15:11 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 8


ÎroÎro : 246

meha rewacdarmeha rewacdar : 11391

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653254

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

EZÊ BÊM

Înî - 19/10/2018 14:45
EZÊ BÊM

EZÊ BÊM

Rizqê me li gorî tevgerên me bûn. Hê li wê qiraxê nebûye êvar

 

Rizqê me li gorî tevgerên me bûn.

 

Hê li wê qiraxê nebûye êvar  

 

Hê ew ava dîrokzan nexurifiye.

 

Li mizgefta El-Rizq

 

Sineta bikin ezê bigihêm ferzan.

 

 

 

Ez li şerekî ku dijmin eşkere be digerim.

 

Ezê xwe bikim lehengekî şerê dengbêjan

 

Ez nayêm nav wî şerê herimî

 

Dengbêjo, dest bi kilamê bike

 

Ezê bibim lehengê te û bêm.

 

 

 

Ez welatekî bêxwedî

 

Bajarekî kinemîne

 

Maleke bêsemyan im.

 

Ezê kilamekê bavêjim ser xwe û bêm

 

 

 

Di navbera me de

 

Herdem astengiyên jibîrkirina te hebûn

 

Tu nêzîkî şahrega min, ez dûrî rizaya te bûm

 

Serî û kezeba keda min bila ji belengazan re be

 

Ezê vî nefsî qurban bikim û bêm.

 

 

 

Ku bajar qulqulkî dibe

 

Kîjan alî serkeft dibe ?

 

Dibe şarîstaniya kê ev qebhet ?

 

Ji bo serkeftina nefsê xwe

 

Min şoreşeke qure li xwe qewimand

 

Di her evînê de min pûtek çikand

 

Ez çakûç davêjim kîjan perestîja xwe

 

Yê ku diheje ez im.

 

Dilê min Kabeya beriya Îslamê

 

Ez ji notirwaniya pûtxaneyê îstifa dikim

 

Ezê wê kezika Hecê bifirînim û bêm.

 

 

 

Hemû pirs li gorî min bûn

 

Min beleheq cihê azmûnê digûhert

 

Ez ji bin xwe şil bûm

 

Bazdana min, ji tirsa rihê min bû

 

Bar, pirsiyarî ye

 

Pirsiyarî, salvegera çavên te ye

 

Ezê wê azmûnê xelas bikim û bêm.

 

 

 

Bilbiltî ne ti kar bû

 

Ew xwîna li ser te germ

 

çend sala beleheq herikî

 

Dema nivîsê,

 

Bû dawiya perwaneya dora çirayê

 

Evîna beşerî

 

Bû pevçûneke kezebreşî…

 

Ku tu çavşîrîn, rihşîrîn û peyvşîrîn be

 

Ezê ciledab û dilxerab bim

 

Helbet wê dil şergeh û pevçûnxane be

 

Bilbil xwînî, perwane şewitî

 

Evîndar, penaber

 

Hayê rojnamevan jê nîne

 

Gul dibe ku çilmisî be

 

Sorî, di ber heqxwîna dilê min de

 

Nexweşeke dudilî, têkîliyeke di erênayê de

 

Hest bi jahrî ketine

 

Dil ji duritiyê dixele

 

Ezê şerîeta berberiya dilan bibirim û bêm.

 

 

 

Di vê gorîstana Yasînqurtandî de

 

Herkes nabe mîratxûrê herkesî

 

Di vê dîroka kêlnameyan de

 

Min xwe kir mîratxûrê destxetan.

 

Cewahirê herkesî ne weke hev e

 

Zêr, ji hinekan re bîranîn in

 

Ev war tije çîrokên cihê xezîneyan e

 

Evîna lêgerînê ji xwe nayê dîtin

 

Ezê wî kupê tije zêr bibînim û bêm.

 

 

 

Ezê xwe vekişînim ji beleheqiyê

 

ezê hişê xwe bînim serê xwe

 

Ezê xwe bidim ser hev û bêm

 

Bisekinin ez va hatim

 

Ezê wesiyeta xwe bikim

 

tobeya xwe bikim,

 

eşheda xwe bînim û bêm.


 

 

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Olay akışı

Devamı..

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara nû: 19

Hejmara nû: 19 Xwendevanên Hêja!   Bi hêjmara nozdehem em li pêşberî we ne. Dîsa bi xebat û nivîsên li ser edebiyat û cûreyên wêjeyê, guldesteyek têra xwe tije û amade ye. Lêbelê di Kovara xwe de cara ‘ewil e ku em cudahiyekê dikin. Ew jî amadekirina dosyayek taybet e ku heta niha...

Login site