20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 92


ÎroÎro : 185

meha rewacdarmeha rewacdar : 2321

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615238

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Jînenîgarî

AXAYOKÊ BÊDARÎ ŞA’IRÊ REXNEGIR

Çarşem - 13/11/2013 13:12
AXAYOKÊ BÊDARÎ ŞA’IRÊ REXNEGIR

AXAYOKÊ BÊDARÎ ŞA’IRÊ REXNEGIR

Axayokê Bêdarî êk ji sa’irên xwidan siyane û ji wan parçe si’rên wî yên kêm yên heta nuke gehistîne me dihête zanîn ku ewî destekê dirêj di vehandinê da hebûye, belê mixabin jîn û serhatiya wî heta nuke li ber me ya rohn û askera nîn e û berhemê wî bi temamî nehatiye dîtin û belavkirin. Bi tinê çend si’r û parçe si’rên kêm tê nebin.

Axayokê Bêdarî êk ji sa’irên xwidan siyane û ji wan parçe si’rên wî yên kêm yên heta

nuke gehistîne me dihête zanîn ku ewî destekê

dirêj di vehandinê da hebûye, belê mixabin jîn û

serhatiya wî heta nuke li ber me ya rohn û askera

nîn e û berhemê wî bi temamî nehatiye dîtin û

belavkirin. Bi tinê çend si’r û parçe si’rên kêm tê

nebin.

AXAYOK KÎ BÛ Û KENGÎ JIYABÛ?

Dihête zanîn ku Axayok xelkê gundê

Bêdarê ye û Bêdar gundekê devera Spayêrtê ye.

Dikefte nêzîkî gundê Nûrsê (1) û Spayêrt nahiyeke ser bi qezaya Hîzanê ve ye li wîlayeta

Bidlîsê û ew dikevte di navbera bajêrê Hîzan û

Muksê da.

Jîn û serhatiya wî û esl û hêvênê wî bi

berfirehî heta nuke nehatiye zanîn, belê ji wê

si’ra wî ya ku wî bi mirina du kurên xwe ve

vehandî, dihête zanîn ku ew li dorên sedsala

diwazdê misextî, hejdê zayînî jiyaye û ew di vê

si’ra xwe da askera diket ku du kurên wî pêkve,

di rojeka meha Nîsanê da ku roja senbiyê bû, li

sala 1140 misextî 1728 z. miribûn. Ew li cihekê

dî ji si’ra xwe askera diket ku kurekê wî yê sêzde

salî bû û êk yê pazde salî bû. Me’na kêm kêm jiyê

Axayokî li wê salê divêt nêzîkî çilê bit…Û ji vê

çendê askera dibit ku dûr nîn e bûna wî li dorên

sala 1100 misextî 1688z.be.

Ji wan parçe si’rên wî yên me li vêrê kom

kirîn bo me askera dibit ku Axayokî nasnavê xwe

yê si’rî kiribû “xeyn elîf” ku du herfên navê wî ne

û dibit ew bi vê çendê yê daxbar bûye bi Feqiyê

Teyran ewê leqebê xwe kiriye “mîm û hê”.

Ji vê çendê zêdetir heta nuke em tistekî ji

serhatiya wî nizanîn!

Axayok.. Sa’irê rexnegir:

Me got: heta nuke bi tinê sê çar si’rekên

Axayokî yên hatîne dîtin û si’rên wî yên dî hêsta

li bin toza jibîrkirinê ne, di nav berperên berze

da, ji edebê me yê klasîkî û ji wan si’rên wî yên

kêm askera dibit ku hesteka rexnegriyê li nik wî

hebûye. Rexneya li zemanî û li kurên zemanî jî

û wî dest û darê xirab yê li demê wî belav. Eve

hindê digehînit ku Axayok ji wan sa’iran nebûye

yên pist daye waq’î û di hindek burc û kelatên

xeyalî da jiyayî, belkî wî xem ji serrastkirina

waq’î dixwar û bi çavê çakkirina dest û darên xirab berê xwe dida zemanî û xelkê zemanî jî..

