16:20 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 8


ÎroÎro : 321

meha rewacdarmeha rewacdar : 11466

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653329

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

Bavê Min Farûq e

Şemî - 27/10/2018 19:52
Bavê Min Farûq e

Bavê Min Farûq e

Ez ‘Ebdullahê kurê ‘Umer im. ‘Umerê kurê Xetab, Hz. ‘Umer ango xelîfê Resûlullah ‘eleyhîselam. Min xwest hûn ji devê min bavê min nas bikin. Ji serî heta dawiyê. Bavê min 13 sal piştî Resûlullah ‘eleyhîselam hatiye dinê. Ji aliyê bavê ve digêhêje Resûlullah ‘eleyhîselam, ji aliyê dê ve digihêje Ebûcehîl.

Dema ku biçûk bûye çûye ber pêzê bavê xwe, piştre dest bi ticaretê kirye. Di dema cahiliyê de yek ji giregirên Mekkeyê bû. Di navbeyna Mekkeyê û welatên din de erka nûnêrtiyê dikir. Dema herbek an hevhatinek û peymanek hebûya bavê min dişandin û li gorî dîtin û ramanên wî tevdigeriyan. Di navbeyna qebîleyan de jî dema pirsgirêkek çêbûya gelek caran wî ew li hev dianîn.[1]

Dema ku hêj nebibû misilman, di nava kêsên Mekkeyê de yên ku ji misilmanan re herî dijwar û hişk tevdigeryan yek jî bavê min ‘Umer ê kurê Xetab bû.[2]

Leylaya diya ‘Ebdullah dibêje; “Dema me ji bo çûyîna Hebeşîstanê xwe amede kir, mêrê min ‘Amir, ji bo hin hewcehiyê me pêk bîne çûbû sukê. ‘Umer ê kurê Xetab dema min dît hate cem min. Wê demê ‘Umer hê muşrîk bû, nebibû misilman. Ji me re pir tund û dilhişk bû. Me ji destê wî bidom eza û cefa dikişand. Ji min re; ‘Diya ‘Evdile! Nexwe hûn ji vir diçin?’ ‘Belê, wellahî, êdî em ê herin ka Xwedê ku derê xistibe nesîbê me. We pir eziyet û îşkence li me kir. Heta ku Ellah rêyeke xilasbûnê ji me re çêkir, em ê li wan deran bimînin.’ Ji min re wiha got; ‘Oxira we ya xêrê be’. Heta wê rojê, min nermahiyek û dilnermiyek wisa ji ‘Umer nedîtibû.  Piştre vegeriya û çû. Ez wisa dizanim ku çûyîna me ew xemgîn kiribû. Dema ‘Amir karê xwe qedand hate bal min, min jê re; ‘Gavek pêşiya hatina te, te bidîta ka ‘Umer ji bo çûyîna me çiqas diltenik bibû û çawa xemgîn bibû’, dema min wisa got. ‘Amir ji min re wiha got: ‘Hêviya te heye ku ‘Umer ê bibe misilman?’ ‘Bi rastî ez bi hêvî me’. ‘Amir destê xwe hejand û wiha got: ‘Heta ku kerê Xetab nebe misilman ev mirovê ku tu dibêjî nabe misilman’. Ji ber ku ‘Umer, ji bo misilmanan pir dilhişk û bêhîs bû. ‘Amir hêviya xwe jê birîbû.”[3]

