13:29 EET Çarşem, 12/12/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 4


ÎroÎro : 159

meha rewacdarmeha rewacdar : 5110

Hemî MêvanHemî Mêvan : 662384

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

LI KOBANÊ

Yekşem - 07/12/2014 20:01
Li Kobanê Yûsif ji nû ve avêtine bîrê

 

 

 

 

Li kobanê

Emîn Agahdar

Li Kobanê Yûsif ji nû ve avêtine bîrê

Bê nan û av

Gurên har bi hovîtiyên xwe dîsa li qada nin

Bi wehşet û bi berazî

Dîrok xwe çarbare-dehbare dike dîsa

Li nava rûyê xwexwapînokan de vedizele

Agirê hawara rebenan

 

Li warekî bêxweyî

Barê dilînan li me barandin van hovan

pelekî nû yê dîrokê diqulipe ji bo mirovahiyê

Ji xewneke xweş dipengize zarokek li Kobanê

Bi ken şiyar dibe

Lê xwe di nava geremoleke bêbinî de dibine

 

Dîsa cejn nîvco man di gewriyan de

Dîsa ji bedêla beranan mirov têne qurbankirin

Dîsa neviyên Selaheddîn

Deste xwe ji Xwedayê xwe re vekirine

Li kobanê

Êrîş li ûjdanan

Êrîş li giyanan

Êrîş li mirovahiyê …

 

Cixareke şiwitî me li Kobanê

Nanekî kevir

Dewekî tirş û

Dilekî dîl

Ya Rebbî her tuyî mitleqê Adîl…

 

Yazar: Emîn Agahdar

Kaynak: nupelda

Toplam: 5 puan ve 1 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site