04:08 EET Şemî, 23/03/2019

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 11


ÎroÎro : 232

meha rewacdarmeha rewacdar : 17688

Hemî MêvanHemî Mêvan : 744791

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

ZEMANÊ KEVN Û NÛ

Înî - 19/10/2018 18:31
Mela Bedreddinê Muşî Latînîzekirin: Ümit IŞIK

 

Mela Bedreddinê Muşî

Latînîzekirin: Ümit IŞIK

 

Ev ‘îlm û şer’a musteqîm, tarîx û siyerê qedîm

Hezar û çarsed bû semîm, jê xas û ‘amê feyde dîn

 

Vê ‘esra cehl û wehşetê,  z’ehf kes ketine zehmetê

Dûr in ji rêya heqîqetê, ji xeyrê musulmanê emîn

 

Dunya ji xelqê ra mûrad, ev ‘îlmê wek zêrê reşad

Pê xweş dibû meclis civad, sed heyf ku îro jê revîn

 

‘Alim di nav xelqê neman, muftî îmam ji mekteban

Serqotî ye lîbasê wan, heqqe ji şer’ê ra girîn

 

Em ketine zemanek hezîn, nîne heval û hemneşîn

Sebrê bidey tu ya rehîm, ev hal mûsîbete yeqîn

 

Dunya ji xelqê ra şirîn, zahir û batin bû hebîn

Lê ehlê wî xêr jê nedîn, jê ra heqîqet nîne jîn

 

Bi qelb û dil herkes divê, hem meqsed e bi roj û şevê

Hey mal xirab hewqa nevê, ka xelqê ber xwe tu bibîn

 

Wan jî bi mîslê te kirin, hêştin li dunyaê mirin

Xeyrê cewek jê nebirin, hê saxî tedbîrê bibîn

 

Mal qence bona ta’etê, tedbîra qebr û axretê

Hem pê bikî me’îşetê, lê zêde haja xwe bimîn

 

Zenb û xetaê me purr in, weh zêde ne ji heddê derîn

Lakin qe lê nafikirin, daim ji qenca xwe dibîn

 

Ê qenc tewadi’ê dike, roj û şevê ta’et dike

Xewf û ricaê ew dike, ber emrê rebbil ‘alemîn

 

Ya Reb bi heqqê navê xwe kî, rehmê li me kî çarekî

Me tab’iê yarê xwe kî, ew e şefî’ul muznubîn

 

Bedrî bike ta’et selef, ’umrê te purr çûye telef

Lê nefse dujminek bi xef, tu wextê nebe jê emîn


Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site