20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 95


ÎroÎro : 188

meha rewacdarmeha rewacdar : 2324

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615241

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim

Yekşem - 05/10/2014 15:00
Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim

Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim

Rojekê mirovekî xelqê Mekkeyê hate cem min û ji min re wiha got: - Mirovek di Mekkeyê de derketiye mîna te dibêje “Ellah pêştir tu Xweda nîne û dibêje, ez qasidê Ellah im. Min gote wî mirovî; - Ew ji çi kesan e? - Ji Qureyşiyan e.

Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim

 

Seyfettîn AYKAÇ

 Rojekê mirovekî xelqê Mekkeyê hate cem
min û ji min re wiha got:
- Mirovek di Mekkeyê de derketiye mîna
te dibêje “Ellah pêştir tu Xweda nîne û
dibêje, ez qasidê
Ellah im. Min gote wî mirovî;
- Ew ji çi kesan e?
- Ji Qureyşiyan e.1
Navê min Cundub ê kurê Cenade ye. Kunya
min jî Ebûzer e. Ji bo ku herkes bi kunya min
gazî min kiriye navê min nayê zanîn. Leqeba min
jî (Resûlullah ‘eleyhîselam li min kiriye) Mesîhul
Îslam e. Ez mirovekî serbixwe, gir, rihê min geş
û rengê min esmer e. Qebîla me di dewra cahiliyê
de rêbir bûn û me rê dibirîn û karwan dişêlandin.
Hema em tev eşqiya bûn. Di wê demê de ez pir
wêrek û zexim bûm, kesê ku navê min bibihîsta
zirav lê diqetiya.
Rojekê Xwedê, riya başbûnê nîşanî min da
û min dev ji hemî nebaşiyan berda û min bawerî
bi Wî anî, ez beşdarî dinê Henîfan bûm ku wan bi
tenê ji Xwedê re ‘îbadet dikirin. Min êdî ji derdora
xwe re digot ji pûtan re secde nebin, ew tiştên bê
fêyde ne. Heta ez bûme misilman hema min li gorî
xwe ji rebbê xwe re ‘îbadet kir, ev heta sê salan
domand.
Dema ew mirovê ku ji Mekkê hatibû, wî
ew xeber da min Xwedê hezkirina Îslamiyetê xiste
qelbê min û min ji birê xwe Uneys re got:2
- Li heywana xwe siwar be û here wê newala
hanê! Here û ew kesê ku dibêje “ji min
1 Îbnî Sa’d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.223.
2 Îbnul Hacer el-Esqelanî, El Îsabe fî Temyîzî Sahabe, b.1, r.252; Îbnî
Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.222; Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, b.2,
r.38; Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.158.
re ji‘esîmanan nûçe tê” re xeber bide. Ka
çi dibêje baş guhê xwe bidê. Ji bo min di
derheqê wî de agahiyan hîn be û ka tu çi
hîn bûyî were ji min re bêje.
Birê min Uneys heta Mekkeyê çû. Wî dît û
vegeriya, hate cem min. Min jê pirs kir:
- Te çi kir? Ka çi agahî hene li cem te?
Ji min re wiha got:
- Di Mekkeyê de min, mirovek dît ku, digot:
“Xwedê ez bi qasidtî şandime”
- Gelê wî di derheqê wî de çi dibêjin?
- Şa’ir, Kahîn, Sihêrbaz dibêjin. Bi rastî min
gotinê kahînan pir bihîstiye lê belê gotinê
wî ne yê kahînan bû. Lê gotinên wî ne
helbestin jî. Wellahî ew mirovekî rast e.
Miheqeq ew kesên ku tekzîbiya wî dikin
derewker in.
Uneys, mirovekî helbestkar bû, ji qesîde û
şi’ran fam dikir. Xeberdana xwe wiha domand;
