20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 93


ÎroÎro : 186

meha rewacdarmeha rewacdar : 2322

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615239

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Dê û Babê Min Qurbana Te Bin

Yekşem - 07/12/2014 22:01
Dê û Babê Min Qurbana Te Bin

Dê û Babê Min Qurbana Te Bin

Şev tarî ye, şevereş e, çav çavî nabîne. Di kolanekî de ber bi aliyekî ve diçe, nizane ka bi ku de û çima diçe. Tarîtî mîna dûmana mijekî çarmedora bajêr an hemî dinyayê girtiye. Qe nabêje ez ê herim li dîwarekî bikevim an bikevime nava bîrekî an jî di kendalekî de herim, hema bê sekin bi rê ve diçe. Di dilê xwe de çirakî hildike an na, wê demê ronahiya hîvekî dide ser û riya wî ronî dike. Ronahî hemî tarîtiyê belav dike. Dikeve pey ronahiya wê hîvê û dibîne ku hinekên din jî dane pey wê ronahiyê. Pêşiyê ev kes kî ne nas nake, dema baş mêze dike, dibîne ku ew Zeydê kurê Herîse, ‘Eliyê kurê Ebûtalib û Ebûbekir e. Bi lez xwe digihîne wan û ji wan pirs dike:

Dê û Babê Min Qurbana Te Bin

Seyfettîn AYKAÇ

Hûnê kengî bigihêjine wir? Yek ji wan bersîvê dide:

  • Heta saetekî…

    Bi hev re alê hîva çarderojî -ku bi ronahiya xwe hemî ‘alem ronî kiriye- de

dimeşin… Hz. Se’dê kurê Ebûweqqas dema ku şiyar dibe, dibîne ku ew tiştên dîtî hemî xewn in. 

Piştî çend rojên din Hz. Se’d dibihîzê ku Resûlullah ‘eleyhîselam bi dizî dest bi teblîxê kirye, hema di cih de biryara xwe dide û diçe newala Ecyadê, dibîne ku Resûlullah ‘eleyhîselam nimêja ‘esir dike, diçe cem û jê dipirse:

  • Tu de’wetê bal çi ve dikî?

  • Bi bawerkirina; Ellah pêştir tu xweda nîne û Muhemmed qasidê Ellah e.

  • Ez bawer dikim ku Ellah pêştir tu xweda nîne û ez bawer dikim ku tu qasidê

Ellah î. [1]

Dema hz. Se’dê kurê Ebûweqas bû misilman hêj xortekî 17 salî bû. Dema ku bû misilman xêncî malbata Resûlullah ‘eleyhîselam bi tenê Hz. Ebûbekir bibû misilman.

Hz. Se’d ji xalanên Resûlullah ‘eleyhîselam bû.[2]

                Dema diya Hz. Se’d hîn bû ku Se’d bûye misilman pir li ber xwe dikeve û ji bo ku wî cardin vegerîne ser dînê bab û kalan zef pê dikeve. Zef riyan digere tu rêyeke bi xweşiyê! nabîne. Ji bo ku Se’d gelekî ji diya xwe hez dike, diya wî vê carê bi riya hestiyarî û diltenikî xwe diceribîne. Dibêje Se’d:

  • Heke tu dev ji wî dînê xwe bernedî ez ji vir pê ve ne av û ne jî nan dixwim. Hz. Se’d ji diya xwe

re dibêje:

  • Dayê dev ji wî karê xwe berde. Tu çi bikî jî ez dev ji dînê xwe bernadim. Diya wî rojekî du rojan

devê xwe nade tu tiştî, wisa dibe ji hal dikeve, dawiya dawî bi xwe ve diçe. Hz. Se’d tê cem diya xwe, li ber digere lavelav pê dike û jê re wiha dibêje:

  • Dayê! Haja te pê hebe, heke hezar heb canê te hebe û tu hemiyan libo libo bidî der, ez

dîsa jî dev ji dînê xwe bernadim. Dema diya wî dît ku Se’d bibîryar e, vegera wî bi tu şeklî nîne dev ji sonda xwe berdide.[3]

                Hz. Se’d ji diya xwe hez dikir û qiymet didayê, dema ku ev bûyer çêbû, Hz. Se’d pir dilteng bû. Xwedê te’ala Se’d û yên mîna Se’d ji bo dilê wan rihet bike ayet nazil kir. Îta’eta bi Xwedê ji îta’etkirina dê û babê muhîmtir kir.

