17:30 EEST Duşem, 22/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 7


ÎroÎro : 229

meha rewacdarmeha rewacdar : 6563

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638609

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Hêmanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Yekşem - 05/10/2014 13:57
Hêmanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Hêmanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Edebiyata Kurdî ya klasîk, herçiqas li hêla şiklî ve bi sînor be jî, li aliyê naverokê ve xwe bi gelek çavkaniyên têvel û dewlemend xwedî dike. Di edebiyata Kurdî ya klasîk de Qurana Pîroz, Hedîsên şerîf, mû’cîzatên pêxemberan, qisseyên weliyan, çîrokên mîtolojîk, dîrok, erdnîgarî, kozmolojî, sirûşt, kelepor û hwd. dirijin ser veznê û helbestên bêhempa derdikevin hole. Dîwana Hezîn yek ji dîwanên edebiyata Kurdî ya klasîk a vê heyamê ye ku ji her aliyan ve gelek xurt hatiye honandin. Ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk yek ji mînakek serkeftî ye. Ji ber vê yekê di vê nivîsê de li dor Dîwana Hezîn, em ê çavkaniyên edebiyata Kurdî ya klasîk bibînin, jê sûd wergirin û bi mînakan ve wan mijaran rave bikin.

Di Dîwana Hezîn de

Hêmanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Yakup AYKAÇ

Di Dîwana Hezîn deHêmanên Edebiyata Kurdî ya Klasîk

Edebiyata Kurdî ya klasîk, herçiqas li hêla şiklî ve bi sînor be jî, li aliyê naverokê ve xwe bi gelek çavkaniyên têvel û dewlemend xwedî dike. Di edebiyata Kurdî ya klasîk de Qurana Pîroz, Hedîsên şerîf, mû’cîzatên pêxemberan, qisseyên weliyan, çîrokên mîtolojîk, dîrok, erdnîgarî, kozmolojî, sirûşt, kelepor û hwd. dirijin ser veznê û helbestên bêhempa derdikevin hole.

Dîwana Hezîn yek ji dîwanên edebiyata Kurdî ya klasîk a vê heyamê ye ku ji her aliyan ve gelek xurt hatiye honandin. Ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk yek ji mînakek serkeftî ye. Ji ber vê yekê di vê nivîsê de li dor Dîwana Hezîn, em ê çavkaniyên edebiyata Kurdî ya klasîk bibînin, jê sûd wergirin û bi mînakan ve wan mijaran rave bikin.

  1. Ayetên ji Qurana Pîroz û Hedîsên Şerîf

Piraniya şa’irên Edebiyata Kurdî ya klasîk ehlê medresê ne, ‘alim in, dîsa gelekî ji wan mutesewif in. Di medreseyan de kitêbên dînî xwendine, hînî zimanê ‘Erebî û Farisî bûne, di ‘ilmên dînî de wek Quran, hedîs, kelam, şerîat, fiqih û wd. kûr bûne. Ji ber vê yekê, ji bo şa’irên klasîk ayetên Quranê û hedîsên Pêxember ‘eleyhîselam gencînek bêhempa ne. Şa’irên klasîk tiştên wiha di helbestên xwe de gelek caran bi lêv kirine. Hin caran bi hunera telmîhê, hin caran bi wateya wê malikê, hin caran jî rasterast iqtibas ji ayet û hedîsan hatiye kirin. Di Dîwana Hezîn de em mînakên wiha li gelek ciyan dibînin. Bo nimûne;

“We kûnû me’es sadiqîn” emrê îlahî sermedî

Pêk bîne herfiyan bi cih perhîziyê bikey kiras1

Ciyekî din jî hedîsa meşhûr “’Ilm li Çînê be jî, biçin û hîn bibin.” bi awayekî pisporî vê malikê xemilandiye;