            Rojekî ji rojên Mekkeyê bû. Sala şeşan bû ku pêxembertî ji Resûlullah ‘eleyhîselam re hatibû. Meha Zîlhîcce û roja înê bû.  Hinek misilmanan koçî Hebeşîstanê kiribûn û Qureyşiyan pey wan ‘Emr ê kurê ‘As û ‘Ebdillahê kurê Ebî Rebî’a şandibû, lê belê herdu jî destevala vegeriyabûn û hatibûn. Nêçîrvanê şêran, şêrê Xwedê hz. Hemze jî sê roj pêşiya îro bibû misilman. Muşrîkên Mekkeyê êdî nizanibûn wê çi bikirana, ji bo ku wê dînê nû ji holê rakin, her rê ji xwe re mubah dîtibûn. Babê min jî îro qirara xwe dabû wê biçûya û ew kar ji binî ve paqij bikira. Ji bo ku rikêfî ser Resûlullah ‘eleyhîselam û çend hebên ku di mala Erkam de ne bike, şûrê xwe da destê xwe û derkete derve. Di mala Erkam de ji misilmanan ew kesên ku koçê Hebeşîstanê nekiribûn hebûn. Di nava van kesan de Hz. Ebubekîr, Hz. Hemze û Hz. ‘Elî jî hebûn. 

Dema ku bavê min şûrê xwe da destê xwe û bi rik, bi hêrs û bi gavên zû û bêhêvî kete rê, yekî ku dûr ve ew bidîta wê bi rehetî bizaniya ev mirov ne ji bo xêrê diçe, an ji bo kuştinek an jî ji bo şerekî mezin dimeşe. Na babo, meşa çi! hema tu bêje bi ba û birûsk, bi gavên fire û bi ‘ecele. Di rê de rastî Nu’aym hat. Nu’aym jê pirs kir: “Ya ‘Umer! Tu bi ku ve diçî?  Hz. ‘Umer: “Ez diçim, ew kesê ku karên Qureyşiyan tevlihev kiriye, bê’aqil ji ‘aqilan hesibandiye, dînê wan ‘eyibdar dibîne, Xwedayên wan re tiştên nebûyî dibêje, dînê bav û kalan berdaye û dînekî nû ji xwe re girtiye ku ew Mihemmed e, ez diçim bal wî. Ez ê wî bikujim.”  Nu’aymê kurê ‘Ebdullah; “Ya ‘Umer! Wellahî nefsa te, te xapandiye. Heke tu Mihemmed bikujî, qe zarên ‘Ebdilmenaf dihêlin tu li ser rûyê ‘erdê bigerî.” Nu’eym ji misilmanên pêşîn bû, dema ku dîtibû ku niyeta ‘Umer xirab e, xwest ku bala wî bikşîne ser tiştekî dinê û wî ji niyeta wî ya xirab bi dûr bixe.“Tu dev ji wî berde, vegere aliyê malbata xwe ve û binêre ka çi karî dikin, li wan mêze bike.” ‘Umer; “Malbata min kîjan?” Nu’aym; “Ez behsa kurapê te û zavê te Se’îdê kurê Zeyd û xûşka te Fatima dikim. Wellahî, ew herdu jî ketine dînê Mihemmed û bûne misilman.”  Bavê min hema di cih de vedigere û diçe mala zavê me û meta min.[4]

            Meta min Fatima qîza Xettab û mêrê wî Seîdê kurê Zeyd bi hev re zewicîbûn. Herdu jî bibûn misilman. Lê belê misilmanbûna xwe ji bavê min vedişartin. Mîna wan yekî ji qebîla me Nu’aymê kurê ‘Ebdullah jî bibû misilman. Ew jî ji bo ku ji qewmê xwe ditirsiya misilmantiya xwe xef kiribû. Ew roj, wê demê Hebbabê kurê Eret ji wan re di nava pelekî de serê sûreta Ta-ha hatiye nivîsandin ji van re dixwend. Dema dengek bihîstin, Hebbab xwe di quncikekî xanî de veşart. Fatima jî ew pel hilda û xiste bin kirasê xwe. Bavê min dengê Hebbab bihîstibû ku Qur’an dixwîne. Çaxê kete hundir pirs kir:  “Ew tişta ku min bihîst çi bû?” Fatima: “Te tu tişt nebihîst.” “Erê! wellahî, min bihîst ku hûn herdu li pey Mihemmed çûne û hûn ketine dînê wî.” Got û rikêfî ser Se’îd kir û şemaqek li zavê xwe xist. Dema Fatima xwest ku mêrê xwe ji destê bavê min rizgar bike, bavê min bê hemdê xwe derbek li rûyê meta min xist û dev û rûyê wê di xwînê de hişt. Ser wê lêxistinê, herdu bi hev re; “Erê, em bûne misilman û me bawerî bi Xwedê û Resulê wî anî. Ka êdî tu çi dikî bike.”