                Rojekî Hz. Se’d û çend heb hevalê wî bi hev re bi dizîka diçin newalekî, bi dizîkave îbadet dikin. Çend heb kesên ji Mekkeyê wan dibînin û diçin wan aciz dikin û henekên xwe bi ‘îbadetên wan tînin. Hz. Se’d li dijî wan derdikeve û şer dikin. Di wê hengamê de Hz. Se’d hestuyê kiloxekî hêştirekê ji ‘erdê hildide û li serê yekî wan dixe û serê wî dişkîne. Ev bûyera hanê dibe cara yekemîn a xwîn rijandina ji bo Xwedê û dînê Xwedê.[4]

Piştî ku misilmanan koçî Medînêyê kirin Hz. Se’dê kurê Ebûweqqas û Se’dê kurê Mu’az dibine destebirayên hev.
Hem ji bo agahiyê hem jî bo parastina ji Qureyşiyan, Resûlullah ‘eleyhîselam çend mehan carekî seriyeyek dişîne derdora Medîneyê. Rojekî cake bi fermardariya Ubeydeyê kurê Harîs seriyeyek dişîne pêşiya karwana Qureyşiyan, ev seriye rastî qelebalixeke mezin a Qureyşiyan tê, hema hema nêzîkî 200 kesan bûne. Herdu alî jî ji bo şer bikin xwe amede nakin. Dema ku hinekî nêzîkî hev dibin hz. Se’d direve û dikeve pêşiya hevalên xwe hemî û kişikê tîrên xwe dide pêşiya xwe û çok berdide ‘erdê û radikşe tîrê xwe, hevalên wî jî bi mertalên xwe wî diparêzin. Di kişka wî de çiqas tîr hebûn hemî avête muşrîkan. Piranî tîrên wî cihê xwe digirt. Muşrîk ditirsin ku piştgirên misilmanan wê werin hema di cî de vedigerin û diçin. Lê di riya Îslamê de çawa ku xwîna yekem wî rijandibû hema wisa tîra yekem jî hz. Se’d avêtibû.[5]
Muşrîkên Qureyşiyan, dema Resûlullah ‘eleyhîselam çû Medîneyê jî ew rehet bernedan. Ji bo ku dev ji Resûlullah berdin ji sahabeyên ku çûne Medîneyê re name, ji bo ku wî bikûjin û wî ji Medînê derxin minafiq û mişrîkên di nava Medîneyê re xeber dişandin yek jî riya çûyîna heccê ji misilmanan re girtibûn. Ji bo wan tiştan hemî misilmanan xwestin ku dersekî baş bidin ehlê Mekkeyê. Ya herî baş jî riya wan a ku diçe Şamê ya ticaretê bihata birîn û talankirin. Mihaciran koçî Medîneyê kiribûn, mal, pere û kelmelên wan ên lazim hemî ji muşrîkan re mabû. Bi wê talanê dibû ku hinekî xweyî mal bûna û bi wî şeklî hinekî pişta xwe rast bikirana.[6] Dema Sahabeyan xwe amade kirin, muşrîkan bihîstin ku sahabeyên Resûlullah ‘eleyhîselam wê erîş bidin ser karwanên wan yên ku ji Şamê tê. Hema di cî de artêşeke mezin amade kirin û ketin rê. Xwedê te’ala du heb rê derxistibû pêşberî misilmanan.  Misilman tercîha herbê kirin û çûne rasta Bedrê…

Abdullahê kurê Mes’ud digot: “ Roja Bedrê, min Se’dê kurê Ebîweqas dît. Di nava pêyadeyan de mîna siwariyan herb dikir.”[7]

