13:39 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 27


ÎroÎro : 304

meha rewacdarmeha rewacdar : 4620

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600667

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

Were Ey...

Yekşem - 05/10/2014 12:54
Were Ey...

Were Ey...

Salnî hene ku, bi her hêlê ve em kût û bê hal in, Bê taqet û bê ziman in; em nexweş û bê derman in!...

Were Ey...

Ahmet Said PAKYÜREK

 

Salnî hene ku, bi her hêlê ve em kût û bê hal in,

Bê taqet û bê ziman in; em nexweş û bê derman in!...

 

Were ey dermanê derdan!

Were ey hevalê rast û durist!

Were ey rohnahiya neyarê tarîtiyan!

Were ey vejînkar!

Were ey candêrê me!

 

Were ey dermanê derdan!

Were bibe quweta nexweşan, îlaca kul û nesaxan!

Were bibe rohnayiya çavan, nefesa bê hilm û bê nefesan!

Were bibe melhema birînan, dewayê seretanan!

Were bibe candêrê dilan, hêviya aqilan!...

Were ey dermanê derdan!

 

Were ey hevalê rast û durist!...

Were bibe rêzanê me rêwendayan!...

Were bibe xwediyê me bê kes û bê xwediyan!...

Were bibe heyfgirê me stûxwar û stemxuran!...

Were bibe heyvanê giyanê xwezaniyê!...

Were ey hevalê rast û durist!...

 

Were ey rohnahiya neyarê tarîtiyan!...

Were ey xwediyê tovên xawên û serbilindiyê!...

Were ey serkeftî, were ey xwedî dil, were ey xwerû!...

Were ey xwedî xawên, were ey helwest fadil!…

Were ey çîlekêş, were ey zehmetkêş!...

Were ey rohnahiya neyarê tarîtiyan!...

 

Were ey vejînkar!

Were û bibe hêl ku tu li pî u lepên me belav bibî!...

Bibe cebirkar ku tu hemû şikestiyên me bi hev ve bicebirînî!...

Bibe huner ku tu xwe li movik û tiliyên me wergerînî!...

Bibe jêhatin ku tu xwe li zendên me bipêçînî!...

Were ey vejînkar!

 

Were ey candêrê me!

Bibe can têkeve canê me; bibe derman têkeve birînên me!...

Bibe bêje têkeve zimanê me; bibe xwîn têkeve dil û tamarên me!…

Bibe giyan têkeve laşên me; bibe rohnî têkeve asîmanê me!…

Bibe hêl û têkeve lingên me; bibe jîrî têkeve mêjiyên me!...

Were ey candêrê me!  

Yazar: Ahmet Said PAKYÜREK

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site