12:34 EEST Sêşem, 23/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 2


ÎroÎro : 198

meha rewacdarmeha rewacdar : 6902

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638948

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

XORTÊ PÎROZ

Înî - 16/05/2014 15:29
Wê da têye çi zîrek Bi her hêlê’v bimbarek Dilê wî’b kul û keder Xwe naxeltîne carek

XORTÊ PÎROZ

Ahmet Said PAKYÜREK

Wê da têye çi zîrek

Bi her hêlê’v bimbarek

Dilê wî’b kul û keder

Xwe naxeltîne carek

 

Bijangê wî tim şil in

Dil û cîger giş kul in

Diyar e î xemgîn e

Lê, îro çav bi kil in

 

Bi şev li ser seccade

Bi roj ji wî’r cîhad e

Dinê giş xirab be jî

Rêya Xwedê bernade

 

Dengê wî diheziye

Hespa wî dibeziye

Pir tirsyayê Xwedê ye

Ji gunehan tazî ye

 

"Hêdî hêdî dimeşe

Nûrellah jê diweşe"

Di rû'd qe gune tune

Dil ji bo gel diêşe

 

Çi dibî hebkî zû ke

Penc sed sal e’l me pûk e

Me jî bibe tu bal xwe

Ev ji me’r dîlan bûk e

 

Dereng nemînî qet tu

Aso da bibirqî tu

Van hovana em xwarin

Xwe zû bighînî me tu

Yazar: Ahmet Said PAKYÜREK

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site