Roja Uhudê dema ku misilman têkçûn û belav bûn hema tenê çend heb li dora Resûlullah ‘eleyhîselam mabûn. Yên ku mabûn yek ji wan jî Hz. Se’dê kurê Ebûweqas bû. Werin em guhê xwe bidin Hz Se’d, em jê bibîhîzin bê ka çi qewimiye: “ Resûlullah ‘eleyhîselam di herba Uhudê de, min li pêşiya xwe da rûniştandin û min dest bi avêtina tîran kir. Her cara ku min tîrek davêt min digot “Ya Rebbî ev tîra ku ez davêjim tîra te ye. Wî bigihêjîne dijminê xwe.” Resûlullah ‘eleyhîselam jî “Ya Rebbî! dema di’a kir tu di’a Se’d qebûl bike! Ya Rebbî! tu avêtina Se’d û tîrê wî rast bike.” Piştre vedigeriya aliyê min û digot: “Bavêje ya Se’d dê û babê min qurbana te bin, bavêje.” Her tîra ku min davêt Resûlullah ‘eleyhîselam ji min re di’a dikir. Dema kişikê tîrên min vala bû, Resûlullah ‘eleyhîselam kişikê tîrê xwe anî, her cara ku min tîrek davêt wî kewana min hildida, tîrek cih dikir û dida min û min davêt. Her cara ku tîrek dida min digot “diya min, babê min qurbana te bin bavêje!” Êdî dawiyê tîrekî bê per da min û got: “Ha ji te re vî jî bavêje”[8]

Hz. Se’d bi vê gotina Resûlullah ‘eyehîslem; “Bavêje ya Se’d dê û babê min qurbana te bin bavêje.” heta ku jiya pesnê xwe dida. Di derheqê wê babetê de wiha digot: “Xêncî min Resûlullah ‘eleyhîselam ji tu kesî re ew gotina hanê negotiye.”[9]

Rojekî dibe ku piştî herba Hendekê be. Diya me hz. ‘Aîşe wiha gotiye: “ Dema ku Resûlullah ‘eleyhîselam hate Medînê ew şev xew neçû çavan, wiha got: “Xweziya ji sahabeyên min yekî salih bihata ber deriyê me û em biparastana.” Hema wê demê li derve dengê xişexişa çekekî hat. Resûlullah ‘eleyhîselam got: “ Ev kî ye?” “ez im, Se’dê kurê Ebûweqqas.” “Xêr e, tu çima hatî vir?” Hz. Se’d wiha bersîva Resûlullah ‘eleyhîselam da; “Hema ji bo Resûlullah ‘eleyhîselam tirsek kete dilê min, min got ez ê herim nobedariya wî bikim.” Ji bona wî tiştî Resûlullah ‘eleyhîselam jêre di’a kir û raza.[10]

Di herba Hendekê, Heyberê, fetha Mekkeyê û herbên dinê çiqas hene hemîyan de hebû.[11]

Di dema xelîfetiya Hz. ‘Umer de serdarê têkoşînan Hz. Se’d bû. Dema herba Qadisiyeyê de hz. ‘Umer gazî serdarê têkoşînan Se’dê kurê Ebûweqqas kir û jêre wiha got: “ Ya Se’d! Ji bo ku tu xalê Resûlullah ‘eleyhîsalam î û sahabeyê wî yî, xwe qure neke. Çimkî Xwedê nebaşiyê bi nebaşiyê ranake, hema nebaşiyê bi qenciyê radike. Ya Se’d! Bêşik kes xizmê Xwedê nîn e. Lê belê ta’eta bi Xwedê re he ye. Ji mirovan yên ku xweyî ‘esil jî yên nînin jî li cem Xwedê wekhev in. Ellah rebbê hemî mirovan e. Însan jî ‘ebdê Xwedê ne. Mirov bi teqwa ji hev çêtir dibin. Hema li kirinên pêxember binêre û bike çimkî ew tişt lazimê kirinê ne.” Hz. Se’d û bi sedan sahabe û zarên sahabeyan bi hevre derketin pêşberî kafiran û herbeke mezin çêbû. Bi hezaran leşkerên kafiran hatin kuştin li Qadisîyeyê. Di herba Qadisîyeyê de bi serdariya wî Îran hate standin. Di wê herbê de hz. Se’d ji bo ku nexweş bû herb nekir, lê belê li serê cihekî bilind cihê xwe çêkiribû, li wir artêşa xwe bi rê ve dibir. Herb herbeke mezin bû û bi rehetî hate qezenckirin. Misilman bi xenîmeteke pir vegeriyan.