Gelek sa’ir hene demê em si’rên wan

dixwînîn, em dibînîn ew tîrên kerba xwe di

wesînine zemanî û her saloxetekê kirêtê hebe

ew bi zemanî radiden û dibêjn: “Zemanê xayîne,

wextê xirabe, dinya ya pûç e… û htd.” Belkî

mexseda gelek ji wan bi zemanî kurên zemanî

bit, belê ji ber her egereka hebit ew vê mexseda

xwe li pist perdeyên kînayet û mecazê vedsêrin

û kêm sa’ir hene vî perdeyî ladiden û tîrên xwe

êkser diwesînine xwidan sûçan.. Bi hizra min

Axayok êk ji wan e.

Li vêrê em wî berhemê Axayokî li ber

dest danîn yê ku di jêderên destnivîs û çapkirî jî

da bi berçavên me keftî bi wê hîviyê ku li paserojê

berhemê wî yê dî jî ronahiyê bibînit.

Mirina herdu kurên wî:

Êk ji giringtirîn si’rên Axayokî ew si’r e

ya wî bi hilkeftina mirina du kurên xwe, di êk

rojê da vehandîn û giringiya wê ji hindê dihêt

ew berperekê vesartî ji jîna vî sa’irî bo me askera diket. Bi me didete zanînê ku ew li sala 1140

misextî yê zêndî bûyê û xwidan mal û ‘eyal jî

bû… Ev si’re Axayokî li meha Remezanê ji sala

1140 misextî, Nîsana sala 1728 z. vehandiye têda

dibêjit:

Sed mixabin vê cewabê ez ji dil nalan kirim

Taqet û qûwet nema min belkî ez bê can kirim

Leskerê derdan geha min ji ‚aqlî talan kirim

Min nema qet xew bi carek bê ser û saman kirim

Min du sahî çûne vêkra mubtelayê wan kirim

Wê dema mesmû‘î min bû hicreta cuhtê kuran

Xem li ser pista me hazir bûne barê ostiran

Satirî nabim ez tu car êdî ji vî barê giran (2)

Rîs û rih herdu me sil bûne ji ava hêstiran

Furqeta wan sorgulan ez bê ‘eded giryan kirim

Ey Rebbî ‘alem tu yî derdê li halê min pur e

Min ji xanî çûne vêkra rojekê cuhtê kur e

Ger weled ‚ar e welakin ew li nik babî dur e

Cewherek xelkê biyanî bo me bûn sêrîn sure

Vê demê dîn û teles ez hewceyê dêran kirim (3)

Herdu rojan heq bi ser min ev musîbet aniye

Sal hezar û sed û çil çûne ji hecra ommî ye

Mahê Nîsanê ku roja res li min bû senbî ye

Lazim e herçî ku Heq kit em bi wî bin razî ye

Lêk van derd û xeman bê danis û iz‘an kirim (4)

Herdu rojan wan bi yek ra dayiye terka cehan

Yek di sala sêzdehê bû yek di sala pazdehan

Xwuzî ew herdu bigrîna li min ne ku ez li wan

Satirî nabim ez tu caran ji hesreta cuhtê kuran

Hicreta wan sorgulan ez bê ‘eded giryan kirim

Qet ji dil naête der tîra di dil tîra kulab

Min birîna dil di dev da derbûye jê tê ‚edab

Sîne ates danî îro dil di wê da bû kebab (5)

Lew dinalim bê qiyas û lew dikalim bê hisab

Vê Gulanê ez ji seyra sorgul û werdan kirim

Min divêt ‚Îsayî bibînim dê ji kû peyda bitin?

Min birîna dil xefe esseh bizan xwes nabitin

Dê bi derd û xem bimînim ta qiyamet rabitin

Ger di hesrê da bibînim wan ku dil pê sa bitin

Lê te ta “yewmelqiyame” munisê derdan kirim

Xeyn elîf beske ji nal û zarî waha derûn

Ew qezaya Barî ye ma kes li wê çu kit bi rûn

Sa‘etek te’xîrî nabîtin “wela yesteqdemun”

Herçî Heq kit ew heqq e “Înna îleyhî racî‘un”

Lê ji derd û hesretan ez bê ‚eded giryan kirim 6

KUND JÎ BIRAYÊ BAZÎ YE..

