’et cihekî gelek girîng digirin. Piraniya

helbestên xwe li ser van deryayan vehandine; Derya

el-remel el-musemmen el-mehzûf, derya el-remel

el-musemmen el-salim, derya el-hezec el-museddes el-mehzûf û el-hezec el-musemmen el-salim.

USLÛB Û ZIMANÊ HELBESTÊN WÎ

Her ji destpêka jiyana xwe ya edebî Sêx

Muserref, nasnavê xwe yê helbestvanî kiribû “Mîm

Fa”. Wek îsaret bo du herfan ji navê xwe û belkî

wî ev çende wek çavlêkirin be ji bo Feqiyê Teyran.

Lewra nasnavê F. Teyran jî “Mîm û Hê” bû.

Ev

girêdana mukuma Sêx Muserref, bi edebiyata klasîk

ya Kurdî ve ji bo me berçav diket.

Helbestên wî, bi zimanekî sade û sivik hatine vehandin. Tistê bûye egera hindê ku si›rên wî

bikevine ser ezmanê xelkê, li devera Sêrtê û bi deng

bêne gotin ji layê sofî û feqiyan ve. Wî di helbestên

xwe de çu caran zimanekî xemilandî û wate muxlaq

bi kar neaniye. Herdem bi zimanê sofiyan, feqeyan

û gundiyan nivîsiye. Ji ber hindê jî gelek peyv û termên herêmî, nemaze yên herêma Sêrtê û Berwarê

di helbestên wî de hene. Wekî; li cihê “bihata yan

hatiba” bi devoka Berwarê “bihta”, li cihê “biçûwa”

“biçwa”, li cihê “nehatiba” “nehta”, li cihê “dibêjî”

“dêjî”, li cihê “nimêj” “mêj” û wekî van peyvan;

“mestir, lîztin û hwd” nivîsiye û qet xwe ji zimanê

gelêrî nedaye pas. Ev jî xasyeteke zimanê helbesta

Sêx Muserref e…

Hin helbestên Sêxî jî wergerên helbestên

Mewlana Xalidê Sehrezorî ne û wî bi xwe ev tist

diyarkiriye.

NAVEROKA HELBESTÊN WÎ

Naveroka helbestên Sêx Muserref gelek

rengîn e. Bara pitir helbestên wî ne’et û munacat û

mersiye ne. Ji ber ku muhebbet û evîndariyeke zêde

ji bo Pêxember Eleyhîsselam hebûye, gelek helbestên xwe rasterast jib o medhê pêxemberê Îslamê vehandine. Wekî ne’eteka dirêj wiha dest pê dike;

“Ya Resulellah tû yî meqsûd ji hecca Haciyan

Ya Resulellah tû yî heq dergehê muhtaciya

Her dikit qesda te yê gunneh mezin bê hed kirî

Her tû yî ya seyyîdê ‘alem hewara ‘asiyan”

Ji bilî van helbestan jî dawiya piraniya helbestên xwe bi vê beytê xilaskiriye;

“Sed selat û sed selam li rewza te bin ya seyyidî

Al û eshab hem di gel bin hem kesê ji benda te”

Ji ber ku hemî si‘rên Sêx Muserref yan pitiriya wan bi hilkeftên sexsî û civakî ve di girêdayî ne,

em disêyn bêjin: wî bi van helbestên xwe dîrokeke

civakî ya herêmî nivîsiye û gelek hilkeftên taybet

yên xwe û hevalên xwe bi si›r qeyd kirine. Wekî hilkeftên: gest û seyran û dawet û bûna zarok û mirina

kesên navdar û hwd. Ji bo mînak, ji helbestên di vê

kitêbê de, helbesta hejmare 20. li ser Xwedêdana

kurê xwe, 22. li ser sunnetkirina zarokên xwe, 31. ser Sêx Memdûhê Birîfkanî, 44. li ser kurê xwe Nazim, 50. li ser ‘eskeriya xwe, 64. li ser neviyê xwe neviyê birayê xwe kurê Sêx Hemdullah nivîsiye.

