20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 91


ÎroÎro : 184

meha rewacdarmeha rewacdar : 2320

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615237

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

‘Ebdirehmanê Kurê ‘Ewf

Çarşem - 13/11/2013 12:21
‘Ebdirehmanê Kurê ‘Ewf

‘Ebdirehmanê Kurê ‘Ewf

‘Ebdirehmanê kurê ‘Ewf, ji mezinên sahaban bû. Dema ku wefat kir û cinazê wî birin, hz. Se’d ê kurê Waqqas jê

‘Ebdirehmanê kurê

‘Ewf, ji mezinên sahaban bû.

Dema ku wefat kir û cinazê wî

birin, hz. Se’d ê kurê Waqqas jê

re wiha gotibû: “Çiyayê bilind”

bi rastî jî li aliyê îman û misilmantiya xwe de mîna çiya bû, tu

bager û bahozên kufrê û nîfaqê

di temenê wî de ew nehejandibû.

Deh sal pistî bûyera Fîlê

hate dinyayê. Di wextê cahiliyê

de navê wî: ‘Ebdul’emr bû. Resulullah ‘eleyhîselam navê wî

guhert û kir ‘Ebdullah. Hêj Resulullah ‘eleyhîselam neçûbû

mala Erkam bû misilman.

Ji muhacirên pêsîn bû. Koçî

Hebesistanê kir, pistre jî koçî

Medînê kir. Li Medînê dema

biratî hate avakirin, ew û Se’dê

kurê Rebî’ bûne destebirakên

hev.¹

Di Herba Bedrê,

ya Uhudê û yên din de bi

Resûlullah ‘eleyhîselam re bû.

Di herba Uhudê de ji yanzdeh

cihên xwe hatibû birîndarkirin.

Ji wan derban yek jî li piyê

wî ketibû û bi wê derbê kulek mabû. Ji wan kesên ku bi

bihustê hatine mizgînîkirin, yek

ji wan bû. Di derheqê wan de ev

hedîsa hanê ku hz. Se’îd kurê

Zeyd gotiye hatiye riwayetkirin:

“Min ji Resûlullah ‘eleyhîselam

wiha bihîst:‘Deh kes ji ehlê

bihustê ne; Ebûbekir di bihustê

de ye, ‘Umer di bihustê de ye,

‘Elî, ‘Usman, Zubeyr, Telha,

‘Ebdirehmanê kurê ‘Ewf, Ebû

‘Ubeydullahê kurê Cerah, Se’dê

kurê Ebûwaqas û Se’îdê kurê

Zeyd di bihustê de ne.”²

Dema Se’dê kurê

Rebî’ û hz. ‘Ebdirehman bûne

destebirakên hev, Se’d ji hz.

‘Ebdirehman re wiha got: “Gelek malê min heye. Ez dixwazim nîvî vî malî bidim te û du

heb jinê min jî hene, li herduyan

binhêre ka tu kîjanî dipejirînî, ez

ê wê berdim û dema ‘iddetê wê

temam bû ji xwe re mar bike.”

Hz. ‘Ebdirehman ji ber teklîfa

wî ya camêrî ev bersiva hanê

da: “Cenabê Xwedê bila malê te

û maliyên te bimbarekî te bike.

Xwedê ji bo wê tevgera te xêra

te bide. Ya bas û delal ev e ku tu

ji min re riya sûkê bidî nîsan, ev

besî min e.”³

Hz. ‘Ebdirehman k.

‘Ewf (r.x.l) ji bo ku di nava

Qureysiyên ku karê ticaretê bas

dizanin de mezin bibû, hema tu

 

bêje pisporê wî karî bû. Di sûka Medînê de dest bi

karê ticaretê kir û Xwedê serweteke mezin dayê.

Dema behsa ticaret û dewlemendiya wî dihate kirin wiha digo: “Xwedê Te’ala nîmeteke wisa mezin

dabû min, hema min kevirek jî ji ‘erdê rakira dibû

zêr.”

Hz. ‘Ebdirehman kurê ‘Ewf (r.x.l) di

dema Resûlullah ‘eleyhîselam de çiqas herb hebû

besdarî teva jî bibû. Rojekê di riya sefera Tebûkê de

eshabî li cihekî sekinîn û bêhna xwe vedan. Wextê

nimêjê, Resûlullah ‘eleyhîselam çû destnimêjê û

hinekî dereng ma. Sahabeyan ji bo nimêjê zû kirin û hz. ‘Ebdirehman dane pês. Dema Resûlullah

‘eleyhîselam ji destnimêjê hat hz. ‘Ebdirehman dît

ku Resûlullah ‘eleyhîselam tê. Niyet kir ku xwe

bide pas lê Resûlullah ‘eleyhîselam destûr neda û

çû pist ‘Ebdirehman, nava sefa cema’etê de cihê

xwe girt.

4

Heta wê rojê tu kesî li pêsiya Resûlullah

‘eleyhîselam nimêj nekiribû, ev bi tenê nesîbî hz.

‘Ebdirehman bibû. Cara duyem jî wextê nêzîkbûna

wefata Resulullah ‘eleyhîselam hz. Ebubekîr (r.x.l)

îmamtî kiribû.

Di nava sahabeyên Resûlullah ‘eleyhîselam

de bi tenê Resûlullah ‘eleyhîselam lixwekirina

destûra hevrîsimê dabû hz. ‘Ebdirehman (r.x.l.).