Û REXNEKA DI CIHÊ XWE DA:

Si›reka klasîkî ya hêja heye ji du parçeyan

pêk dihêt. Hindî hatiye dîtin, sa’ir têda rexneyeka

dijwar û di cihê xwe da bo hindek texeyên civakî

araste diket; ewên durûyatiyê bi kar di înin û hewce

naket em li dor naveroka vê si›rê baxivîn. Çunkî em

wê bi xwe dê li ber destên xwandevanan danîn. Bi

tinê min divêt bêjim: ev si’re bo çar kesan dihête

paldan û diyarda paldana si’rekê bo pitir ji sa’irekî

di edebê me yê kilasîkî da, gelek dihête dîtin û dûr

nîn e, yêk ji egerên belavbûna vê diyardê ew bit

sa’irek da hêt û si’ra sa’irekê berî xwe yan hevçaxê

xwe bo xwe nivîsit, bêyî îsaretê bidete navê sa’irî…

Û pistî wî kesekê dî da hêt û wê si’rê bi xetê wî

bînit û da hizir ket ew si’r ya wî sa’iriye û bo wî pal

det, bi taybetî eger dûmahiya si’rê ku nasnavê sa’irî

têda dihêt, nehatî bit.

Ev si’ra nuke dê veguhêzîn: “ KUND JÎ

BIRAYÊ BAZIYE” (7) yêk ji wan si’rane yên bo

van her çar sa’iran hatiye paldan: Axayokê Bêdarî

û Mela Xelîlê Sêrtî û ‘Ebdrrehman Axayê Sernexî,

ewê bi nasnavê “Axayê Sor” dihête nasîn û bo

Sa’iyê Hênî. Belê bi hizra min bi xwe ev si’r e, pitir

hejî Axayokî ye ji ber du egeran:

Êk: Deqê vê si’rê di destnvîsa Mela Xelîlê

Sêrtî da hatiye ku li sala 1778 z. hatiye nivîsîn û Sêx

Cuneydê Zûqeydî jî, wê ji Mela Xelîl vediguhêzit

û dibêjit: “Min guh lê bûye ku ev si’re ji vehandina

bapîrê min e her çende wî li ser nenvîsiye ku ew si’r

ya wî ye.”

Ez dibêjim: Her kesekê si’rên Mela Xelîl

xwandibin û ûslûbê wî dîtibit, dê zanit ev si’re gelek

ya dûr e ji ûslûbê Mela Xelîlî…

Du: Sa’iyê Hênî û ‘Ebdrrehmanê Sernexî,

herdu jî pistî Mela Xelîlî ne û hebûna vê si’rê bi

xetê Mela Xelîlî hindê digehînt ku misoger ev si’re

ne ya wan herduwan e û çunkî ew neya Mela Xelîl e

dê mînit Axayok bi tinê.

Hejiye bêjîn: ku ev si’re li ser kêsa “recza musemmen” hatiye danan û tef’îla çarê û hestê

di her malkekê da ya bûye: “mustef’îlun” û dibit

dûmahiya vê si’rê keft bit؛ çunkî nasnavê sa’irî li

dûmahiyê nehatiye û ‘edetê sa’irên me yên kilasîkî

ew bû wan navên xwe yan nasnavên xwe yên si’rî

li dûmahiya si’rên xwe diînan.. Û ev si’re me ji van

jêderan wergrtiye:

A- yên desnvîs: destnvîsa Mela Xelîlê sêrtî û

ya sêx Cuneydê Zûqeydî û ya Mela Ehmedê Cewzî.

B- yên belavkirî: dîwana cam’ ya Mela

Ehmed Hilmiyê Qoxî û kitêba despêka xwendinê

ya din. Kamîran Bedirxan û keskola kurmancî ya

Celîlê Celîl û kovara nûbharê gotara min. Mursid

Tekîn jimara 71 sibat 1999.