Bixazin ‘ilmê gerçî biçne Çînê

Weha ye emrê peyxember biray min2

  1. ‘Ilmên Dînî

Di çarçoveya Quran û hedîsan de, di Îslamiyetê de zanistên din jî hene ku ew edebiyata Kurdî ya klasîk re bûne çavkanî. Bi taybetî di ne’t, mehdiye (pesna pêxember), munaca’at, şemaîlan (helbestên behsa dirûvê pêxember dikin) de mirov gelek caran rastî wan zanistan tê. Ji xêncî wan tefsîr (şîroveya Qurana pîroz), eqaîd (behsa riknên dînê Îslamê), kelam (behsa yekitiya Xwedê, zat û sifatê Xwedê, dîsa bi awayekî mentiqî li ser riknên dînê Îslamê disekine), fiqih (rê û rêbaza dînê Îslamê wekî destmêj, nimêj, rojî hwd. çawa tê kirin) ji edebiyata Kurdî ya klasîk re bûne çavkanî. Di Dîwana Hezîn de mînakên bi vî awayî pir in. Wek mînak, li gorî dînê Îslamê nixumandina jinan ferz e. Di vê malikê de ev mijar bi awayekî şa’irane hatiye honandin;

Pîqrût û serqotê jinan serbest digerrin li deran

Ji wan ra kes nabêj çiman, heywax li min dîn çû ji dest3

  1. Dîroka Îslamê û Qisseyên Pêxemberan

Dîroka Îslamê bi Adem pêxember dest pê dike û hetanî dewra ‘esra se‘adetê didome. Di vê dîrokê de mirov û bûyerên girîng her tim bala helbestvanên klasîk kişandiye ser xwe. Çi şer û bûyer be, çi fikr û ramanên cuda be, çi lehengên muhîm be di malikên helbestan de ciyê xwe girtine. Dîsa di wan helbestên klasîk de Hz. Pêxember ‘eleyhîselam û çar xelîfeyên Wî, sehabiyên Wî, ‘alimên mezin ên Îslamê wek pêşeng û mînak tê nîşandayîn.

Di edebiyata Kurdî ya klasîk de berhemên ‘ewil piştî Îslamiyetê hatine nivîsandin. Wek tê zanîn Baba Tahirê Hemedanî û Baba Serhengê Dewdanî helbestên pêşîn ên edebiyata Kurdî ya piştî Îslamê nivîsîne. Piştî qebûlkirina Îslamiyetê, di vê têkiliyê de wêjeya ‘Erebî û Farisî hertim bandora xwe li ser edebiyata Kurdî ya klasîk diyar kiriye. Lewra helbestvanên Kurd ên klasîk hemî jî di perwerdehiya medreseyan de derbas bûne, bi ilmên Îslamê re hemhal bûne, di jiyan û berhemên xwe de ew tetbîq kirine. Li vir jî du mînakên xweş van dirastînin;

Musulmaniyê ra Resûl rehber e

Kitaba wê Qurana ku wek wê nîn e

2 Hezîn, j.n.b, r. 234

3 Hezîn, j.n.b, r. 64

Dûra pîşuwayê wî dînê delal

Ebû Bekr û Farûq ê wek ‘Elî ne4

û li ciyekî din jî wiha derbas dibe;

Ji Ehmed ra divêt Cibrîl ji Mûsa ra divêt Xidrek

Ji Romî ra divêt Şems û ji Xanî5 Xalidek6 ya Reb7

  1. Mu’cîze, Qisse û Keramet

Mu’cîzeyên Hz. Pêxember ‘eleyhîselam û pêxemberên din û kerametên weliyan ji civaka Îslamî re herdem bûye mînak. Helbestvanên edebiyata Kurdî ya klasîk jî, carînan rasterast carînan bi rêya telmîhê helbestên xwe xemilandine. Wek mînak; şeqqûl qemer, ji tiliyên Hz. Pêxemberê de wekî kaniyê rêtina avê, bi heywanan axaftina wî ji çend mu’cîzeyên Hz. Pêxember ‘eleyhîselam yên namdar in. Dîsa Hz. Îbrahîm ku avêtinê nêv êgir, gopalê Hz. Mûsa ku bûye mar, axaftina bi Xwedê re, zanîna zimanê çivîkan a Hz. Silêman, ji koletiyê hetanî wezîrtiya Hz. Yûsif, ji derdê girînê korbûna Hz.Ye’qûb û wd. (Selama Xwedê li ser hemîyan be) gelek caran di wan helbestan de hatine bikaranîn. Di vê malikê de behse mûcizeya Îsa pêxember dike:

