15:37 EET Duşem, 19/11/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 5


ÎroÎro : 276

meha rewacdarmeha rewacdar : 11421

Hemî MêvanHemî Mêvan : 653284

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Dîrok

Telqînên Ku li Stenbolê li Kurdan Hatine Kirin

Yekşem - 28/10/2018 18:34
Telqînên Ku li Stenbolê li Kurdan Hatine Kirin

Telqînên Ku li Stenbolê li Kurdan Hatine Kirin

Meqaleya Ustad Bedîuzeman a di Nutqê de derbas dibe, telqînên û nesîhetên li Stenbolê li kurdan hatine kirin in û di serî de wiha dibêje: “Telqînên li Stenbolê li kurdan hatine kirin.” Di dawiya wê meqalê de hevokek heye ku bi rastî û bi heqî nehatiye şîrovekirin. Dest ji şîrovekirinê berde bi xelet ma’ne kirine. Ew jî ev e dibêje: “Tirk aqilê me ye, em jî ji wan re qawet in, em bi hev re kanin bibin mirovên temam.” Çi tiştekî sipehî hatiye gotin; li hev anîn, alîkarî, bi hev re têkoşîn kirin heye di vê hevokê de.

Lêbelê hin kesan li ser vê hevokê peyv gotine û ev hevok ji mijarên xwe re, fikrên xwe re kirine bingeh. Bi taybetî di roja îro de gelek kes vê hevokê xelet mane dikin. Dema behsa biratiya her du gelan tê kirin hema tu dibînî ev hevok anîn zimên û gotin ‘tirk aqilê we ye ew çêtir dizanin’. Ma’ne yek welê çewt û ji rihe vê hevokê re tiştekî welê xelet tê gotin meriv di heyrê de dimîne.

Na bira! mesele ne wisa ye. Mesele li ser e’daletê bê şîrovekirin pirsgirêk nîne, lêbele bi aliyekî ve were kişandin ne li cîh e.

A ewil, ev hevok di mijara beyana ku Bedîuzeman nesîhet li hemalan kiriye derbas dibe. Heta di serê vê nutqê de dibêje: “Min ruhê xwe bi mêvantî şand cesedê hemalekî û bi zimanê hemalan…”[1] yanî ev xîtab xîtabeke taybet e. Zatekî wek Bedîuzeman her tim xîretek pir mezin ji bo bûyerên cîvakî nişan daye ku dixwaze wan merivan, civakan, gelan bîne ser hev, ne ku wan ji hev cuda bike. Em bi dûrbînê li wê rojê binêrin wê mijar bête raziyê. Lewra wî ev hevok di cîh de bi kar aniye. Baxusûs ew tev li heviyên wê rojê dibû sedema hereketên li ser navê hinkî din. Wek “adem-î merkeziyet” di ma’na xwe de ev tiştekî baş bû. Lêbele di roja ew rojda dibû sedema perçebûna gelên misliman. Eyn wek vê ji bo ew 40 hezer kes ji va şek û şuphan û ji xeletiyan bê dûrxistin, Ustad; gel li hev tanîn, ne dixwest cudabûn çêbibe. Lewra ên ku muxatabên vê hevokê bûn hemal bûn. Bûyerên siyasî yê wê rojê diqewimî destê kî di bêrîka kî de bû nedihat zanîn.

Eger em dixwazin mantixa, sedema vî işî tam fam bikin divê em li rewşa îro baş binerin. Ên ku îro karkeran li ba xwe dişuxulînin dixwazin çi şîret li wan bê kirin? Ji hêla karkeran ve jî ji bo pêşdeketinê ji wan re çi lazim e? Ev mesele bi vê re jî hinekî giredayiye.  Ev bûyerên aniha li holê nin ji hêla xwedîbasîretan ve sedemê wan, encamên wan tê zanîn. Lêbelê hîn ji wê rojê de[2] bi serrastî nehatiye xwendin.

