20:34 EEST Pêncşem, 16/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 28


ÎroÎro : 196

meha rewacdarmeha rewacdar : 2681

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615598

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

ROJBÛNA PÎROZ

Înî - 16/05/2014 15:38
Her tiştî bi xwestinê dest pê kir! Îşev… Îşev min xwest ku te binivîsim. Pênûs di nava tiliyan de dilerize… Lênûsk ziwa dike dilopên çavên şil… Tu li ber şeva dilê min rawestayî wekî hîvronê.

ROJBÛNA PÎROZ

Ömer CANGİR

 

Her tiştî bi xwestinê dest pê kir!

Îşev… Îşev min xwest ku te binivîsim.

Pênûs di nava tiliyan de dilerize…

Lênûsk ziwa dike dilopên çavên şil…

Tu li ber şeva dilê min rawestayî wekî hîvronê.

 

Her tiştî bi xwestinê dest pê kir!

Xwest,  Xwedayê erd û ezmên ku mihbetekê ava bike

Xwest ku nûra te ava bike.

Xwestin, şev e

Xwestin, roj e

Xwestin, hatina Roja(tava) şevê ye.

Şev  tenê ye û girtina çavan e.

Her şev, şev bû li cîhanê…

cahilî, zilm, tade û bêexlaqiyê dorpêç kiribû dilê mirovan.

Dil şev bû û di dil de tu ronahî nîn bû,

her der bûbû tarî.

Şev, mîna bilbilê li benda gulê

Ji roja hat afirandin dixwend li ser evîna wê Rojê.

 

Her tiştî bi xwestinê dest pê kir!

Xwest ku ew şev pîroz bibe.

Şev şeva Duşemê û meh meha Rebîulevvelê;

yanî ji şevan îşev…

Her tişt aram e îşev…

Ne ba kare bilebite ne jî gûlî kare pelên xwe biweşîne.

Mîna ku her tişt li hêviya tiştekî be.

Tenê destûr ji hinan re…

Ji stêrk û melekan...

 

Stêrk dibarin bi ser şevê de

Melek dibarin bi ser diya pîroz Amîne de.

Yek li xerbê, yek li şerqê û yek li ser Kabeyê ye, ala kesk.

Yek li rastê,  yek li çepê,  yek li berê û yek li piştê sekînîbûn, jinên miteber.

Alem, bi rêz û bi xof  li benda Efendiyê xwe, bendemayî.

Her heyber li gor zimanê xwe û li gor tevgera xwe

li hêviya wî bêhempayî.

Ew tê…

Efendiyê cîhanê tê…

Xweşdiviyê mirovan tê…

Xwediyê “Wema erselnake îlla rehmeten lîlalemîn” tê…

Xwediyê rojbûna pîroz, Mihemed tê.

Herin bibêjin ba! Bila navê xweşewîşt hilgire û li cîhanê bigerîne.

Ne şev di şevê de, ne jî dil di tarî de bimîne û bila şev xwe bide aliyekî ji ber Roja kaînatê.

Bila pêşî xwe bigihîne Qesra Kîsra ku serûbin bibe

Di dûv re ne agirê agirparêz, ne gola sava, ne jî di Kabeyê de pûtan bihêle.

Herin dîsa bibêjin ba! Bila navê Xweşdivî hilgire îşev.

Bila pêşî li ser dilê me yê tarî nûra Wî bibare

û di dûv re di nav rehikê ruhê me de Wî binivîse.

Ku em fêr bibin armanca hebûnê, biratiyê û rastiyê…

 

Her tiştî bi xwestinê dest pê kir!

Xwestina Rojbûna Pîroz.

Xwestina şeva pîroz..

Îşev.. Îşev şeva zayina Pêxember e (s.x.l)…

Şeva we pîroz be.

 

Yazar: Ömer CANGİR

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site