“Wellahî kes nikare bêje wî, şa’ir e.
Min hemî cûreyên şi’ran nêhêrî ev gotinê
ku ewî digot nedişibihî tuyan jî. Wellahî,
misoger ew ji rastkeran e.”3 Min ji birê
xwe re got:
- Te ji min re nûçekî ku dilê min rihet bike
û muşkiliya min bibe neanî. Ez ê bi xwe
herim wî bibinîm.
Birê min got:
- Temam, here lê belê xwe ji xelqê Mekkeyê
biparêze. Ji bo ku xelqê Mekkeyê pir tehda
3 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.241; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim,
b.4, r.1924; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.220-224; Îbnul
Hacer el-Esqelanî, El Îsabe fî Temyîzî Sahabe, b.6, r.100; Ehmed b.
Hembel, Musned, b.5, r.174; Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, b.2, r.37.
Seyfettîn AYKAÇ
Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û
Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim
Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim
nûpelda
bêndera çand û hunerê
25
lê dikin û jê nefret dikin.4
Hema min turikê nanê xwe û tulimê ava xwe
da pişta xwe û ez ketime riya Mekkeyê û çûm. Min
Resûlullah ‘eleyhîselam nas nedikir û ez ditirsiyam
ku ji yekî jî pirs bikim. Hema ez çûme cem Mescîdê
Herem û min ava zemzemê vexwar û ez di cihê xwe
de rûniştim. Heta bû êvar hê roj nequlubîbû ‘Eliyê
kurê Ebûtalib hate cem min û got:
- Her hal tu xerîb î.
Min bersîva wî da:
- Belê ez xerîbim.
Ji min re got:
- De rabe em herin mala me.
Em bi hev re çûne mala wan. Ne ew î ji min
tiştek pirs kir ne jî min jê re tiştek got. Dema
bû sibe zû ji bo ku ez pirsa Resûlullah
‘eleyhîselam ji însanan bikim cardin çûme
cem Mescîdê Herem. Lê belê min ji tu kesî
tu nûçeyek hilneda. Ew roj cardin ‘Elî hate
cem min:
- Hê dema hînbûna cihê wî mirovî nehat?
- Nexêr
- Madem wisa, were em herine mala me.
Dema em gihiştin mala wan ji min pirskir:
- Tu çi karî dikî? Tu çima hatî vî bajarî?
- Heke tu wê karê min xef bikî û di derheqê
karê min de bibî rêberê min ez ê ji te re
bêjim.
Dema soz da min. Min jê re wiha got:
- Nûçeya ku gihiştiye min, li van deran zatekderketiye,
dibêje ku ez pêxember im! Ji
bo ku ez pê re xeber bidim ez hatime van
deran.
Li ser vê gotinê ‘Elî ji min re got:
- Te baş kiriye ku tu hatî, ew kes pêxemberê
Xwedê ye. Pêxemberê heq e.5 Dema bû
4 Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.224; Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî,
b.4, r.158; Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, b.2, r.37
5 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.241; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim,
b.4, r.1924; Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe,
sibê zû tu bide pey min. Dema ji bo te
ez ji tiştekî tirsiyam ez ê an mîna ku ez
pêlavê xwe rast dikim ez ê berê xwe bidim
dîwarekî an jî ez ê herwekî desmêja
xwe bişkînim bikim. Tu nesekine bidome û
here.6 Dema ez dom bikim û herim tu jî li
pey min were û cihê ku ez ketim hundir tu
jî bikevê.7 Ew çû ez jî çûm. Dawiya dawî
ez hatim pêşberî Resûlullah ‘eleyhîselam û
