Ismê Te Yê Şîrîn
Ismê te yê sîrîn bûye mektûb di qidem da
Hubba te yê sabit di ufûqan lew sefeq da
Husna te yê zatî ku xelat bû ji te ra
Lutfa rebbê ‘alî ji ezel da di qedem da
Wesfê surrê zatê te çi bêjim ez xelet
Di cîhanê tuwî meshûr wekî mahê berqe da
Bê hîsab û bê nîhayet me ku dunya ne teleb kir
‘Isqa te yê sabit ku eser kir di ceger da
Ismê te yê sîrîn bûye mektûb di qidem da
Hubba te yê sabit di ufûqan lew sefeq da
Husna te yê zatî ku xelat bû ji te ra
Lutfa rebbê ‘alî ji ezel da di qedem da
Wesfê surrê zatê te çi bêjim ez xelet
Di cîhanê tuwî meshûr wekî mahê berqe da
Bê hîsab û bê nîhayet me ku dunya ne teleb kir
‘Isqa te yê sabit ku eser kir di ceger da
Weqta te nebînim ah fîraqa rûsiya
Zewqa tehlî û murrê ez dibînim di ‘esel da
Yexma ji me can bû ku fîraqa te me dî
Semsa me ji ‹eksa bû zelam û di ‹edem da
Çi dema te ez meded kim tim ji ‹isqa xwe yê saf
‘Usra mecella bit ger terefme te kerem da
Ji Xweda ra purrî minnet ku hebîbek daye me
Pur ‘ezîz û pur kerîm e lê di çehvê me remed da
Hakim tu wî îro tu li ser me bike ferman
Belkî ku eda kim her çî mayî te xeber da
Sahê li teref te ne ‹ezîz in dil û can
Canê me yê sîrîn her di fermana te da
‘Asiq im her te dixwazim hazirê emrê te me
Canfîda tê me liqayê ez bi dergahê te da
Nazirê min tu be daîm hîviya bende ew e
Mehsûb bikî ‘asî tu di dîwana xwe da
‘Eyn û lam û ya mudamê ew recukarê te ye
Dest û zer’ê vê sîemê basitê ‘utba te da
Mela ‘Elî BAQUSTANÎ
Tîpveguhezêr: M. Zahir ERTEKIN