            Bavê min ‘Umer dema dît ku serê meta min Fatima xwîn bû, merhamet kete dilê wî û bi kirina xwe poşman bû. Tişta ku wê bikira dev jê berda. Ji xwîşka xwe re; “Ew pela ku we têde tiştek dixwend ka bide min, ka ez bibînim tiştên ku Muhemmed aniye çiye? Meta min; “Ez dirtisim ku tu zirar bidî wê rûpelê.” Bavê min sond xwar ku tu zirar nade wê rûpelê. Li ser wê gotinê meta Fatima bi hêviya misilman bûna bavê min wiha got: “Bira! Tu ji bo ku seneman re secde dibî tu pîs î, Qur’an jî yê temîz pêştir tu kes nikare destê xwe bidê.” Hema di cih de ‘Umer rabû serê xwe şûşt. Fatima ew rûpela ku têde serê sureta Ta-ha hatibû nivîsandin da destê birê xwe. Bavê min dest pê kir, heta şanzde ayetan xwend.[5] Xwe negirt û wiha got: “Ev çiqas gotinên xweş in. Çiqas bi qiymet in.”  Dema Hebbab ew gotin bihîstin ji cihê xwe derket û hate cem bavê min: “Ey ‘Umer wellahî, ez bi hêvî me ku di’ayê ku pêxember kiriye wê bibe nesîbê te. Min duh ji pêxember bihîst ku wiha di’a kir: ‘Ya rebbî tu îslamê, bi Ebulhakemê kurê Hîşam an jî ‘Umerê kurê Xettab bide hezkirin.’ Ey ‘Umer ji Xwedê bitirse, bes e. Êdî. Hz. ‘Umer; “Ya Hebbab! Tu ji min re cihê ku Mihemmed dimîne nîşan bide, ez ê herim cem wî û bibim misilman.” Got.[6] Hebbab; “Ew di nava maleke li jora girê Sefayê ye. Li cem wî jî hinek sahabeyên wî hene.” Dema Hebbab wisa got bavê min hema rabû, şurê xwe da destê xwe û çû deriyê ku Resûlullah ‘eleyhîselam û hevalên wî têde ne lêxist. Dema dengê derî hat, ji sahabeyan yekî rabû çû qelîştekên nava derî re mêze kir ku ev  ‘Umerê kurê Xetab e û şûr ser piştê ye, ji tirsan hema di cih de vegeriya. “Ev ‘Umerê kurê Xetab e û şûr li ser piştê ye.” Got. Hz. Hemze; “Destûr bidê bila were, heke ji bo xêrê hatibe em ê jêre gelek gelek xêr bikin, heke ji bo xirabiyê hatibe em ê wî bi şûrê wî bikujin.” Wê demê Resûlullah ‘eleyhîselam di hûndir de bû û wehî jê re nazil dibû, dema ku wehî temam bû Resûlullah ‘eleyhîselam rabû û hat,[7] îzna wî da û hate nava hewşê. Resûlullah ‘eleyhîselam jî ji aliyê hewşê ve ber bi wî çû. Dema nêzîkî hev bûn Resûlullah ‘eleyhîselam hema bi kaşingê wî ve girt û ber bi aliyê xwe ve kişand. “Kurê Xetab! Tu ji bo çi hatî?” Bavê min; “Ey qasidê Xwedê! Ez, ji bo bawerî bi Xwedê, qasidê Wî û tiştên ku Wî şandiye bînim, hatime cem te.” Dema bavê min wisa got, Resûlullah ‘eleyhîselam tekbîr anî û got “Ellahu Ekber” wê demê ew kesên ku di mal de bûn zanîn ku bavê min bû misilman.[8] Hemiyan bi hev re tekbîr anîn. Gotin “Ellaaaahu Ekber, Ellaaaaahu Ekber, Ellaaaaaahu Ekber.” Dengê tekbîrên wan di nava Mekkeyê de hate bihîstin.[9]

