13:33 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 18


ÎroÎro : 273

meha rewacdarmeha rewacdar : 4589

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600636

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

Reddiyeyek Li Ser Helbestek e Cegerxwîn

Înî - 16/05/2014 15:54
Li minîro temaşa kin ezêru bidme tewîlê Me dilîro birîndar e ji rengêQudsûErbîlê Eger guh bidne min îro ezê rahêjme te'lîlê

Reddiyeyek Li Ser Helbestek e Cegerxwîn

 

Mela MehmûdêYusûfî

  

Ji tîpên Erebî: Tehsîn Îbrahîm Doskî

 

 

Li minîro temaşa kin ezêru bidme tewîlê

Me dilîro birîndar e ji rengêQudsûErbîlê

Eger guh bidne min îro ezê rahêjme te'lîlê

 

Ez im pîrê muxan îro tu guhdêre li tefsîlê

Çi kim îro bi Tewrat û bi Furqan û bi Incîlê

 

Heçî îro xwe bavêjin hîlakê ew ji bo wa ma

Rica guft û xebatê çû ne dunya ma ne 'uqba ma

'Emel rabû ji bil navî nema ew jî ji şerma ma

 

Ne Mûsa ma ne 'Îsa ma ne Zerdeşt û ne Taha ma

Kufur nîne di vê wextê bi hukmê serf û tehwîlê

 

Hudûs û neşeya zatî di gel ya 'erd û 'esmanî

Eva bê şerh û bê haşî ji ba 'eqlê xwe dê zanî

Teselsul nîn e dê çawa bibê bo çerx û insanî

 

Ne hin pêşî ne hin paşî hudûs û hem qîdem kanî

Ji 'alem re ne hin şahid bi tesrîf û bi tebdîlê

 

Muessir dê kevte 'eqlî eser wextê ku bit mewcûd

Xîyalê zû bibit zahiq bi quwa mudrika mew'ûd

Texeyyur kifş e bo her kes ev e qewlê te bû merdûd

 

Kî ye Xaliq kî ye Raziq kî ye Me'bûd kî ye Meşhûd

Dused ruhulqudus bêtin ji şekkê nayê tebdîlê

 

Tebî'et ger biba xaliq mirin ma bo çi bû seyda

We ya herdem diva dunya li yek rengî biba peyda

Feqîrî têrî neqden bo kelamê te di gel beyda

 

Eger raziq heba kengî belengazî dibû peyda

Tebî'et xalqê rûhê mucessem nûrê qendîlê

 

'Ecîbê qey tu nabînî ji vê baran û vê bayê

Ji 'eqlê xwe bipirse ey bira beyhûde ev nayê

Çima neqdê dikê hetta di emrê dîn û 'uqbayê

 

Bes e ey 'alimê nazan temaşa nakî dunyayê

Bi vê gerrê bi vê dewrê bi vê teswîr û temsîlê

 

Dibînim pir di vê rêka me bê sebr û meferdarî

Ji bo 'eynê 'eqîdê hem bi neqd û pir zererkarî

Di heqqê 'alimê xeybê cesûr û hem xebersarî

 

Heçî tiştê esil nîne çima pir jê xeberdarî

Tu vî tiştî qe nas nakî bi tekrar û bi tehsîlê

 

'Edem anî wcûdê ne ji heyûla ev yeqîn bûye

Ji pişkên afîtabê paşî ev 'erda me çêbûye

Çima fikrê tu nakî key di vê rêka te dîn bûye

 

Hemî 'alem ji yek nuqtê muheqqeq aferîn bûye

Kîye kafir kîye mumin serabe hukmê tedlîlê

 

Rîya ehlê Xudê pêşî cîhad û hecc û zemzem

Bû di pê re em ketin derda cihê êşa me herdem

xebatê lê bikin ya ku me dîtî kuştin û xem bû

Bizane ev demên borî heta îro cehennem bû

Eger bighîn merîxê ew bihişt e mezhebê qîlê

 

Dibînim tête tedbîrê mebanî der kelamê raz

Ji tefsîla me tê zanîn muhimmatê me bê i'caz

Ji 'eynê remz û nehrîrê me zanî dê çi kit demsaz

 

Wekî min gotine pîrê cizîr û hafizê şîraz

Serîhê wan temaşa ke meke bawer bi tewîlê

 

Ji cobarê xema va Yûsifî îro li xwe ser da

Li alîkî dinêrî komela va fêrs û merda

Li alê dî dinêrî tevde ew mane di bin derda

 

Cegerxwîn bû ji ber derda me dîn û hem cîhan berda

Nikarim ez yekê bigrim bi tercîh û bi tefzîlê

 

Eger bişkul di nêv çola pezî bo me bidî zanîn

Cihê linga di sêlakê ji mer pêşan bidî borîn

Çima ev 'erd û ev ezman çima ev sarî û germîn

Bi pêşanî te nadin xalqê ey 'alemê bê dîn

Bibêje ka heye tiştek werê cî bê bi şuxlî lê?

 

 

(şîyarkirin: Ev her pênc rêzikên paşî yê min in,ne ku herdukê paşî yê Cegerxwîn in weke vayê dî. Mela Mehmûd).  

      



[1]Sê rêzikên ‘ewil yên Mela Mehmûd in, herdûyê dawî yên Cegerxwîn in.

Yazar: Mela MehmûdêYusûfî

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site