12:06 EEST Sêşem, 23/10/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 19


ÎroÎro : 176

meha rewacdarmeha rewacdar : 6880

Hemî MêvanHemî Mêvan : 638926

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

WERE ÇÊLŞÊR

Çarşem - 13/11/2013 11:03
WERE ÇÊLŞÊR

WERE ÇÊLŞÊR

Were çêlsêr em bêhal in Ji hesreta te dinalin Penc sed sal in çavên me’l rê Her roj navê te dikalin

Were çêlsêr em bêhal in

Ji hesreta te dinalin

Penc sed sal in çavên me’l rê

Her roj navê te dikalin

Em venagerin me sond xwar

Bila dunya ser me’d bê xar

Va canên me’d vê riyê da

Bila’j bo Wî tim were xar

Bangke cardin mîna berê

Xwe bighîne tu her derê

Van roviyan gostê me xwar

Cardin wan têk qulka berê

Van baxçên me li hêvya te

Van hespana li benda te

Hebkî bike’t bilezînî

Çavên me gis li riya te

Her hêl li me res û tarî

Zad sewitîn gis bûn arî

Heke tu xwe negînî me

Kes nikan vemrîn vî arî

Tu siyarê hespa kehêl

Bigre dîsa sûr û mertêl

Kurm û kêzan em qedandin

Billeh di me de nema hêl

Sûrê te birhana rohnî

Dengê te yê mirovahî

Bila derdora te sîn bibe

Her der bi yekva keskahî

Berê hespa xwe virdake

Cardin neyêr sûnda bike

Pî sikyayî em dilkul in

Bê te quweta me hindik e

Yazar: A. Sait Pakyürek

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site