min got:
- Esselamu ‘eleyke ya Resûlellah.
Piştî rojan ez hîn bûm ku cara ‘ewil min
bi selama Îslamê selam daye Resûlullah
‘eleyhîselam. Ji min re got:
- Tu kî yî?
- Ez mirovekî ji zarên Xîfaran im. Ya Muhammed
tu mirovan gazî bal çi ve dikî?
Resûlullah ‘eleyhîselam:
- Ez gazî bal bawerkirina Wî Xwedayê yek û
bêşirîk, dev ji seneman berdan û bawerkirina
bi pêxemberiya min dikim.8
- Ji min re behsa Îslamiyetê bike. Ji min re
ka ez ê çawa bibim misilman hemî libo
libo got. Hema ez li wê derê bûme misilman.
9 Kêfa Resûlullah ‘eleyhîselam pir
hat. Resûlullah ‘eleyhîselam ji minre got:
- Ya Ebûzer, tu vî karê ji Mekkeyiyan xef
bike, vegere here welatê xwe. Li ser wê
gotina Resûlullah ‘eleyhîselam min got:
- Ya Resûlullah! Ez dixwazim dînê xwe eşkere
bikim.10 Resûlullah ‘eleyhîselam ji
min re:
- Ez ditirsim xelkê Mekkeyê te bikujin.
b.6, r.100.
6 Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.225; Îmam Buxarî, Sehîhî
Buxarî, b.4, r.159; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim, b.4, r.1924; Îbnul
Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, b.6, r.100; Tarixul
Îslam, Îmam Zehebî, b.2, r.37.
7 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.159; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim,
b.4, r.1924; M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, b.4, r.185-186.
8 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.159; Tarixul Îslam, Îmam Zehebî,
b.2, r.168; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.225.
9 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.159.
10 Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.223; Tarixul Îslam, Îmam
Zehebî, b.2, r.170; Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.159.
Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim
nûpelda
bêndera çand û hunerê
26
- Ez sond dixwim bi wî Xwedayê ku te li
ser dînê heq pêxember şandiye ez heta
neçim cem Mescîdê Heram di nava wan
de Îslamiyeta xwe qîr nekim, lê naxim û
naçim.
Dema min wisa got, Resûlullah
‘eleyhîselam dengê xwe nekir û min lêxist û ez
çûme cem Mescîdê Heram, Qureyşî hemî devdora
hev berhev bibûn û suhbet dikirin. Hema ez wê
demê gihiştim Mescîdê Heram û bi dengekî bilind:
- Ey Ceme’ata Qureyşiyan! Ez bawerdikim
ku Ellah pêştir tu xweda nîne û ez bi bawerim
ku Muhammed ‘ebd û pêxemberê
Xwedê ye.
Dema min bi dengekî zîz wisa qîr kir,
muşrîkan:
- Ev mirov rê derketiye, dîn bûye. Rabin
rikêfê wî sabiyî bikin. Gotin û rikêfî ser
min kirin. Wisa li min xistin, wisa li min
xistin tu bêje cihekî min ê bê kulm û bê
pehîn nema, hema ez li wê ‘erdê xîz, tîk û
dirêj ketim bê rih û can mabûm. Hê jî dilê
wan rihet nebibû, wê deme ‘Ebbasê kurê
Ebdulmutalîb gihêşte min û xwe avête ser
min û ji wan re wiha got:
- Kuro lavo hûn dîn bûne, hûn haj xwe nîn
in, hûn ê yekî ji qebîla Xîfaran bikûjin. Ma
hûn nizanin qefîlên me, yên diçin Şamê ser
riya Xîfaran re derbas dibin. Gelî cema’ata
Qureyşiyan hûn tuccar in, riya ticareta we
jî ser riya wan e. Dibe ku hûn dixwazin