Ma gelo helma ‘Îsa ye van nexwaşan xweş diket

Yan kî ruh e hatiye şandin ji baxê emrê yar8

Dîsa mû’cîzeyên Hz. Mûsa ku li çiyayê Tûrê bi Xwedê re axiviye, gelek meşhûr e û ji şa’irên edebiyata klasîk re gelek caran bûye çavkaniyek. Wek tê zanîn, dema Hz. Mûsa li Tûrê teceliya nûra Xwedê Te’ala dibîne zehf ditirse, hingê dengek dibihîze ku jê re dibêje “Ez Xwedayê ‘ezîz im”. Di vê malikê de jî em vî dibînin;

4 Hezîn, j.n.b, r. 266

5 Xanî: Necmeddînê Xanî. Xanî gundekî nêzî bajarê Helebê ye. Necmeddînê Xanî yek ji xelîfeyên Mewlana Xalîd bû. ‘Alim û mutesewifekî mezîn ê zemanê xwe bû.

6 Xalid: Mewlana Xalidê Kurdî yê Şarezorî. Bi nasnavê Diyaudîn (Roniya dîn) û Qutb-ul ´Arifîn (Mezinê zaneyan) jî tê nasîn. Şêx, mutesewif, ‘alim, şa’irekî mezin bû. Mewlana Xalid di 1773 de li gundê Qeredaxa girêdayî bi Cafê ye hatiye dinyayê û di 1826 de li Şamê wefat kiriye.

7 Hezîn, j.n.b, r. 48

8 Hezîn, j.n.b, r. 103

Bi nûra tûrê Mûsa nedidît rahek hêla heq da

Eger dengê “enallah ûl ‘ezîzû9” nebûya ya Reb10

Di vê malikê de jî şa’ir kerametê Şêxê Xezna anîye zimên;

Di behran da gerrînker bû Mecellan

Li eflakan11 digerre kalê Xezna12

  1. Tesewif

Dîroka tesewifê di sedsala duyem a hîcrî de bi tevgera “sûfîtî”yê dest pê dike. Piştre di sedsala 9. de li Semerqend, Bûxara, Xorosan û wd. gelek sûfî û weliyên mezin gihîştin. Di sedsala 10. de felsefa Yewnaniyan bandorek li tesewifê kir. ‘Alimên wek Farabî, Îbnî Sîna û Ferxedînê Razî gihîştin.13 Bi Hellacê Mensûr û Îbnî ‘Erebî ramana “wehdetûl wucûd” kete nav tesewifê. Piştre jî şaxên terîqetan wek Neqşîbendî, Qadirîyî, Suhrewerdiyî, Mewlewiyî û wd. ava bûn.14

Di edebiyata Kurdî ya klasîk de tesewif cihekî gelek berfireh û girîng digire. Di dîroka Kurdistanê de tê dîtin ku tesewif hertim li civaka Kurdan hatiye jiyandin. Dîsa di vî warî de gelek ‘alim û mutesewifên mezin ji civaka Kurdan derketiye û li ser gelê xwe bandorek mezin kiriye wek Mewlana Xalidê Şehrezorî û Şehabedînê Suhrewerdî. Tesewif bi piranî medhiyeyên pêxember, şêx û pîrên terîqetê de xwe nîşan dide. Şa’irên tesewifî, di helbestên xwe de tiştên ku di dîn de heram e, wekî remz bi kar anîne. Di wan de yên herî zêde tê bikaranîn mey, şerab, cam (îskana şerabê), xerabat (meyxane), saqî (yê ku meyê belav dike), meclîsa ‘işret (cihê zewk û sefayê), dêr, kafir û wd. di dîwana Hezîn de jî gelek mînakên wê hene.