Bavê min digot: “Dema ku ez bûme misilman, min hez kir ku ez herim di nava muşrîkên Mekkeyê de yê herî xirab kî ye, ez misilmantiya xwe li cem wî eşkere bikim û xeber bidimê. Min hema biryara xwe da ku ez ê herim mala xalê xwe Ebûcehil. Dema ez sibê zû ji mal derketim, çûm û min li deriyê Ebûcehil xist, ew derkete ber derî:

  • Tu bi xêr hatî kurê xweha min, te ji min re çi nûçe anîne?’

  • Min xwest ku ez mizgîniya ku min bawerî bi Ellah û pêxemberî wî Muhemmed aniye

bidim te. Dema min wisa got. Ebucehîl;

  • Xwedê te jî û xebera ku te aniye jî xira ke û ji başiyê jî dûr bixe.

    Got û hema derî bi ser min de girt. Piştre ez çûm cem xalê xwe Welîdê kurê Muxîre, min

ji wî re jî got. Ez çûm û min ji yekî din re jî got. Misilman dihatin lêxistin, lê belê kes tevî min nedibû. Min çû ji yekî re got. Wî gote min ‘tu hezdikî misilmantiya xwe eşkere bikî here ji Cemilê kurê Ma'meru'l-Cumahî’ re bêje. Ew ê ji herkesî re bêje. Ji bo ku ew mirov zimanzerîn e.  Ji bo ku ew nikare sirran veşêre, hema ji wî re bêje; ‘Ez ketime dînekî dinê’ bes e.”  Bavê min rabû û çû cem wî mirovî, jêre got: ‘Cemîl! Tu dizanî ez bûme misilman, ez ketim dînê Muhemmed.’ Çawa bavê min wisa got, hema Cemîl ji cihê xwe rabû bi zû kete rê. Bavê min da pey wî, min jî da pey bavê xwe heta em gihiştin ba deriyê Mescîdê Heram. Mezinê Mekkeyê hemî li hinda deriyê Ke’beyê civiyabûn û ji xwe re rûniştibûn. Cemîl bi dengekî bilind: ‘Ey civata Qureyşiyan! Xebera we pê hebe ku ‘Umerê kurê Xetab ji dîn derketiye, ketiye dînekî din!’ Dema wî wisa got, bavê min yekser piştre wiha got: ‘Ew derewan dike. Ez misilman bûme. Ez êdî bibawer im ku xêncî Ellah tu xweda nîne û Muhemmed ebd û qasidê wî ye.’ Dema bavê min wisa got, muşrîk rabûn rikêfî bavê min kirin. Heta dereng muşrîkan û bavê min hev birin û anîn, dawiyê bavê min westiya û di cihê xwe de rûnişt. Hemî berhevî ser bavê min bûn, bavê min ji wan re; “Ka ji destê we çi tê bikin. Ez sond dixwim bi Xwedê heke em qedera sêsed kesan hebûna, an we yê zora me bibira, wê çaxê me yê ew cih ji we re bihîşta û em ê biçûna, yan jî me yê zora we bibira, we yê ev cih ji me re bihîşta û hûnê biçûna.” Got. Mirovekî Qureyşiyan ku cilekî yemenî ser, bi aliyê me ve hat. Nêzîk bû. Ew Asê kurê Wâilu's-Sehmî bû. Ji wan kesan pirs kir; “Ev çi hal e, hûn çi dikin?” “‘Umer ji dîn derketiye, ketiye dînekî din.” “Hûn çi jê dixwazin, dev jê berdin, hûn zen dikin ku zarên ‘Adiyê kurê Ke’b merivê xwe wisa bi hêsayî teslîmî we bike? Ji ser serê wî belav bin, ji vir pê de ez parêzvanê wî me.” Dema wî wiha got wellahî wan mîna ku cilekî çawa ser mirovekî tê derxistin, hemî mîna wî cilî xeritîn û dûr ketin. Bavê min dibêje; “Heta ku Xwedayê mezin Îslamiyet bi quwet û bi hêz kir, ji bo pêşketina Îslamê ez tu wextî ne ji kotek xwarin ne jî kotek kirinê dûr ketim.”[10]