riya xwe ya ticaretê bigrin. Dema wî wisa
gote wan, hemî li ser serê min belavbûn û
çûn.11
Roja dîtir ez cardin sibê zû çûme bal
Mescîdê Heram, ew tiştên duh min gotibûn min
cardin dubare kir. Wan jî gotin “Rabin em herin ser
wî sebiyî” gotin û rikêfê ser min kirin. Mîna do çi
bêjî bi min kirin, hema tu bêje min kuştinê xirabtir
kirin. Cardin ‘Ebbasê apê Resûlullah ‘eleyhîselam
gihişte me û ji wan re gotinê duh got û ew li ser
11 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.159-242; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul
Kubra, b.4, r.225; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim, b.4, r.1924; Îbnul
Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, b.10, r.59; Îbnul Hacer
el-Esqelanî, El Îsabe fî Temyîzî Sahabe, c.4, r.63; Îbnî Abdîlberr, Îstîâb,
b. 4, r. 1654.
min rakirin. Ez rabûm çûme cem Resûlullah
‘eleyhîselam. Dema Resûlullah ‘eleyhîselam wî
halê min dît, ji min re wiha got:
- Min ji te re negotibû wisa neke?
- Ya Resûlellah! Ev xweziyek bû di dilê min
de, min ew daxwaziya xwe pêk anî.
Ez qederekê li cem Resûlullah ‘eleyhîselam
mam.12 Min ji Resûlullah ‘eleyhîselam re got:
- Ya Resûlullah! Tu ji bo min çi ferman dikî,
ez çi bikim? Resûlullah ‘eleyhîselam:
- Tu here cem qewmê xwe, heta ku agahiyek
ji min hate cem te tu teblîxa qewmê
xwe bike, dema nûçeya derketina me hate
cem te, tu were xwe bigihîne me.
- Ya Resûlullah! Ez ê herime cem malbata
xwe heta kengê fermana herbê derket ez ê
werim cem te.13
Ez çûme welatê xwe û min dest bi xebata
teblîxê kir. Pêşiyê birê min Uneys piştre piraniya
qebîla min bi destûra Rebbê ‘alemê bûne misilman.
Dema nûça koçbûyîna Medînê gihişte min,
min jî mala xwe da pişta xwe û barkir û ez çûme
Medîneyê. Êdî ez jî ji mihaciran bûm. Êdî warê
min bibû Medîne. Ez êdî her daîm bi Resûlullah
‘eleyhîselam re bûm. Herba Uhudê, Hendekê û
herbên dinê, di hemiyan de… Di fetha Mekkeyê
de jî alemdarê qebîla xwe bûm.
Min her daîm ji Resûlullah ‘eleyhîselam
re xizmet dikir û dema xizmeta min diqediya ez
diçûme mizgeftê. Hema mizgeft bibû mala min û
yên wekî min. Hema min pişta xwe dida diwarekî
û radizam. Şevekê Resûlullah ‘eleyhîselam hate
mescîdê, di nava mescîdê de min bi razayî dît û bi
piyê xwe min şiyar kir û ji min re wiha got:
- Hey! ez dibînim ku tu razayî!
- Ez ê li kuderê razêm? Ma ji vir pêştir
12 Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, b.4, r.159-242; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul
Kubra, b.4, r.225; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim, b.4, r.1924-1925;
Îbnî Abdîlberr, Îstîâb, b. 4, r. 1654; Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî
me’rîfetî Sahabe, b.6, r.100.
13 Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.225; Îmam Buxarî, Sehîhî
Buxarî, b.4, r.159-241,242; Îmam Muslim, Sahîhul Muslim, b.4,
r.1924; Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, b.10, r.
39-b.6, r.100; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.222.
Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim
