13:37 EEST Sêşem, 19/06/2018

Hejmara Nû

İstatistik

OnlîneOnlîne : 26


ÎroÎro : 296

meha rewacdarmeha rewacdar : 4612

Hemî MêvanHemî Mêvan : 600659

Arşiv

Sayı15

Destpêk » Hejmara Nû » Dîrok

Rûpelek Ji Jiyana Ustêd

Înî - 16/05/2014 16:32
Gelek caran min ji heval û xwendekarên xwe yên li Diyarbekrê rica kiriye ku, bi awayekî mustaqîlane jiyana Cenabê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ya bi Diyarbekirê re têkildar, amade bikin; lê mixabin heya niha tiştekî wiha giranbiha ji aliyê wan ve, hîn nehatiye amadekirin…

Rûpelek Ji Jiyana Ustêd

Aqîl MIHACIR

Gelek caran min ji heval û xwendekarên xwe yên li Diyarbekrê rica kiriye ku, bi awayekî mustaqîlane jiyana Cenabê Bedîuzzeman Seîdê Nûrsî ya bi Diyarbekirê re têkildar, amade bikin; lê mixabin heya niha tiştekî wiha giranbiha ji aliyê wan ve, hîn nehatiye amadekirin…

Halevku, di navbera Diyarbekrê û Ustêd de têkiliyên ne ji rêzê heye:

Ji van têkiliyan yek ku li dû bûyera 31’ê Adara 1909’î bû, pêk hatibû. Ustad di vê hatina xwe ya Diyarbekirê de rastî Ziya Gokalp tê; di nav herduyan de li ser nirxandina bi hev ve girêdana welatiyên Usmanî de nîqaşeke meşhûr tê jîyîn. Ustad, ew hevoka xwe ya navdar “Seriyekî pîvaz, bi sed sêvên sor naguherînim”, di vê qirênê de dibêje.

A din, Bedîuzzemên dixwest ku, ji sê beşên Zanîngeha Medresetuzzehrayê, yek li vir ava bibe. Di plana vê zanîngehê de -ku di pirtûka xwe ya Munazaratê de şîrove dike- cih dabû sê bajaran ku yek ji wan Diyarbekir bû.

 Bîranîna ku ez dê di vê nivîsê de bi we re parve bikim, bi gumaneke mezin di navbera salên 1909 û 1911’an de pêk hatiye. Li gor vê bîranînê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, di heyama serweriya Siltan Reşad de, di gera xwe ya li Kurdîstanê de, di Qerejdaxê re jî derbas dibe. Helbet di vê gerê de bi gelek kesan re peyivî û bi gelek serokan re hevdîtin pêk aniye. Li gor vê bîranînê -ya ku dê bi we re were parvekirin- de, Bedîuzzeman, li vê derê rastî hin feqiyan tê û êvarekê li wan dibe mêvan.

Bi gumaneke mezin ev gera Ustêd, dema ku ji Wanê dihere Dimeşqê ye. Ustad her çiqas di çend ciyan de qala vê geşt û gera xwe ya li welêt dike jî, ti hûrgiliyan mixabin venabêje.

Di hevpeyvîneke bi Birêz Zeynel Abîdîn Çîçek re hatiye çêkirin de, derheqê vê gera Ustêd  de bîranîneke balkêş hatiye vegotin. Zeynel Abîdîn Xoce, di nav bîranînên xwe de, ji jiyana Ustêd rûpeleke ku ji bo min heya niha nedihat zanîn, eşkere dike. Bi destûra we, ez dixwazim wê bîranîna ku bi Ustêd re têkildar e, bi we re parve bikim.

Xoce di vê hevpeyvînê de di nav vegotina jiyana xwe de vê beşê wiha tîne zimên:

“Mamoste li gundê Êgilya medrese hebû?

Medrese hebû, derdora 15 xwendekar jî hebûn. Her xwendekarekî tayîna xwe, yanê xwarina xwe ji malekê tanî(dianî). Xwarinên wan xweş bûn. Şêniyê Qerejdaxê tariş xwedî dikirin û debara wan rind bû. Dû re, ji gundê Çiksorê çûm gundê Tilxamê. Navê Tilxamê yê îro, Hantepe ye û tilekî/girekî gund jî heye. Min li vira, ji Mele Mûsa ders girt. Xoce zanayekî gihîştî bû. Carna, çîroka jiyana xwe ji me re vedigot. Di heyama feqîtiya xwe de rojekê rastî Bedîuzzemên hatiye; Ustad Bedîuzzeman û hevalekî wî, bi suwartî di rê de diçûn. Di rê de rastî Bedîuzzeman û hevalê wî hatine. Ji wan pirsîne: “Hûn kî ne?” Wan jî bersiva “Em mele ne!” dane. Min jî got: “Madam hûn mele ne, ez dê pirsekê li we bikim.” Helbet min ew nas dikirin, hema bersiva min da. Got: “Feqî! Tu dişibihî henekvanan. Ez jî pirsekê li te bikim.” Dema Bedîuzzeman li min pirs pirsî, min nekaribû bibersivanda. Dû re, min ji suwarê ku bi Ustêd re bû, pirsî: “Ev kî ye?” Wiha bersiv da: “Ev Bedîuzzemanê Navdar e.

Ew dem berî Komarê bû?

Erê, berî Komarê bû.

Dema ku hûn xwendekarê wî bûn, Xoce çend salî bû?

Salên Xoce li derdora 70-75’an bû. Xoceyê me bîranîna xwe wiha domand: Bedîuzzêmên ji me re got ku, “Em ê niha bi mêvandarî herin gundê jor. Heke ji me re, şîva êvarê wekî nan û mehîr(gêrmiya dew) anîn jî, navê min mebêjin û em dê bi xwarinê qenaet bikin.” Êvarê, li wî gundî bi rastîn jî, ji me re xwarina êvarê wekî nan û mehîr anîn.”[1]

Yazar: Aqîl MIHACIR

Kaynak: nupelda

Anahtar: n/a

Son Haberler

Eski haberler

 

Ji Editor

Hejmara; 17-18

Hejmara; 17-18   Xwendevanên Hêja,   Bi hêjmareke têr û tesel, bi xebatên fêm û ferasetdar, bi lêkolîn û lêgerînên cûr bi cûr em dîsa li pêşberî we ne.  Ji ber hin sedemên zerûrî û pêwistdar hevde û hejde weke hêjmareke hevedudanî bi hev re kete çapê û gihişte ber destê we. ...

Login site