01:37 EEST Pêncşem, 25/04/2019

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 15


ÎroÎro : 160

meha rewacdarmeha rewacdar : 18055

Hemî MêvanHemî Mêvan : 769018

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

WÊ ÇAWA BE?

Yekşem - 07/12/2014 18:48
WÊ ÇAWA BE?

WÊ ÇAWA BE?

Ger tu negrî mîna Yaqûb Tu nekşînî mîna Eyyûb Hêşînbûna van tovana Wê çawa be wê çawa be?

                                                         

 

 

 

 

 

 

 

                                                         Ger tu negrî mîna Yaqûb

 

Tu nekşînî mîna Eyyûb

 

Hêşînbûna van tovana

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

 

Pişta xwe tu nedî Xwedê (ger)  

 

Di kêr de nerjînî kedê

 

Derbasbûna’l van kendalan

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

 

Ku tu navêjî can û mal

 

Ji nefsê re bibî hemal

 

Derbasbûna’l pira zirav

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

 

Ku xêtir nexwazî’j dinê

 

Mîna rêzanê vê qirnê

 

Derbasbûna‘l van berbestan

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

 

Mîna Hellac tu xwe nedî

 

Mîna Mûs’ab serî nedî

 

Derbasbûna’l van çiyanan

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

 

Ger di rê da bê sebir bî

 

Pêş talûkan bê tevdîr bî

 

Derbasbûna’j van feqanan

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

 

Sirf bi şoran, bê xebat bî

 

Di xebêt de bê sebat bî

 

Çêkirina avahiyan

 

Wê çawa be wê çawa be?

 

 

Yazar: Ahmed Said Pakyürek

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: wê çawa, be be

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site