XWEZÎ EZ DÎSA ZAR BÛMA
Xwezî dîsa ez zar bûma, li gundekî
XWEZÎ EZ DÎSA ZAR BÛMA
Mûrad Hêvîdar
Xwezî dîsa ez zar bûma, li gundekî
hilmek jî be bûbûma biçûk lê belê weke zilamekî
Xwezî dîsa ez zar bûma, li ser riyan
pêxwas,çîptazî,birçî û bêsermiyan
Xwezî dîsa ez zar bûma, li kêleka pezekî
di devê min de bilûr û di destên min de bi darekî
Xwezî dîsa ez zar bûma, li kêleka çemekê
bifiriyama û biçûma li ser avê di demekê
Xwezî dîsa ez zar bûma, bêguneh û belengaz
ji ber kul û kederên li pêş, bikirama niyaz
Xwezî dîsa ez zar bûma, li ser çongê diya xwe
heta ji min bihata bigiriyama û bihatama xwe