Kund jî birayê bazî ye eylok dibê: Terlan im ez 8

Sûret ji rengê ziblî ye resres dibê: mercan im ez 9

Tawûs bi wî seklê melîh sermende ye ji saqêd res

Li wê qijka gûxwer binêr qijqij dikit elwan im ez 10

Sêrê ji heft babê xwe sêr de’wa bi sêrtî nakitin

Tûlê pisê heft kûpekan ‘ew’ew dikit eslan im ez 11

Qûnê nesêt satir biket ‘ewret ji pirçê satir e

Li wî keçelê parsek binêr xaqan sifet sultan im ez 12

Nanê cehî têr naxwutin tistek di sifrê da nîn e

Sinbêl û çavan bel dikit, subasiyê qewman im ez 13

Ferqa tehûr û Tahran ew ger nezanîtin çi ye

Sas daye ser heft mêzeran go: Se‘dê Teftazan im ez

14

* * *

Fezl û kemal û me‘rîfet ger dê bi sasa gir bitin

Cismê kulindê ser mezin dê Qazî Beyzawî biya 15

Fezla terîqa Qadirî ger seq seq û hey hey bitin

Ew çeq çeqa asî yeqîn dê Xewsê Geylanî biya 16

Fezla terîqa Neqsebend ger dê bi sorba gerim bitin

Ew kefçiya sorbe di nav dê Seyxê Bestamî biya

17

Fezl û kemala zahidan ger ew bi rih bihta wucûd

Ew nêriyê lihiye tewîl dê bê guman sûfî biya

Fezl û kemala sûfiyan ger fizfiz û hey hey bitin

Ew qitka ser cemedê dê Seyxê Sen’anî biya 18

Fezl û kemala feqiyan ger dê di medresê bitin

Ew delwika di ratiban dê Îmamê Saf’î biya 19

Fezl û kemala ‘abidan ger dê bi libsê sûf bitin

Qismê beranê pir hirî dê Qutbê Rebbanî biya

Fezl û kemala sûfiyan ger dê bi lerz û cezbe bî

Ew sûseya zîbeq di nav dê Ehmedê Camî biya 20

Perawêz;

1- gundê zanayê navdar Mela Se’îdê Nûrsî

2- Satirî; rehet, aram

3- teles: mest û serxwes.

4- danis: zanîn.

5- sîne: sing ates: agir.

6- Ev si’ra Axayokî me ji gotara seyda

‘Abdualreqîb Yusûf wergirtiye, ewa di kovara

Rojî Kurdistan da belavbûyî, hijmara 50 li sala

1978.

7- Seydayê hêja Mihemed Emîn Bozarslanî,

gotarek bi navê “li ser du helbestên balkês”

nivîsiye têda behsê vê si’rê diket û ev gotare di

hijmara 73/74 ê da ji kovara Nûbiharê belavbûye

li nîsan / gulana sala 1999.

8- Kund: bum. E’lok: elhok, teyrekê nêçîrê ye

ji elhoyî biçûktir e û di daneya Cewzî da elkok

hatiye. Terlan: bazê mezin.

9 - Resres: resresk, ew dindika wekî kunciyê û

rengê wê yê res.

10- qijik: teyrikeke res û spî ye.

11- pis: kur, têsik, têjik. Eslan: sêr.

12- Ev malke di daneya Cewzî bi tinê da hatiye. Parsek: xazok, ewê destê xwe li ber xelkî

vedigirit. Xaqan: melik padîsah.

13- Li zemanê Osmaniyan digote serokê polîsên

bajêrî ewê bi sevê bajêr diparast: Subasî.

14- Se’dê Teftazanî 712-793 k. yêk ji zanayên

navdar e, xelkê Xorasanê ye.Kitêbên wî li medrese û mizgeftên Kurdistanê dihatine xwendin.

15- Qazî Beyzawî ?-685 k. ‘Ebdullahê Sîrazî,

zanayekê tefsîrê yê navdar e.

16- Xewsê Geylanî, mexsed pê Sêx ‘Ebdilqadirê

Geylanî ye.

17- Di hindek daneyan “dîzka” li sûna “kefçiya” hatiye. Û Bestamî 188-261 k. Ebû Yezîd

sûfiyekê navdar e.

18- Ev malke jî di daneya cewzî bi tinê da hatiye.

19- Di hindek daneyan de, ev malke bi vî rengiye: “Fezl û kemala feqiyan ger bi bejna dirêj biya

/ Mislê minara Mûsilê dê bê guman feqî biya”

20- Ev herdu malikên dûmahiyê, di daneya Sêx

Cuneydî bi tinê da hatîne û Ehmedê Camî nizanim kî ye û askeraye ku Sêx û sa’irê Farisî, yê

navdar Camî, navê wî yê durist ‘Ebdurrehman

e, ne ku Ehmed e.

 

Yazar: Tehsîn Îbrahîm Doskî-Latînîzekirin: M. Xalid Sadînî

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site