20:21 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 3


ÎroÎro : 162

meha rewacdarmeha rewacdar : 2647

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615564

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

Şîrmêjî û Xwînrêjî

Yekşem - 05/10/2014 14:23
rojgar şîr e qaqlîbazo kelek maye birije ji devê zarokê li ber pêsîrê ji difnê evîndarên ne ji dil, berbanga heşirmîzanê dipê

 Şîrmêjî û Xwînrêjî

Ömer DELİKAYA

rojgar şîr e qaqlîbazo kelek maye birije

ji devê zarokê li ber pêsîrê

ji difnê evîndarên ne ji dil,

berbanga heşirmîzanê dipê

baş binêre qaqlîbazo, başebaş guh lê bidêre

ji çend heyam ji me wê de, li wê tangê

li hêsiya Nînovaya kevnare dike ku agir bibare

li ser şîrmijekî ji şîrmijan

li ser bavê Smaîlî, ji vê xaka bavûkalan xemilî

lîstibû bi xîçên gilover ên rengrengî

vexwaribû ji avên Feratî wî zatî

tikîtenê kelimîbû rastiya ji dilê wî hatî!

li hember xwînrijek ji xwînrijê vî welatî.

baş binêre qaqlîbazo, başebaş bala xwe bidê

pîrhevok wê biçirîne konê lê kirî

wê bitemire roya ji pişt Çiyayê Qafê zeyandî

wê bibin kirên nekirî

wê rabin robarên nebînayî

wê bişkê ev hêka dinyayê

belam cilq bûye, jê tiştek dernayê

belam li dunyayê axirzeman e

çawa dîtî koran e

çawa bihîstî keran e

“hezkirin” li dergahê heftan e

“jiyan” her roj li me dike talan e

“mirin” ne ku li hêviya kalan e

gur e, li pişta berxê siwar e

çerxa felekê digerîne, har e.

Yazar: Ömer DELİKAYA

Toplam: 10 puan ve 2 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara 22

Hejmara 22 Bi navê Xwedayê Bexşende û Dilovan   Bi navê Xwedayê ku xwediyê erd û esman e, xwediyê Beyta ‘Etîq û Beyta Meqdîs e. Ew pirzan û hertiştzan e. Xwediyê rabirdû û dahatûya me û hemû hebûnan e Ew. Ji xwediyê bêdengiyên ku di hundirên me de diteqin re, ji sahibê sukûneta ku...

Login site