04:21 EET Şemî, 23/03/2019

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 17


ÎroÎro : 296

meha rewacdarmeha rewacdar : 17752

Hemî MêvanHemî Mêvan : 744855

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

Ez jî mîna te

Şemî - 20/10/2018 22:43
Ez jî mîna te

Ez jî mîna te

Ez jî mîna te Seyfettîn Aykaç

Bihêle ez jî mîna te hestiyar bim

Destê xwe nede hêsirên min

Bila were dapalînkirin

Ji dilê min ê hişk û kûr

Gîhayê pêşya malê

Ka bisekine, di cihê xwe de bi xweşî

Destê xwe nede rondikên min

Ezxulam bihêle

Ez jî mîna te bigirîm

 

Bihêle ez jî mîna te serbikevim

Destê xwe nede tevgera min

Xwazginiyên hemî xizman

An ‘alimê hemî ‘ilman

Hinekî rê bide

Destê xwe nede  ‘eql û mêjiyê min

Ez heyran bihêle

Ez jî wek te xwedan xêl bim

 

Bihêle ez jî mîna te bi evîn bim

Destê xwe nede giyana min

Kurmê darê

Hinekî jî ji bo gulê be

Destê xwe di xwînê de newerde

Ezbenî bihêle

Ez jî mîna te îro bijîm

 

Bihêle ez jî wek te bifikirim

Destê xwe nede hicra min

Kitêba dîrokê!

bergên xwe negre

Hinekî din jî, sebra Xwedê bike

Destê xwe nede pêşeroja min

Ezxulam bihêle

Ez jî wek te bibim ronahî

 

Bihêle ez jî mîna te, te hez bikim

Destê xwe nede evîna min

Strîka gulê

Hinekî bêhna xwe bistîne

Destê xwe nede evîna min

Ezbenî bihêle

Ez jî mîna te, te hez bikim

Yazar: Seyfettîn Aykaç

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site