Gelek helbestên wî name ne. Wekî vê helbesta ji bo dostê xwe yê axretî Mela Bedreddîn hinartî û wiha dest pê diket;

“Ela ey Bedreddîn nûra du çavan

Bi min navê te sêrîntir ji navan

Disînim ez tijî gulê Xunokê

Ji bona te gelek sêrîn silavan”

Yan wekî vê helbesta ji bo Mela Hesen hinartî û wiha dest pê dike;

“Îlahî tu selamê min li ser mela Hesen danê

Bibarînî li wî daim wekî baranê Nîsanê”

Herwekî me gotî, piraniya helbestên wî ser hin hilkevtinan, bûyeran, bûna zarokan, wefatên

dost û yaran, bîranînên sêx û mesayîxan hatine nivîsîn. Jixwe Sêxî, hema hema di ser yan binê hemî

helbestên xwe de têbîniyên xwe nivîsîne ka ew helbest bi çi munasebetî vehandiye….

Lê ji bîlî van jî hin helbestên wî rasterast

pend û sîret û nesîhet in ji bo feqiyan. Nemaze ew

helbesta bi navê “Kitêba Gûz û Mewîj” destûrnaneyeke girîng e ji bo perwerdê û ders xwendina

feqiyan. Ew helbest wiha dest pê dike;

“Gelî feqiyan gelî feqiyan nezer kin

Heçî bêjim bizanin hem ji ber kin

Çiku ez bo we tehqîqa evîn im

bêndera çand û hunerê

Muhibbek sadiq im hem xemrevîn im

Kelamê min xwes û pir nazdar e

Sirîn e taze ye wek nûbihar e”

Û bi vî awayî heta dawiyê sîretan li feqiyan

dike ku bi qene’eta me felsefeya Sêx Muserref ya di

derbareyê tedrîsata medresê de berbiçav dike. Girîngiya wê jî ew e.

Helbet dîwaneke ji 300 helbestan pêk bê, dê

babetên curbecur têde hebin. Ji xwe Sêxî li ser Ava

Miksê, Hingivînê Sanûhê, xwesiya çayeka li nav

rezî jî nivîsiye.

BERHEMÊN DIN

KITÊBA HACÎ EHMED

Bi zimanê Kurdî ye, destnivîsa wê ku bi

xetê wî bi xwe ye, ji 105 berperan pêk tê, têde

behsa zincîra Sêxên xwe yên terîqetê dike û hindî

me bihîstî û dîtî, Sêx Muserref yekemîn kes e ku

zincîra Sêxên terîqetê bi Kurdî nivîsiye. Her cara

Sêxên Kurd îcazên xwe çi bi nivîsîn be yan jî çi bi

vehandin be, yan bi Farisî yan jî bi ‚Erebî danîne.

Belê Sêx Muserref, ev qa‘îde sikandiye û ev karê

xwe bi Kurmanciyeke rewan nivîsiye.

Di vê kitêba xwe de, ew çend bîrhatin û

zanînan li dor bavê xwe Sêx Es’edî û birayê xwe

Sêx Munewwer jî vedigêre.

KITÊBA MELA ‘ELADÎN

Ev nameyeke ku ji 117 rupelên destnivîsa wî bi xwe ye û li ser ‘itiqad û Eqîdê ye. Wekî

nesîhetnamê jî bo eqreba û muntesibê xwe Mela

‘Eladîn nivîsiye.

TEHIYYETUL ETFAL

Lêkanîneke Zurûfa Mela Yûnûsê Herqetênî ye û 64 beyt e. Wekî tê zanîn Zurûf li ser

Nehwê ye û Sêxê rehmetî, ji bo ku feqiyên wî

bisên vê kitêbê bi awayekî sanahî ji ber bikin, ev

babet bi helbestkî nivîsiye.

