14:34 EET Yekşem, 17/02/2019

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 16


ÎroÎro : 617

meha rewacdarmeha rewacdar : 12489

Hemî MêvanHemî Mêvan : 719203

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

EY CAN

Înî - 16/05/2014 15:26
Ger nebim axa wesletê dem dibe zindan ey can

EY CAN

Meryem ERAY

M. Zahir ERTEKİN

Ger nebim axa wesletê

dem dibe zindan

ey can

 

hesret pê vedide, dendik dendik

vêdikeve ev can

ey can

 

welat çavê xwe dilûse

şilope dibarîne ev cav

ey can

 

Çavên min!

Li şûna dilopan xwîn dibarînin

dilê min î tije hîcran te dibarîne

ey can

 

şefeqa welleylî bang dide

welfecr e îro ‘esra paşîn e dîsa

hey hîcret! ji mencnûn re bilorîne

kanî axîna dilan kanî leylaya siltan

de bibêj

ey can

 

komke rûnê xwe biqelîne hêkên aşiqan

derî veke tête koma azar û êşan

derî veke

ey can

 

tu dibê’j dîsa vekiriye riyên Kerbelayê

bê av e huseynê bêhempa

li çolan devê te jijî axa qemirî

dem vemirî

rih hilpekiya

lêv terikîn

ey can

 

Ew çi birîneke kûr e ku kî yê lêke derman

ey can

 

 

Ger bêhna şîfayê bikêşî tu

Wê kî bide ava jînê û wê kî bibe luqman

ey can

 

 

Hew  dikarim bikêşim ji bêhna te dûriyê

Bila bibe qurban ji te re ev can

ey can

Yazar: M. Zahir ERTEKİN

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

HEJMARA 20.

HEJMARA 20. Hûr Bajo Kûr Bajo, Lê Ga Meşîne “Barê berpirsiyariyê barekî gelek giran e. Tew ku ew berpirsiyariya di riya vejîna nifşekî de gaveke pir girîng be, -heke hêviya şiyariyê lê hatibe birrîn- dibe elmas û yaqût, dibe zumrut û gewher, wê çaxê mirin jî li hindê pir û pir sivik...

Login site