nûpelda
bêndera çand û hunerê
27
malekî min he ye?
Dema min bersîva Resûlullah ‘eleyhîselam
wiha da, cem min rûnişt û ji min re wiha
got:
- Dema te ji mescîdê derxistin tê çawa bikî?
- Ez ê herime Şamê. Ji bo ku Şam cihê
koçberiyê ye, cihê ku mehşerê were raxistin
û welatê pêxemberan e.
- Dema te li wir jî derxistin tê çawa bikî?
- Wê çaxê ez ê cardin verim vê mescîdê. Ji
bo ku hem wê bibe mescîda min hem jî
xaniyê min.
Resûlullah ‘eleyîhselam:
- Dema te ji wir cardin derxin tê çi bikî?
- Wê çaxê ez ê şûrê xwe hildim û heta ez
mirim ez ê xwe biparêzim.
Resulullah ‘eleyhîselam bi ‘ewr û bi ken;
- Ez ji te re tiştekî ji vî tiştî çêtir bêjim! Dema
te şandin kuderê tu here wir. Te nefiyê ku
derê kirin tu here wir. Heta tu hatî gihiştî
min ser wê rewşê be.”14
Di rêwîtiya (sefera) Tebûkê de dema misilman
hemî rêketin çûn, ez jî digel wan ketim rê û em
hemî bi hevre çûn. Di rê de hêştira min cihekî şîn
dît, çû kete nav û çêriya. Heta wextekê ez li benda
wê sekinîm lê belê piştre min kir nekir deva min
ji cihê xwe rêneket heta demeke dirêj ez li ber ketim
neketim fêde nekir. Ez ji rojekê bêtir li hêviya
hêştira xwe mam, min dît ku niyeta hêştira min
tune, hema min kelmelê xwe barkir û barê xwe da
pişta xwe, bi tena serê xwe ez ketim rê.
Dema min hêştira xwe li pey xwe hişt û
min da rê, Resûlullah ‘eleyhîselam û sahabe hema
hema riya du roja pêşiya min ketibûn.
Li gorî gotina hevalan; di rê de sahabe dihatin
cem Resûlullah ‘eleyhîselam, ew kesên ku
nehatibûn beşdarî seferê nebibûn yek bi yek navê
wan ji Resûlullah ‘eleyhîselam re digotin. Dema
yek bi yek navê wan ji Resûlullah ‘eleyhîselam re
digotin Resûlullah ‘eleyhîselam:
14 Ehmed b. Hembel, Musned, b.6, r.457; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra,
b.4, r.226.
- Dev ji wî berdin heke di wî de xêr hebe
Xwedê yê wî bigihêjîne we.
Piştre yekî hat got:
- Ya Resûlellah! Ebûzer jî paşde maye.
Resûlullah ‘eleyhîselam:
- Bihêlin heke di wî de jî xêr hebe Xwedê yê
wî jî bigihêjîne we, heke xêr tunebe hûn ê
jê xilas bin.
Edî kes nedixwiya, yên ku hatibûn gihiştibûn
qefîlê hatibûn. Resûlullah ‘eleyhîselam li cihekî
sekinî û bêhna xwe standin. Sehabiyek hate cem
Resûlullah ‘eleyhîselam û jê re wiha got:
- Ji dûr ve, mirovek bipiyan bi tena serê xwe
tê. Resûlullah ‘eleyhîselam xwe bi xwe re
got:
- Qene ev tu be Ebûzer. Dema ev meriv
hinekî din jî nêzîk bû, însanan baş berê xwe
danê, dîtin ku ev Ebûzer e.
- Ya Resûlellah Wellahî ev Ebûzer e.
Resûlullah ‘eleyhîselam:
- Xwedê rehma xwe li Ebûzer bike, ew
bitena serê xwe birêve diçe, bitena serê
xwe wê bimire û wê bi tena serê xwe yê
were heşirkirin.
Elhemdulîllah min pir tiştên rind û xweş dît
û jiyam. Lê min pir zehmetî jî dît ji vê dinyayê.
Elhemdulîllah tu wextî qiymet û hezkirina dinê nekete
qelbê min. Nemaze piştî wefata hz. Ebubekîr
êdî ‘eleqa min bi dinayayê ve nemabû. Hema êdî
Medîne ji min re teng dihat. Piştî rojan, rabûm min
lêxist ez çûme Şamê, ez bi cih bûm.
Di dewra hz. ‘Usman de êdî misilman dewlemend
