20:20 EEST Sêşem, 14/08/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 82


ÎroÎro : 175

meha rewacdarmeha rewacdar : 2311

Hemî MêvanHemî Mêvan : 615228

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

Ez ê Li Benda Te Bim

Yekşem - 05/10/2014 13:31
Ez ê Li Benda Te Bim

Ez ê Li Benda Te Bim

Ez ê li benda te bim li deşta Bekkê Li her derî Mizgîniya bûyîna te wê were bihîstin Li her warî Herkesê xweşiyek hîs bike di rihê xwe de Mîna berxekî hêvî şivan Ez ê benda te bim li deşta Bekke yê

Ez ê Li Benda Te Bim

Seyfeddîn AYKAÇ

Ez ê li benda te bim li deşta Bekkê

Li her derî

Mizgîniya bûyîna te wê were bihîstin

Li her warî

Herkesê xweşiyek hîs bike di rihê xwe de

Mîna berxekî hêvî şivan

Ez ê benda te bim li deşta Bekke yê

 

Ez ê benda te bim mîna Waraqa

Çend sal derbas bibe

Li van deştên germ û tenê

Bi tenê êz ê bi yek di’ayê

Li vê devera tunebûnê de

Bi umîdeke bêhempa

Mîna Waraqa ez ê li benda te bim

 

Ez ê benda te bim li çiyayê ebû Qubeys

Dema te got “bi min bawer bin gelî mirovan”

Ez ê pêşa Ebabekirê te bigrim û

Bibim bawermendê te yê pêşîn

Dema te tiliya bimbarek dirêj kir

Hîva çarderojî xiste du keran

Ez ê li benda te bim li çiyayê ebû Qubeys

 

Ez ê benda te bim li baxê Taîfê

Wan kevir û kuçik davêtin

Ser û berê te di nava xwînê de dihiştin

Lê te destê xwe radikir û digot

Ew nizanin ya Reb!

Ez ji te ‘efûyê dixwazim

Ew nizanin

‘Eddas dihat bi îkrama xwe ve

Te jî abûheyat pêşkeşî wî dikir

Ez ê benda te bim li baxê Taîfê

 

Ez ê benda te bim li mizgefta Qudsê

A ku Sibhan bi şev te li rê bir

Hemî hevrêyên te wê bicivin li derdora te

Bi çend mizginiyan tê vegerî

Ez ê jî benda te bim li mescîda Heram

Dema kesî baweriya xwe bi te neanî

Ez ê ‘eqîda xwe xurttir bikim

Mîna Siddîqê te

Ji bo ku ez ê bêjim

Heke Wî gotibe rast e

Ez ê benda te bim li nimêjgeha Heram

 

Ez ê benda te bim li Yesrîbê

Çavê min bi roj û şevan

Wê li riya te be

Digel wan qîzên Medînê

Ez ê jî “tele’el bedrû ” bixwînim

Digel Ensarên mêhvandar

Ji bo tu kerêmî mala min bikî

Ez ê benda te bim li Yesrîbê

 

Ez ê benda te bim li Bedrê

Dema te destê xwe rakir û di’a kir

Ji ber zare zara te rîda kete ‘erdê

Wê bi hezaran melek werin alîkariya me

Cebraîl, Mikaîl û Îsrafîl wê bibin leşkerên te

Hz. ‘Elî û Hemze wê bibin şêrên Xwedê

Ez ê benda te bim li Bedrê

 

Ez ê benda te bim li Uhud ê

Laş û canê xwe sîper bikim li ber te

Dê tîrên mûşrîkan biçikin di canê min de

Derbên şûran wê li pişt û milê min bikevin

Xwînê biherike ji her derê min

Ez ê benda te bim li Uhudê

 

Ez ê benda te bim li binê dara Semûreyê

Ez ê destê te bigrim û te dubare bikim

Bi bî’ata razîbûyînê

Dil û baweriya xwe bixemilînim

Ji bo ku Rebbê alemê ji min razî be

Ez ê benda te bim di binê dara Semûreyê de.

 

Ez ê benda te bim li ser girê ‘Erefê

Mînayê û ricma Şeytên

Dema te Xutba Xatirxwestinê îrad kir

Digel sehabeyên te

Hêstir wê ji çavê min jî birijin

Em hemî bi hev re

Em ê bibin şahidê te

Ez ê benda te bim li ser gire ‘Erefê

 

Ez ê benda te bim li wan deran

Mîna çoraxekî bê av

Şibhê kesê bê xweyî

Bi tena serê xwe

Gêjbûyî

Westiyayî

Nexweş

Ez ê li benda te bim li wan deran

Dibe ku tu werî

Şên bikî ruhê min ê wêran

Ez ê li benda te bim li wan deran

Yazar: Seyfeddîn AYKAÇ

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site