Hezîn herdem dinoşit xelqê j’destê dostê mey nabê

Heyata vê dinê xweş hat welê zivr e ji bo min ra15

9 Enallah ûl ‘ezîzû: Ez Xwedayê ‘ezîz im.

10 Hezîn, j.n.b, r. 47

11 Eflak: Pirjimariya “felek”ê ye. Felek, dolab, asîman

12 Hezîn, j.n.b, r. 34

13 Bircan, Hasan Hüseyin, İslam Felsefesine Giriş, Ensâr Neşriyat, İstanbul 2008

14 Kara, Mustafa, Tasavvuf ve Tarikatlar Tarihi, Dergâh Yayınları, İstanbul 2013

15 Hezîn, j.n.b, r. 11

Di dîwana Hezîn de gelek caran navên Şêx Ehmedê Xeznewî, Şêx ‘Izzedînê Xeznewî, Şêxên mezin ên terîqeta Neqşîbendiyê wek Şahê Neqşîbend, Îmamê Rebbanî, Şêx Ebdûlxaliqê Xûjdewanî û wd. gelek şêxên din ên mezin derbas dibin. Ji xêncî wan remz/nîşanên ku jorê me qal kir, bêhna tesewifê gelekî xurt jê tê. Wek mînak:

Murşidek himmet bilind e mîna wî îro nîn e

Helqa zêra neqşebend e ‘Izza Şahê Xeznewî16

Mînakek din de jî wiha dibêje:

Ji Xeznaê xuya bû dilberek hîv rojê qelban ra

Dilê jar pare bû ya Reb ji ‘işqa wê delalî ra17

  1. Kesayetiyên Dîrokî û Lehengên Efsanewî

Di nav çavkaniyên edebiyata Kurdî ya klasîk de kesayetiyên dîrokî û serlehengên efsanewî jî hene. Carînan taybetiyên wan kesan di helbestan de wek mînak tê nasandin. Bi wan legehengên efsanewî sînorên xeyalan hêj berfirehtir dibe, çêj û tameke cuda dixe nav helbestê. Wek mînak navê Behlûlê Dana, Karûn, Noşîrewan, Xatemê Taî, Arîsto, Eflatûn, Cimşît, Dehhaq, Selahedinê Kurd, Skender, Rustemê Zalê Kurd, Şêxê Sen’an, Manî û wd. gelek caran helbestên klasîk de cihê xwe digirin. Her wiha em wan lehengên dîrokî û efsanewî di Dîwana Hezîn de jî dibînin.

Nedikir te’sîr di dil da gurzê Rustemê giran

Lêbelê têk tarûmar bû bi serê movika çerx18

Ciyekî dinê jî bi evîna keçikeke Ermen ve namdar Şêxê Sen’an derdikeve pêş me;

Şeyxê Sen’anê nedît cewr û cefa ya kî me dît

Roj bi roj zêde dibû derd û kul û êş û keder19

  1. Dawe û Regezên Gelêrî

Şa’irên edebiyata klasîk mirovên xwende û zana ne. Heremên cuda yên Kurdan dîtine, devoka wan nas kirine. Û dîsa ji bilî wan medreseyan de ji

16 Hezîn, j.n.b, r. 310

17 Hezîn, j.n.b, r. 24

18 Hezîn, j.n.b, r. 80

19 Hezîn, j.n.b, r. 94

xêncî ‘ilmên dînî, ‘ilmên mentiq, riyaziye, felsefe, erdnîgarî, tip, zimanê (bi taybetî Erebî û Farisî) didîtin. Ji ber vê yekê helbestvanên edebiyata Kurdî ya klasîk ‘ilmên zemanê xwe jî çi hînbûne çi bihîstine di helbestên xwe de bikar anîne. Di Dîwana Hezîn de em rastî çend nimûneyên ji ‘erdnîgariya dinyayê tên, wek çemên parzemîna Amerîkayê yên herî dirêj û fireh: Mîsîsîpî û Amazon, dîsa çiyayê herî bilind ê dinyayê: Hîmalaya derbas dibe.