Rojekê di navbera hz. Xalidê kurê Welîd

û hz. ‘Ebdirehman de gengesiyek çêbû. Hz. Xalid ji hz. ‘Ebdirehman re wiha got: “Tu bi rojên

derbasbûyî mezinatiyê li ser me dikî.” Dema ev

gotin gihiste Resûlullah ‘eleyhîselam, Resûlullah

‘eleyhîselam wiha got: “Dev ji hevalên min berdin.

Ez sond dixwim bi Wî kesî ku nefsa min di destê

 

de ye, yek ji we di riya Xwedê de wekî çiyayê

Uhudê zêr belav bike, ev xêra wî nabe mîna kulmek

yan nîv kulmeke yekî ji wan.

5

Hz. ‘Ebdirehman di riya Xwedê de her

daîm înfaq dikir. Rojekî sî heb kole azad kir.

6

Rojekî

pistî wefata Resûlullah ‘eleyhîselam di Medînê de

karwaneke ticaretê ya mezin hatibû û kelecaniyek

ketibû nava millet û çûbûne pêsiya karwên, dema

hz. ‘Aîse pirsa wê qelebalixê kir jê re gotin, karwana hz. ‘Ebdirehman e. Hz. ‘Aîse wiha got:

“Resûlullah ‘eleyhîselam di derheqê ‘Ebdirehman

de wiha gotibû; “Min ‘Ebdirehman dît ku çalepîka

diçû cennetê.” Dema hz. ‘Ebdirehman ew mizgîniya

hanê bihîst, hema di cî de ew karvan hemî bi hêstir û

malên li ser wan, hemî di rêya Xwedê de belav kir.

Ew kesên ku riwayet dikin, dibêjin ku ew karwan

hefsed hêstir bûye û malên ser hêstiran, ji hêstiran

bi qiymetir bûye.

7

Hz. ‘Ebdirehman bi merdbûna xwe û bi

xêrxwaziya xwe meshûr bû. Xwedê çiqas didayê

wî jî di rêya Xwedê de ewqas dida û belav dikir.

Wî çiqas dida Xwedê jî qat bi qat dida wî. Pistî ku

Resûlullah ‘eleyhîselam wefat kir, ‘erdekî wî yê

bi qiymet hebû, bi çil hezar dînaran firot û di rêya

Xwedê de li xanimên Resûlullah ‘eleyhîselam parve

kir. Dema ku para hz. ‘Aîse (r.x.l) birin danê û jê

re gotin hz. ‘Ebdirehman sandiye, hz. ‘Aîse wiha

got: “Resûlullah ‘eleyhîselam ‘pistî min ‘ebdên

Xwedê yên ku ehlê sebrê ne wê ji we re bi sefqet

bin.’ Gotibû. Ellah, ‘Ebdirehmanê kurê ‘Ewf bi ava

çemên bihustê têr bike.”

Hz. ‘Ebdirehman di wextê hz. ‘Umer de di

sûraya dewletê de bû. Ango ji bo islahata gel çi di

derheqa gerînendeya dewletê de çi ji bo fetwayeke

serî’etê be, ew biryara wan kesan dibû hikim ji bo

dewlet û gel.

Dema li ser nimêjê xençer li hz. ‘Umer

(r.x.l) xistin û ew birîndar kirin, nimêja ku nivî ma

hz. ‘Ebdirehman temam kir.

Ji bo hilbijartina Xelîfetiyê hz. ‘Umer (r.x.l)

ses kes hilbijart. Ji wan kesan yek jî hz. ‘Ebdirehman bû û hz. ‘Ebdirehman kir mezinê wan. Dema

hz. ‘Umer wefat kir. Hemî çûn ketin malekî û hz.

‘Ebdirehman pêsiya hemiyan got; “Ez xelîfetiyê

naxwazim, bi riza xwe dev ji wî heqê xwe berdidim.”

Di dewra hz. ‘Usman de êdî hz. ‘Ebdirehman kal bibû. Dev ji her tistî berdabû. Pistî çend

salan, di heftê

 

û pênc saliya xwe de 31’ê Hicretê,

li Medînê wefat kir. Cinazê wî hz. ‘Usman rakir û

dema ku birin aliyê

 

qebran ve hz. ‘Elî wiha got: “Ey

kurê ‘Ewf bi xêr û xwesî here jiyana bêdawî. Te di

wê jiyana fanî de rojên herî xwes dît û hêj ev jiyana

delal

 

sêlûnebûyî tu çûyî axretê”.

8

Xwedê rehma xwe lê ke û me bide xatirê

wî.

---------------------------------------------------------------------

1Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî

me’rîfetî Sahabe, c.3.495

2Tirmizî, Sunen, c.5, r.333, Ehmed b. Hembel, Mus

3Nesaî, Sunena Nesaî,c.6, r.137.

4Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3.499

5Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.5, r.10, Îmam Muslim, Sehîhul Muslim, c.7, r.188.

6Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.496

7Muhammed Yusuf Qandehlevî, Heyatus-Sehabe, c.2, r.217.

8Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.3, r.497-8

 

 

 

 

 

 

Yazar: Seyfeddin AYKAÇ

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a
Comment addYorumlarınız
Koda ewlehiyêNû bike

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site