13:30 EEST Pêncşem, 25/04/2019

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 12


ÎroÎro : 627

meha rewacdarmeha rewacdar : 18522

Hemî MêvanHemî Mêvan : 769485

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Helbest

ÇILKANÎ

Duşem - 11/11/2013 16:11
dilê min îro mîna çilkaniyekê ye dirijîne xwînê bi çil çirikan ji hilma wê hêstir dibarin

ÇILKANÎ

dilê min îro mîna çilkaniyekê ye

dirijîne xwînê bi çil çirikan

ji hilma wêhêstir dibarin

 

çilkanî bûne çil êş

dil bûye nexweşxane

ne hekîm têdigihêjin

ne jî derman çareser in

 

dilê min bûye çilkanî

wekî birehê çemekî kur

besterobarê wê

êşan bardike û dikêşe

 

dilê min îro dişibihe çilkaniyan

çil cêr dagirtî ye

av dirije bi ser de

mêrg û best pê hêşîn dibin

binevş, beybûn, gulasor û a zer

 

esman stewr bûne

dilê min bûye çilkanî

hemî deşt û gelî bi wê têne avdan

bi çil devan elîf lam mîm dixwînin

av dikişe bi çil kaniyan

 

min dilê xwe ji bo şukrê

çil salan di nava ava çilkaniyan de carî kir

min îro rihê xwe ji xwe danî

xiste nava çawkaniyan

bê peng diherikin

 

min îro dilê xwe kiriye çilkanî

heke

bibe nesîb

ezê çil dojehan bitefînim

Seyfeddin AYKAÇ

 

Yazar: Seyfeddin AYKAÇ

Anahtar: n/a

Son Haberler

 

Ji Editor

Xwendevanên Hêja!

Xwendevanên Hêja! Dinya bi rojevên xwe yên rojane diqelibe. Li welêt, li rojhilata navîn û li gelek deverên din ên dinyayê bûyerên dilsoz diqewimin. Bivê nevê em jî di nava vê geremolê de cih digirin. Geh bi çav, geh bi rih, geh bi ‘eql û geh bi dil em jî tevlî van bûyerên dilês dibin....

Login site