SERHA LUCCETUL ESRAR

Herwekî tê zanîn “ Luccetul Esrar” berhemeke Mela Camî ye. Sêx Muserref li ser daxwaza

dostê xwe Mela Burhanê Tilloyî serheke ji bo vê

kitêbê nivîsiye. Manzûmeya Mela Camî bi Farisî

ye, serha Sêx Muserref jî bi awayê klasîk serhdanîna

li bin her beytekê ye, wateya wê bi ‘Erebî hatiye

nivîsîn.

‘EQÎDA ÎMANÊ

Berhemeke wî bi xwe nîn e, ji ‘Îanê

wergêraye Kurdî.

MEKTÛBAT

Ev, ew name ne yên Sêxî ji bo hevalên xwe

hinartin. Bi taybetî jî hevalê xwe yê nêzîk Mela

Bedreddînê Tilloyî û ew yên hatine komkirin û

lêkdan ji layê ‘Ebdurreqîbê kurê Mela ‘Ebdullahê

Berwarî li sala 1422’ê misextî 2001’ê z. û bara pitir

ji van nameyan bi zimanê ‹Erebî ne.

Destnivîsa vê kitêbê ji 217 berperan pêk tê.

Ji bilî nameyên ji bo Mela Bedreddîn hinartin jî, gelek nameyên din hene ku, hem ji bo malbata

xwe, hem ji bo dost û nasên xwe û gelek jî ji metlûb

û mensûbên xwe hinartine. Gelek ji van nameyan

Dr. ‘Ednan Memduhoglu berhev kirine û ji kerema

xwe pêskêsî me jî kirine.

Berhemên Sêx Muserref yên xweser ev in,

lê jibilî van jî hin helbestên wî hene, wekî; Kitêba

Gûz û Mewîj, Ya Eyyuhel Weled (Ji bo kurê xwe

Muhemmed Wefa, nesîhetnameyek e) û hwd. jî

mirov disê berhemên xweser qebûl bike. Lê ew

hemî di nava Dîwanê de ne û heke Xwedê hez bike,

em dê rojekê berhemên wî hemî jî çapkirî bibînin…

NEXWESÎ Û WEFATA WÎ

Sêx Muserref, di Kanûna Pasî ya 2008’an

de nexwes dikeve. Nesaxiya wî giran e, bêhal e.

Dibin Stenbolê ji bo tedawiyê. Nesaxî hewaleyê

Xweda ye û dizivirînin. Dema ji Stenbolê dizivire,

Mela Burhanê dostê wî diçe serdana wî. Dibêje

Mela Burhan; “Birawo, me çeper berdaye, bextê we

de me hûn çeperên xwe bernedin.” Çend roj pistî vê

sohbeta wekî ya Ebû Reyhanê Bîrûnî, Sêx Muserref

çeperê xwe bi temamî berdide û diçe ba Pêxemberê

xwe yê ku gelek hez jê dikir.

Belê, seva Mewlûdê 12 Rebî’ulewwela sala

1429 misextî, yanî 20’ê Adara sala 2008 z. li bajêrê

Sêrtê çû ber dilovaniya Xwedê. Her çenda ku ew li

Xesxêrê akincî jî bû, wî li nexwesxana Sêrtê, emrê

Îlahî bi cih anî. Hevalê wî Mela Bedreddînê Tilloyî

ev malika tarixa ebcedî bo nivîsiye; “Liye rizwan

rebî ebd alebd”