Wê demê heval û bawermendên Resûlullah ‘eleyhîselam ango sahabeyên wî hemî ji muşrîkan xwe vedişartin. Wê demê bavê min ji Resûlullah ‘eleyhîselam dipirse:

  • Ya Resûlullah! Em çi sax çi mirî bin em li ser riya heqê nînin?

    Resûlullah ‘eleyhîselam;

  • Belê, ez sond dixwim bi navê Xwedê, hûn çi sax çi mirî bin hûn li ser riya heqê ne.

Li ser wê gotina Resûlullah ‘eleyhîselam,

  • Ya Resûlullah! Madem em li ser riya heqê û ew jî li ser riya batil in, em çima dîn û

baweriya xwe vedişêrin. Wellahî eşkere kirina me ya Îslamiyetê hemberî kufrê layîqtir e. Misoger dînê Xwedê di Mekkeyê de wê serbikeve. Heke qewmê me li hemberî me derkeve em ê jî bi wan re şer bikin, heke bi însaf bin em ê jî wî tiştî qebûl bikin.

  • Hejmara me pir kêm e.

  • Ez sond dixwim bi wî Xwedayê ku te bi kitêb û li ser dînê heq pêxember şandiye; ez ê bê

tirs di nav wan de rûnêm û heta binyad û serekên baweriya îslamê ji wan re îlan kim ez nasekinim. Ez sond dixwim bi Xwedê em ê misoger derkevin meydanê.

Wan xwe dan hev û bi du rêzan derketin derve. Serê rêzekî şêrê Xwedê Hemze, di yê dinê de jî bavê min hebû. Bi piyên hişk, bi hêz, piyên xwe erdê xistin û toz ji erdê rakirin û toz û duxan xistine nav hev û çûn. Çûn ketine nava Mescîdê Heram. Hinekê van bi dur ve hinekê van bi nêzîk ve hinekî van metelmayî hinekî van bi hêrs û hinekî van bi tirs van mirovên xerîb lê ji van dinhêrin. Giregirên Muşrîkên Mekkeyê carinan li bavê min carinan li Hemze dinihêrîn. Lê bê dengin, bêdengiyekî wisa heye deng ji kevir û kuçikan derdike ve lê ji wan dernakeve. Wan heta wê rojê huznek û kedereke wisa nedîtibûn. Wê demê Resûlullah ‘eleyhîselam ji bavê min re wiha digot: “Wî heq û batil ji hev veqetand.” Û ji wir pê de ji bavê min re ‘Umerê Faruq got.[11]

            Ma ev Resûlullah ‘eleyhîselam nîn bû ku di mala Erkamê kurê Erkam de wiha di’a kiribû: “Ya Rebbî! Ji ‘Ummerê kurê Xetab an Hîşamê kurê Muxîre (Ebûcehil) ka li cem te kîjan hezker e tu Îslamê ji wan herdu merivan yekî ‘ezîz û bihêz bike.” Îbnî Mes’ud dibêje; “Piştî ku ‘Umer bû misilman em her daîm di nava ‘îzzetê de bûn.”[12]

            Carekî ‘Ebdullahê kurê Mes’ud wiha gotibû; “Misilmanbûna ‘Umer mîna fethekî bû. Wellahî piştî ku ew bû misilman em çûn cem Ke’beyê, me bi eşkere nimêj kir. Wî li cem Ke’beyê nimêj kir me jî nimêj kir. Dema ew bû misilman me bi muşrîkên Mekkeyê re şer kir. Koçkirina wî alîkariyek bû ji bo me û xelîfetiya wî jî rehmet bû Wellahî.”[13]

