20:34 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 30


ÎroÎro : 198

meha rewacdarmeha rewacdar : 2683

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615600

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

Spîstan

Pêncşem - 15/05/2014 14:39
Berf e dibare li min, ji nû ve çêdibim ji nû Hevkar û hinavên di min, ji nû ve dilivin ji nû Xûşka baranê berf e, li derve ser teht û deşt e Li hundir girar û geşt e, dikele çaydan ji nû

Spîstan

 

Emin AGAHDAR

 

Berf e dibare li min, ji nû ve çêdibim ji nû

Hevkar û hinavên di min, ji nû ve dilivin ji nû

 

Xûşka baranê berf e, li derve ser teht û deşt e

Li hundir girar û geşt e, dikele çaydan ji nû

 

Rehmet e’j ji Rebbê jor e, kî nebîne korê kor e

Sor e li hewşê tennûr e, ji nû disoje ji nû

 

Heval û pend û şîret e, edeb û av û şet e

Elîf û rewd û ni’met e, dibare bi ser min ji nû

 

Kirasê spî ye ‘işq e, li dû xwe xêr û bêr hişt e

Ketî me destê’m rahişt e, huner e vebûye ji nû

 

Berf e dibare’b dor e, dest rabûne ber bi jor e

Firikek çay a sor e, dikele dilê min ji nû

 

Hikmetê bo mev dibêje, çîroka dûr û dirêje

Berheman li me dirêje, heyîn e dikele ji nû

 

Taveheyva zivistanê, berê xwe dayejor e

Li nik me bihara berfê, dibare dilê min ji nû

 

Yazar: Emin AGAHDAR

Anahtar: ji nû

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site