CIHÊ QEBRA

Li mizgefta merkezî ya Sêrtê nimêj li ser wî

hate kirin û li dûv wesiyeta wî ew li goristana Sêx

Suleymanî ya dîrokî, li nêzîkî Mela Xelîlê Sêrtî hate

vesartin. Ji ber ku Sêx Muserref gelek hez ji Mela

Xelîlê Sêrtî dikir. Di jiyana xwe de bi sedan caran

zêdetir, kitêbên wî bi ders dabûne feqiyên xwe û

bi sedan caran hema ji bo xwe Nehcul Enama wî

xwendibû. Ji ber hindê jî xwestibû di darulbeqayê

de bibe cînarê wî…

PEYREWÊN WÎ

Seydayê rehmetî Sêx Muserref, ji bilî 10-

15 sal feqetiya xwe, nêzîkî 55 salan dersdarî û seydatî kiriye. Herkes rewsa medreseyên Kurdistanê

dizane, dê bizane ku di van salan de bi hizaran feqe

di ber destê wî de borîne. Vêca yê kitêbek xwendî

yan jî zêdetir xwendî. Ji ber hindê em disên bêjin

bi sedan peyrewên wî hene. Ji xwe ew hem mela û

muderris bû, hem jî sêx û mutesewwif bû. Mensûb

û murîdên wî jî gelek bûn. Lê ji ber tewazû’ û dilnizmiyê icaze zû bi zû nedida herkesê teleb jê kirî.

Ji bo icaza ‘ilmî feqiyên xwe rê dikirin dev dostên

xwe wekî Mela Burhan û Mela Bedreddîn û gelek

melayên ji xwe çêtir didîtin. Bes icaza ‘ilmî jî ya

terîqetê jî daye birayê xwe Mela Muhemmed Nûrî

yê Berwarî. Ji bilî wî kurê wî Sêx Muhemmed Wefa

jî niha postnisînê wî ye û li cihê wî dersê dide.

ÇÎROK Û SERHATIYÊN WÎ

JÊDER Û ÇAVKANIYÊN VÊ KITÊBÊ

Ji bo berhevkirina van

zanînan li dor jiyan û berhemên

Sêx Muserref, me mifa ji çend

jêderekan wergirtiye. Lê berî

wan jêderên nivîskî, me mifayekî mezin ji çavkaniyên zindî

wergirtiye. Ew jî ev in; Profesor

Ihsan Sureyya Sirma, Sêx Hemdullahê Xunokî, Mela Bedreddînê Tilloyî, Sêx Muhemmed

Wefa, Sêx Muhemmed Sifa,

Mela Burhanê Tilloyî, Mela

Necmeddînê Nîvilî, Mela Se’îdê

Muezzin û gelek dost û nasên

din. Em supaskarê wan in û

Xwedê ji hemiyan razî be…

Ji bilî van çavkaniyên

zindî û bi sifahî gelek tist bo me

gotin, jêderên me yên dî jî ev in;

1- Si’rên Sêx Muserrefî

bi xwe, ku gelek dîrok û zanîn

wî bi xwe qeyd kirine.

2- Kitaba Hacî Ehmed

ya Sêx Muserrefî ku zincîra îcaza wî ya terîqetê têde ye.

3- Nameya lmhat min

alsîre alzatiye lilsîx wal’alim alrebbanî Mûhemmed

Bedreddîn al-tilowî al-fqîrî al’basî mosse alsam

liltba’e.

4- Gotara “Edîbê Mezin Sêx Muserrefê

Xunokî çû rehmeta Xweda ji nivîsîna ‘Ebdurrehman Cûdî, kovara Nûbihar, hejmara 104, Bihara

2008’an.

5- Ferhenga Sêrtê Evdila Botî îlona

2011’an.

