Yekîtî gazî te dike
Hevalo werin seyranê
Yekîtî gazî te dike
De ka were serê rayê
Yekîtî
Ali Ekrem YAMAN
Yekîtî gazî te dike
Hevalo werin seyranê
Yekîtî gazî te dike
De ka were serê rayê
Cangoriya canan e îro
Buhuriya reşrojan e
Kelketiya dilînan e
Yekîtî gazî te dike
De were bimeş bimeş
Bes e girî bes e vereş
Gava bavêj çar û pênç û şeş
Yekîtî gazî te dike
Hogiro rabe sibeh e
Dagire hêvîyn li qedeh e
Selam ji te re hene
Ne heşt e ne neh e deh e
Yekîtî gazî te dike
Ne çol e êdî ne çolistan e vir
Ne xem e êdî ne xemistan e vir
Hevaltî û biratî bihevre têne vir
Yekîtî gazî te dike
Simbêla bes e bad e
Lingan jî bes e radd e
Dilînan bike sade
Yekîtî gazî te dike