Zarokek dileyîze bi berfê
Xewa wî berf, lihêfa wî berf
Navê wî mehek pîroz e
Bi xêliya spî ya siphanê pêçane
Muherrem dilbirîn dewlet kêfxweş
Tixûbên rengê te kişandin
Ne ji wanî şirînê ber dilê diya xwe
Çavên te sucdare egîd
Firat û Dîjle diherike nêrînên te de
Şerm nakin bi kirinên xwe
Her tim wisa bûn neyarên axa te
Çawa ên bên bo xilazbûna te
Tu bi rûmetek zelal radizî
Çûwalên pişta bavê te biaxîn
Rêça te û jiyana te biqîrîn
Ezîzê bavê xwe, tu bi xatirê Xwedê kî
Wenda nebî di nav hêstiran de
Tu bi xatirê leyîstokên xwe
Ên zaliman çêtir xwedî wîjdan kî
Min nehêle tenê
Were em ê tev xwe veşêrin
Bila mirin me nebîne
Heger dê me bibîne
Bila çûwalên tevizî me nebîne
Were Muherremê bêguneh
Were da ku bibîne wan mirovkujan
Were tif bike da ku bila şerm bikin
Bavê te ketiye çi halî
Ez dimirim, kefen dimire
Muherrem dibêjim
Bêkes dimire…ax bêkes dimire