Diz ketne mala min
Birin hemî pertalê min
Vale kirin kuwarê min
Feqîr mame li kolana
Firotin ew tev hemî
Bi qîmetek pûç bêşermî
Weke ku tiştek ne qewmî
Feqîr mame li kolana
Hingî min kire cehd û xeyret
Vegerim wek berê dewlemend
Qedexe kirin ji min re serwet
Feqîr mame li kolana
Min hebû pênûs û qelem
Helbest û çîrokên qewî nerm
Kitêb û ramanên wilo germ
Feqîr mame li kolana
Folklor û cure reqsên netewî
Cejn û pîroziyên teybetî
Eser nema ji wan bi rastî
Feqîr mame li kolana
Çand û beratek hêja
Kete destê wan diza
Çawa pê bibim riza
Feqîr mame li kolana
Ketme pey û lêgeriham
Dît min ew bi eynî qam
Lê bi nav û çeknên heram
Feqîr mame li kolana
Ax! Baranek zor barîba
Ew çek li ser rakiriba
Minê ew rewa kiriba
Feqîr mame li kolana