Hz. ‘Umer piştî ku li ser nimêjê bi xencerekê hate birîndarkirin xwest ku hêj wefat nekiriye, xelîfekî baş li pey xwe bihêle. Ji bo wî di nava sahabeyan de şeş kes hilbijart ji van şeşan yek jî hz. Se’dê kurê Ebûweqqas bû.

Piştî wefata hz. ‘Umer, hz. ‘Usman dema bû xelîfe anî hz. Se’d xiste waliyê Kufeyê. Piştî çend salan li ser bûyerekê hz. Se’d ji walîtiyê hate ‘ezilkirin. Lêxist hate Medîneyê, li mala xwe û di ‘erdê xwe yê li ‘Akîkê de dest bi zira’etê kir.

Piştî ku hz. ‘Usman hate şehîtkirin, fitne, fesadî û îxtîlafan dest pê kirin. Hz. Se’d çiqas hêza wî hebû xwe ji van fîtne û îxtîlafan dûr xist. Tu wextê xwe neda aliyê tu kesî. Digot; “ Heta ku şûrekî ku çavên wî, ziman û lêvên wî hene neyê cem min û ji min re nebêje ev kafir e, ev misilman e, ez tu kesî re şer û herb nakim.”

Resûlullah ‘eleyhîselam di herba Uhudê de ji bo ku ji hz. Se’d re di’a kiribû gotibû; “Ya Rebbî dema ku Se’d di’a kir tu di’a wî qebû bikî.” hz. Se’d çi di’a bikira Xwedê qebûl dikir û ji bo wê gel ji nifirên Hz. Se’d dirtisiyan û xwe jê diparastin.[12]

Xweda ‘umrekî dirêj dabû Hz. Se’d û dewlemendiyeke baş dabûyê. Dema mirin nêzîk bû cubê xwe yê bi hirî anî û wisa got: “Min bi vî kefen bikin, ji bo ku ez bi vî cubeyî derketim hemberî muşrîkan, mîna wisa ez dixwazim bi wî cubeyî derkevim hemberî Xwedê.”[13]

Hz. Se’d (r.x.l) 54 an 58ê Hîcretê li mala xwe ya nêzîkî Medîneyê, newala ‘Akîkê çûye rehma Xwedê. Cenazê wî ji mala wî anîn Medîneyê û di qebrîstana Cennetul Baqî de hate definkirin. Dema ku wefat kir dewra Emewîyan bû. Waliyê Medîneyê nimêja wî kir.

Di nava sahabeyên Muhacir de yê ku dawiya dawî çûye rehma Xwedê Hz. Se’d bû.  Û ew kesên ku bi cennetê hatibûn mizgînî dayîn ku ji wan re dihate gotin ‘Eşereyê Mûbeşşere yek ji wan jî Hz. Se’d ê kurê Ebûweqas bû.[14]

Xwedê rehma xwe lê bike û me bide xatirê Wî.



[1] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 433.

[2] Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.139.

[3] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 433-434

[4] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r. 263. Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 434.

[5] Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.2, r. 241-242. Waqidî, kîtabul Mexâzî, c.1, r.10-11. Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.2, r.7. Asım Köksal, İslam Tarihi, Köksal Yayıncılık: c.3, r.192-194.

[6] Îmam Buxarî, Sehîhî Buxarî, c.5, r.2-3. Ehmed b. Hembel, Musned, c.1, r. 400. İslam Tarihi, Köksal Yayıncılık: c.3, r.192-194.

[7] Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.141. Tarîxul Îslam, Îmam Zehebî, c.1, r. 67.

[8] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 434-435. Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c. 3, r. 87.

[9] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 434-435. Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c. 1, r. 282, Teberî, Tefsîrûl Teberî, c.2, r.216. M. Asım Köksal, İslam Tarihi, Köksal Yayıncılık: 1/391-392.

[10] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 434, Salîh Ozbey, Çağın Altın Ruhları, Eshab-ı Kiram, r.26

[11] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 435,

[12] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 438

[13] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 435, Dr. Abdurrahman Ref’et el paşa, Sahabe hayatından tablolar. r.68

[14] Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.2, r. 437


Yazar: Seyfettîn AYKAÇ

Kaynak: nupelda

Toplam: 2 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site