            Dema ku bavê min bû misilman 40 mêr û 11 jin misilman bibûn.[14] Piştî ku bavê min bû misilman her dem li cem Resûlullah ‘eleyhîselam bû, wî ew ji kafiran diparast. Piştî ku îman anî misilmanbûna xwe li herderî dianî zimên û li hemberî muşrîkan pir tund û hişk bû. Dema emrê koçkirina Medîneyê hat, misilman hemî bi dizîka koçkirin lê belê bavê min wisa nekir. Hz. ‘Elî dibêje; “Dema ‘Umer xwe ji bo koçkirinê amade kir, şûrê xwe xiste kalanê xwe, kewana xwe da ser milê xwe, tîrên xwe xiste nava kişikê û da pişta xwe û bi ber Ke’beyê ve çû. Giregirê Qureyşiyan hemî li pêşiya Ke’bê rûniştibûn. Wî heft car Ke’be tewaf kir piştre li pişt meqamê Îbrahîm sekinî, du riket nimêj kir û rabû berê xwe da mişrîkan, ji wan re wiha got:

  • Ev a ez jî diçim. Ka ji we kî dixwaze diya xwe bê law, jina xwe bê mêr û zarokên xwe bê

bav bihêle bila di wê newalê de bide pey min.

Mîna dara hişk deng ji yekî derneket. Kesî newêrî bide pey wî. Ew û qedera bîst kesan bi hev re ketin rê û koç kirin, çûne Medîneyê. Koçkirina wî jî mîna misilmantiya wî bi mêranî bû û ji bo misilmanan zafer û serfirazîke pir mezin bû.[15]



[1]Salih Özbey, Çağın Altın Ruhları Ashab-ı Kiram r.28

[2]Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c. 4,s. 147, Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.17, Îbnul Hacer el-Esqelanî, El Îsabe fî Temyîzî Sahabe, c. 2, r.518

[3]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.367, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.145. Îbnî Abdîlberr, Îstî'âb, c. 2, r.84, Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.3, r.181, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.79, M.Asim Köksal, Îslam Tarîhî, Köksal Yayincilik: c.2, r.36

[4]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.367-368, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.145. Îbnî Abdîlberr, Îstî'âb, c. 2, r. 85, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.79-80.

[5]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.368-370, İbn Esîr, Kâmil, c. 2, r.85-86, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.79-80.

[6]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.370, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.145.Îbnî Abdîlberr, Îstî'âb, c. 2, r. 86, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.80.

[7] Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.1, r.253

[8]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.370-371, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.145.Îbnî Abdîlberr, Îstî'âb, c. 2, r. 86, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.80-81.

[9]Îbnul Esîr el-Cezerî, Wergera El-kamîlû fî Tarîx, c.2, r.85-88.

[10]Îmam Zehebî,Tarixul Îslam c.1, r.253

[11]Îmam Zehebî,Tarixul Îslam c.3, r.180, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.150, Zehebî, T ârfhu'l -i si âm, s. 180, Zehebî, s. 180-181, M. Asım Köksal, İslam Tarihi, Köksal Yayıncılık: 2/76-77.

[12] Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.1, r.253

[13]Îbnî Îshaq, Îbnî Hîşam, Sîre, c.1, r.367, Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.145-152, Hâkim, Mustedrek, c.3, r.83-84, Îbnî Abdîlberr, Îstî'âb, c. 2, r. 86, Ebul Fîda, El-bîdayetu we’n-nîhaye, c.3, r.80-81.

[14] Tarixul Îslam, Îmam Zehebî, c.1, r.253

[15]Îbnî Sa'd, et-Tebeqatul Kubra, c.3, r.215. Îbnul Esîr el-Cezerî, Ûsdûl Xabe Fî me’rîfetî Sahabe, c.4, r.153, Salih Özbey, Çağın Altın Ruhları Ashab-ı Kiram, r.29-30

Yazar: Seyfeddin Aykaç

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site