Wekî Amazon fireh û wek Mîsîsîpî dirêj

Qisseya jana dil û wan herdu çavê xwûndirêj20

Di gelek ciyan de têgehên zanistiya fennî wek; mîkrob, mîkroskob, pîl, cêyran, dozer, trimbêl derbas dibin.

Mikrob ji bo bête dîtin divê te mîkruskob bira

Nexweşî bo bê naskirin divêt hekîmekî keleş21

Digel wan tiştan di dîwanê de em rastî agahiyên derbarê biyolojî û tipê jî tên. Wek mînak:

Hêkê xwe datîne wê da çilêkan tê derdixe

Lew dibînî havînê kurm rêxê da têtin xurûş

Pizikê xortî û xûryê her du yek şeklê ne lê

Yek nîşana roniya çavan e ê dî çavfiroş22

  1. Çanda Kurdewarî

Helbestvanên Kurd, hêj feqîtî/biçûktiyên xwe de di gelek deverên Kurdistanê de dest bi perwerdehiyekê baş dikirin. Da ku feqîtiyên xwe xilas bikirina li gelek medreseyan digeriyan û dixwendin. Ji ber vê yekê çanda gelê xwe, devoka li wê heremê, ‘edet û kevneşopiya netewê xwe hîn dibûn. Jiyana civakê, guherînên civakî, ‘edetên cejn û dewatan, jinxwestin, berdêlî, sinnetkirina zarokan, mewlûd û adetên wê, siwarbûna hespan, şîn, serxweşî û serdana nexweşan, mêvandarî, kêf û şahiyên netewî çawa dibû, çawa pêk dihat hîn dibûn. Bi vî awayî ‘eksa wan tiştan teqez di helbestên şa’iran de xwe re cî dibînin.

20 Hezîn, j.n.b, r. 120

21 Hezîn, j.n.b, r. 128

22 Hezîn, j.n.b, r. 131

Di dîwana Hezîn de jî, wekî me qal kir, minakên wiha zehf zêde ne. Wek mînak, li ser “Beko” gelek biwêj û gotin hene ku êdî çanda Kurdan de ew tiştekî asayî ye. Li jêrê jî em mînakek wiha dibînin:

Wek Bekoyan karê wî şeytanî ye

Yar ji yaran dûr dixîne şev û roj

Bi hezaran nazenîn û nazikan

Bal mirin ve dişîne şev û roj23

Di civata Kurdan de çandînî û ajaldarî hertim karê pêşîn bû. Ji ber vê têgehên di vî warî de zimana Kurdî de gelek berfireh e. Em dibînin ku bi vî şiklî têgehên çandînî di dîwana Hezîn de jî hatiye niminandin:

Kaxuk24 û kulbekê25 li wî bikey zû

Binve rakey hissê heywanî ji qelb26

Dîsa em dizanin ku piraniya helbestvanên Kurdan di civakên xwe de mirovên serek in. Agahiya wan ji derdora xwe, cînar û ‘eşîran heye. Kîj ‘eşîr çiye, li ku ne, ji ku hatine, dizanin. Di dîwana

23 Hezîn, j.n.b, r. 119

24 Kaxuk: Kax kirin, alax kirin, gihayê biyanî û zêde ji kok ve rakirin.

25 Kulbe: Amûrê kulb, tevir, xepar. Destiyê wê dar e, serê wê jî bi hesin hatiye çêkirin. Kulbekirin jî navê wê şixulê ye.