Wê rojê biwezinînin. Ew meriv ji welatê xwe koçber bûn e û çûne deverekî din li wir dixebitin. Li ba hin merivên xerîb dişuxulin, ne li welatê xwe nin, ne li ser axa xwe nin, divê merivekî hişmend, zana serpêhatî ji van re çi bibêje? Wan teşwîqî îsyanê bike an wan îqna bike ku ew meriv bibin ûzweke nafî, zêdetir perîşan nebin. A rastî e ve ku, wan; zarokên wan, rewşa wan bifikire û çareseriya ku wan neêşîne bê gotin da ku ji wan karkeran re rêyek rastî be.

“Ji 40 hezar kesan yek nikane qezetakê bixwîne’[3] bi maneke îstîare; wê derheqê ên ku îş didan ew meriv bûn, ên ku li berdestî wî aqlî dişixulîn ew hemal bûn. Wek hedîsa‘seyîdul qewmî xadîmuhum’. Dema roja cîhanê ‘eleyhîselam ev gotin gotiye bi xwe jî xizmeta hevalên xwe dikir. Ustad tu wextî gelên misliman ji hev cuda nekiriye an ji hev bilindtir, biçûktir nedîtiye. Her tim ew wekî birayê hev ên cîhadê ditiye. “Birayên Ereban ên cîhadê Tirk”[4]gotiye. Ji bo ku gelên îslamê rake ser piyan, cîh cîh medha wan kiriye. Lêbelê ne ku yek ji yekî cuda an mezin an biçûktir bibîne. Wek “ miletên a’lema îslamê, ji berxwedana Ereban ders girtiye. Înşaallah Ereb dê dîsan dest ji bêhêvîtiyan berdin û bi Tirkên ku artêşa qehreman a îslamêyetê ne re, bi yekitî û piştgiriyeke heqîqî dê mil bidin hev û dê ala Quranê li her aliyê dunyeyê îlan bikin’. Di vir de mesele û derd medha gelekî ye an rakirina ser piyan a îslamiyetê ye?

Dîsa “ji berê de hevalên Tirkan ên cîhadê Kurd”[5]

Di vir de jî xuya ye armanca mezin rakirina îslamiyetê li ser piyan e.

Ustad dibejê ‘em aqil û sen’eta Ewropa bigrin lê ne exlaqê wan’, îja ev peyv tê vê ma’neyê ku em xwe tune bihesibînin, ne Ewropa be em tunenin, an tiştê bifayde li cîh em bigrin?

Civak ji xwe muhtac û mecburî hev in. Di malbatekê de meriv çawa muhtacî hev in di nav gelan de jî muhtaciyet heye. Ev nayê ma’na binketîbûnê.

Helbet ev herdu gel birayên hev in, di dinê de jiyanek wisa ku di nav gelên din de parvekirî tuneye.

Lêbelê ê ku di nav du gelan de xerc e û xwedîhukum e dîn e. Li gor dîn jî kes nikare vê hevokê wisa ji hev biçûktiyê, binketîbûnê bi ma’ne bike. Divê li gor hukmê îslamiyetê were bi ma’nekirin ku ew jî e’dalet e, wekhevî ye.

Erê muheqeq biratî lazim e lê ne bi mezintî û biçûktiyê; bi biratiyek rasteqînî.



[1]İçtimai dersler, Nutuq-weşanên zehra, r:27

[2] Emirdağ lahikası, weşanên Zehra, r.323-358

[3]Îçtîmaî dersler, Nutuq, r.25

[4]Îçtîmaî dersler, xutbe-î şamiye, r.53

[5]Mektubat (26. Mektup 6. Risale olan 6. Kısım)-WeşanênEnwar, r.430

Yazar: A.Rahim Dost

Kaynak: nupelda

Toplam: 0 puan ve 0 oy
Bu makaleye oy vermek için yıldızları işaretleyin
Anahtar: n/a

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site