bibûn û ji xwe re koşk û qonax çêdikirin,
ketibûn nava kêf û zewqê. Lê jiyana min ya berê bû,
ya dema Resulullah ‘eleyhîselam û hz. Ebubekîr. Û
tu wextî malê dinyayê ji min re xweş nedihat. Ew
kesên ku ketibûn nava jiyaneke bi debdebe, min ew
hişyar dikirin. Bilxasa Hz. Mu’awiye û ew kesên
devdora wî, min pir caran hişyar dikir. Ji bo wan
hişyarkirinên min giliyê min li Hz. ‘Usman kirin.
Hz. ‘Usman min anî Medîneyê.
Piştî rojan dema ‘asiyan di derheqê
Ez ê Bi Tena Serê Xwe Bimirim û Bi Tena Serê Xwe Heşir Bibim
nûpelda
bêndera çand û hunerê
28
Hz.‘Usman de çalakî kirin, xwestin ku min jî tevlî
wî karî bikin lê belê min ew fersend neda wan.
Herkesî dizanî ku ez muxalifê hz. ‘Usman im, lê
belê tu carî min bêemriya wî nekir, Elhemdulîllah
min xwe ji wê fitne û fesadê her daîm bi dûr xist.15
Di dema xelîfetiya Hz. ‘Usman de min
nefiyê Rabzeyê kirin, cihekî nêzîkî Medînê bû.
Dema êdî Xwedê min da zanîn ku dawiya jiyanê
hindik maye min gazî jina xwe û xulamê xwe kir û
min wiha gote wan:
- Dema ku ez mirim min bişon û kefen bikin,
daynin qeraxê rê û li bendê bisekinin.
Hema karwana ku ‘ewil hat ji wê karwanê
re bêjin ev Ebûzer e. Hûn êdî tevlê nebin,
êdî ew dizanin wê çawa bikin.
Piştî ku ez mirim û gihiştim Rebbê xwe.
Piştî min ev xeberdanê hanê hatin gotin
û xeberdan dibe ku hemî jî rastbin,
lê belê rastiya wî her Xwedê dizane.
Dema hz. Ebûzer wefat kir
wesiyeta wî pêkanîn. Karwan hat, ji
bo ku ji bîr kirin û ji karwanê re negotin
ajalên karwanê pê li tabûta wî
kirin. Di wê qefîlê de hz. ‘Ebdullahê
kurê Mes’ud hebû, wî pirs kir:
- Ev çiye? Jê re gotin:
- Cenazê Ebûzer e. Dema wisa
gotin ji çavê hz. ‘Ebdullah
hêstir rijiyan û giriya û wiha
got:
- Resûlullah ‘elyehîselam di
derheqê wî de wiha gotibû, çiqas
rast gotiye. “Xwedê rehma
xwe li Ebûzer bike, ew
bitena serê xwe birêve diçe,
bitena serê xwe wê bimire
û wê bi tena serê xwe were
heşirkirin.” Hz. ‘Ebdullah
nimêja wî kir û ew defin kir.16
Jina Hz. Ebûzer wiha digot: “Wellahî çawa
15 Ashab-ı Kiram, Salih Özbey, r.406.
16 Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, b.3, r.158; Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre,
b.4, r.133; Îbnî Sa›d, et-Tebeqatul Kubra, c.4, r.222.
ku xelk dibên; ‘Usman Ebûzer nefiyê Rabzeyê
nekir, lê belê Hz. Pêxember ‘eleyhîselam ji
Ebûzer re ‘Dema xaniyê Medîneyê gihiştin
çiyayê Sel’ayê tu ji Medîneyê derkeve.’ Ji bona
wê emrê Resûlullah ‘eleyhîselam çû.”17
Di derheqê Hz. Ebûzer de Resûlullah
‘eleyhîselam wiha gotiye: “Yekî mîna Ebûzer
rastpeyv ne ‘esîman di binê xwe de sihkir û ne
jî ‘erd li ser xwe xweyî kiriye.18
Hz. ‘Elî di derheqê Hz. Ebûzer de wiha
gotiye: “Ebûzer firaqekî tijî ‘ilm bû. Piştî rojan
devê wê firaqê baş girêda, heta ew mir jî ji wê
firaqê tu tişt derneket.19
Xwedê rehma xwe lê bike û me bide xatirê
wî. Amîn.
17 Îbnî Sa’d, et-Tebeqatul Kubra, b.4, r.222.
18 M. Asım Köksal, İslam Tarihi, b.1, r. 275-

Yazar: Seyfettîn AYKAÇ

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site