26 Hezîn, j.n.b, r. 43

Hezîn de jî di vê malikê de navê ‘eşîra Heyderî derbas dibe ku bi jinên xwe yên rind û bedew ve meşhûr in. Kezî û biskê wan jinan ji şa’irî re bûye îlhamek û wekî remzek di vir de bi kar aniye;

Ne bi baxan û kulilkan ne bi ser xêliyê bûkan

Ne bi biskê Heyderî xweşî dibînit mestî ruh27

  1. Ziman

Bingeha edebiyatê, ziman e. Şa’ir çendî ku zimanê xwe bi pisporî bikar tîne, ewqas serfiraz dibe. Dîsa zimanê xwe bi biwêj, gotinên pêşiyan, metelok, mamik û gotinên xweş ve hindî ku bixemilîne, berhemê wî ewqas dikemile û helbestên bi çêj û tam derdikeve holê.

Dîwana Hezîn ji aliyê zimên ve gelek bihêz e. Di dîwanê de herçiqas digel Kurdî, peyv û hevokên ji zimanê ‘Erebî, Farisî û Tirkî hebe jî zimanê dîwanê bi rihetî tê fêmkirin. Ji xêncî wan, helbestvan di dîwana xwe de gelek caran malikên xwe bi biwêj û gotinên pêşiyan ve xemilandiye. Ev jî ji hêla zimên ve asta dîwanê hêj zêdetir kiriye. Wek mînak;

Xûlî li ser dibêjim ger şerhevalê gor bit

Xwûzî bi min dibêjim ger xêrheval be min ra28

Ciyekî din jî biwêjek ku di nav gel de gelek caran tê bikaranîn, bala me dikişîne:

27 Hezîn, j.n.b, r. 79

28 Hezîn, j.n.b, r. 20

şar be serbijorê pozbilindê nav nigê ‘ekrût29

Heval çûn kariwan borî li cih mayî tenê xew da30

Encam

Mirov dikare bibêje dîwanên klasîk çand û jiyana zimanê Kurdî ne. Li kîj hêlê dibe bila bibe bi daneheva çandinî ya sedan salan di wan dîwanan de hatine cem hev û fenanî deryayên bêbinî di nav xwe de hûtên mezin xwedî dike. Dîwana Hezîn yek ji wan dîwanan e ku, bi helbestên xwe yên dewlemend ji hêmanên edebiyata Kurdî ya klasîk re gelek mînakên serkeftî pêşkêş dike û dîsa ji hêla naverokê ve di çanda Kurdewarî, ziman, lehengên efsûnî û dîrokî, tesewif, dîroka pêxemberan, ji îqtibasên Qur’an û hedîsan, şîret û pendên olî û sincî, rexneyên li ser civakê û hwd. de gelek mînakan nav xwe de dihewîne.

Wekî me di vê gotarê de jî rave kir, dîwana Hezîn hem ji hêla naverokê ve hem jî ji hêla zimên ve nîşanê me dike ku ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk mînakek bêhempa ye.

Çavkanî:

  1. Hezîn, Mela Husnî, Dîwana Hezîn, Cih û tarîxa çapê nehatiye nivîsandin
  2. Aykaç, Yakup, “Kurtenêrînek Li Dor Dîwaneke Bêhempa: Dîwana Hezîn”, Kovara Nûpelda, Hejmar 15, Wan
  3. Sagniç, Feqî Huseyn, Dîroka Wêjeya Kurdî, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Stenbol,2022
  4. Bayezîdî, Mela Mehmûd, Adat û Rusûmatnameê Ekradiye, Lêkolîn Jan Dost, Nûbihar, Stenbol, 2010
  5. Kara, Mustafa, Tasavvuf ve Tarikatlar Tarihi, Dergâh Yayınları, İstanbul 2013
  6. Pala, İskender, Divan Edebiyatı, Kapı, İstanbul, 2012
  7. Pala, İskender, Ansiklopedik Divân Şiiri Sözlüğü, Kapı, İstanbul, 2012
  8. İpekten, Haluk, Eski Türk Edebiyatı Nazım Şekilleri ve Aruz, Dergâh, İstanbul, 2013

29 ‘Ekrût: Rûpîs, kesê pîs û nebaş

30 Hezîn, j.n.b, r. 16

Yazar: Yakup AYKAÇ

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site