HELBESTEKE SÊX MUSERREF

KITÊBA GÛZ Û MEWÎJ

Gelî feqiyan gelî feqiyan nezer kin

Heçî bêjim bizanin hem ji ber kin

Çiku ez bo we tehqîqa evîn im

Muhibbek sadiq im hem xemrevîn im

Kelamê min xwes û pir nazdar e

Sirîn e taze ye wek nûbihar e

Ji bo qet‘a xirabî sîrê tîj e

Wekî navê xwe ye gûz û mewîje

Fesla tehsîlê;

Bixunin hûn nekin teqsîr û sistî

Emanet se’î û tehsîl û duristî

Duristî lefzekî kurt û dirêj e

Kesê ku ew durist nabî qirêj e

Bixunin hûn di havîn û zivistan

Nebî çê bî ji we yek rojê westan

Kesê xwenda muheqqeq her emir e

Nexwenda her wekî pîvaz û sîr e

Bi diqqet hûn bikin daim mitale

Mitale malekî qet bê zewal e

Ji metnan qet nebî lefzek ji bîr kin

Xwe destvala û bêmal û feqîr kin

Nivîsandin qe nahêlî ku xwenda

Ji ‚ilmê xwe bikit yek lefzê winda

Ji ‚ilmî ra qelem lasekke nîv e

Ji bona her kesê xet zêr û zîv e

Fesla qedrê seyda;

Ji bo seyda muheqqeq ferze ikram

Kesê ku nake ikram naxwe in’am

Ji seyda ger dixwazî istifade

Divêtin tu bikî bo inqiyade

Ji seyda ra kesê nakit ita’e

Qe nabînî di dunya intifa’e

Eger jê ra mutî’ nabî bizane

Ku seydayê te ew nefsa nezan e

Ji bo wî zahir û batin evîn be

Kesê ku ew nevê jê ra nevîn be

Îmamê me ‘Elî dibêjî: Efendim

Li her ‘erdî ji bo ustadî ‘ebd im

Yekî got: ey Iskender bo çi daim

Dikî teqdîm li ser babê xwe ‚alim

Cewab da; faida babê fena ye

Welakin faida ‘alim beqa ye

Fesla mu’ameleta hevalan;

Bi hevra xwes biborînin bi sahî

Bixwûnin hûn bi meqsûda îlahî

Bi hurmet bin ji bona hev dewamî

Hemî pêk ra ji hev ra kin xulamî

Emanet sed emanet sed emanet

Ji bona hev bikin daim siyanet

Xusûsa yê ku lefzek zêde xwendî

Hemî hev ra ji bo bêjin: efendî

Hemî hûn ‘eskerê xasê îlah in

Xulam û xadimê wî bargah in

Eger ku hûn ji bona hev nebas bin

Ji dergeh dê li pas bin bê me‘as bin

Nebî carek di dunyayê ku ser kin

Heta sax in fihêtkar û zerer kin

Nebêjin: ratiba min zêde dûr e

Weya ev xizmeta hanê bi zor e

Nikarim ez hero hucrê bimalim

Li mala xwe ‚ezîz û hem delal im

Kubar im min ji salê xwe fihêt e

Binêre islikê min subhî pêt e

Fesla exlaq;

Nebî çavê we daim bî li kevçik

Weya salê hesîn û ya ne pirçik

Cil û pirçik ji exlaqê jina ne

Biha nakit kesê metnê wî nan e

Ji bo feqiyan civat û hem ‘elaiq

Di gel xeyrî feqan qet nîn e laiq

Di nava gund herin mesyek giranî

Li rast û çep nezer ‘eyb e tu zanî

Muheqqeq pir kenîn û deng bilindî

Munafî ne ji bona ‚eqlemendî

Cihan paqij bikin çendî bikarin

Di hucran qirs û qal wek ‘eyb û ‘ar in

Xatime;

Îlahî tu min û feqiyan îlahî

Himayet kî ji ef’alê menahî

Me sêrîn kî bi wan ewsafê sêrîn

Gelek muhtac û ne’lac û feqîrîn

Ji wê behra ku jê rihtî bi qencan

Bike ihsan ji bo me yek du fincan

Selat û hem selam hingî hurûfan

Li pêxember di gel sehb û mirovan

 

Yazar: M. Xalid Sadînî – Tehsîn Îbrahîm Doskî

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
yusiv - 29/06/2015 18:41
Destê we sax be u mali ava
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site